图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,162
图片 106,480
书籍 19,249
相关文件 96,940
Video 1,379
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Komkujiya kurdan li Rojhilatê Kurdistanê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Komkujiya kurdan li Rojhilatê Kurdistanê

Komkujiya kurdan li Rojhilatê Kurdistanê
=KTML_Bold=Komkujiya kurdan li Rojhilatê Kurdistanê=KTML_End=
Şehab Xalidî

Sala 1979an hêzên rejîma Îranê li gelek gund û bajar û herêmên #Rojhilatê Kurdistanê# komkujî pêk anîn. Herwiha bi deh hezaran kesî jî rapêçî girtîgehan kirin û di bin îşkenceyên giran de kuştin, an jî îdam û gulebaran kirin.
Di wan salan de ku komkujî hate kirin, herî kêm 51 gund hatin wêrankirin an şewitandin ku ji wan 51 gundan, gundek ser bi bajarê #Sine# , 7 gund ser bi Pîranşarê, 13 gund ser bi Hewşarê, û 30 gund jî yên Urmiyê bûn.
Bi vî rengî li gor zanyariyên ku niha li ber destê me hene, komkujî di 61 gundên Rojhilatê Kurdistanê de pêk hatin, û di encamê de herî kêm 518 kes hatin şehîdkirin.
Ew gund û herêm û bajarên ku komkujî tê de hatin kirin ev in:
Sine: Roja 18.03.1979an tenê du rojan berî Newrozê û derbasbûna 35 rojan bi ser serkeftina şoreşa gelên Îranê, hêzên rejîmê êrîşî bejahî û asîmanî kirin ser bajarê Sine ku di encamê de bi sedan kesên ji xelkê sivîl canê xwe ji dest dan. (Ebdullah Hesenzade behsa 450 kesî, û Xenî Bilûriyan behsa 2300 kesî kiriye.)
Sine: Roja 19.08.1979an piştî fitwaya cîhadê ji aliyê Xumêynî ve, hêzên rejîmê cardin êrîşên bejahî û asîmanî kirin ser bajarê Sine ku di encamê de 600 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Gundê Qarnê: Ser bi bajarê Nexedeyê, roja 02.09.1979an 68 kes hatin kuştin ku navê 60 kesan li ber dest e.
Melayê gund bi navê Mela Mehmûd Bêhterzade dema ku Quranê digel xwe dibe cem pasdaran û wan dide sondê ku komkujiyê nekin, pasdarên rejîma Xumêynî wî dikujin û piştre wî ser jê dikin. Gelek kuştî temenê wan di navbera 6-10 saliyê de bûn.
Qelatan: Ser bi bajarê Nexedê, roja 26.03.1980an 12 kes hatin komkujkirin.
Bayizawê: Ser bi Nexedê, roja 08.11.1981an 9 kes hatin kuştin.
Bapîrawa: Ser bi Nexedê, roja 09.11.1981an 9 kes hatin komkujkirin.
Dîlançerx, Helbê, Kiwêkan, Karêzey Şikakan, Yonsilyan: Ser bi Nexedê, roja 14.03.1983yan 40 kes hatin kuştin, lê tenê navê 23 kesan li ber dest e.
Xelîfan û Gorrxane: Ser bi Nexedê, roja 25.03.1983yan 8 kes hatin kuştin.
Çeqel Mistefa: Ser bi Nexedê, roja 25.03.1983an (5ê xakelêweya 1362)16 kes hatin komkujkirin, ku navê 13 kesan li ber dest e.
Kanîerd: Ser bi Nexedê, sala 1984an kesek hate kuştin.
Sînawa: Ser bi Urmiyê, roja 18.03.1985an 9 kes hatin komkujkirin.
Gêçê: Ser bi Urmiyê, roja 23.03.1983an 13 kes hatin komkujkirin ku navê hemiyan li ber dest e.
Hêzên rejîmê 35 kesên din jî destbiser dikin û di girtîgehê de wan bi awayên herî hovane îşkence dikin. Di bin îşkenceyê de welatiyek bi navê Şekûr Ehmedî birayê Şehîd Îbrahîm Ehmedî hişê xwe ji dest dide û dîn dibe. Herwiha jinek bi navê Rehîma Rûhanî di encama bombebarana esmanî de jiyana xwe ji dest dide û çend kes jî birîndar dibin.
