图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,090
图片 106,656
书籍 19,287
相关文件 97,268
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Qasimlo…Karîzma, Dîplomat û Rêberekî Tak
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Qasimlo…Karîzma, Dîplomat û Rêberekî Tak

Qasimlo…Karîzma, Dîplomat û Rêberekî Tak
=KTML_Bold=Qasimlo…Karîzma, Dîplomat û Rêberekî Tak=KTML_End=

Dîroka hevçerx a siyasî ya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, tejî navê wan rêberan e ku hemû jiyana xwe ji bo Kurdayetî û xebat ji bo çareserkirina pirsa netewî ya gelê xwe terxan kirine. Ne kêm in ew rêberên ku di vê riyê de jiyana xwe kirine qurbanî û nave wan di nava xebat û tekoşîna gelê wan de bûye dîrok. Lê di nava wan stêrkan de rojeke geş heye, rûyek ku her tenê navî wî li ser asta cîhanê prestîj û baweriyê dide Kurd û tevgera siyasî ya Kurd.
#Ebdulrehman Qasimlo# , ew navê naskirî û sembola netewî û roja geşe ku di sedsala 20ê de û li Rojhilatê Kurdistanê derket û ne tenê coş daye tevgera Kurdî li wî beşê Kurdistanê, lê ji ber asta bilind a kesatiya wî, jîr û jêhatîbûna wî ya piralî di siyaset, zimanzanî û dîplomasiyê de, pirsa Kurd li Rojhilata navîn, wek pirsa neteweya herî mezin a bê dewlet bi cîhanê da nasandin.
Ebdulrehman Qasimlo sala 1930 a miladî li bajarê Urmiyê ji dayîk bû. Ew kurê Mihemed Xan Qasimlo, kesayetiya siyasî û navdar ê Herêma Urmiyê bû ku ji ber pêgeh û mertebeya civakî nasnavê Wisûqûdîwan wergirtibû.
Qasimlo dibistana, navendî û amadeyî li bajarên Urmiye û Tehranê xwendine, piştî temamkirina qonaxên xwedinê li Îranê,bo berdewamîdan bi xwendina xwe çûye Tirkiyê û li beşê Civaknasî yê Zanîngeha Stenbolê de navê xwe tomar kiriye. Piştî ku çend mehan li Tirkiyê dimîne, çûye Fransayê û li Zanîngeha Sorbonne xwendina xwe berdewam kir. Qasimlo yê genc dema ku li Fransa bû bi hevkariya çend xwendekarên din Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrupa damezirand. Lê ji ber givaşên dewleta Heme Reza Şa bo ser Fransa, Qasimlo ji Parîsê derket û sala 1949ê wek yekem bursiyeya Îranê ya Yekîtiya Navnetewî ya Xwendekaran çûye bajarê Pragê û xwendina xwe berdewam kir.
Qasimlo ji sala 1951ê û pêde gelek caran weke nûnerê xwendekarên Îranê beşdarî di civîna Saziya Xwendekarên Cîhanê de dikir û herweha di konferansa Federasyona Cîhanî ya Ciwanan de ku li bajarê Budapeşte birêve çû, nûneratiya xwendekarên Îranî kir.
Qasimlo piştî wergirtina lîsans (Bekeloryos)ê di Zanistên Civakî û Siyasî de wergirt û vegeriya Îranê û bi pratîk dest bi xebata xwe ya siyasî kir. Wê demê di navbera Partiya Demokrata Kurdistan û Partiya Tûde de hevkariya siyasî û rêkxistinî hebû, Qasimlo jî weke endamê Hizbê di çalakiyên siyasî yên partiyê de beşdar dibû li Tehranê nûneratiya Partiya Demokrata Kurdistanê dikir.
Piştî derbeya 28 tebaxa 1953an û givaşa bo ser hêzên çep, bi neçarî vegeriya Mehabadê û bi veşartî û dûr ji çave navendên istixbaratî yên Heme Reza Şa xebat dikir, herweha erkê weşana rojnameya Kurdistan ku medya fermî ya Hizba Demokrata Kurdistanê bû girte stûya xwe.
