Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,421
Bilder 105,714
Bøker 19,160
Relaterte filer 96,493
Video 1,307
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Techîr û Mişext kirina kurdan a ji aliyê Osmaniyan û dewleta Tirkiyê ve
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Techîr û Mişext kirina kurdan a ji aliyê Osmaniyan û dewleta Tirkiyê ve

Techîr û Mişext kirina kurdan a ji aliyê Osmaniyan û dewleta Tirkiyê ve
=KTML_Bold=Techîr û Mişext kirina kurdan a ji aliyê Osmaniyan û dewleta Tirkiyê ve=KTML_End=

Jakop Kunzler, dikare bê gotin şahidekî nêzîk ê Qirkirina ermenan û Techîra Kurd e. Dibe ku take şahid be. Tiştên ku jiyan kirine û çavdêriyên xwe di sala 1920ê de nivîsandina wî gelek bi nirx e.
Kurdshop – Li ser mişext kirin û ji cîh û warê xwe derxistina kurdan a ji aliyê dewletên dagirker ve bi taybet di destpêka sedsala 20emîn de ji aliyê Osmaniyan ve û piştre jî wek berdewamiya wê dewleta Tirkiyê ve gelek ziyanên mezin gehandiye gelê kurd û ew siyaset bi armanca guhertina demografiya Kurdistanê û ji aliyê din ve bi armanca bişaftin û qirkirina çand û nasnameya gelê kurd hatine birêve birin.
Vê derbarê de bi taybet nivîskar û sosyolog û dostê gelê kurd Pfofesor Dr. #Îsmaîl Beşîkçî# gelek lêkolîn li ser vê mijarê pêkanîne û dibêje: Di dîroka kurdan de hin dem hene ku tê xwestin bi awayekî mayîn veşartî bimîne, di tariyê de bimîne û neyê ronî kirin. Heta hin serdem ji bo ku di tariyê de bimînin hewldanên taybet hene. Mirov dikare bibêje mişext kirina kurdan a sala 1916ê jî serdemekî bi wî awayî ye.
Beşîkçî dibêje: Salên 1914-1915 ji bo gelê ermen salên gelek giring in. Di wan salan de komkujî û qirkirina ermeniyan hat kirin û eger li Tirkiyê nebe jî, lê li welatên rojava li ser bingehê belgeyên bi hûrgilî lêkolîn li ser hatine kirin. Herwaha di wan 10 – 15 salên dawiyê de li Tirkiyê jî di vê mijarê de gelek xebatên giring hatine weşandin û ew xebat hîn jî berdewam dikin. Lê mişext kirin û techîra gelê kurd a sala 1916ê ne li Tirkiyê, ne jî li welatên rojava rastî eleqeya pêwîst nehatiye. Ji bo ku ew dem di tariyê de bimîne xebat û hewldanekî taybet tê birêve birin. Ew mişext kirina kurdan a mezin rastî operasyonên derveyî tomarê hatiye.
Di pirtûka Jakop Kunzler (1871-1949) a bi navê ‘’Li welatê Xwîn û Rondikên Çava, Di Dema Şerê Cîhanê de li Mezopotamyayê Tiştên hatine jiyan kirin di navbera salên 1914-1918ê de (Ev pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Belge ve hate belav kirin û ji aliyê Perîm Ozan ve di sala 2012ê de li Stenbolê wergêra wê hate kirin. Di wê pirtûkê de rewş bi awayekî balkêş hatiye vegotin. Jakop Kunzlerdi salên 1899 -1922yê de li Rihayê, ser bi mîsyona Almanya Rojhilat di nexwaşxaneyekî Swîsrê ya li deverê wek çavdêrê nexwaşan kar kiriye. Di sala 1915ê de Qirkirina Ermeniyan û di sala 1916ê de jî Mişextkirina Kurdan ango techîra kurdan ji nêzîk ve şopandiye û tiştên ku wî bixwe dîtine û jiyan kirine di sala 1920ê de nivîsandine.