Pîrancix: Ser bi Urmiyê, roja 27.03.1983an 17 kes hatin kuştin.
Mîrava: Ser bi herêma Somayê ya Urmiyê, roja 02.04.1983an 11 kes hatine komkujkirin, ku 6 kes ji wan zarok bûn. Ew zarok digel dayîkên xwe hatin kuştin. Di nav kuştiyan de jinek bi navê Refiya Xidirî keça Şakir hebû ku temenê wê 70 sal bû. Herwiha jinek bi navê Meryem Mistefazade digel sê zarokên xwe hatin kuştin. Jinek bi navê Henîfe Xidirî digel zarokeke xwe hatin kuştin, û jinek bi navê Ferîde Mamedî jî digel du zarokên xwe hatin kuştin.
Kûrêya serê: Ser bi herêma Enzel a Urmiyê, roja 13.04.1983an 5 hatin komkujkirin.
Kûrêya xwarê: Ser bi herêma Enzel a Urmiyê, roja 13.04.1983yan 10 kes hatin kuştin ku çar kes xelkê gundê Hemama, û 1 kes xelkê Memekanê, 1 kes xelkê Mîngolê bûn.
Qocix: Ser bi herêma Enzel a Urmiyê, roja 19.08.1983yan du jin bi navên Nazê Ehmedî û Gulê Ehmedî hatin kuştin.
Karêz: Ser bi herêma Enzel a Urmiyê, sê kes di sê salên cuda de 1983, 1984 û 1991an hatin kuştin.
Rûla: Ser bi Urmiyê, roja 20.01.1987an 7 kes hatin kuştin, ku navê 6 kesan li ber dest e.
Gulank: Li herêma Enzel a ser bi Urmiyê, sala 1983yan 8 kes hatin komkujkirin.
Îndirqaş û Wisûkend: Ser bi Mehabadê, roja 04.11.1980an 53 kes hatin kuştin, ku navê 35 kesan hatiye komkirin. Hêzên Besîc bi serpereştiya kesekî bi navê Me’ibûdî ew êrîş encam dan.
Qeregul: Ser bi Mehabadê, roja 26.01.1983yan 18 kes hatin kuştin. Hindek ji kuştiyan temenê wan li serveyî 70 saliyê bû.
Sewzî: Ser bi Mehabadê, roja 26.01.1983yan 9 kes hatin kuştin.
Mehabad: Roja 02.06.1983yan rejîma Îranê 59 lawên Mehabadê îdam kirin, ku hindek ji wan temenê wan nebûbû 18 sal.
Dême Sûr, Cafirawa, Mercanawa: Ser bi Mehabadê, roja 16.03.1983yan gelek kes hatin kuştin, lê tenê navê 9 kesan hatiye komkirin.
Ceiferawa: Ser bi Mehabadê, roja 16.03.1983yan du kes hatin kuştin.
Sofiyan: Ser bi Şinoyê, roja 18.11.1980yan 12 kes hatin komkujkirin. 7 kes ji kuştiyan temenê wan li serveyî 50 saliyê bû. Herwiha cinayetkaran di vê êrîşê de 20 kes jî birîndar kirin.
Cibraîlawa, Gundewêle, Dûaw: Ser bi Şinoyê, roja 14.09.1983yan 6 kes hatin kuştin.
Herêmên Kotol û Hebeş: Ser bi Xoyê, roja 09.04.1979an 20 kes hatin komkujkirin.
Yarmiq: Ser bi Makûyê, roja 04.05.1981ê kesek bi navê Îsmaîl Ramînî kurê Mihemed hate kuştin. 2 kesên din jî roja 05.11.1981ê hatin kuştin, û sala 1983yan jî kesekî din bi navê Îbrahîm Himetî kurê Elî hate kuştin.
Xerman: Ser bi Makûyê, roja 02.06.1981ê kesek hate kuştin.
Tîkme: Ser bi Makûyê, roja 05.11.1981ê kesek hate kuştin.
