图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,204
图片 106,238
书籍 19,186
相关文件 96,756
Video 1,348
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (84): Qurşînkirina du sivîlan…Niştecîkirin…Revandin û işkencekirin
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de

Efrîn di bin dagîrkeriyê de
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (84): Qurşînkirina du sivîlan…Niştecîkirin…Revandin û işkencekirin…Vêrgî û cezayên diravî ta /10/ milyon “P.S”…Girtin û bombekirin

Temenmezinekî ji xelkê #Efrîn# ê gotina xwe ya bi êş a li ser rewşa herêmê bi tevayî , bi vê hevokê kuta kir” mal û zaroyên te , bela serê te ne”. Ew tekez dike , ku mal , law û keç – bi taybetî yên ciwan – ji bo wergirtina peran , tûşî desteserkirin , dizîn , binpêkirin û tewanan dibin. Û ji xwe ev kiryarên qirêj , bûne bargiraniyek li ser xwediyên arziyan û bavên zaroyan , di siya siyasetên dijminayetî û rêkûpêkirî yên Turkiyê û milîsên tundrew ên pêve girêdayî de , li dijî Kurdan li Efrînê têne kirin .
Qurşînkirina du sivîlan
Birîndar “Dilgeş Omer Ebdo”.
– Li şeva Duşemê 30-03-2020an , hemwelatî “Dilgeş Omer Erebo” (yê ku bi “Dilo” tê navdan , bavê du keçikan û ji Kurdên Êzdî ye) , li gundê “Basûfanê” – Şêrewa , ji aliyê milîsa “Feyleq Elşam” ve – ji ber ku , razînebû mala xwe ji niştecîkirina hin din re vala bike – hate qurşînkirin . Û ji ber birîndarbûnê , hate veguhestin nexweşxana “Bab Elhewa” , du qurşîn ji zik hatin derxistin , birîn hate dirûtin û dermankirin , ta niha jî di lêsekirina taybet de ye û rewşa wî ya tenduristî hêmin e.
– Li 24-03-2020an , dema ku , hemwelatî “Mohemed Me’irof Ibrahîm yê /40/ salî” , ji xelkê gundê “Qude” – Reco , bi erêkirina serkêşê milîsa “Firqit Elhemzat” , şiqnê darên zeytûnê yên pismamê xwe jêdikir ; Ji aliyê giropeke çekdar e heman milîsê ve hate qurşînkirin , hinek di nav lingan re çûn û yek jî di serî re xuşî û birîn kir , wê hîşt ku here nexweşxanê û were dermankirin. Sedema qurşînkirinê jî , ji ber ku , wê giropê taximê zeviyê cîranê wî – yê li derve – ku qut dikirin , jê pirskirin , û wî jî got ez nizanim.
Niştecîkirin , revandin û işkencekirin… Vêrgî û cezakirin
Bajaroka “Şiyê” û minara mizgefta kevnar ji berî dagîrkeriyê.
– Bajaroka Şiyê , li Rojavayê bajarê Efrînê dikeve , li nêzîk sînorê Turkiyê ye , û milîsên “Lîwa’i Elsultan Silêman Şah” – yê ku Mohemed Elcasim ” Ebo Emşe” – yê ji gundewarê Bakur Rojhilatî Hemayê serdariya wê dike – wê destlat dike… Berî dagîrkirinê /1200/ malbat lê rûdiniştin , û nişteciyên wê li gorî belgeyên sivîlan /9500/ kes bûn , lê niha tenê /3000/mane , û dora /6000/kes ji yên bi anîndin dane hatine niştecîkirin. Lê , bajarok ji zû ve , tûşî kirêtirîn binpêkirin û tewanan dibe ; Ji kuştinê de bigir , weke çawa bi hemwelatiyê wê “Ehmed Şêxo kurê Mohemed” – yê ku , li 11-06-2018an , bi îşkencekirinê şehîd bûye – çêbûye. Herweha girtinên bêsûcane û berdewam , revandin , ferzkirina vêrgiyên cûrbecûr û pereyine pir , destdanîna ser mal û milkan , hilweşandina minara mizgefta kevnar û avahiyên pêve girêdayî , bi sedama kolandinê û gerandina li