Jakop Kunzler, dikare bê gotin şahidekî nêzîk ê Qirkirina ermenan û Techîra Kurd e. Dibe ku take şahid be. Tiştên ku jiyan kirine û çavdêriyên xwe di sala 1920ê de nivîsandina wî gelek bi nirx e.
Jakop Kunzler dibêje, Qirkirina Ermeniya li welatên rojava bi awayekî berfireh li ser lêkolîn hatine kirin, lê ti kesek destwerdanê li mişext kirina kurdan nake û vê derbarê de waha dibêje:
‘’Tirkên nijadperest dixwest li aliyekî koka ermeniyan biqelîne, lê li aliyên din jî kurdên ku heman li ser ola wan ên îslamî jî bûn ji cîh û warên wan kirin, lê ti rojnameyekî Ewrupayê ev tişta nenivîsand. Di serî de tişta bi serê ermeniyan hate kirin, bi bahaneya ku kurd jî ne cîhê baweriyê ne û dibe ku derbasî aliyê Rûsyayê bibin kurd jî mişext kirin. Ez nizanim kurd çend bûn sedem ku tirk bigehin wê baweriyê. Lê tişta ez dizanim ên hatin techîr û mişext kirin di nav wan de, di destpêka şerê dijî Rûsyayê de li qada şer kurdan bi wêrekî şer kirin, tişta ku tirkan li hember wan kir, bê wefayî û nankoriya bê hempa bû û nav wan de efserên kurd jî hebûn ku wisa kirin.’’
‘’Di zivistana sala 1916ê de kurdên li herêmên Cabahcur, Palu, Mûş û herwaha ji parêzgehên Erzerom û Bedlîsê hatin mişext kirin. Derdora 300 hezar kurd ber bi başûr ve hatin mişext kirin. Destpêkê ber bi Bakurê Mezopotamya, piştre jî zêdetir derdora Rihayê hatin bicîhkirin. Lê li rojava jî derdora Dîlok û Mereşê jî yên bicîh bibûn hebûn. Di havîna sala 1917ê de hemû ber bi deşta Konya ve hatin veguhestin. Niyeta tirkên ciwan, kurd ji welatê xwe qutkirin û dûrxistin bû. Hêdî hêdî li Anatolya navîn kurdan têkelî nav tirkan bike û gav bi gav hebûna kurdan nehêle.’’
Ji karwanên mişext ên kurdan re reftara ku hatiye kirin ji reftara ji ermeniyan re hatî kirin gelek cuda be. Di rê de ti zehmetiyek ji bo wan çênekirin, ti kesekî xwe têkel wan nekir, lê tişta herî metirsîdar ji welatê wan dûrxistin di demsala zivistanê de destpê kir. Dema bi şev karwanên kurdan digeheşte gundekî tirkan, gundiyan ji tirsa deriyên xwe dadixistin. Ji ber wê jî ew mirovên belengaz şev di bin baran û befrê de derbas dikirin. Lê roja din gundî derdikevtin ji bo kesên ku ji sermayê de qufilîne û mirine ji bo wan gorên komî dikulan.’’
Ji aliyê din ve pirtûka Celal Temel a Techîra Kurd a 1916ê hat belav kirin û navê pirtûkê bi temamî jî waha ye: Di Salên Şerê Cîhanê de Techîr a Kurd û Îtîhat û Terakkî Mişextî û Siyaseta Nifûsê (1913-1918)
Li gor Îsmaîl Beşîkçî, Celal Temel di pirtûka xwe de ew pirtûka Jakop Kunzler baş lêkolîn kiriye û ew jî li ser heman mijaran rawestaye.
