הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,649
תמונות 106,174
ספרים 19,172
קבצים הקשורים 96,585
Video 1,318
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (132):Pakrewanbûna du hemwelatiyan û girtin û işkencekirina xelkê “Basûtê”- /75/girtî, teqandin
קבוצה: מסמכי מפלגות כורדיות | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (132):Pakrewanbûna du hemwelatiyan û girtin û i...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (132):Pakrewanbûna du hemwelatiyan û girtin û i...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (132):Pakrewanbûna du hemwelatiyan û girtin û işkencekirina xelkê “Basûtê”- /75/girtî, teqandin û pevçûn, hin gund bûne avagehên leşkerî.

“Komîta Redkirina Zordariyan” a ku ji hin serkêş û rewakarên milîseyên ku bi xwe wan zordariyan li Efrînê pêk tînin ve hatiye avakirin, ji Rojnama “Inêb Beledî” re hebûna xwe diyar dike û dibêje: Wê hejmarek malmewal li xwediyên wan ên bingehîn vegerandine, hin biryar bo qedexekirina ferzkirina vêrgî û baceyan li sar darên biber û werzên teneyan derxistine, û komîtak taybet ji bo parastina jîngehê, qedexekirina qutkirina daran, êzingkirin û çêrandina bêwijdan, avakiriye; Lê, wê pirs nekir çima ew binpêkirin pêk hatin? Bi xwe ya rast ew e ku, biryarên wê li ba milîseyên nandoz (ên ku, hemî rengên tewanan ji xwe re kirine kar, û herweha gefan bi sezakirinên hişk didin xelkê ger giliyan pêşkêşî komîtê bikin), weke avenûsa li ser kaxezê ye.
Li jêr emê ronahiyê bidin ser hin binpêkirin û rewşa fewdalîzim û seberdayetiya ku li Efrînê serwerkirî:
= Gundê “Basûtê” û Pakrewanbûna du hemwelatiyan:
Gundê “Basûtê” berî dagîrkeriyê
Gundê Basûtê navdar e, xwezaya wî xweşik e, û ciyê geştiyariyê û seyaran û gerê bû. Lê, mixabin ji Avdara 2018an ve, jerkî ji aliyê Artêşa Tirkiyê û nandozên wê ve hatiyê dagîrkirin, ew xemgîn e û heyamên nevehesî û tewanbûnê li ser kon vedaye, û Milîseyên “Firqit Elhemzat” destlat dike, biryargeh û hepsên taybet û diziyane di “Xwaringeha Elehlam, avahiya şaredariyê, Vêla Arêf Mihemed Betal û avahiya navenda telîfonê” de çêkirine, ew biryargeh û hepsên ku ji girtin û revandina bi sedan hemwelatiyên xelkê gund û yên din re bûne bîner, yên ku tûşî cûrbecûr işkencekirin û danûstandinên hişk û ferzkirina vêrgiyên diravî bûne. Tevahiya wan kiryaran jî di bin serpereştiya Istîxbaratên Tirkiyê de, pêk hatine û hîn jî berdewam in.
Di dema êrişkeriyê de gund û riyên sereke bi dehan avêjtekan hatin armanckirin, di encamê de malek bipiçekî hate wêrankirin û hin hemwelatî – di nav de jî zarok û jin – şehîd û birîndar bûn.
Di talana gund de, milîseyan kelûpelên hundir piraniya malan ji raxistok, alav, şênberên xwarinê, amûrên ênerciya elektirîka roniyê, firaxên baqirî, derî û penceriyên hin malan, tiştên dîkanan, û bi dehan alav û matorên duloqî û giropên avkêşa avê ji bîran, dizîn, û dest danîn ser stasyona sûtemeniyê ya hemwelatî “Silêman Îbo”, Xwaringeha “Kaniyê” ya malbata keyayê gund (ya ku niha tenê ji bo dewatan tê bikaranîn), û bi dehezaran darên meywe û henaran ên hemwelatiyên bi zorê hatine koçberkirin, dora /30/ dîkanên li ser kolana serekîn û dora /200/malên ku dora /300/malbatên anîndeyan tê de niştecî kirine, û tu rêdan ji kesî re nepejrandin. Herweha jî, keblên toreya telîfona zemînî û stûnên wê û amûrên navendê hatin dizîn. Ji nişteciyên gund yên resen tenê dora /600/malbat maye.
Kêlîdema teqendina mala Dilovanber “Şerîf Qasêm”.