entîke û kevneşopên nirxbuha. Bi ser de jî vêrgîgirtina /10 – 15/hezar P.S mehane ji her malekê. Ji nav kesên ku nikanîbûn li vê dawiyê ew vêrgiya bidana (Ebdela Mohemed Ehmed Mustefa , Serbest Yûsêf Omer , û Ibrahîm Silêman Dawod) bûn. Ji ber wê , milîsên “Ebo Emşe” ew revandin û pir işkence kirin , û ji ber şûndabûna tenduristiya “Ibrahîm Silêman Dawod” , hate berdan û li nexweşxaneyeke Efrînê hate dermankirin. Û destlatên dagîrker tu lêkolîn venekirin û tu gav di dermafê kiryarderan de navêtin , û ta niha çarenûsa herduyên din ne diyar e. Û bi sebaretî roxandina minara mizgefta kevin , milîsên “Ebo Emşe” piraniya xwediyê malên derdorê dan ber bersivdanê , li hinan xistin û ji rûmeta wan daxistin , da ku yê wêneya minara hilweşiyayî kişandî û belavkirî nas bikin. Ji alîkî din ve , milîsên “Ebo Emşe” ji keyayên (muxtarên) “Şiyê” xwestin , ku xelkê agahdar bikin , ku gerek li pêş şanda (Itîlafa sûrî – Ixwanî) – ger seredana bajêr kir – wê vêrgiya mehane li xwe nenin. Di dema ku , hemî binpêkirin û tewanên ku ji du salan ve , ji aliyê dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê ve û bi awakî rêkûpêkirî , di dermafê xelkê Efrînê de têne kirin nabîne yan çavan li ser dadimrîne .
– Li 25-03-2020an , hemwelatî “Mohemed Osman Hibo” ji gundê “Hesen”- Reco , ji aliyê milîsa “Firqit elhemzat” ve , hate revandin. Û jêdereke taybet tekez kir , ku ew tûşî işkencekirineke zor tê , û ta niha çarenûsa wî ne xuya ye. Hêjaye em bi bîr wînin , ku ew e, yê ku di hefta yekê ji vê salê de , keça wî “Zelîxe” ya mêrnekirî /28/ rojan hate revandin , rastî zorlêkirin û işkencekirinê hat , û ta niha di rewşeke derûnî ne baş de ye.
– Nişteciyên gundê “Umera”- Reco , ên Kurd û resen , rastî pir astengî û binpêkirinan hatin û dibin. Ji girtinên bêsûcane , /4/lawên wê bi /12/sal hatin zîndankirin , /7/ jî bi zîndankirina abedîn , li dadgeha sezayan a parêzgeha “Hetayê” , û bi tuhmetên çêkirî hatin cezakirin , hin girtiyên din ji Avdara 2018 an ve wendayî hene , û hin girtinên herwext jî çêdibin. Herweha destdanîna ser mal û milkên xelkê , vêrgî , dizîna berhemên salane û niştecîkirin jî berdewam in. Wek: Milîsên “Firqit Elmuntesêr Bîlah” , dest danîn ser çar tirektoran ên van hemwelatiyan “Remzî Ne’isan , Henîf Miho , Elî Ezîz Mohemed , Ehmed Bîlal kurê Omer” û sisê jê birin gundê “Qopê” ya jêve nêzîk , û ji her yekî /1.5/milyon (P.S) dixwazin, da ku jê re tirektorên wan vegerînin. Herweha , bêtirî /100/malî Kurd , her yek bi yek hezar perê Turk ceza kir in. Ji ber wê , xwediyên revandiyekî ji gund neçar man , ku zeviyeke wî bifroşin , da ku kanibin /10/ milyon (P.S) , ji bo serbestberdana wî û tirektorê bidin wan. Bi ser de jî , milîsên li gund , sixûrên xwe dişînin piş derî û dîwaran , da ku , li telîfonên xelkê gund guhdar bikin. Ji ber wê jî , xelk ji tirsa girtinê re , xwe ji ber dengkirina li ser kiryarên milîsan didin yal.
Girtinên bêsûcane
-Li 01-03-2020 an , keça mêrnekirî “Şeze Xelîl Mustefa” , ji xelkê gundê” Qopê” û li bajaroka “Be’idîna” – Reco rûniştî , ji aliyê asayiş û istîxbarata Turkiyê ve hate girtin.
