图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,784
图片 106,380
书籍 19,237
相关文件 96,832
Video 1,376
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Serhildana Agirî û Şêx Zahir
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Serhildana Agirî û Şêx Zahir

Serhildana Agirî û Şêx Zahir
=KTML_Bold=Serhildana Agirî û Şêx Zahir=KTML_End=

Gelek serhildan û berxwedanên kurdan hene ku ji aliyê dengbêj û hunermendên kurd ve weke kilam û stran hatine gotin. Yek ji wan dengbêjan Mistefa Mîlane ku di derbarê berxwedana #çiyayê Agirî# û yek ji pêşengê kurdan Şêx Zahir hem bi awayekî dengbêjî gotiye, hem jî behsa vê bûyerê dike.
Şadî
Kurdshop – Gelek serhildan û berxwedanên kurdan hene ku ji aliyê dengbêj û hunermendên kurd ve weke kilam û stran hatine gotin. Yek ji wan dengbêjan Mistefa Mîlane ku di derbarê berxwedana çiyayê #Agirî# û yek ji pêşengê kurdan Şêx Zahir hem bi awayekî dengbêjî gotiye, hem jî behsa vê bûyerê dike.
Dengbêj Mistefa Mîlan yek ji dengbêjên bi navûbang ê herêma Maku ya li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.
Dengbêj Mistefa Mîlan behsa vê berxwedanê dike û waha dibêje:
Şêx zahir ji malbateke mezine ku ji wan re dibêjin malbata Şêx Baba. Şêx zahir û malbata xwe di esil de ji bajarê Îdirê ne. Herwaha Şêx Zahir di sala 1896’an li gundê Karahacili ya Îdirê ji dayîk dibe. Navê bavê wî Şêx Emer e û navê dayîka wî Xezal Xanime.
Şêx Zahir ji nijada Seîd Taha Nehriye, ji ber vê yekê jî li herêmê ji ber naskirina wî ya kesayetî, hekîmtî kirina wî, bi edalet bûyîn û zanîna gelek zimanan bala rayedarên dewletê tê kêşandin. Zimanên ku Şêx Zahir dizane jî, Rûsî, Farsî, kurdî û Tirki ye.
Şêx Zahir di pêvajoya sala 1924ê de ji aliyê parêzgarê wê demê Sedrî beg ve weke rêvebirê navçeya Pasûr a bajarê Amedê tê peywirdar kirin. Di sala 1925an de ji serhildana Şêx Seîd bandor dibe û herwaha piştî demekî şêx Zahir ji ber ku pir jêhatiye, fedakar, zehmetkêş û girêdayî netewa xwe ya kurdîtiyê bû, ji aliyê dewletê de pir zêde dibe rojev û ji wan re giran tê Ji ber vê sedemê jî bi şîkayeta hindek alîgirê dewletê, ji erka xwe tê dûr xistin. Şêx Zahir ji ber sedema îfadeyên ku ser hatine dayîn, ku qaçaxçîtiya ango bazirganiya çekan dike, di rewşeke zehmet de dimîne û ji ber wê jî derveyî ji holê windabûnê, ti çare û rêyekî din peyda nake. Piştî vê winda bûnê, Şêx Zahir di nava berxwedana çiyayê Agirî de tê dîtin.
Piştî wê Şêx Zahir li gel birayên xwe,Yusif, Ebdilrehman, Tahir, Hebîb, Elî û jinbira wî Hedê(Emîne Xanim), kurmamê wî Ebdilbarî û hevjîna xwe Bilbil xanim û berxwedêrên din Emerê Besê, Seîdê Mamê û herwaha ji eşîreta Şêmikan jî Feto, Çelxê, Têmûr, Celîl, bi berxwedêrên bi navûbang yên bi navê Dirbaz yên Mîlanî başdarî berxwedana Agiriyê dibin û di sala 1927ê yekemîn çalakiya xwe pêk tînin.
Şêx Zahir yek ji wan berxwedêrane ku di sala 1927-1932yê de bi çalekiyên çiyayê Agirî û derdora wê, bi belgeyên serfermandarê wê herêmê di rojnameyan de pir dibe rojev.
Şêx Zahir li gel van gruban û endamên malbata xwe beşdarî gelek çalakî û şeran dibe.
