图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (127):Amedebaşiyeke leşkerî, komkujieyek li bajarê “Tilrif’etê”, niştecîkirin û binpêkirin
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (127):Amedebaşiyeke leşkerî, komkujieyek li baj...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (127):Amedebaşiyeke leşkerî, komkujieyek li baj...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (127):Amedebaşiyeke leşkerî, komkujieyek li bajarê “Tilrif’etê”, niştecîkirin û binpêkirin li gundê “Şingêlê”, girtinên bêsûcane.

Hikometa Dadê û Geşepêdanê (Eledalê we Eltenmiyê ) bi serokatiya Erdoxan li fersendan digere, û sûdan ji behane û newekheviyên di navêna aliyên di Sûriyê de û li ser Suriyê nakokdar werdigre, da ku, siyasetên xwe yên li dijberî Kurdan, li herêmê bi giştî derbas bike û cîbicî bike; Hebûna wan înkar bike, û li tu mafên wan mikûr netê. Mîna ku, wan bindest bike, bigre, koçber bike, bikuje û vir û wir bombebaran bike. Û ji berztirîn wêneyên binpêkirin û tewanan, em li Efrîna ku, ji aliyê Artêşa Turkiyê û nandozên wê ji milîseyên bi ser Kiwalisyona Surî – Ixwanî hatiye dagîrkirin ve, dibînin. Û hin ji wan jî ev in:

= Bi bîranîna siyem ji dijberiya li ser Herêma Efrînê ya li 20.1.2018an re, istîxbaratên Turkiyê û rêgir û giropên leşkerî yên herok – bi taybetî li Bajarê Efrînê – seferber bûn, hûrgerîn û tengaskirinên xwe ji hemwelatiyên Kurd ên derin û tên re, pir kirin. Herweha, hêzên Artêşa Turkiyê û nandozên wê, li herdu rojên Sêşemê û Çarşemê 19-20/1/2021 an, hin gund û bajarokên Herêma “Şehba’i” û “Şêrewa” (Tilrif’et, Mer’enaz, Şewarxa, Elqemiyê, Malkiyê,…) – Bakurê Heleb, ên bi koçberên Efrînê mişt, bi dehan avêjtekan bombebaran kirin. Û ji aliyekî din ve, hêzên ewlehiyê û artêşa Suriyê qedexe dikin koçberên Efrînê yên li herêmên penaberiyê û kampan, di hundir sûriyê de herin û werin; Weha jî, her demekê derbasgehan li pêş sîtêr û makînên sûtemeniyê û şênberên xwarinvexwarinê digrin, da ku, Rêvebiriya Xweser a ku, rewşên xwe bi rêve dibe di bin bandoriya xwe ke. Bi ser ku, rêbendên Rijîma Sûriyê baceyan li ser derbaskirina hemî kelûpelan jî werdigre. Û weke redkirin li ser vê dorpêkorinê, bi sedan Xelkê Efrînê, ji bo vekirina derbasgehan, li pêş derbaskirina kelûpel û şênberan, li pêş Navenda Lihevhatinê ya Rûsî ya li Gundê “Elwehşiyê”, xwepêşandanek li dar xistin.

Pakrewan “Nazliyê Mihemed Mistefa”
Zarokek ji Efrînê, li Bajarê “Tilrif’etê” birîndar bû “.
= Li kat dudiyan piştî nîvro li 23.1.2021an, tanga Artêşa Turkiyê û nandozên wê, Bajarê “Til Rif’etê” û derdorê – Bakurê Heleb bi bêtirî deh avêjtekan topebaran kir, çar jê li orta bajêr ketin, yek ji çaran bi mala malbatek ji nişteciyên bajêr ên resen de hate xwar, û di encamê de, ziyanin şênberî gihîştin malan, /3/ hemwelatî ( du zarok “Macêd Yasêr Sekran/5/sal, Ebid Elmuhsên Sekran /12/sal” ji Xelkê Til Rif’etê, û “Nazliyê Mihemed Mistefa /55/ sal – hevjîna Edhem Mihemed ji Gundê Sêmalka – Navça Reco” ji Koçberên Efrînê) şehîd ketin, û /11/ birîndar bûn, û di nav de jî zarok û jin hebûn.

Malek wêrankirî li Bajarê “Tilrif’etê”.
= Di siya fewdalîzim û serberdayetiyê de, li 16.1.2021an, du girop ji milîseyên “Ceyş Elîslam” û “Cebhe Elşamiyê” li Gundê “Turindê” ya bi Bajarê Efrînê re hevcîwar, bi sedema têklîkirina endamê aliyekî ji wan bi jineke ji aliyê din re, li hev xistin. Û di encamê de, xirbeliqiyeke leşkerî di nav herdû aliyan de çêbû, û tirs û xof kete nav xelkê.

