图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,431
图片 105,695
书籍 19,158
相关文件 96,440
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (119): Milîseya “Feyleq Elşam” tewanên şer û yên li dijî mirovahiyê pêk tîne, teqîn û pevçûn
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de

Efrîn di bin dagîrkeriyê de
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (119): Milîseya “Feyleq Elşam” tewanên şer û yên li dijî mirovahiyê pêk tîne, teqîn û pevçûn, bace û girtinên bêsûcane.

Istîxbaratên Turkiyê, rewşên nişteciyên resen ên li#Efrîn# ê mane, bi hûrekî dişopîne, û bi riya ferzkirina “nasnameyên danasînê” ji wan re, û amedekirina lîsteyan bi navên kesên ku, li tuhmet û sedem û behaneyeke wan digerin, da ku, wan ceza bikin re; bingeha daxuyanên ewlehiyê ji wan re damezrand in.
Ji ber wê jî, piraniya wan hatin lêkolînkirin, û bi hezaran hatin bendkirin, rawestandin, bêsûc hatin girtin, û bi zorê hatin veşartin, û herweha bi zanîn û serperştiya wê, bi dehan jî ji xelkê Efrînê li hundir Turkiyê hatin binçavkirin.
Ev jî hin binpêkirin û tewanên hatine kirin:
“Selîl Elxalidî”, Serkêşek ji milîseya “Feyleq Elşam”.
– “Feyleq Elşam” yek ji milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ye, ya girêdayî “Kiwalisyona Niştîmanî ya Sûrî – Ixwanî” ya bi ser Turkiyê ve, û piştgiriya xwe ya bingehîn ji rêxistina “Ixwan Elmislimîn” a li Sûriyê, werdigre. Û “Tilvizyon Sûriya – Istanbûl” di rapora xwe ya li 29.11.2020an de, di dermafê heman “Feyleqê” de, weha dibêje: Serkêşê wê “Munzêr Sewas(Ebû Ûbade) ye, niha emdamê desteya siyasî ya Kiwalisyonê ye, û serokê komîteya siyasî ya şanda Asîtana bû”, serkêşê wê yê leşkerî “Fedlela Elhecî (Ebû Yamên)”e, Dr. “Heysem Rehmê” ji rêvebirên wê yên di piş perdê de ye, û endamê komîteya siyasî ya Kiwalisyonê ye, Dr.”Mihemed Elhekîm” jî yek ji mirovên wê yên ne aşkere ye, û niha jî endamê komîteya siyasî ya Kiwalisyonê ye, û herweha “Feyleq Elşam” hevaltiya karwanên hêzên Turkiyê, û parêzvaniya xalên wê yên li Sûriyê dike.
Girtiyê bi zorane wendayî “Mistefa Ibrahîm kurê Mistefê”.
Û ji dema ku, wê hin bajarok û gundên Efrînê ji destpêka dagîrkirina “Avdara 2018an”, destlat kiriye ve; ew binpêkirin û tewanên şer û yên li dijî mirovahiyê pêk tîne. Di vê çarçewê de, gelek nûçegîhanan anîn zimên ku, hepseke wê ye bi dizî, di bin serpereştiya istîxbaratên Turkiyê de, li Bajaroka “Meydan Ekbezê” ya sînorî – Navça Reco heye, û di wê de, revandî û girtiyên Kurd, tûşî işkence û gelek şêweyên danûstandinên hişk bûn, û li rex wê jî, bi dehan di wir de hatin veşartin. Ji wan hemwelatiyan: Mistefa Ibrahîm kurê Mistefê (Qesab) ê /30/salî, ji xelkê heman bajarokê, û ji bêtirî du sal û nîvan ve bi şêwakî zorane veşartî ye.
Û “Feyleq Elşam” bi Artêşa Turkiyê re, û li gor pirogrameke guhertina demografî ye rêbazkirî, xelkê Bajaroka “Meydan Ekbezê” û gundên derdorê, bi zorê koçber kir. Ji /500/malbatên bajarokê yên resen, tenê/120/ malbat man, û li şûna yên hatine koçberkirin, ên bi anîndindane da niştecîkirin. Û ta niha hin malbatên Kurd li Meydan Ekbezê, li derveyî malên xwe (ên ku, dest danîne ser) mane, mîna herdu malbatên “Isma’îl Sîno û Ehmed Cûmî Isma’îl Zade”. Bi ser wê de jî, qewtandina Îmam û axêverê mizgefta bajarokê yê berê û alîgirê wî “Mihemed Şêxo Bilo, Ehmed Mûse Bekir” ên temenmezin û ji xelkê wê bajarokê.