Qasimlo sala 1955an vegeriya Czechoslovakia (Çekoslovakya) û li zanîngeha Pragê berdewamî daye xwendina xwe ya akademîk. Sala 1957an careke din bo tekoşîna veşartî vegeriya Îranê. Lê vê care hate girtin û piştî rizgarbûna ji destê hêzên hikûmeta Îranê vegeriya Pragê.
Sala 1958ê piştî şoreşa Îlonê û vejîna tevgera Kurdî hate Başûrê Kurdistanê û hewla ji nû ve rêkxistina refên hizba demokrata Kurdistanê da. Lê ji ber hevrikiyên navxweyî li Iraqê sala 1960 ji aliyê dewleta Iraqê ve hate dersînorkirin, bo cara sêyem vegerya Prag û berdewamî daye xwendina xwe li zanîngehê heta doktora di zanistên aborî û siyasî de bidest anî, Kurdistan û Kurd ku thesis a doktoraya Qasimlo bû, niha jî yek ji çavkaniyên here sereke û dewlemend ên zanistî ye bo naskirina pirsa Kurd û erdnîgarî, xweza û siyaseta Kurdistanê.
Dr. Qasimlo piştî ku doktora anî, wek mamosta li zanîngeha Prag dersa aboriya sermayedarî û aboriya siyasî û teoriya geşeya aborî digot.
Ew serdem û qonax di jiyana Dr. Qasimlo de qonaxa zêrîne bo ezmûna zanistî û peywendiyên siyasî. Di wê qonaxê de ye ku wek yekem kesayetiyên siyasî yên çep ên cîhanê lêkolînê li ser teoriya Karl Marx dike û baweriya pêdaçûna bi wê sîstema hizrî û siyasî û aborî li cem wî bihêz dibe. Tevî wî feylesof û kesayetiyekî wek Eduard Bernstein ku di teoriyên siyasî de bi Marxiyên reformxwaz tên naskirin, dest bi pêdaçûna bi sîstema fikrî û siyasî dikin.
Dr. Qasimlo li qontara çiyayên Rojhilatê Kurdistanê bi nivîsîna gotineke kurt derbarê sosyalîzmê Kurtebasêk le ser sosyalîzm
Tevî rexnekirina sosyalîzmê, hêleke cudakirinê bo vê sosyalîzmê datîne, ev şîrove weke armanca siberojê ya partiya wî Hizba Demokrata Kurdistana Îranê cîgir dibe.
Du dehik ji qonaxa her zêrîn a jiyan û xebata Dr.Qasimlo
Sala 1970an û piştî derxistina peyama 11 adarê û rêkeftina rêberên tevgera siyasî ya Kurdistana Iraqê li gel dewleta wî welatî ku derfeta çalakiyên siyasî li Kurdistana Îranê zêde bibûn, Dr. Qasimlo bo rêkxistina refên Hizba Demokrata Kurdistanê vegeriya Başûrê Kurdistanê.
Dr. Qasimlo di sêyemîn konferansa Hizba Demokrata Kurdistanê de weke Endamê Komîteya Navendî û piştre weke Sekreterê wê partiyê hate hilbijartin. Di du dehikên dawiyê yên jiyana xwe ya siyasî de di tevahiya kongreyên partiyê de heta wê dema ku hate terorkirin bi piraniya dengan wek sekreterê partiya xwe hat hilbijartin.
Taybetmendiyeke giring a Dr. Qasimlo ev bû ku karîbû li ser bingeha şiyana siyasî û hizrî, xwe weke kesayetiyekî siyasî yê pile yek di astê cîhanê de îsbat bike û hewil bide ku pirsa Kurd bike mijareke navtewî. Her ji ber vê di gelek ji wan civat û civînên siyasî yên Ewrupa de ku derbarê pirsa Kurd dihatin sazkirin bo şêwirî û pirskirinê dihate vexwendin, pirsa Kurd weke pirseke siyasî û mirovî ya neteweyeke bêdewlet dikire rojev û dikir ku bala kesayetî û navendên siyasî bo pirsa Kurd bikşîne û piştevaniya wan qazanc bike.
