图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,456
图片 106,567
书籍 19,266
相关文件 97,105
Video 1,390
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Nivîskar Borak: Heke ziman biçe wê kurdîtî jî biqede
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûstafa Borak

Mûstafa Borak
=KTML_Bold=#Nivîskar Borak# : Heke ziman biçe wê kurdîtî jî biqede=KTML_End=

Nivîskar Mûstafa Borak ku pirtûka “Destpêka #Dersa Kurdî# ” nivîsand hişyariya “Heke zimanê me biçe dê kurdîtî biqede” kir û banga axaftina bi kurdî kir.
Pirtûka Nivîskar Mûstafa Borak ku beşeke mezin a jiyana xwe ji bo pêşvebirina çanda kurdî xerc kiriye ya bi navê “Destpêka Dersa Kurdî” ji Weşanxaneya Na derket. Di pirtûka ku di 16’ê hezîranê de cihê xwe li rafan girt û ji 12 unîteyan pêk tê de peyvên di jiyana rojane de herî zêde tên axaftin hem kurdî hem tirkî hatine nivîsandin. Pirtûk ji bo kesên kurdî nizanin û dixwazin kurdiya xwe pêş ve bibin hatiye nivîsandin.
Mûstafa Borak, der barê pirtûka xwe û zimanê kurdî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Borak, diyar kir ku destpêkê dema kudest bi xebatên perwerdehiyê kirine çavkaniyên ku kurdî bidin hînkirin nehatine peydakirin û wiha got: “Ev rewş min arasteyî nivîsandina pirtûkên kurdî kir. Ez jî di nav de weke komekê me li Enstîtuya Kurdî pirtûka “Hînkerê”derxist. Pirtûka ku min nivîsandî, nîşeyên ku min ji dersên wê serdemê heta sala 2016’an didan û tecrubeyên min bûn. Niha xetereya ku kurdî ji holê rabe heye. Herkes bi tirkî diaxive. Dema min jî ev pirtûka xwe nivîsand min bala xwe da vê yekê. Min hem kurdî hem jî tirkî bi kar anî û nivîsand. Kesekî ku qet kurdî nizane û tirkî dizane dikare bi girtina vê pirtûkê heta astekê bikare bi kurdî biaxive.”
‘Rêjeya axaftina bi kurdî kêm dibe’
Borak, diyar kir ku piştî sala 2000’an di gelek qadên weke psîkolojî, matematîk, endezyarî û erdnîgariyê de pirtûkên kurdî dest bi weşanê kirine û bal kişand ser rêjeya zêdebûna nivîskarên kurd û rêjeya axaftina bi kurdî û ev tişt got: “Bi taybetî rêzefîlmên televîzyonê yên ji aliyê sîstema kapîtalîst ve hatine afirandin û temaşekirina qenalên tirk bûn sedem ku zimanê kurdî kêm bê axaftin. Li aliyê din, ji ber ku kurd ne xwedî statuyekê ne, mirov bi tirkî diaxivin. Li kolanan, li Meclisê, di huner û hemû qadên jiyanê de zextên ku li ser zimanê kurdî hene jî bandorê li ser vê yekê dike. Dema em lê dinêrin, her du hefteyan carekê zimanek dimire. Li cîhanê zêdetirî 14 hezar ziman hebûn. Lê belê ev hejmar daket 6-7 hezarî. Ji ber ku kurd xwedî nifûseke zêde ne, ev yek xuya nake. Lê roj bi roj axaftina bi kurdî kêm dibe. Divê em bi zarok û neviyên xwe yên li malê re bi kurdî biaxivin.”