Gundê “Şingêlê” – Navça Bilbilê – berî dagîrkirinê.
= Gundê “Şingêlê” – Navça Bilbilê yê nêzîk sînorê Turkiyê, ji dora /120/malan pêk tê, ji nişteciyên gund ên resen tenê /51/malbat mane, û dora /100/malên anîndeyan lê hatine niştekirin. Milîseyên “Firqit Elhemzat” û serkêşê wê yê li gund “Sebrî Sekran” ê ji Herêma “Ezazê” hemî cûreyên binpêkirinan pêktînin, mala hemwelatiyê koçber bûye “Luqman Ewnî” ya li ser riya giştî, kirin hepseke taybet, û weha jî, tevaya malmewalên /17/malan ji malbata “Kerşot (Piçê)” yên bi zorê koçber bûne û hin malmewalin din, desteser kirin.

= Li 14.1.2021an, ev hemwelatî “Mihemed Remzî Sîdo, Mihemed Ismet Sîdo, Şêxmûs Ehmed Mistkalo” ji xelkê Gundê “Gewenda” – Navça Reco, û herweha temenmezin “Mihemed Reş /75/sal” ji heman gundî (yê ku hate berdan jî), hatin girtin, û ta niha hersiyên din li ba asayişê li navenda navçê, girtî ne. Û yek ji serkêşên milîseyan, ji bo berdanê ji xwediyên “Şêxmûs”, vêrgiyeke diravî mezin dixwaze.
= Li 17.1.2021an, hemwelatî “Mihiyedîn Mihemed Şahîn /35/sal” ji xelkê Gundê “Avrazê” – Navça Mabeta, bi behaneya têkliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, hate girtin û piştî du rojan jî hate berdan.
= Li 17.1.2021an, giropeke çekdar e gerok ji “Asayişa Leşkerî û Sivîl” û bi hevaltiya Milîseyên “Firqit Elhemzat”, xwe avêtin ser Gundê “Firêriyê” – Navça Cindirêsê, û hejmarek ji hemwelatiyên gund girtin. Lê, me nikanî navên girtiyan belgebikirana.
= Li 16.1.2021an, Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” li Mabeta, herpazdeh hemwelatiyên herdu Gundên “Mistika û Erendê” (yên ku, berê piştî teqîna makîna serkêşekî wê ew girtibûn, û bêsûc kêmrûmetî û işkence di dermafê wan de kiribûn), ji nû ve ew vexwendin û ji bo berdana wan, li ser her yekî /5/teneke zêta zeytûna ferz kirin.
= Ji bêtirî deh rojan ve, keça negîhayî “Şêrîn Rif’et Birîmo /17/sal” ji Gundê “Me’imila”, dema ku gihîşte ser rêbenda çekdar a li derbasgeha Bajarê Efrînê – Riya Reco, hate revandin, û ta niha em sedemên girtinê û çarenûsa wê nasnakin.
= Ajansa “Anedolê” li 16.1.2021an weha guhest: Ku Kargêriya Ewqafê ya Wîlayeta “Hetayê” ya Turkiyê ragîhandiye” ku wê herdu pirojeyên çaksazkirina Mizgefta Umer Ibin Elxtab û gorgeha Nebî Horî li Herêma Efrînê bi dawî kiriye “, û “Omît Gokhan Çîçek” jî got: “Ku kargêriya wî girîngiyeke mezin dide parastina zanînwerên kevneşopî li Sûriyê”. Û ew gotina wî tersî tiştê dibe ye, çimkî cîgeha “Nebî Horî – Sîros” bi awakî giştiyane hate rêşkirin, kolandin, lêgerînkirin, piraniya kevneşopên wê hatin dizîn, û gorgeha wê ya navdayî û dîrokî /B.Z/ kirin zanyargeheke Islamî. Weha jî, minare û avahiyên Mizgefta “Umer Ibin Elxetab” li Bajaroka “Şiyê” ya dîrokî (ya ku, bi sedema pirojeyên kolandin û lêgerîna li kevneşopên wê ji aliyê Milîseyên “Firqit Silêman Şah” – Elemşat ve, hatiye roxandin), ji nû ve hatin avakirin; Û çîroka parastina Turkiyê ji kevneşopên Efrînê yên dîrokî re dereweke mezin e, ji ber ku, di bin serpereştiya istîxbaratên wê de, ji deh salan ve, tevahiya wan hatin wêrankirin û bi giştî hatin dizîn.
Jı ber ku, kiryarên li Efrînê dibin qirêj û cersandî ne, yek Nikane veşêre yan rûyê dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê sipî û xweşik bike. Û rastiya guhertina demografî li ser zemînê, ji dûr û nêzîk re zelal û kifşe.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览378
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 177
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 24-01-2021 (3 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):14-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览378
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!