14 Îlona sala 1930 piştî şikestina berxwedana çiyayê Agirî, Şêx Zahir li gel desteyên xwe derbasî çiyayê Tendurekê dibe û li wê derê heta 2 salan çalakiyên xwe li herêma Tendurek, Ozalp û Elbak a parêzgeha Wanê berdewam dike.
piştî demekî ku komara Agirî belav dibe, Îhsan Nûrî paşa dîl tê girtin û ji bo Tehran a paytexta Îranê tê şandin, êdî şêx Zahir li gel malbata xwe diçin Îranê û Îran jî wan weke penaber hildigre û li gundekî bi navê Axbilax a navçeya Çaldiran a rojhilatê Kurdistanê bi cîh dibe. Piştî demekî careke din Şêx Zahir û kesayetiyên li gel wî rastî erîşa dewletê tên û li wir jî birayekî Şêx Zahir tê girtin û li bajarê Makuyê bi îşkencê tê şehîd xistin, êdî Şêx Zahir careke din neçar dibe li gel malbata xwe berê xwe dide gundekî bi navê Kirîkor yê ser bi bajarê Maku ya Rojhilatê Kurdistanê, demekî di nava eşîrata Birukan de dimînin. Piştî demekî li wê derê jî careke din tên şîkayet kirin, dema ku Şêx Zahir li mal nîne, jin û zarokên wan ji aliyê leşkerên Îranê ve tên revandin û dibin yekineyeke gundê bi navê Qereyax û wê demê Şêx Zahir û hindek hevalên xwe li ser wê yekînê ve digrin û malbata xwe ji dest wan rizgar dikin û birayekî Şêx Zahir jî li wir şehîd dibe. Piştî wê demekî li gel malbata xwe li bajarê Dileman ango Selmas a Rojhilatê Kurdistanê bi cîh dibin.
Piştî demekî li wî bajarî jiyan kirinê tê gotin ku li Tirkiyê efuyeke giştî ango lêborînekî giştî derketiye, ew jî li wir berê xwe didin navçeya Çaldiranê û li wir derbasî gundekî bi navê Şêx Silo dibin û derbasî Bakurê Kurdistanê dibin û li gundekî bi navê Şêx Rom ê Bakurê Kurdistanê ku ew jî li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ye, bi cîh dibin û li wir hindek kes ji Şêx Zahir re dibêjin ku ev efû ji bo kesayetên weke te derneketiye, ji bo kesên din derketiye, wê te bikujin divê tu biçî. Şêx Zahir neçar dibe derkeve, lê ji ber ku ji aliyê hindek kesan ve hatine şîkayet kirin, li wir di navbera gundê Paçoxlî, Şêx Rom û Qeyseranê, li çiyayê bi navê Ziyareta Jîliyê dikevin kemîna 2 yekîneyên Tikan û çend demjimêran şer dikin û derbasî milê rojhilat dibin û têne derdorê Gola Nawurê û ji ber ku ew der cîhekî berfgir û asê bûye, ji ber wê jî xwe didin ziyareta gundê Nawurê ku ew der jî di dema xwe de dora wê hemî kelhe bûye. Li wêderê jî her rastî şer û pavçûnan hatine û li Kevirê Buk û Zava ku dikeve Çiyayê Dibûr yê ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê û Şêx Zahir birîndar dibe û piştî 3 rojan şehîd dibe. Şêx Zahîr berî şehîd bibe dibeje cîhê ku min lê şer kiriye, divê hun min li wê derê veşêrin. Ji ber wê jî Şêx Zahir li ziyareta Nawurê tê veşartin. (Gundê Nawurê dikeve rasta sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê û ser bi navçeya Çaldiranê ya Rojhilatê Kurdistanê.) Li gor gotinan li wê ziyaretê 3 gor hene ku yek ji wan gora Şêx Zahire, lê ew 2 kesên din nayê zanîn ku hevalê wî ne yan jî yên vala ne. Ji ber ku wê demê dewlet dibêje ew kesê ku serê Şêx Zahir ji bo me bîne emê bi tenekan zêr bidin wan, li wê ziyaretê 3 gor tên kolan ji bo ku kes nikaribe dest bide termê Şêx zahir. Herwaha ziyareta Nawurê bi navê Şêx Zahir tê nas kirin. Ev ziyaret li dora Gola Nawurê ye. Piştî vê bûyerê gelek dengbêj û hunermendan li ser serhildana Agirî û berxwedana Şêx Zahir stran gotine.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览223
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 17-12-2023
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 08-05-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
城市: Agirî
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 17-12-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on19-12-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):17-12-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览223
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.17 KB 17-12-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,784
图片 106,380
书籍 19,237
相关文件 96,832
Video 1,376
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!