‘Ziman biçe wê kurdî jî biçe’
Di dawiya axaftina xwe de Borak, ziman weke ruh û hebûna mirovan nirxand û destnîşan kir ku divê siyasetmedar jî zêdetir bi kurdî biaxivin û ev tişt anîn ziman: “Mirovên zanyar dibêjin ‘ziman hişê duyemîn e’. Kesê zimanê wî nebe nikare karekê jî bike. Ziman hebûna me ye. Heke ziman ku biçe dê kurdîtî jî biqede. Kesên dixwazin hînî kurdî bibin bila biçin cihên ku kurdî lê tê axaftin. Bila bibêjin ‘bi min re bi kurdî biaxive. Dive li ser gotinên kurdî zêdetir bisekinin û her tim dubara bikin. Tenê bi xwestinê nabe. Heke heta demekê li ser bisekinin, di 4-5 mehan de bingeha kurdî dikare bê hînbûn. Herkesê ji dil dilxwaze hîn dibe. Axaftina bi kurdî helbest e. Dema tu li derekê bi kurdî diaxivî diyar dibe ku tu kî yî.”
Mûstafa Borak kî ye?
Di sala 1956’an de li navçeya Qulpê ya Îdirê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li navçeya Qulpê qedandiye. 4 salan li navçeya Mîdyad a Mêrdînê mamostetiya polê kiriye. Piştî ku di sala 1975’an de li Ordûyê dibistana perwerdeyê ya mamosteyan qedand û li Qersê mamostetî dikir dema darbeya Kenan Evren a 12’ê Îlonê hat girtin. Nêzî salekê li Girtîgeha Leşkerî ya Erzîromê ma, bi hinceta ku hate girtin 16 salan ji wezîfeyê hate girtin. Piştî ku doz di sala 1997’an de hat betalkirin di sala 1997’an de vegeriya mamostetiyê.
Di sala 1988’an ji ber zextên siyasî neçar ma bê Îzmîrê û li vir xebatên xwe yên çand û hunerê dewam kir. Di sala 1993’yan de li Îzmîrê di avakirina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de cih girt. Di vê pêvajoyê de bi taybet li ser perwerdeya zarok û ciwanan xebatên xwe meşandin. Di encama xebatên xwe de di navbera salên 1996-1998’an de di bin navê NÇM’ê de dibistaneke çand û hunerê ya xweser ku perwerdeya kurdî dida ava kir. Di sala 2005’an de beşdarî xebatên damezrandina Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP-Kurdî) bû. Herî dawî ji sala 2008’an heta 2016’an de di damezrandina Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînê ya Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) de cih girt û serokatiya wê kir. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê xebatên xwe li mala xwe ya li Îzmîrê didomîne.
Berhemên Boran
Nivîsên Borak di gelek kovar, rojname û malperan de hatine weşandin û 10 pirtûkên wî jî ji bo pêşvebirina zimanê kurdî hatine çapkirin. Navê pirtûkên Borak ên hatine weşandin wiha ne: Gotinên Pêşiyên Kurda, Weşanên Berfîn, Stenbol 1996, Ferhenga Biwêjan, Enstutiya Kurdî Ya Stenbol, Stenbol 2005, Gevez, Weşanxaneya Aram, Amed 2017, Çîrokên Biwêjan, Cilda I Weşanên J&J Enqere 2018, Çîrokên Biwêjan, Cilda II Weşanên J&J Enqere, Gelawêj 2019, Çîrokên Biwêjan, Cilda III Weşanên J&J Enqere, Berfanbar 2019, Çîrokên Biwêjan, Cilda IV Weşanên J&J Enqere 2020, Çîrokên Biwêjan, Cilda V Weşanên J&J Enqere 2020, Çîrokên Biwêjan Cilda VI Weşanên J&J Enqere 2020, Destpêka Dersa Kurdî Weşanxaneya Na Îzmîr 2023.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览816
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 21-11-2023
挂钩项目: 52
传记
图书馆
库尔德文件
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 29-06-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on25-11-2023
此产品最近更新( سارا ک ):25-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览816
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,456
图片 106,567
书籍 19,266
相关文件 97,105
Video 1,390
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!