– Li gundê “Avrazê” – Mabeta , hersê hemwelatî (Seydo Emîn Henan ji du heyvan ve , Emîn Me’imo ji bîst rojan ve , û Xalid Ne’isan jî ji heyvekê ve) – ji bo cîbcîkirina cezayên , ku ji dadgehine çêkirî ve , û ji ber girtinin ku berê bûbûn û bi kefalet hatibûn berdan – hatin girtin. Jêdereke taybet tekez kir , ku “Seydo Emîn Henan” bi neh mehan hepis cezakiriye.
– Ji bêtirî heyvekê ve , pênc hemwelatiyên gundê “Eyn Hecerê”- Mabeta , ji aliyê asayiş û istîxbaratên Turkiyê ve hatin girtin , jê sisê hîn zîndankirî ne , û ew jî ev in: Şukrî Henan Osman , Ezet Ednan Osman û Mohemed Sebrî Şêxo.
-Li 01-04-2020an , hemwelatî “Mûrd Ehmed Betal yê /40/ salî” ji gundê ” Me’imila” – Reco , bi tuhmeta kar di rêzên asayişa Rêvebiriya Xweser a berê de , cara sisiyê hate girtin.
Binpêkirinên din
– Li 03-04-2020an bi şev , li bajaroka “Celemê”- Cindirês , giropeke çetan e çekdar sê amorên toreya nêt , û berî wê bi heftakê tabloyên enerciya royê yên elektirîkê , ji ser bana du malan dizîn .
– Tekezî ji rewşa fewdalîzim û serberdayetiyê re, termeke serjêkirî , li taxa “Zêdiyê” ya Efrînê hate dîndin , û jêderine opozisyonê tekez kirin , ku ew laşa ya xortekî gundewarên Helebê ye.
Kortek (çalek) bi kûrbûna /4/ m an , li goristana gundê “Ebo Ke’ibê”.
– Hin çalakvanên rûpelên hevgihanên civakî , wêneyên çal û kortên bi çar metroyan kûr , ên ku li nav goristana gundê “Ebû Ke’ibê” – navça Cindirêsê – û bi destê milîsên çekdar , ji bo lêgera li mayendên nirxbuha hatibûn kolandin – belav kirin.
Berdewamkirina bombebarankirinê
Navenda Xaça sor a Kurd li Ehrezê
Ji aliyekî din ve , di navbera hefta çûyî de – û bi ser ku, cîhan tev bi vîrosa “Korona” mijûl e , û bangdanên ” Entonyo Gotêrês ” û ” Gîr Bîdrson” , da ku agirbest li tevaya rûberiya Sûriyê cîbicî bibe – ; Artêşa Turkiyê û nandozên wê , bombebarankirin li ser gund û bajarokên “Şêrewa û Şehba”- Bakurê Heleb ( Soxanek , Aqûbê , Zaretê , Kefer enton , Şewarxa , Irşadiyê , Ehrez …û yên din ) , yên ku bi koçberên Efrînê mişt , berdewam kirin ; Ziyanin şênberî gihandin wan deveran , û hewildanên li hember seknandina “Korona” giran kirin û hin caran jî rawestandin.Li 1.4.2020an , hin perçehesinên wan avêjtekan li navenda bijîşkiyê ya bajaroka Ehrezê û girêdayî Xaçesora kurdî ketin , û ziyanên şênberî gihandinê , û hin jê li avahiya dibistana bajêr – ya ku , koçberên Efrînê lê dimînin- ketin.
Em careke din dubare dikin , ku mandina zaroyên Efrînê yên girtî û revandî , di wan zîndanên qirêj de – ji tirsa ku , vîrosa “Korona ” kevin – metirsîdariyeke mezin li ser jiyana wan û li ser civakên xwecehî jî çêdike , çimkî ev xişma cudahiyê nake nav ademîzadan. Ji ber vê , livek lezgîn gereke , da ku , zext û fişar li ser hikometa Turkiyê were çêkirin , ji bo girtiyan îro berî siba serbest berde , bombebarankirina li ser gund û bajarokên “Şêrewa û Şehba “- Bakurê Heleb biseknîne , û binpêkirin û tewanan jî rawestîne . Da ku , xelkê Efrînê kanibe jiyana xwe li hember bêtara” Korona” ta asteke gengaz bi rêve bibe.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览311
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 44
库尔德文件
日期与活动
Publication date: 04-04-2020 (4 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on04-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):04-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览311
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,204
图片 106,238
书籍 19,186
相关文件 96,756
Video 1,348
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!