图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,474
图片 106,577
书籍 19,270
相关文件 97,131
Video 1,391
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Komkujiya xelkê Mehabadê ya di navbera du berên aşê Osmanî û Rûsî de – beşa 2
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Komkujiya xelkê Mehabadê ya di navbera du berên aşê Osmanî û Rûsî de

Komkujiya xelkê Mehabadê ya di navbera du berên aşê Osmanî û Rûsî de
=KTML_Bold=Komkujiya xelkê #Mehabad# ê ya di navbera du berên aşê Osmanî û Rûsî de – beşa 2=KTML_End=

Dema ku Urusan dest danîn ser Sablaxê Mumtazulmilûk ku şazadeyekî Qacar û alîgirê wan bû kirin desthilat û bajar dane destê wî. Lê wê rewşê tenê du mehan berdewam kir û vê carê Osmaniyan bi leşkereke mezin bi serkirdatiya General Xelîl Paşa êrîşeke berfireh destpê kir û Mehabad dagîr kirin.
Kurdshop – Dema ku Urusan dest danîn ser Sablaxê Mumtazulmilûk ku şazadeyekî Qacar û alîgirê wan bû kirin desthilat û bajar dane destê wî. Lê wê rewşê tenê du mehan berdewam kir û vê carê Osmaniyan bi leşkereke mezin bi serkirdatiya General Xelîl Paşa êrîşeke berfireh destpê kir û Mehabad dagîr kirin. Careke din û di sala 1916ê de Rûsan êrîş kir û Mehabad ji destê Osmaniyan derxistin û Osmanî bê çare man û paşve vekişiyan.
Muşîrûdewle
Dewleta wê demê ya Îranê jî ku serdema desthilatdariya Mustufîlmemalik û Muşîrûdewle bû dilê wan bi dewleta Osmanî re bû tevî ku Îranê gotibû ew bêalî ye. Lê ji ber bîranînên tall ên serdema êrîşa Rûsan di serdema Fethelî Şahê Qacar de di mejiyê wan de mabû, destdirêjî û zulm û zordariya Rûsan li navçeyê ji bîr nekiribûn, wan ji Rûsan hez nedikir.
Raste ku di her du şerên cîhanê de Îranê bêalîbûna xwe ragihand lê di dilê xwe de li dijî eniya Rûsan bûn.
Tevî ku wê demê dewleta Îranê ya bi serokwezîrtiya Mustufîlmemalik bêalîbûna xwe ragihandibû lê dilê wan bi dewleta Osmanî re bû û di yek ji civînên navera Osmanî û Almanya de ku hevpeyman bûn balyozê Îranê bi navê îhtişamulseltene jî beşdar bû. Di civînê de wan du aliyan ji îhtişamulseltene re gotine ku bi rûbirûbûna Rûsya pêwîste Azerbaycanê dagîr bikin lê dema ku şer bidawî bû dê ji wê deverê derkevin. Wate bêdengiya Îranê di wî şerî de bêdengiyeke bi mebest bû. Ji ber wê Îran li hember ewqas zilm û zordariya li Mehabadê hate kirin bêdeng bû û tiştek nekir ew jî bû sedem ku xelk bê pişt bimîne
=KTML_Bold=Mistufî El Memalik=KTML_End=
Dema ku Rûsan bo cara duyem mehabad girtin weke cara yekem mal û mulkê xelkê talan kirin . Gelek kes hatin kuştin. tevî ku Sidqî Beg fermandarê Leşkerê Osmaniyan karî bo demeke kurt Rûsan ji bajar derxîne, Lê Rûsan careke din êrîş kirin û bo cara sêyemîn bajar girtin û vê carê Qazî Fetah ku rêberê xelkê Mehabadê li hember Rûsan bû hat kuştin.
Cudahiya dagîrkariya Osmanî û Rûsan li vir ev bû dema ku Osmaniyan bajar dagîr dikirin xelk talan nedikirin lê Rûsan hem ji ber ku xelk piştevanê Osmaniyan bûn û hem fermandarekî wan li wî bajarî hatibû kuştin, gelek tawan dikirin.
Piştî kuştina Qazî Fetah, Hakimê wê demê yê Mehabadê nameyek bo waliyê wê demê yê Urmiyê şandiye; dibêje Rûsan di vê êrîşê de bêhtir ji 1000 kesî ji xelkê mehabadê kuştine û Mîsyonerên Amerîkî jî derxistine.
Mîsyonerên Amerîkî ew kesane bûn ku ji welatên Rojavayî ve dihatin û li navçeyê kar dikirin û bêhtir karê bijîşkî û perwerdeyê dikirin. Beşek ji wan li Mehabadê kar dikirin ku ji her du desteyan bûn.
Lê ji bo vê yekê ku çi sîstemeke tendirustiyê di bajar de nemîne vê carê Rûsan ew jî derxistin û xelk zêdetir bê xwedî û belengaz bûn.
Ya ecêb ev e ku Şahzade Muitezîdulseltene ku alîgirê Rûsan bû û ji aliyê wan weke hakimê Mehabadê hatibû diyarkirin ji Rûsan zêdetir zilm li xelkê dikir. Heta gehêşte astekê ku her Rûsan bixwe ew ji kar avêtin û ji Mehabadê derxistin.
Ango li şûna ku her nebe weke Îraniyekî berevaniyê li xelkê bajar bike, ewqas zilmê dike ku Rûs aciz dibin û wî ji kar davêjin.
