图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,475
图片 106,119
书籍 19,167
相关文件 96,500
Video 1,308
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (81)-taybet: Du sal ji dagîrkirina Turkiyê…/103/qurbaniyên pakrewan û bêgunehên sivîl, jê /15/zarok
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de

Efrîn di bin dagîrkeriyê de
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (81)-taybet: Du sal ji dagîrkirina Turkiyê…/103/qurbaniyên pakrewan û bêgunehên sivîl, jê /15/zarok û /11/ jin

Wergerandin ji Erebî
Du sal di ser dagîrkirina Turkiyê, li 18-03-2018an z, ji herêma #Efrîn# ê – Bakur Rojavayê Sûriyê re, bi alîkariya milîsên, ku bi (Artêşa niştimanî ya sûrî û azad) tê navdan, û Hemahengiya (itîlafa) sûrî – ixwanî, û di bin perda fetweyên “Îmam Elxetîb”, “zanyarên Misilman ên tundrew” û ” Encûmena Islamî ya sûrî – Istanbol” de, derbas dibin… Û binpêkirin û tewanên curbecur, bi gavên rêkûpêkirî û siyasetên nijadperest – Osmaniya nû û timayên ferehkirinê ya Anqerê û destlatên wê, ya ku, navnîşana herî berz jê re, cîbicîkirina guhertina demografî (bêtirî /200/hezar nişteciyên Kurd ên resen koçber bike – ji bilî yên berê koçber bûne – û li şûna wan bi sedhezaran ji malbatên çekdar ên milîsan û koçberên Xota û gundewarên Humis, Hema, Idlib û Heleb niştecîkirin bide… Da ku, rêjeya hebûna kurdî ji %95 daxîne %20 a niha) hîn jî berdewam in.
Di siya fewdalîzim û serberdayetiya berdewam de, ya ku, virûvût û gotinên destlatên Turkiyê û dirbekciyên wê yên dibêjin, ku asa û hêminî li herêmên Suriyê yên ku dagîr kirine de peyda dibe, diyar û tazî dike.
Ji bilî yên wendayî û revandî yên bêçarenûs, û girtiyên ku bi zorê hatine veşartin; /103/ qurbaniyên pakrewan û bêgunehên sivîl, ji xelkê herêma Efrînê, di siya dagîkirinê de (18 ê Avdara 2018an z – 17 ê Avdara 2020an z) û ji nav wan /15 / zarok û /11/ jin, jiyana xwe ji dest dan. Ew tev – ji bilî yên li herêmên penaberiyê bi teqînên bombeyên zemînî yan di bin zext û fişarên jiyanî yên hişk de, ji ber dagîrkeriyê – di mercên cuda de, hin di bin işkencê de yan bi qurşînê, û hin jî bi teqînên bombeyên zemînî, yan bi îdamê, yan li ser sînorê Turkiyê, yan jî di encama bombebarana herêmên penaberiya koçberên Efrînê (gundewar û bajarokên Şehba û Şêrewa – Bakurê Heleb) hatin kuştin û mirin.
Ew cangorî ev in :
1- Moherem Xoce , ji gundê Çeqela 1984 – navca Şiyê, li navîna Avdara 2018 an , piştî ku hêzên dagîrker derbas gund bûn, û ew revandin û işkence kirin.
2- Ciwan, Husên Ebid Elrehman Husên /24 / sal.
3- Ciwan, Welîd Soranî kurê Cemîl /18/ sal.
Û ew herdu ji xelkê gundê Çeqelê Cûmê ne, û li kastîna dibistaneke bajarê Efrînê, li rojên destpêkê ji dagîrkirinê, bi qurşînê hatin tunekirin, û dema binaxkirinê di goristana gund de, gund dorpêç kirin û nehîştin xwedî termên wan bibînin.
4- Ebdo kurê Hemo Fûad Nasir.
5- Fûad kurê Heso Ebdo Nasir.
