Navê pirtûkê: Efsirî
Navê nivîskar: Selma Kaygusuz
Navê wergêr: #Lal Laleş#
Wergera ji ziman: Tirkî
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2007
Rûpel: 138
=KTML_Bold=Rave=KTML_End=
Sema Kuygusuza ku di wêjeya Tirkî de gelekî navdar e, bi saya rêzepirtûkên “Mohrên Mor” ya Weşanxaneya Lîsê êdî li hafa xwendekarên zimanê Kurdî ye. Deh çîrokên nivîskarê yên bi navên Bîra Peyvên Dîl, Ji Navê Ji Nîvî, Di Golê De, Mar, Dasî, Bêdengî, Dilên Diziyê, Law, Binahiyên Mirov, Yulerzîk bi şêweya efsûnî û wergêriya Lal Laleşê helbestvan di Efsirîyê de bûne destegulek. Nîşeya di rûpela duyem ya kitabê de “Ev pirtûk, bi alîkariya Konsolosxaneya Swêdê ya Stenbolê û bi hevkariya Weqfa Kamerê hatiye amadekirin” digel piştevaniya peyv û wêjeyan, piştevaniya mirov û gelan jî carek din dide pêş çavan.[1]