Û tewana dawiyê li Siba 23.2.2021an bû, di wê sibehê de mala dilovanber “Şerîf Qasêm” li Gundê “Basûtê” rastî du teqînên li dû hev bi bombeyên teqîner hat. Teqandina diwem a ku bi şêwakî sîstemkirî hatiye wênekirin ku çawa tekbîrên jêrazîbûn û serkeftinê yên ku çekdarên Islamî berî rûdana teqandinê bi çend kêlîkan hildidin, di perçevîdiyoyekê de hate belavkirin; Û di encamê de hin beşên malê hatin roxandin û keça bi navê “Hêva Şerîf Qasêm /21/sal” û merivê wê “Newzet Ekrem Tobal /45/sal” şehîd bûn, û ta niha destlatên dagîrker termên herdu pakrewanan li ba xwe hîştine û radest xwediyan nakin, herweha dora /75/ kes ji xismên herdu şehîdan û xelkê gund – di nav de jî dora /10/jinan – girtine, û hin ji wan girtiyan ev in ( Diya “Hêva” û xwîşka wê, hevjîna “Newzet” û birayê wî “Omîd”, Ednan Îbo, sê lawên Misto Hisên, Hec Xelîl Osman Henîf /70/sal û kurê wî, sê xwîşk keçên Ehmed Xidir, Doran Emberoş – ê hatiye berdan). Di dermafê girtiyan de işkencekirin û zext tê kirin, da ku gund bêşînin û xelkê wê tewanbar bikin. Û piştî ku “Basûtê” û herdu gundên cîran “Birc Ebdalo û Xezîwê” ji aliyê Istîxbaratên Tirkiyê û Asayişa Leşkerî û “Firqit Elhemzat” ve û bi beşdariya serkêşên wê “Sêf Ebo Bekir” û “Ebdela Helawê” ( yê ku berpirsiyarê nivîsgeha ewlehiyê li gund ji berpirsiyariya wî efû kiriye) hatine dorpêçkirin, tirsê kon vedaye. Û tevahiya wan biryaran jî ji bo tewanê bincil bikin û li ser tewankerên rasteqîn veşêrin. Tiştê ku çîroka wan ya ku dibêje ( qurbanî ji aliyê Hêzên Sûriya yên Demokrat ve hatibûn karmendkirin û bombe di mal de hebûn) li erdê dixe û derewîn derdixe, ew e ku tu têkeliyên wan qurbaniyan bi Rêvebiriya Xweser a berê re û bi Partiya Yekîtiya Demokrat re tune bûn, û hîn berevajî wê têkeliya “Newzet” a bazirganiyê bi hin endamên “Elhemzat” re hebû.
= Fewdalîzim û serberdayetî:
– Li Êvara 21.2.2021an, hemwelatî “Mihemed Mihemed kurê Mihemed Soran” ji xelkê Bajaroka “Meydan Ekbezê”, ji dîkana xwe ya bihevxistina setelaytan a li Bajarê Efrînê, ji aliyê Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê û Elsultan Mûrad” ve, hate revandin, û li 26.2.2021an jî hate berdan.
Teqandina makînak”Van” li nêzîkî Gergeha “Newroz” – Bajarê Efrînê.
– Li sibeha 24.2.2021an, li kolaneke şaxeyî li nêzîkî Gergeha “Newroz” li Bajarê Efrînê makînak “Van” hate teqandin, û di encamê de sê endamên Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” bi kûranî birîndar bûn.
Rêbendeke çekdar e Milîseyên ” Elcebhe Elşamiyê” li Çateriya “Kefircenê” – Efrîn.
– Li 26.2.2021an, Milîseyên “Elsultan Mûrad, Elsultan Silêman Şah, Elhemzat” ên herî girêdayî bi Tirkiyê ve û bi hevrêzî bi “Asayîş Leşkerî” re ( ya ku Tirkiyê li Herêmên ku bi “Mertala Feratê” têne navdan û Efrînê damezrandiye), kampaniyek şopandin û êrişiyê di bin navê ” jinavbirina revankariya li ser sînorê Tirkiyê” dest pê kir; Lê, Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” ew armanckirin ji xwe re dît, hêzên xwe kirin amedebaşiyê, û rêbendên xwe li derbasgehên Efrîn û Ezazê pir kirin, da ku nehêlibe tu hêz çekdar têkevin herêmên di bin serdestiya wê de ( piştî nakokiya wan li ser çarçewa herêmên bandorbûnê û destdanîna ser jêderên wergirtina diravan), li rex wê jî ji bo çandina tirsê di nav xelkê de. Û ew tev jî di bin çavên Istîxbaratên Tirkiyê de ( yên ku baş zanin bilîzin û fîtnê di nav hemî aliyên Sûrî de gur bikin) tê kirin.
= Gundin bûne wek avagehên Leşkerî:
Rêbendeke çekdar e Milîseyên “Lîwa’i Elweqas” li Gundê “Senarê” – Cindirês.
– Nişteciyên gundên (Anqelê û Senarê – Cindirês) û yên din ku di bin serdestiya Milîseyên “Lîwa’i Elweqas” de wekî ku di cîgehên leşkerî de bin dijîn, bê rêdanên fermî (rojane yan heftane yan mehane) û (sê heyvane) ji alavan re û ji nivîsgeha ewlehiya wê de morkirî, çênabe ji gund derkevin û têkevin, bi behaneya parastina li ser jiyana sivîlan – li gor daxuyana berpirsiyarê nivîsgeha gundê Senarê yê bi “Îmad Bekûr” tê navkirin, û ya li vê dawiyê bi riya perçevîdiyoyekê re hatiye belavkirin.
Û li şeva 25.2.2021an, sê avêjtek li Bajarê Efrînê, li nêzîkî Nexweşxana “Avrîn” a berê ü Gergeha “Maratê” û nêzîkî Dibistana “Feysel Qedûr” a berê (ya ku ji Artêşa Tirkiyê re bûye navend) ketin, û xuya dibe ku biryargehên ewlehiyê û leşkeriyê hatine armanckirin.
Ji sê salan ve heyîn û bûyerên li dû hev, gotina “Herêma Aram” a ku “Hikometa Eledalê we Eltenmiyê û serokê wê Erdoxan” digotin ê li Efrînê damezrînin, li erdê dixînin, herweha yên ku silogana “Şoreş û cîhadê” belav dikin, dicersînin, û weha jî ji dûr û nêzîk re tekez dikin ku Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ya girêdayî “Kiwalisyona Sûrî” – Ixwanî, nandoz û diz in û bê piroseyeke niştîmanî yan mirovahî ye.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 353
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
פריטים המקושרים: 177
מאמרים
מסמכי מפלגות כורדיות
תאריכים ואירועים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 28-02-2021 (3 שנה)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: ערבית
סוג המסמך: תרגום
ערים: Afreen
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 03-02-2024
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 13-02-2024
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 13-02-2024
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 353
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,649
תמונות 106,174
ספרים 19,172
קבצים הקשורים 96,585
Video 1,318
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.391 2!