Niyer: Ser bi bajarê Sine, roja 28.05.1983yan kesek hate kuştin.
Kûrexaneya Saroqamîşê: Ser bi Bokanê, roja 13.09.1981an 18 kes hatin kuştin, lê tenê navê 13 kesan heye.
Nebîkendî: Ser bi Hewşarê ye, sala 1980yî hêzên rejîmê 9 kesan komkuj dikin.
Ehmedawaya xwarê: Ser bi Hewşarê, sala 1980yî 6 kes hatin kuştin, ku temenê yekî ji wan 11 sal bû.
Şêrmerd: Ser bi Hewşarê, sala 1980yî 2 kes hatin kuştin.
Qizqapan: Ser bi Hewşarê, sala 1980yî kesek hate kuştin.
Axderey Nawerastî: Ser bi Hewşarê, sala 1980yî kesek hate kuştin.
Hesenawa: Ser bi Hewşarê, sala 1980yî 7 kes hatin kuştin.
Hesenlewlan: Ser bi Hewşarê, sala 1980yî 2 kes hatin kuştin ku bav û kur bûn.
Yarezîz û Çiraxtepe: Ser bi Hewşarê, sala 1980yî 4 kes hatin kuştin, (ji regeza mê bûn).
Mayinbilax: Ser bi Hewşarê ye, roja 03.07.1981ê hêzên rejîmê 11 kes ji xelkê sivîl digirin û digel xwe dibin û şevê wan îdam dikin.
Giwêaxac: Ser bi Hewşarê ye, sala 1981ê hêzên rejîma Îranê 5 kes komkuj kirin.
Qizqopî: Ser bi Hewşarê, sala 1981ê 2 kes hatin kuştin.
Xatûnawa: Ser bi Hewşarê, sala 1981ê 1 kes hate kuştin.
Daşkestan: Ser bi Hewşarê, sala 1981ê 3 kes hatin kuştin.
Dûmeskenî: Ser bi Hewşarê, sala 1981ê 3 kes hatin kuştin.
Axecerî: Ser bi Hewşarê, buhara 1982yan 2 kes hatin kuştin, ku jin û mêrekî pîr û kal bûn û nekarîbûn birevin derve, û jê ve bûn ku hêzên rejîmê dê rehmê bi wan bikin, lê mixabin gelek hovane herduk kuştibûn.
Sayincût: Ser bi Hewşarê, havîna sala 1982yan çar kes katin kuştin.
Qozlû: Ser bi Hewşarê, 1982yan du kes hatin kuştin. Gelek kes jî girtin ku piştre du kes ji wan îdam kirin.
Çavkanî:
1- Cewad Danişpejûh, Kuştarê Bîpayan.
2-Komkujiya Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê. Amadekar: Rehman Neqşî.
3-Rojnameya Agirî, hejmar 85, rûpela 5.
4- کوردیپێدیا - کۆمەڵکوژییەکانی ڕۆژهەڵاتی کوردستان (kurdipedia.org)
5-اعدام 59 جوان مهابادی؛ بازخوانی یک روایت تکان‌دهنده تاریخی (iranwire.com)
6-Komkujiya hejmareke gundên Hewşarê (1358-1360) A: Mistefa Pîranî.
Xisarnasiya “Êş û Ezmûnên” (Azar û Ezmûnekanî) Hatem Mînberî
Komkujiyên li Geliyên Zîlanê – Beşa 4em
Desthilata Botan ji demokrasî ve heta xiyanetê – beşa dawî
Komkujiya xelkê Mukriyanê di şikefta “Mukrî Qiran”ê de
Desthilata Botan ji demokrasî ve heta xiyanetê – beşa 1em
“Xurî” desthilatek xwedî şaristaniyet û zimanê taybet bi xwe bûye
Rohnkariya naveroka hejmara yekem a kovara Nîştimanê, zimanhalê Komeleya Jêkafê- Beşa 2yem
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览316
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 12-01-2024
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 12-09-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 12-01-2024
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on13-01-2024
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):12-01-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览316
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1153 KB 12-01-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,162
图片 106,480
书籍 19,249
相关文件 96,940
Video 1,379
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!