图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,045
图片 106,413
书籍 19,244
相关文件 96,889
Video 1,378
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (87): Armanckirina temenmezinan bi revandin, lêdan û kuştinê
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de

Efrîn di bin dagîrkeriyê de
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (87): Armanckirina temenmezinan bi revandin, lêdan û kuştinê… Berdêlên diravî, niştecîkirin û destdanîna ser malmewalan, girtin û qutkirina daran

Gotara kîn, zikreşî û hurhutandinê ya li dijî Kurdan ne nûye, dîrokeke wê dirêj heye, û rengane ye. Di bingeh de, li ser nêrîneke şofen û nijadperest ava bû, û di dû re jî bi fetweyên olî, ji aliyê şepêlên Islama siyasî yên tundrew ve hate nixumandin. Bi hatin û geşbûna rola Turkiyê – Eledalê we Eltenmiyê re, ya bi serkêşiya”Erdoxan”, di rewşa Sûriyê de; Her çû ew gotar sertir bû, û tuhmetên mîna (cudaxwaz, terorîst, kafir, gawir û bi olê tinazker in…H.W.D) li dû hev hatin rêzkirin. Ya herî metirsîdartir jî ku, ew kîn û kînadriya li ser astên gelêrî bela û fere dibe bêyî ku, hezkiriyên mirovahî û demoqrasiyê yên di nav gelên cîran de, kanibin wê ko û best bikin. Vêca, ew zikreşiya wergerî binpêkirin, tewankarî û guhertina demografî di dermafê Kurdan de, weke çawa rojane li Herêma #Efrîn# ê tê kirin.
Armanckirina navsal û temenmezinan
Temenmezina kuştî “Fatme Kinê”
Hemwelatiya temenmezin “Fatme Kinê” ya /80/ê salî, jinebiya “Sebrî Tanê” yê dilovan, ji xelkê Gundê “Hêkiçê” – Navça Şiyê, li 18/4/2020an, di mala kurê xwe yê mezin “Mihemed” de, û di karnava tunebûna xiziman de, û mijûliya wan bi çandiniyê, rastî tewaneke kuştinê ya mebestkirî hat. Agahiyên li ba me peydakirî tekez dikin ku, dayika pîr hatiye fetsandin, û bi dareke hewşa malê ve- bi ser ku, navendeke leşkerî li hember malê heye jî – hatibû darvekirin. Û temenmezinî, giraniya govde, û başbûna rewşa wê ya derûnî û civakî, çîroka xwekuştinê, ji binî ve beravêtî dikin. Piştî ku, termê rehmetiyê li goristana gund hate binaxkirin; Kurê wê “Mihemed” û hevjîna wî “Meqbûle”, “Fewzî” kurê “Mihemed” û hevjîna wî “Ulfet”, kurê wê yê din “Hesen”, û ji merivan jî “Se’îd Tane”, bi behaneya lêkolînê hatin girtin. Lê, “Hesen, Se’îd û Ulfet” hatin berdan, û yên din jî hîn girtî ne. Hemî cîbecî û şanên hene nîşan dikin ku, milîsên “Lîwa’i Elweqas” – ya ku, ji sala 2018 an ve, destlatiya gund dikin -, tewanker û kujer in. Û tekez bû ku, kuştin bi mebesta dizîna zêr û peran ne, çimkî navê malbatê bi halxweşbûnê hatiye naskirin.
Temenmezinê kuştî “Elî Mihemed Ehmed”
Temenmezinê wendayî “Elî Silêman Elo”
Li 22.4.2020an, li piştî nîvro, niştecîkerê bi “Fehid Elmerhî” tê navdan, ê ji êla “Benî Xalid” û ji xelkê gundewarê Humsê, bi awakî hovane li hemwelatiyê temenmezin “Mihemed Ehmed Elî” yê /74/salî û bi “Elîkê” tê navdan, ji Bajarokê Meydankê – Efrîn xist, ta ku, kuşt. Ji ber ku, ew li pêşiya kujer sekinî û nehîşt pêz li nav zeviyê zeytûnan – ê ku, li Başûrê mala wî dikeve – biçêrîne. Hêjaye em xuya bikin, ku hewildanên hevjîna rehmetî û jineke din, nikanîn kujer biseknandana, û ew jî tûşî derzandinê bûn. Kujerê reviyayî û malbata xwe ve di guvêşgeha zeytûna ya (Mihemed Ne’isan) de – ya li nêzîk zeviyê û di bin destlatiya “Lîwa’i Elsultan Elmûrad”de – rûniştibûn. Hêjaye bi bîr were jî ku, zaroyên rehmetî tev li welatên biyaniyê ne. Herweha, temenmezin “Elî Silêman Elo” /1933/z ê ji heman bajarokê, li siba 17/7/2018an, ji mal berve zeviyê xwe derket û venegerî, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.
Navsal “Husnî Ze’îm Umer “
Hemwelatiyê navsal “Husnî Ze’îm Umer” ê /65/salî, ji xelkê Gundê Şorbe – Navça Mabeta, li /14/î Nîsanê – dema ku, bi şev nehîşt diz kelûpelên malê bidizin -; Ew li ser destê çekdarên diz tûşî lêdan û derbeyên kêrê hat. Lê, piştî qîreqîra hevjîna wî; Ew reviyan, kalemêr jî rakirin nexweşxaneyeke Efrînê ji bo dermankirina birînên wî, û niha jî di malê de, tenduristiya wî berve çêbûnê dere. Divê were zanîn ku, gund di bin desteseriya milîsên”Firqit Elhemze” de ye.