Celal Temel di wê lêkolîna xwe de, mişetkirin û techîra kurd a di salên 1916-1917ê ya di salên Şerê Cîhanê de pêkhatiye bi belgeyan ve tîne ziman û zêdetirî 800 hezar kurd rastî techîrê hatine. Ji wan pir kêm kesan kariye bigehe Anatolya Navîn û Başûr û li qadên mişextbûnê bicîhbûne. Vê rewşa trajîk Hîzanîzade Kemal Fevzî jî di nivîseke xwe ya ‘’Jîn’’ a roja 3yê Îlon a 1919ê hejmara 24ê de waha tîne ziman:
‘’Belê Ew! Ji Bedlîsê, Mûşê, Wanê, Erzeromê diyar bi diyar koçber kirin û ewên ku hatin mişextkirin hene? Aha ew! Li ser axa Rihayê bi awayekê bêdawî rawestayî û kesên bêxwedan ên ku ji bo xwe dilxweşiyekî digerin. Ax belê ew! Herêmekî perîşan, bêxwedî, bê welat û bê ku zarokên wan pariyekî nan bibînin canê xwe ji dest dan. Ew derdê wan ji bo me wekî yadgarî bicîh hêlan xilas nabin û dê xilas jî nebe.’’
Celal Temel, ev qîrêna Hîzanîzade Kemal Fevzî daniye destpêka lêkolîna xwe.
Celal Temel di pêşgotina lêkolîna xwe de agahiyekî waha jî belav dike: ‘’Di vê pirtûkê de, ji aliyê desthilatiya Osmaniyan a Îtîhad û Terakî ve di salên şerê cîhanê yê yekem de, gelek tiştên ku derveyî tomarê mane, hatine veşartin, nayê zanîn yan jî pir kêm tên zanîn, rastiyekî wek Tehcîra Kurd a dramatîk heye. Ji bo ev rastî bê famkirin, berî her tiştî pêwîstbû ez dirêj û dirêj binivsînim û ez dibêjim xwandina vê pêşgotinê dê bi sûd be.
Celal Temel di lêkolîna xwe ya Tehcîr a Kurd a 1916ê de, Tehcîr û bûyera mişextkirinê hemû aliyan ve lêkolîn dike. Amadekariyên Tehcîr a Kurd a Mezin û di vê derbarê de nivîsandinên fermî û biryara pêkanîna mişext kirinê, bi awayekî bi hûrgilî vekolînê li ser dike. Herwaha dibêje Tehcîr a Kurd a Mezin di sala 1917ê de berdewam kiriye. Rêberên kurd bi taybet mişext kirina wan mijarekî giring e. Ev hemû jî bi awayekî bi hûrgilî li ser fikirandin çêbûye û hatiye plan kirin.
Husên Paşayê kor, Ebdulmecîd Begê Sipkanî, malbata nivîskar Yaşar Kemal, oldar Sedredîn Yuksel, malbata nivîskar Hesen Kiyafet, Hozan Ruhî Su, herwaha gundiyên gundê Burunagil ên li navçeya Kulu ya Konyayê jî di nav wan mişextan de ne.
Lêkolînê de tê gotin, ew qadên ji ermen û kurdan tên vala kirin, di cîha wan de ji Qefqas û Balkanan ew koçberên ku hatine û wan malbatan li deverê bicîh dikin.
Herwaha piştî mişext kirina kurdan û piştî şer û tehcîrê ew dram û êşên ku hatine dîtin bi awayekî bi bandor tê vegotin.
Hem Qirkirina Ermeniyan, hem Tehcîr a Kurd a Mezin 1916ê, ku welatên rojava Osmanî wek ‘’Zilamê Nexweş’’ pênase dikirin, lê pêkhatina wan karesatan di serdemekî waha de gelek balkêşe. Zilamê Nexweş hem ermenan, hem jî li hember kurdan operasyonekî waha kûr plan dike, bi awayekî berfireh, hemû planên xwe çawa karî derbasî jiyanê bike? Ev jî mijara lêkolînê ye.
Sedemê serekî yê Tehcîra Kurd a Mezin çibû?