Piştî çend mehan careke din dewleta Osmanî êrîşî ser mehabadê dike. Ev jî di demekê de bû ku meclîsa wê demê ya Îranê bi piştevaniya Osmanî û Almanan dixwest dewleteke demkî li Kirmaşanê damezirîne.
Her ji ber wê Osmaniyan karî bo cara çaremîn Mehabadê li jêr destê Rûsan derxîne, lê vê carê jî Osmaniyan tenê bo çend mehan karîn Mehabadê bigrin û Rûsan careke din êrîş kirin û bo cara çarem Mehabad girtin.
Di nameyeke Urdun Paduk konsulê Amerîka li Tewrêzê de hatiye ku ji ber êrîşa Rûsan bêhtir ji sê hezar kes ji xelkê Mehabadê koçberî Azerbaycanê bûne, ku 70% ya wan jinebî û zarokên sêwî bûn.
Hêjayî gotinê ye yek ji belgeyên me yên sereke bo vê mijarê nameyên wan konsul û mîsyonerane ku wê demê li Mehanadê jiyan kirine. Ji ber ku mixabin dîroknivîsên wê demê yên Îranê jî behsa wan hemû zulm û zordariyan nekirine ku li wî bajarî çêbûye.
Bo cara çarem Rûs heta sala 1917ê ku hikûmeta paşatiyê ya wan hilweşiya û komunîst dibin desthilat li Mehabadê man û bajar di destê wan de bû nêzîkî sala 1918 ku şerê yekem ê cîhanê bidawî dibe û Rûs û Alman peymana aştiyê îmze dikin û meydana şer vala dikin.
Wê demê jî keşeyek bi navê E T Arleen ku mîsyonerekî Amerîkî bû li Mehabadê; dibêje ku li Mehabadê nêzîkî 40 hezar kesan birçî mane.
Ji ber zilma Rûsan hewara xwe bo Osmaniyan dibin dema ku ber bi sînor ve diçin gelek ji wan di rêyên zehmet ên çiyayî de ji ber sermayê û birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin. Rewşa wan penaberan ewqas xerab dibe ku rojnameyên Tehranê jî behsa wan dikin, lê dîsan dewleta Tehranê çi berpirsyariyekê nagre ser milê xwe û alîkariya xelkê bajar nake. Piştî şoreşa 1917an a Rûsya û derketina wê ji navçeyê, Erkê parastina Qefqaz û Azerbaycanê dikeve destê Brîtanya, ango vê carê Rûs bixwe ji ber rewşa xwe ya navxwe ji navçeyê derket lê Brîtanya bê kar nemaye û nahêle ku ev navçe bikeve destê Osmaniyan de ku heta duh bi wan re şer dikir.
Vê carê Brîtanya tevî çekdarên Aşûrî ku berî niha Rûsan çek dabûn wan êrîşî ser wan Kurdan dikin ku alîkariya Osmaniyan kirine, vê carê Osmanî jî dîsan êrîşî ser Mehabadê dikin û heta Tewrêzê diçin û wî bajarî jî digrin û dest bi kûştin û koçberkirina Aşûriyan dikin lê piştî dawîhatina şerê cîhanê Osmanî teslîm dibin û Brîtanya dest datîne ser bajarê Mehabadê. Li gorî belgeyên ku me got, di dema şerê yekem ê cîhanê de çi bajareke Îranê bi qasî Mehabadê derdeserî nedîtine ku 8 caran di navbera Rûs û Osmaniyan de dest guhertiye.
Di raporekê de ku ji aliyê yek ji endamên Komeleya Xêrxwaziyê ya Badkube ve hatiye nivîsandin dibêje, Dema em çûne Mehabadê ewqas xelkê gundan lê hebûn ku kesê nedizanî navê wan çiye û dema em didîtin direvîn ji ber ku wesa hizir dikirin ku em jî çûne wan bikujin. Li gor serboran di wan 8 şeran de nêzîkî 10 hezar kes ji xelkê Mehabadê hatine kuştin, Ev jî ji bilî mirina bi kom a kesên ji ber sermayê û li birçîna mirine, herweha erdên wan ên çandiniyê wêran dibin û bazrganî pûç dibe û mal û mulkê xelkê hemû wêran dibe . Tevî ku rapora wê wêraniyê gihaye Konferansa Vêrsayê ku ji aliyê dewletên şerê yekem ê cîhanê li Fransayê hatibû sazkirin, ev civîn li koçka Vêrsayê li Parîsê birêve çû dewleta Îranê jî giliya xwe anî ziman û behsa Mehabad û Hemedan û hin bajarên din kir, lê ne wê demê û ne ti careke din dadgehek bo standina mafê Kurdan nehate danîn.
Bi dirêjahiya şer Mehabad 8 caran hate talankirin, Îranê qet ew bajar neparast û Mehabad bû qurbaniya herî mezin a şerê yekem ê cîhanê. Mixabin heta niha jî ew rewşa bi ser wî bajarî de hatî ji aliyên fermî ve nehate naskirin û behsa wê nehat kirin û ne demeke dûre ku hin belgenameyên mîsyoner û konsulan li ser vê hatine belavkirin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览245
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 16-12-2023
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 20-04-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
城市: 马哈巴德
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 16-12-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on16-12-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览245
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,474
图片 106,577
书籍 19,270
相关文件 97,131
Video 1,391
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!