Û herdu ji gundê Qîbarê ne, li 24/3/2018 an , di encama teqîna bombeyeke zemînî de , jiyana xwe ji dest dan.
6- Omer Memo Şemo /66/sal, li 10/5/2018an , termê wî di malê de , li gund , ku bi qurşînekê di sîng de , bi destê milîsên çekdar kuştî dîtin.
7- Bîlal Hemo /66/ sal, ji gundê Xilalka – navça Bilbilê, li destpêka Nîsanê 2018an, bi destê milîsên çekdar ên, ku gund dagîrkirine hate kuştin.
8- Henan Ne’isan, li 7/4/2018an, li navenda bajarê Efrînê – piştî ku li ser destê milîsên çekdar tûşî işkencê hat – mir.
9- Ebdo Arif Ibrahîm ji gundê Kaxrê – navça Şiyê , li navîna Nîsana 2018an , di bin işkencê de , li ser destê “Lîwa’i Elsultan Silêman Şah” hate kuştin .
10- Hunermendê gelêrî Qadir Mohemed Kilislî.
11- Xalid Kilislî kurê Qadir.
Herdu , bav û kur ji gundê Celemê ne , di bin işkencê de , li 29 /4/2018an, bi destê milîsên çekdar hatin kuştin.
12- Şiyar Henîf yê Ciwan , ji gundê Qestelê Xidriya – navça Bilbilê , li 4/5/2018 an, bi teqîna bombeyeke zemînî – dema ku, bi tirektorê zeviyê zeytûnan dajot – mir.
13- Receb Şukrî Reşîd ji gundê Derwîş – navça Reco , li 14/5/2018an , li ser destê milîsên “Ehrar elşerqiyê” , bi qurşînê – dema ku diçû navenda wan li bajarê Reco , da ku li çarenûsa kurê xwe bipirse – şehîd ket .
14- Mustefa Ebdo Şahîn ji xelkê gundê Avrazê – navça Mabeta , li 22/5/2018an , dema ku , bi şev , li taxa Mehmûdiyê , li bajarê Efrînê , milîsên çekdar avêtin ser malê , bi qurşînê kuştin .
15- Ehmed Şêxo kurê Mohemed 1968 – bajaroka Şiyê , li 11/6/2018 an – piştî ku, li ser destê milîsên çekdar ên “Lîwa’i Elsultan Silêman Şah – Elemşat” tûşî işkenceyeke zorane bi hin din re hat – şehîd ket . Ji bîr nebe , ku ew cîgirê serokê Encûmena xwecehî ya bajêr bû , yê ku, li 29/4/2018 an , ji aliyê Hikometa demkî ve , ya girêdayî Hemahengiya sûrî (Ìtîlafa Elsûrî) ya bi ser Turkiyê ve , hatibû bi cîkirin.
16- Rifet Hemîd Hemdoş ji gundê Kefircenê , li 12/6/2018an – piştî ku li dawiya Avdara 2018 an , hate revandin , bêtirî du heyvan hate girtin , û tûşî işkencê û zextên curbecur bû – , ew pakrewan bû .Li rex wê , ji bo serbestberdanê jî , merivên wî cezayeke diravî mezin dan.
17- Samî Elhewa (Elqoc) ji pêkhateya Ereb ê bajarê Efrînê ye , li berbanga 20/6/2018 an , milîsên çekdar bi ser malê de hatin û gulekirin.
18- Zarok , Kemal Muhemed Elî Arif /17/sal , ji gundê Birc Ebdalo , li 26/6/2018an , di mercên bi guman de , mir.
19- Ehmed Ibrahîm ji gundê Xilalka – navça Bilbilê , li 27/6/2018an , bi teqînekê di orta bajarê Efrînê de , çû ser dilovaniya Xwedê .
20- Fatime Hemkî (hevjîna Henan Birîm) /66/ sal , di encama avêtina bombeyekê bi ser malê de , li gundê Qitmê , li şeva 27/6/2018an , ji aliyê milîsên çekdar ve , pakrewan bû .
