图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,262
图片 106,527
书籍 19,254
相关文件 96,962
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mîrza Axayê Rindikî ji ribaba Miradê Kinê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Miradê Kinê

Miradê Kinê
=KTML_Bold=Mîrza Axayê Rindikî ji ribaba #Miradê Kinê# =KTML_End=
Rêzan Diljen

Piştî nivîsa “Ji ribaba Miradê Kinê çîroka Seyrê û Elîyê Mamed” nivîsek li ser Mîrza Axayê Rindikî jî ferz bû. Û va ye îro temam bû. Dîsa em ê bi referansa ribaba Mirado li vê çîrokê binêrin.
=KTML_Bold=1. Ji Ribaba Miradê Kinê=KTML_End=
Meseleya Mîrza Axayê Rindikî bi kurt û kurmancî bi vî awayî ye. Mîrza Axa, axayê hezar û heft sed pezê koçerê rindikan bû. Sê jinên wî hebûn. Sazbendekî wî jî hebû, navê wî Emer e, lê jê ra digotin Omo. Rojekê gava Mîrza Axa û Omo li bexçe rûdinin, saz û kemençeyê lê didin, Mîrza Axa jê ra dibêje ez dixwazim jineka din bînin ku ji her sê jinên min baştir be. Omo jî dixwaze çareyekê ji vê axîna axayê xwe ra bibîne. Û behsa jinekê dike.
“Navê wê dibêjine Têlî Eyşan. Keça Evdilheyalê Mirdêsî li welatê Mirdêsiyê ya. Pa axa yeka çawa ya êdî. Yeka serbizêr a, kofîkêl a, awirşewat a, kêmasteşîr a nazik a xwînşêrîn a nazelîn a, serê wê sêsed û çil û çar kezî na. Serê keziya baqûd û zemrûd û porrengê bajarî na. Ti dibê Ya Xalîqo te mûm û ava zîv û zêr de hilanîna. Û va dîrêjkê sorkera mircana serê zirava ya. Memikê wê nîna, dinanê wê hûr in birincî na. Roma narîn mircana bejn û bala wê tinîna. Û sîng û berê wê çawa spî na weka berfa zozanê Serhedê weka wî pembûyê dora Edena te anîna. Û ti dibê ji qasê Lemûdiya û ji wa filehê Zazê û Baqsiyan ji devê kevana jenîna. Ewqa xatûneke çavreş a, dêv bigul a, awirşewat a, nazik a gelekî xwîn şêrîn a.”
Ev keçik ji Mîrza Axayî ra dibe derd. Sofîyekî wî jî heye, jê ra dibêjin Olo Kelika. Jê ra behsa vê keçikê dike û dibêje here welatê mirdêsîyê, ka rast e an ne rast e. Îcar Olo Kelika diçe, dibîne rast e ku Têlî Eyşan keçikeka çiqas bedew e. Gava tê, her sê jinên Mîrza Axa bertîlekî didin Olo Kelika da viran bike ji bo Mîrza Axa jineka din neyîne. Olo Kelika piştî bertîlan diçe cem axayê xwe, û jê ra dibêje Têlî Eyşan ne keçeka weke Omoyî gotiye. Axir Mîrza Axa aciz dibe, bela xwe li Omo dide, dibêje ji mala min biçe. Omo jî tenê tiştekî dibêje;
“ji wextê ku ji welatê Mirdêsîyê em çûna welatê Mirdêsîyê
û heka ku xebera û Olo Kelika rast bê
xwîna mi li te helal bê li wê dê lo serî li mi jê bika”
Omo wisa dibêje, û dibêje heke xebera min rast derket dêya Olo Kelikayî bide min. Mîrza Axa dibîne ku Omo evqasî ji xwe bawer e, jê ra dibe meraq û ew û Omo jî diçin welatê Mirdêsîyê da Têlî Eyşanê bibînin. Axir diçin qonaxa wan, çavê Mîrza Axayî li Têlî Eyşanê ket fêm kir ku Omoyî rast gotiye. Têlî Eyşan jî dil dikeve Mîrza Axayî; “Wextê ku çavê wê li Mîrza Axayê Rindikî ket. Dibê ava heft tirşika bi ser dilê wê ket. Dilxelêneka tajiya, sergêjeka tola bi serê wê de hat. Pela wê ji dara heyatê weşiha. Bîst û çar şebeş ji va şebeşê şexulê Bahwarê, Dêlizgunê çûne qirika wê. Û ne bi dilekî bi hezar dilî dilê wê kete Mîrza Axayê Rindikî.” Cêrîyeka Têlî Eyşanê jî heye, navê wê Meryem e. Ew û Omo jî dil dikevine hev. Axir bavê Têlî Eyşan Evdilheyal tevî sê çar hezar siwarê xwe tên malê, Mîrza Axa jî li odeya Têlî Eyşanê ye. Îcar divê Mîrza Axa keça Evdilheyarê mirdêsîyî birevîne bibe welatê xwe. Şerekî mezin derdikeve:
“Mîrza Axa rabû xwa kar kir û hesabê du sed siwarî ji wa timam kir
yê ku kuşt û yê ku birîndar kir”
Axir, Mîrza Axa Têlî Eyşanê li hespê xwe siwar kir û ber bi rêya Rindikan ve bezand. Birayekî Têlî Eyşanê jî heye navê wî Qasim e. Ew jî li pişt ve hat, gihîşte wan. Îcar li qadê du egîd dest bi şerî kirin. Mîrza Axayî zora wî bir, lê ew nekuşt. Ji ber ku zilamekî mezin e, û nexwest şer mezintir bibe, got ez ê te nekujim, xwîşkeka min jî heye ez ê bidime te, tu yê bibî zavayê min.
“û Qasim êsîrê destê wî ya
û hê jî Telî Eyşanê çav dike Mîrza Axa, dibê derbekî lê de, derbekî zalimî ya
û heçî Qasim a, wê bibe bela serê me hemîya
û Mîrza Axa zilamekî mezin a
go wey qeda pê bikeve, nehlet li bavê we jin a
sê wehdê Xwedê li mi ketî bê, wezê Qasim nakujim li darê dinê hevalê min a
lê lî belê sê wehdê Xwedê li mi ketî be, rihê xatûna xweha xwa, wezê bidim Qasim zavayê min a êêê ax de raba heylê dêêê…”
Axir, gava vedigerin daweta Mîrza Axa û Têlî Eyşanê çê dikin. Di ber da daweta Qasim û xwîşka Mîrza Axayî û ya Omo û Meryemê jî. Sê dawet bi kêf û şahî.
=KTML_Bold=2. Varyanta Ibrahîm Cemî=KTML_End=
Ev varyant ji deftera Cegerxwînî hatiye veguhastin (25.07.1974). Çîrok hema hema weke hev in, çend cudahîyên biçûk hene. Mînak di vê varyantê da Têlî Eyşan Mîrza Axayî nas dike, û gotiye ez ji bilî Mîrza Axayî mêr nakim.
“gelî dengbêja dilê min bi rik e
min sond xwariye ez mêra nakim
piştî çavê Mîrze Axayê Rindika”
Mînakeka din; di vê varyantê da Omo ne dêya Olo Kelikayî, jina wî distîne.
Ji bilî van cudahîyên biçûk di vê varyantê da behsa Sîpanê Xelatê jî tê kirin ku ev îhtimala qewimîna vê çîrokê ya li serhedê xurt dike.
“hin dibê berxê kovî ne
li “Sîpanê Xelatê” li hev dane”
Ji bilî van di varyanta Miradê Kinê da tesîra tirkî heye. Mînak: “illeh ti wilo dûşinmîş (fikirîn) dibê” an jî “û carekî daweta xwa başlamîş kir (dest pê kirin).” Di vî aliyî da varyanta Ibrahîm Cemîl zelaltir û kupkurmancîtir e.
Axirîya axirîn, her çiqas di destê me da zêde varyant, agahî, nivîs tune bin jî me xwest dengê Mîrza Axayê Rindikî xurttir bikin. Bi hêvîya bi dilê xwîneran be bi qasî Mîrza Axa û Têlî Eyşan...
=KTML_Bold=Çavkanî=KTML_End=
1. https://youtu.be/Vjpylh5DKpc?si=CVKj9eLQYKmFrixA
2. Folklora Kurdî, Sadiq Behaedîn Amêdî, weşanên Lîs, 2013
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览245
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 11-12-2023
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 23-09-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 艺术
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 11-12-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on16-12-2023
此产品最近更新( سارا ک ):16-12-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览245
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,262
图片 106,527
书籍 19,254
相关文件 96,962
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!