Sedemê serekî yê wan mişext kirin û tehcîra kurd siyaseta dewletê ya bişaftinê ango asîmîlasyonê ye û di wê çarçoveyê de ew daxwazên wê yên tine kirinê ne. Ango kurd bi awayê tirk asîmîle kirin e û ew siyaset di dema Îtîhad û Terakî de hatiye ava kirin. Tehcîra Kurd a 1916ê pêkanîna wê siyasetê ye. Di dema Komara Tirkiyê de jî ew siyaset û pêkanîn bi awayekî bi biryardarî û bi berdewamî hatine meşandin. Kurd li Anatolya Navîn li qadên hatine mişext kirin jî di gundan de sedî 10ê nifûsê, li hin gundan jî sedî 5ê nifûsê pêktînin û bi wî awayî bi zanayî hatine bicîh kirin. Ew pêkanîn wek bingehekî guncaw ê ji bo asîmîlasyon û bişaftinê hatiye danîn. Ji aliyê din ve di serdema Komara Tirkiyê de jî ew mişext kirina kurdan di sala 1934ê bi zagona 2510 a niştecîhkirinê de ew pîvanên li jor ên sedî 10 an jî sedî 10 li berçav hatiye girtin.
Di serdema Komara Tirkiyê de dewletê siyaseta wê ya herî giring derbarê kurdan de qedexe kirina kurdî ye. Qedexeyên kurdî, bi operasyonên pêwîst ên ji bo bişaftin û asîmîlasyonê li gel yek tên birêve birin. Di salên 1930ê de li hin bajaran, li bazarê gundiyên ku kurdî diaxiftin bi cezayê pare ve dihatin hember hev û ev rastî ji aliyê piraniya kurdên wê demê de tê ziman.
Îro gelek nivîskarên kurd, rewşenbîr dema raboriyê dinirxînin, dibêjin dema ku min dest bi dibistanê kir, yek peyv tirkî min nedizanî. Me zarokên kurd, bi lêdan, bi dijûn û sivikayî bi malbatên me hate kirin û bi wî awayî zimanê tirkî fêrî me kirin. Ji bo ku kurdî bidin jibîrkirin her cure operasyon dihatin kirin.
Herî dawiyê de jî nivîskar û Sosyolog û dostê kurd Profesor Dr. Îsmaîl Beşîkçî dibêje pirsa esasî divê ev be: Opozîsyona kurd a di salên 1960, 1970 û 1980yan û herwaha piştî wê û heta roja me ya îro, rêxistinên kurd û siyasetmedarên kurd daxwaza wan a serekî divê çibe? Divê kîjan daxwazan ve derkevin pêş? Dewlet ji bo ku kurdî jibîr bibe, nebe zimanekî ku êdî tê axaftin hewldanekî gelek cîdî birêve dibe. Di wan mercan de rêxistinên kurd, ji bo kurdî jiyan bike û bidin jiyan kirin divê çi bikin?
Li gor hin belgeyan hejmara kurdên ku hatine mişext kirin zêdetirî milyonek kesan e.
Herwaha tê gotin di dema tehcîr û mişext kirina kurdan de herî kêm heta 7 - 8 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.
Tehcîr û mişext kirina kurdan heta roja me ya îro wek siyasetekî dewletê ya Komara Tirkiyê berdewam dike û herî kêm heta naha zêdetirî 10 milyon kurd ber wê siyaseta techîr û mişextbûnê ketine.
Hejmara kurdên ji ber wê siyaseta techîr û mişext kirin û siyaseta qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane zêdetirî milyonek kesan e.
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 285 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 16-12-2023
Koblede elementer: 6
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 22-06-2023 (1 År)
Bok: Sosial
Bok: History
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Tyrkia
Provinsen: Nord Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 16-12-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 20-12-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 20-12-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 285 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.130 KB 16-12-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,421
Bilder 105,714
Bøker 19,160
Relaterte filer 96,493
Video 1,307
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.797 andre!