21- Arif Husên Cilo /62/sal ji gundê Qenterê – navça Mabeta , li 29/6/2018 an , di encama teqîna bombeyeke zemînî de , li rex malê li gund , çû ser dilovaniya Xwedê .
22- Mihemed Îbiş Ne’iso ji gundê Hec Hesna – navça Cindirêsê , li 2/7/2018an , li ser destê milîsên çekdar , di bin işkencê de şehîd bû .
23- Hemdî Ebdo /70/sal.
24- Hevjîna Hemîd, Sultanê Xelîl Nasiro /60/sal.
Ew herdu ji gundê Beradê – Şêrewa ne , li destpêka Tîrmehê 2018an, bi encama işkencê û gulekirinê , li ser destê milîsên çekdar – yên ku zêr , pere û çêl ji malê dizîne jî – pakrewan bûn .
25- Jina ducanî , Dilovan Esmet Şêxo ji gundê Cilbirê , bi qurşîna artêşa Turkiyê , li ser sînor , li 8/7/2018an (dema ku dixwest bi giropeke din re , li herêma Selqîn – Idlib ê re , sînor derbas bikin , da ku m ji rewşa dujehî ya Efrînê birevin) şehîd ket.
26- Husên Şêxo yê hiş lihevketî /52/sal , ji gundê Mûskê – navça Reco , li 12/7/2018an , di bin işkencê de – piştî çend rojan ji revandina wî , ji aliyê “Ehrar Elşerqiyê” ve – mir.
27- Zarok , Fehîme Kînan Sîdo /13/sal , ji gundê Xaziyana – navça Mabeta , li 13/7/2018an , bi teqîna bombeyeke zemînî , di nav zeviyeke zeytûnan de , mir.
28- Samî Hec Xelîl kurê Ebid Elrehman ji gundê Hec Hesna – navça Cindirêsê , li 15/7/2018an, bi sedema işkenca ku , giropeke çekdar bi wî û birayê wî re kirî , jiyana xwe ji dest da .
29- Mohemed Elî Gulê Xêrî kurê Osmên , ji gundê Birc Heyder – Şêrewa , li 22/7/2018an , bi sedema teqîna bombeyeke zemînî di makînakê de , pakrewan bû.
30- Se’îd Mohemed Teter /53/sal, ji gundê Ereba – navça Mabeta , li 25/8/2019an , li nexweşxaneyek Turkiyê – bi encama işkenca ku berê tûşê hatibû , ji aliyê milîsa “Mohemed Elfatih”ve – jiyana xwe ji dest da.
31- Esmet Hebeş Henan Dîko ji gundê Qêsim – navça Reco , li 15/9/2018 an , li nexweşxanak Turkiyê – bi encama birîna ku berê , di encama teqîna bombeyeke zemînî de , vê re çêbûbû – jiyan ji dest da .
32- Ciwan , Mohemed Bîro.
33- Hevjîna Mohemed , Tolîn Bîro.
34- Zarokê wan , Can Bîro.
Hersê ji xelkê gundê Şêxorzê ne – piştî ku neçar man ji dojeha Efrînê birevin – li ser riya Berad – Niblê , li 23/10/2018 an , di encama teqîna bombeyeke zemînî de , çûn ser dilovaniya Xwedê .
35- Ciwan , Ehmed Nasir kurê Mehmûd ji gundê Feqîra – navça Cindirêsê , li 24/10/2018an , di encama teqîna bombeyeke zemînî de , mir.
36- Elî Beşîr Osman /50/ sal .
37- Birayê Elî , Mohemed Beşîr Osman /38/sal .
Herdu ji gundê Goliya jorin – Reco ne , li 29/10/2018 an , bi encama teqîna bombeyeke zemînî di bin tirektora wan de , jiyana xwe ji dest dan.
38- Isma’îl Îbiş Isma’îl .
39- Hemze Îbiş.
