Navê pirtûkê: Dîwana Mela Nûriyê Hesarî (1934-2011) I
Navê nivîskar: #Mele Nûriyê Hesarî#
Amadekirin: Lorîn Çeto
Cihê çapkirina pirtûkê: Hewlêr
Navê çapxaneyê: Tora Medyayî Ya Rûdawê
Sala çapê: 2023
Pêşgotin
Li Rojavayê Kurdistanê, tevî biçûkîya rûbera vî parçeyê Kurdistanê û kêmîya şênîyên wî li gor parçeyên din ên welat, lê diyar e ku tevger û bizaveke wêjeyî, çandî û rewşenbîrî ya berbiçav lê peyda bûye, bi taybetî ji salên 30î yên sedsala bîstan û vir ve, bi tevger û çalakîyên wêjeyî û kultûrî yên Bedirxanîyan dest pê kir û heta niha jî berdewam e[1]