Navsal “Fewzî Ehmed Daxlî “
Li 20.4.2020an, milîsên ” Lîwa’i Elsultan Silêman Şah”, hemwelatiyê navsal “Fewzî Ehmed Daxlî”, ji xelkê Navça Şiyê revandin, û ta niha jî çarenûsa wî ne xuya ye. Û jêderên taybet mêldar dikin ku, armanc ji revandinê, wergirtina diraveke mezin ji xwediyan e, ji ber ku, nav bi hebûnê derketiye.
Ji heftakê ve, li Gundê “Çeqelê Ortê” – Navça Şiyê, milîsên “Lîwa’i Silêman Şah” hemwelatiyê temenmezin “Henan Betal Elî”, bi zorê ji mal derxistin, û neçar kirin ku, li mala kurê xwe rûne, da ku, malê ji xwe re bikin navendeke leşkerî.
Herdu tewanên kuştina temenmezinan “Kinê” û “Elîkê”, zincîra tewanên din- di nav de jî jin – ên ku, milîsên terorîst ên bi Turkiyê û Hemahengiya (Itîlafa) Elsûrî – Elixwanî ve girêdayî, li Efrînê kirine, bi bîra mera tînin. Mistefa Ebdo Şahîn/ Avraz, Hemdî Ebdo û Sultanê Xelîl Nasiro/ Berad, Ayşe Henan/ Xezîwê, Reşîd Hemîd Xelîl û Şeref Eldîn Seydo/ Cindirês, Elî Ebdo/ Efrîn, Mihyedîn Oso û Horiyê Mihemed Bekir/ Qitmê, Silêman Hemko/ Kanîgewrik, û Mihemed Se’îd Reşîd kurê Ebid Elmecîd/ Reco jî nimûne ne.
Berdêlxwestin, niştecîkirin û desteserdanîn
Li Navça Reco, Gundê ” Zerka” ya ku, ji /60/malî pêk tê, jê /30/malî Kurd ma, û Gundê “Çobana” yê hevcîwar dora /50/malî ye, tenê /20/malbat jê mane. Lê, dora /90/malbatî ji yên anîndindeyî, li herdu gundan niştecîkirin. Û milîsên “Feyleq Elmecid” dest danîn ser /20/hezar darên zeytûnê û /5/hezar mêwên tirî yên koçberên ku, ji herdu gundan derketî. Û li werza zeytûna ya borî, ji her malekê /4-6/ tenke zêt wek vêrgî ferzkirin, û bêtirî /20/hezar dolar jî – dema ku ketin wan gundan û lêgerîn di malan de çêkirin – bi zorê ji xwe re birin.
Li Navça Şera, Gundê Dêrsiwanê – berî dagîrkirinê – ji dora/3000/niştecî pêkdihat. Lê, piştî koçberbûna beşekî ji wan, û niştecîkirina anîndindeyan di mal û çadiran de, çi li hundir gund û çi jî li derdorê; Rêjeya nişteciyên resen daket kêmtirî /30%/î, bêtirî navendeke leşkerî û rêbendeke aseyî lê avabûn, û niha jî milîsên “Firqet Sultan Mûrad” destser dikin. Ew bi binpêkirin û têqumandinên xwe xelkê ditirsînin, vêrgî û berdêlan li ser wan ferz dikin, dest danîne ser mal û milkên yên ne hazir, û li vê dawiyê xelk agahdar kirin ku, çênabe kesek erdekî yan zeviyekî ne yê xwe be bajo. Yanê, çênabe meriv an ên wekalet pêre milkên yên derketî hilînin û dînin, da ku, rê li pêş destdanîna ser piraniya arziyan were dûzkirin. Herweha, bi dehan ji xelkê gund, bi behaneyên ne durist hatin girtin, û vêrgî li ser wan hatin ferzkirin.
Binpêkirinên din
– Li 20.4.2020an, hemwelatî “Mihemed Ehmed Betal /25/sal, Hesen Hesen /28/ sal, Enwer Hemlîko /40/sal û Mihemed Zihnî /42/sal”, ji xelkê Gundê “Me’imila” – Navça Reco hatin girtin, û ta niha çarenûsa wan ne zelal e.
– Milîsin ji “Lîwa’i 112”, dora /200/darê zeytûnê yên hemwelatî “Husên Ehmed Mecîd” , ji xelkê Gundê Dumiliya – Reco, ji bo êzingkirin û firotinê bi tevahî qutkirin.
– Li Gundê Ereba – Navça Mabeta, dareke sindiyanê (sindîganê) ye /300/ salî û bi (dara guvêşgehê) naskirî, û ya ku, li nav zeviya zeytûnan a hemwelatî “Mustefa Hiso diket”, bi tevayî ji aliyê çekdarên milîsên “Lîwa’i Elsultan Mihemed Elfatih” ve, hate qutkirin.
Ger ku, rewşên pîs ên li Efrînê di bin dagîrkeriya Turkiyê de, baldariya navdewletî, niştîmanî, dezgeh û rêxistinên netewî, sivîl û zagonî – weke tê xwestin – nakişîne, bi ser de jî çavdamrandina ragihandinî li ser ranebe; Viyana xelkê wê jî xemsar û reşbîn nabe, û wê hertim xebata xwe, ji bo rizgarbûnê ji dagîkeriyê û tunekirina hebûna milîsên terorîst li herêma xwe, bi kanîndarî û coşeke mezin berdewam bikin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览351
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 44
库尔德文件
日期与活动
Publication date: 26-04-2020 (4 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on04-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):04-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览351
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,045
图片 106,413
书籍 19,244
相关文件 96,889
Video 1,378
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!