Ew herdu ji gundê Su’iriya – navça Mabeta ne , li 7/11/2018an , bi teqîna bombeyeke zemînî , di bin tirektorê de , mirin.
40- Temenmezin , Ayşe Henan /80/sal, li gundê Birc Ebdalo , li 8/11/2018an, bi destê milîsên çekdar hate fetsandin , û zêr û mewalên hundir malê jî hate dizîn.
41- Zarok , Hesen Xilo /15/sal , ji gundê Bêxçe – navça Bilbilê , yê ku bi xwediyan re , li taxa Zêdiyê , li bajarê Efrînê dijiya ; Li 22/11/2018an , bi qurşînkirinê ji aliyê çekdarekî ve , di mal de hate kuştin .
42- Mohemed Henîf Reşîd Ehmed (malbata Zengel) , /54/ sal , ji gundê Qornê , Xwediyê guvêşgeheke zeytûnan li gundê Qestelê – navça Bilbilê , li 8/12/2018an bi nîvro , li meydana guvêşgehê , li ser destê çekdarekî , bi qurşînê hate kuştin.
43- Zekî Dalî 1980 z , di bûyereke teqînî de , li orta Efrînê – kolana Reco , li êvara Pêncşemê 13/12/2018an – digel çar kesan ji yên ku hatine niştecîkirin û me nikanî navên wan nasbikirana – jiyana xwe ji dest da.
44- Mohemed Hec Elî – gundê Coqê.
45- Şiyar Şukrî Husên – Reco.
46- Berxwedan Ebid elfetah Sîdo – gundê Kurzêlê.
47- Nezmî Şukrî Mewlod – gundê Qude.
48- Mohemed Osman Ne’iso – gundê Mîrka.
49- Kamîran Menan Elî kurê Nebî /45/sal ji gundê Avrazê.
Her şeş pakrewanên jorîn , li 16/12/2018an , di teqîna makînak Van bombekirî de , li sûka keskahiyê (soq elhal) , şehîd ketin.
50- Ciwanê hişnelicî , Neşet Silêman Dawod ji gundê Husê (Mîrka) – navça Mabeta , li 31/12/2018an – piştî ku , li 8/4/2018an , ji aliyê milîsa “Elcebhe Elşamiyê” ve hate gulekirin – mir .
51- Mohemed Emîn Hesen /25/sal , ji bajaroka Kefirsefrê , li destpêka Rêbendanê 2019 an – piştî ku di Tîrmeha 2018 an de hate revandin – di zîndaneke milîsên çekdar de , di bin işkencê de mir.
52- Zarok, Ebid Elrehman Ebdo kurê Osmên – piştî ku, di encama teqîna bombeyekê de , li gundê Kefirsefrê – Cindirês , li destpêka heyva Rêbendanê 2018 an , bi kûranî birîndar bû – , ji ber wê jiyan ji dest da.
53- Cemîl Ehmed Bekir ji gundê Xilalka – navça Bilbilê , bi teqîna otobîleke veguhesîna sivîlan ( ya ku li orta bajarê Efrînê , li 20/1/2019 an bûyer daye, û sê kesên din jî , ji yên ku li herêmê hatine niştecîkirin û me nikanî navên wan nasbikirana , vê re jiyana xwe ji dest dane – şehîd ket.
54- Egît Mohemed Şêx Hesen , di mercên bi gûman de , li navîna heyva Rêbendanê 2019an, li nêzîkî gundê wî Avrazê – navça Mabeta , termê wî hate dîtin.
55- Xoşnav Fayêq Henan ji gundê Berbenê – Reco , li 7/2/2019an , li hundir malê , li bajarê Efrînê – piştî ku du rojan ji dîkana xwe ya porqusandinê wenda bû – di mercin bi guman de , darvekirî hate dîtin.
56- Elî Qelender /85/sal ji Mabeta , li 10/2/2019an – dema ku li rojavayî bajarokê pezê xwe diçêranad – xortekî ji koçberên Xotayê qurşîn avêtê û kuşt.