Hewlên siyasî yên Dr. Qasimlo di nasandina xebata rewa ya gelê Kurd de, weke mînak prestîja siyasî ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê bû sedem ku deriyê saziya Socialist International bo wan vebe û li ser mîkrofona wê ku duyemîn saziya mezin a cîhanê ye dengê xebat û tevgera siyasî ya Kurd bigihîne her derekî cîhanê. Piştî wan hewlan bû ku partiya wî wate Hizba Demokrata Kurdistana Îranê weke yekemîn partiya Kurdî bûye endam di vê saziya navneteweyî de.
Dr. Qasimlo di vê qonaxa jiyana xwe ya siyasî de karî bibe endazyarê bi navdewletî kirina pirsa Kurd û tevî dîplomatên mezin ên cîhanê weke mînak, Danielle Mitterrand û François Mitterrand Serokkomarê Fransa û Ahmed Ben Bella serokkomarê Cezayîrê û gelek kesayetiyên din ên siyasî peywendiyeke nêzîk ava kir û pirsa Kurd ji pirseke herêmî kirine mijareke cîhanî.
Kesayetiya siyasî ya Dr.Qasimlo demekê bêhtir eşkere dibe ku siyasetvan û bîrmendên ne Kurd behsa wî dikin. Dr. Frédéric Tissot konsûlê berê yê Fransa li Herêma Kurdistanê derbarê Dr. Qasimlo de dibêje ku: tevahiya wê dema ku min alîkariya şoreşa Kurdistanê kiriye ji ber kesayetiya Dr. Qasimlo bû. Qasimlo yekemîn mamostayê min bû û qet nebû ku ez tiştekî jê fêr nebim. Ew ji bo kesekî Fransî wek min, çavkaniyeke zanistî bû. An jî professor Fîlîp Polannjê dibêje: Qasimlo akademîsyenekî naskirî, mirovekî pragmatist, serokekî çirîk û siyasîyekî xwedî exlaq bû.
Mehdî Xanbaba Tehranî ku serokê Yekîtiya Xwendekarên Çep ên Ewrupa bû, di pirtûka Tevgera çep li Îranê de dibêje Di destpêka şoreşa gelên Îranê de, ti kesayetiyek nebû ku tevahiya hêzên siyasî û aliyên çep li ser wî yekdeng bin ku wek serokkomar bê hilbijartin. Tenê kesayetiyek hebû ku hemû di wê baweriyê de bûn ku ew hêjaye rêberatiya Îranê bike, ew jî Dr. Ebdulrehman Qasimlo bû, lê ji ber ku Kurd û Sunne bû, em poşman bûn. Siyasiyên Îranê gotin, Em ê çawa rêberî kirina Îranê bidin Kurdekî Sunne.
Mixabin ew rêberê hêja yê Kurd û ew dîplomatkarê jêhatî ku pirsa Kurdên Rojhilatê Kurdistanê kire mijarek ku bala siyasetvanên Rojava bikşîne, roja 13 tîrmeha 1989ê ya miladî wate (22 pûşpera 1368 a rojî) û di temenê 59 saliyê de ji aliyê Dîplomat – Terorîstên Komara Îslamî ya Îranê li ser maseya gotûbêjê li bajarê Vienna ya paytexta Austria hate terorkirin.
Goristana Père Lachaise a Fransayê termê wî yî pîroz himbêz kir, lê xewnên wî bûne hêz û hêviyên dehan milyon Kurdan li hemû perçeyên Kurdistanê. Wek çawa di şoreşa Jîna yê de ti xwepêşandan û civat û civînek û çi dîwar û tabloyek nebû ku têne neyê gotin an nivîsandin Qasimlo, Qasimlo, Riya te Berdewam e
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览255
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 03-01-2024
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 13-07-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-01-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on04-01-2024
此产品最近更新( سارا ک ):04-01-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览255
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,090
图片 106,656
书籍 19,287
相关文件 97,268
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!