Herweha serkêş û endamên wê, dest dîdinin ser bi hezaran darên zeytûnê, û bi dehan hiktarên zeviyên çandiniyê, li deştên bajarokê û gundên “Meydana” yên derdorê, û yên li rex “Çemê Reş”. Ji bilî wê jî, dizînê dikin, vêrgî û baceyên diravî li xelkê ferz dikin, darên zeytûnê û daristanan ji bo êzingan qut dikin. Û ji wan tiştên ku, dest danîne ser: Vêle û çandingehek û /1500/darê zeytûnê û /10/hiktar zeviyên çandiniyê yên hemwelatî “Xidir Hecî Mihê” û mal û mewalên herdu birayên wî “Ebdo û Eyob”, /1000/ darê zeytûnê û mala “Mihemed Ibrahîm (Qijîro)”, û /800/darê zeytûnê yê malbata dilovanber “Nûrî Ehmed Mûse”.
Û tê gotin ku, herdu serkêşên Feyleq Elşam (ên bi “Selîl Elxalidî û Elraêd Hîşam Elhumsî” têne navdan, û ji Parêzgeha”Humsê”hatine), xelkê ditirsînin, û dest dînane ser nanpêjgeha otomatîkî ya hemwelatî “Fayêq Xatûn”, û herdu guvêşgehên zeytûna yên “Mislim Şêxo (Mircanê)” û “Yehya Dendeş (Ebû Hîşam)”, û herdu jî li vê werzê bi /40/hezar dolar bi kirê dan.
Teqîna makîneke cîp “Sentevê” li Bajaroka Cindirêsê.
– Di çarçewa fewdalîzim û serberdayetiyê de, li Înê 4.12.2020an, bombeyek bi makînek cîp “sentevê” de, li orta Bajarê Cindirêsê teqiya, û di encamê de, kesek hat kuştin û hin jî birîndar bûn. Û di heman rojê de, li piştî nîvro, li orta “Bajarê Efrînê”, li nêzîkî “gergeha Kawa”, di navbera milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” xwebixwe de, bi sedema nelihevkirina wan li ser destdanîna ser mal û dîkanên koçberên Efrînê, pevçûninan rûdan, û li gor jêderine xwecihî, di encamê de, jinek hate kuştinû sê kes ji anîndeyan birîndar ketin.
– Milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah – Elemşat” (a ku, Navça Şiyê û hin gundên pêve girêdayî destlat dikin), piştî ku 15% ji berhema zêtê û tevahiya werza zêta zeviyên ku dest danîne ser birin, li ser her dareke zeytûnê (ye xwedî ne li wir) /8/dolar ferz kir in. Herweha, li 28.11.2020an, heman milîseyê keyayê Gundê Çeqela”Tewfîq Me’imo” revand, û piştî rojekê ji işkencekirinê, kêmrûmetkirinê û bacebirineke diravî, ew serbest berda. Divê were bîranîn ku, ew bi Emşata re hevkar bû, û hîna jî dike.
-Li 2.12.2020an, asayişa Navça “Şera” êrişî mala hemwelatî “Azad Isma’îl ê/35/salî”, li Bajaroka “Meydankê” kir, û bi tuhmeta têkeliya wî bi Rêvebiriya Xweser a berê re, ew girt.
-Li 30.11.2020an, hêzeke gerok e hevbeş ji istîxbaratên Turkiyê û asayişa leşkerî, di çarçewa hilmeteke girtinên bêsûcane de, êrişî maline Bajaroka “Be’idîna” kir, û bi tuhmeta hevkariya wan di parêzvaniyê de, di dema Rêvebiriya Xweser a berê de, ew girtin û birin navenda Navça “Reco”, ew jî ev in: Xelîl Mihemed Şe’iban/58/sal, Umer Bêrem Elo/56/sal, û Rif’et Hisên Mihemed/43/sal. Û li roja din “Şe’iban” hate berdan û “Elo” jî li 3.12.2020an, piştî ku ji her yekî /1000/PT hate standin. Û li 30.11.2020an, hemwelatiyê heman bajarokê “Ehmed Arif Îbiş û Hesen Arif Osman” (ên ku, dora heyvekê hatibûn girtin), piştî cezakirina her yekî ji wan bi /1500/ PT, li Bajarê Efrînê hatin berdan.
Ew kiryarên bi “tewanên şer û yên li dijî mirovahiyê” salixdankirî, divê ji aliyê “Komîta Lêkolîna Navdewletî ya Serbixwe ya taybet bi Sûriyê” ve, werin şopandin û lêkolînkirin, Da ku, wesekên xwe ji bo lêpirsîn û cezakirinê bide pêşkêşkirin, û doza danîna rêgirekê ji wan qirêjiyan re, ji Turkiyê bike. Ji ber ku, Turkiyê perçak ji xaka Sûriyê (ya ku, di Neteweyên Yekgirtî de endam) dagîr kiriye.
06.12.2020an
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览364
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 199
库尔德文件
Publication date: 06-12-2020 (4 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):14-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览364
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,431
图片 105,695
书籍 19,158
相关文件 96,440
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!