57- Cîhad Osman Dawod /40/sal , ji bajaroka Şiyê , li pênc şemê ser nîvro 21/2/2019an , li kolana çûnûhata vêlata , li rex nexweşxana Dêrsim , di teqîna otombîleke bombekirî de , jiyana xwe wenda kir.
58- Keçik , Lovîn Xelîl Nûrî ji gundê Keferomê , li 9/2/2019an – di dema ku , bi hinên din re, li aliyê gundewarê Idlibê , sînorê Turkiyê derbas dikirin , û piştî ku di heyameke zor sar de , rê wenda kirin – hate kuştin.
59- Dermanfiroşê ciwan, Mohemed Hemo Xelîl Eyşê ji gundê Birîmce – Mabeta , li taxa Eşrefiyê li Efrînê , li Sêşemê 12/3/2019an , di mercên bi guman de , kuştî hate dîndin.
60- Hûde Ehmed Mûse ji gundê Cilbirê , li navîna Avdara 2019 an – dema ku , bi hinên din re , li aliyê Idlibê , sînor derbas dikir – hate kuştin .
61- Mohemed Ebdo kurê Xelîl /60/ sal, ji gundê Kibêşînê – Şêrewa , li 1/5/2019an, di teqîna bombeyeke zemînî de (dema ku, diçû gundê Mezin – Şêrewa) hate kuştin.
62- Mohemed Ibrahîm kurê Ibrahîm 1969 z , ji gundê Xelîlaka – navça Bilbilê , li 19/5/2019an , ji ber gelek nexweşiyên, ku ji ber işkecekirineke pir zor pêre çêbûne mir . Ew işkence , li 14/6/2018an – di dema ku, çekdar hatine pêşiyê û makîna wî tevle barê çiloyê rezan û peran jê birine – vêre hatibû kirin .
63- Reşîd Hemîd Xelîl 1978 z , ji gundê Bêlê – Bilbilê û nişteciyên Cindirêsê , di bin işkencê de , li roja Pêncşemê 22/5/2019an , li kêlek gundê Qestelê Cindo – Efrîn – yê nêzîk bajarê Ezazê – termê wî hate dîndin. Ew li 12/5/2019an , tev lawê wî Mohemed û hemwelatiyekî din , ji aliyê milîsên çekdar ve hatibû revanadin.
64- Eslan Bêrem Sîno yê bi (Eso) tê navdan, ji Bedîna ye û zayîna wî 1973 ye… Piştî ku, li 25/10/2018 an hate revandin , Li navîna Gulana 2019 an , çekdarên ku bajarokê Bedîna û gundê Qopê – Reco dersteserkirine , merivên wî bi mirina wî agahdar kirin , bêyî ku termê wî radestî wan bikin .
65- Silêman Tobal kurê Silo /35/sal , li 28/5/2019an bi ro , ji ber şerekî navxweyî di navêna milîsên /Ehrar Elşerqiyê/ û /Ehrar Elşam/ de , li orta Cindirêsê , qurşîneke tewşankî lêket û mir.
66- Ebid Elrehman Şêx Ehmed kurê Bîlêl /36/ sal.
67- Henan Henan kurê Husên /34/sal.
Ew herdu ji gundê Şêx – navça Reco ne , li 8/6/2019 an , li nêzîk bajarokê Mabeta , li ser destê milîsên çekdar , bi qurşînên zindî hatin kuştin.
68- Şeref Eldîn Sîdo ji Cindirêsê , yê ku tevlî hin din ,li 12/5/2019an hate revandin û işkencekirin , û ji ber ku xwediyên wî nikanîn berdêla ku dihat xwestin bidana ; li 22/6 /2019an , li nêzîk Qestelê Cindo termê wî kuştî hate dîndin.
69- Temenmezin, Silo Tobal , li 29/6/2019 an – piştî ku kurê wî Silêman , li 28/5/2019 , di şerekî navxweyî di nav nandoza de , şehîd ket bi heyvekê – , ew jî ji qehra re bihecî.
70- Temenmezin , Elî Ebdo ( malbata Zembo ji êla Umêrat a erebî ) , li şeva Pêncşemê 19/7/2019an , milîseke çekadar , pirojeyeke çekdar û teror avête ser malê , li nêzîk guvêşgeha Fû’ad Nasir a li ser riya Cindirêsê – bajarê Efrînê , û piştî işkencekirinê ew fetisandin , jina wî girêdan û lêxistin û malmewalê wî jî dizîn.
71- Mihyedîn Oso /77/sal , ji gundê Qitmê – navça Şera , li 25/8/2019an bi şev , çeteyek çekdar xwe avête ser malê ya nêzîk kaziya Eyşê ya li taxa Eşrefiyê – bajarê Efrînê , ew û hevjîna wî ya /70/salî girêdan û pir lêxistin. Bi wê işkencekirinê , ew şehîd ket û jin jî derizî û birîn bû û tirsê pêgirt . Bi ser wê de jî , sed hezar lîreyên sûrî , cîhazek xilyewî û rawtirek ji malê dizîn.
72- Temenmezin , Horiyê Mohemed Bekir (hevjîna Mihyedîn Oso) /74/sal, li 6/9/2019 an – piştî ku rojekê di nexweşxaneyeke Efrînê de ma – ji ber lêdan û birînên , ku di wê pirojeya dizînê ya çekdarane de , li 25/8/2019 an lê çêbûne , jiyana xwe ji dest da.
73- Mohemed Hesen Weqas ji zayîndeya bajarê Ezazê 1958 z ji pêkhateya Ereb , û nişteciyên gundê Tilifê ye. Ew û hevjîna wî li navîna Tirmeha 2019 an hatin girtin û makîna wî hate dizîn – xuya dibe ku tûşî işkencê hatibe – , ji ber wê û piştî du heftan , bi seknemejiyê mir.
74- Mohemed Henîf Husên /30/ sal , bi (Hemadê) dihate navdan , ji gundê Bilêlko – navça Reco ye , li 30/8/2019 an hate girtin û di navenda asayêşa Reco de hate işkencekirin . Û li 9/9/2019an, merivên wî bi mirina wî di nexweşxaneya Efrînê de hatin agahdarkirin.
75- Amêr Silêman Omer.
76- Idrîs Silêman Omer .
Herdu bira ji gundê Bafilorê – Cindirês ne , û li 24/9/2019an , li bajarê Cindirêsê , di kolaneke şaxeyî de , li ser riya Yalanqozê , bi teqînekê mirin.
77- Zeyneb Mustefa Mûse , li 1.10.2019an , di nexweşxaneyek bajarê Rihaniyê – ji ber birîna ku di serî de , di encama teqîna terorî ya ku, li Cindirêsê , li 24.11.2019 an çêbûye – de , pakrewan bû.
78- Ednan Reşîd Emîr /59/sal , ji bajaroka Meydankê – navça Şera ye. Li berbanga 4.10.2019an , li pêş malê , bi awakî yekser di serî de , gulebaran bû.
79- Silêman Hemko (Silêman Ebdo Çeqelî )/79/ sal , ji gundê Kenî Gewrikê – navça Cindirêsê ye.Li 5.11.2019an , di nexweşxanak Turkiyê de , ji ber birînên ku lê çê bûne , jiyana xwe umir da hazira . Hêjaye em bi bîr wînin , ku li 2.11.2019an , milîsek çekdar bi ser mala wî ya gund de – ji bo dizînê – çû , û li wî da û işkence kir .
80- Keça mêrnekirî , Nercis Dawod /23/ sal, ji gundê Kîmarê , li 17.11.2019 an , li nêzîk gundê Gemrûkê , û di mercên ne bêlikirî de ; Termê wê li rex termê hevalê wê Elî Elşaxorî- ji xelkê Şamê – dîtin. Ji bo agahdariyê , kecik bi malbata xwe re , li bajarê Efrînê dijiya.
81- Şewket Hesen yê temenmezin , ji gundê Bîbeka – Bilbilê , li 22.11.2019an , li nêzîk ciyayê Qota , di navêna gundên Şerqiya û Bîbeka de – piştî şeş rojan ji wendabûnê ji malê – , termê wî hate dîndin , bêyî ku sedema mirinê were zanîn . Tiştê xuya ew e,ku herdu gund di bin serdestiya milîsên “Sultan Mûrad” de ne , û ciyê ku lê term dîtine , nêzîk rêbendeke çekdar bû.
82- Husên Ebdelah Gul Dehdo yê temenmezin /74/ sal.
83- Elî Mehmûd Osman /54/sal.
84- Zarok , Mihemed Mihemed Elî /11/sal.
85- Zarok , Mustefa Mohemed Mecîd /10/ sal.
86- Zarokê /7/ salî, Mihemed Mihemed Omer.
87- Zarokê /6/ salî , Arif Cefer Mohemed.
88- Zarokê /9/ salî, Îmad Ehmed Kêfo.
89- Zarokê /3/ salî , Ebdo Ebid Elfetah Elîko.
90- Zarokê /12/salî , Semîr Ebid Elrehman Heso.
91- Zarokê /15/salî , Mohemed Ebid Elrehman Heso.
Ew her deh ji xelkê Efrînê ne , li 2.12.2019an , di komkujiyeke artêşa Turkiyê û nandozên wê de – li Tilrifetê , nêzîk goristana garacê , ya ku li Rojhilatê xeta tirênê dikeve – şehîd ketin.
92- Bêrem Mohemed Bîlal ji xelkê gundê Penêreka – Reco , li 10.12.2019an , li Turkiyê , li bajarê Qirixanê , di malekê de – piştî sê rojana ji mirina wî – termê wî dîtin.Wî ceza xwe ya mayî di hepsa malî de diqedand.
93- Ciwanê /21/ salî , Mihemed Bekir Mihemed (bapîrê wî Husên Bekir bû) ji gundê Dumiliya – Reco , li 12.12.2019an , bi qurşînê di serî de , ji aliyê Heyit tehrîr elşam ve (Nesra berê) , li Idlibê hate tunekirin (îdamkirin).
94- Mehmûd Sîdo kurê Mihemed (Mehmûd Xoce) yê /70/salî , ji gundê Goliya jêrin – Reco , li 23.11.2019an – piştî serbestberdana wî bi du rojan – , bi sedeama işkencê û qehra ku li ser destê milîsa “Firqit Elhemzê” bi seknexwînê mir.
95- Mohemed Se’îd Reşîd kurê Ebid Elmecîd ji gundê Etmana – Reco 1961z , li 4.11.2019an , li dema ku ji navenda turkî ya kirîna zeytê ya guvêşgeha Rifetiyê – Cindirêsê vedigeriya mal ; Li geliyê Tîra , li nêzîk gundê Berbenê – Reco , (ya ku ,di bin destê milîsên “Ehrar Elşerqiyê ” û “Firqit Elhemzat ” de ye) hate revandin. Û di 1.2.2020an de , xwediyên wî ji aliyê milîsan ve , hatin agahdarkirin , ku termê wî li nêzîk gundê Husê hatiye dîtin.
96- Elî Şeban Minle /63/ sal , ji gundê Aqûbê – Şêrewa (yê ku di bin destê artêşa Sûriyê de ye), li berbanga 3.2.2020an, û bi gulebarana artêşa Turkiyê û nandozên wê ya bi ser gund de şehîd bû. Û di encam de , ziyanên şênberî jî gihîştin malan.
97- Henan Ebdo /15/ sal.
98- Kurê Henên yê yekane, Ebid Elrehman Henan Ebdo /13/ sal.
99- Cangîn Muhemed Ebdo /32/ sal.
Ew hersê ji gundê Husê (Mîrkan) – navça Mabeta ne, ew li 10.2.2020an , li navenda bajarê Efrînê – kolana Reco , li pêş firoşxana “Fetayêr Mîlano” ,di encama teqîna sîtêra mazotê de , şehîd ketin. Li rex wê jî qurbaniyên kuştî û birîndar ji sivîlên , ku bi anindindane jî hebûn.
100- Emone Mensor Umer ya /40/ salî , ji gundê Kalûtê – Şêrewa , – ya ku di bin serdestiya artêşa Sûriyê de ye – li şeva 24.2.2020an , di encama bombebarana artêşa Turkiyê û nandozên wê de , pakrewan bû.
101- Hesen Hac Ezet Mihemed /55/ sal , ji gundê Birîmce – Mabeta.
102- Hevjîna Hesen, Fatîme Ehmed Elî /46/ sal , ji bajaroka Bedîna.
103- Zaroka wan, Sirûşt Hesen Mihemed yê /12/ salî.
Hersê li gundê Aqûbê – Şêrewa (ya ku di bin serdestiya artêşa sûrî de ye) , li şeva 25.2.2020 an – bi encama bombebarana artêşa Turkiyê û nandozên wê ve – di bin bermayên malê de şehîd ketin.
Tewnên ku, di dermafê sivîlan de , têne kirin , ji aliyên ku pêgiriya xwe bi perensîpên mafên mirovan radighînin ; Pirotestokirin, şermezarî , vekirina lêkolînên serbixwe û aşkere , berbicavkirina kesên ku, di ber de berpirsiyar û yên cîbecîker , cezakirina wan û dandina berdêleke şênberî û razberî ji mervên qurbaniyan re , gereke û tê xwestin. Weke ku diyar e , destlatên dagîrkeriya Turkiyê û milîsên terorîst ên pêve girêdayî , piraniya tewan û binpêkirinan , li dijî nediyarbûnê tomar dikin , an jî gavine di ser re davêjin ; Da ku, tewanker ji sezayan biflitin , û xelkê bi tirsandin bidin , da ku bi zorane koçber bibin. Lê , Hikometa Anqerê , di ber kiriyarên ku li herêmê û dermafê xelkê wê de têne kirin , berpirsiyar dimîne. Ji ber ku , ew dewleteke dagîrkera leşkeriye û xwediyê destlateke rasteqîn e , û gavên zagonî û asayî bi rengekî rast , ji bo parastina sivîlan navêje . Bervajî wê , ew hîn li ser kiriyarên artêş û nandozên xwe vedişêre , wan diparêze û bi ser dijîtiya Kurdan – li kû dibin bila bin – ve têve dide û destek dike ; Û bi wê , jirêderketinin mezin ji zagona navdewletî ya mirovahî , belgenama Miletên Yekgirtî û hevpeymanên navdewletî re dike.
Xelkê Efrînê bang li saziyên Miletên Yekgirtî , Encûmana asayî ya navdewletî , hêzên diwelî yên di Sûriyê de çalak , rêxistinên mafane û medenî , û alavên ragihandinê yên curbecur dike ; Da ku , bi rola xwe rabin û rêgirikê ji vê binpêkirin û tewanan re dînin , û bi koçberên , ku bi zorê koçberbûne re alîkar bin , da ku , bi şêwakî asayî vegerin cîwarên xwe , û mal û milkên xwe bi dest bixînin. Herweha bi berpirsiyarî kar bikin , daku , dagîrkirina Turkiyê bi dawî bikin , û milîsên teror tune bikin , ji bo Efrîn vegere serweriya Suriyê û rêvebirina xelkê wê yên resen .
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览269
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 44
库尔德文件
日期与活动
Publication date: 18-03-2020 (4 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on04-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):04-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览269
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,475
图片 106,119
书籍 19,167
相关文件 96,500
Video 1,308
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!