Bibliotek Bibliotek
Sök

Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!


Search Options





Avancerad sökning      Tangentbord


Sök
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Verktyg
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mitt konto
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
Sök Skicka Verktyg Språk Mitt konto
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Random objekt !
 Användarvillkor
 Kurdipedia Archivists
 Din feedback
 Användarsamlingar
 Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjälp
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,111
Bilder 106,663
Böcker 19,291
Relaterade filer 97,275
Video 1,392
Artiklar
En sorg att MP får bli till...
Bibliotek
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillb...
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdern...
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (138): Binpêkirin û tewanên Gundê “Til Silorê”, revandin û girtin û guhestin bo Turkiyê
Grupp: Dokument | Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (138): Binpêkirin û tewanên Gundê “Til Silorê”,...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (138): Binpêkirin û tewanên Gundê “Til Silorê”,...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (138):
Binpêkirin û tewanên Gundê “Til Silorê”, revandin û girtin û guhestin bo Turkiyê, teqandin û pevçûn û topebarandina “Til Rif’etê”, nimûnak gundekî niştecîkirinê.

Di dema ku Herêma Efrînê ya dagîrkirî ji nizimbûna asta hînkirinê zehmetiyan dikişîne, tevgera olî ji aliyê rêxistinên bi Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya Turkî ve girêdayî û Birayên Misliman”Ixwan Elmislimîn” û “Sekna Diyant” a yekser girêdayî Erdoxan çalak û germ e, û vekirina Dibistana “Îmam Elxetîb” li destpêka Avdara borî li Cindirêsê jî nimûnak jê ye. Û divê were zanîn ku çalakiyên olî yên tund li kêlek berdewambûna binpêkirin û tewanên têkel bi taybetî zarok û ciwanan armanc dikin. Û ji wan binpêkirin û tewanan emê van bi bîr wînin:
Dibistana “Îmam Elxetîb”li Cindirêsê.
= Gundê “Til Silorê” – Cindirês:
Gundê “Til Silorê” – Cindirês.
– Xaknîgarî û demografiya gund:
“Til Silor” yek ji gundên xweşik ên li rex Çemê Efrînê ye, bi baxçeyên bi berhem ên cûrbecûr û av û kaniyên xwe yên pir cîwaz e, /4/KM li Başûrê Bajarê Cindirêsê dikeve û di warê rêveberiyê de jî pêve girêdayî ye, bi tixûbê “Idlibê” re ji aliyê Bakur ve sînordar e, û ji gundên geştiyarî yên yekem li Herêma Efrînê – pêncî û şêstiyên sedsala borî – tê jimartin; Ew ji dora /80/malî pêk tê, nîvî Kurd in û nîviyê din Ereb in (ên ku li dawiya pêncî û şêstiyên sedsala borî li piştî cîbecîkirina “Zagona Çaksazkirina Çandiniyê” lê hatin niştecîkirin). Ji ber cîgeha gund ew tim di devê top û guleyên milîseyên Islamewî yên tundrew (Da’iş, û Cebhit Elnesra û xwîşkên wê) de bû. Wêlomê jî, ji destpêka 2012an ve ew tûşî çend êrişên bi çekên rengereng hat.
– Guhertina demografî:
Piştî talana gund li destpêka Avdara 2018an piraniya nişteciyan hatin koçberkirin, jê dora /67/malbat vegeriyan û yên din ji tirsa binpêkirinan re nikanîn vegeryana û piraniya wan Kurd in, û dora /40/malbat ji anîndeyan di malên koçberan û hin malbatên ku li gund dimînin an ên hatine revandin de û herweha di konên li dor gund de, hatin niştecîkirin.
Û Milîseyên “Ehrar Elşam” ya ku gund desteser dike, çandingeha hemwelatiyê Ereb ( yê ku ji xelkê “Kefer Texarîm” – Idlib û li Cindirêsê rûdinişt û bi “Ebû Rafî” tê navdan) û mala hemwelatî “Mihemed Silêman kurê Kemêl”, ji xwe re kirine biryargeh.Lê, çandingeha hemwelatî “Bavê Semîr” ( yê ji xelkê Gundê “Keferdelê Jorin” û li Bajarê Efrînê rûdine) ji Artêşa Turkiyê re bûye biryargeheke leşkerî.
– Ziyan û dizîn:
Mala “Mihemed Reşîd Reşo” bi giştî û sê malên din bi piçekî bi topebaranê hatin roxandin, û herweha vêla parêzerê dilovanber “Riyad Elyazcî” piştî talanê bi behaneya ku ji Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ)re biryargeh bû, bi bombeyeke teqîner hate teqandin.
Û milîseyan piştî ku gund talankirin û berî xelk vegere, kelûpelên hundir piraniya malan û bi taybetî yên Kurdan, ji xwarin û vexwarinê de bigir, ta alavên baqirî, acetên elektirîkê û toreyên enerciya royê û matorên duloqî dizîn, Hin makîne “teksî û pîkab” bi zorê li pêş çavên xelkê birin. Û herweha firax û alavên malan ên qizêzî yên hin malên gund jî şikandin.
– Qurbaniyên pakrewan û birîndarên topebaranê:
Bi sedema ketina avêjtekekê bi ser mala bavê ya li gund de, jina jinebî “Sewsen Silêman keça Cemîl dora /45/sal” şehîd ket, û lawê wê yê negîhayî “Mihemed Elî kurê Esmet” û herweha jî keça birayê wê birîndar bûn. Û sê şehîdên din jî di nav tekoşîna di ber Efrînê de şehîd ketin.
– Revandin û girtinên bêsûcane:
Yekser piştî xelkê gund li Avdara 2018an li malên xwe vegerîn, Milîseyên “Ehrar Elşam” û Istîxbaratên Turkiyê piraniya wan di mizgeftê de bend kirin, û hejmarek jî ( Mihemed Reşo /50/sal, Es’ed Menan /65/sal, Ezawî Xidir/60/sal, Fewzî Kemal/48/sal, Resûl Eyşo kurê Necat /38/sal, Dilşad Mihemed kurê Fewzî /17/sal, Ehmed Silêman kurê Mihemed /53/sal, Mihemed Elî kurê Edhem /53/sal, Semîr Mihemed kurê Fayiq/32/sal, Reşîd Eyşo kurê Sibhî/54/sal, Zeyneb Fayiq dora/30/sal, Cîhan Cobirî keça Ehmed dora /35/sal, Luqman Mihemed kurê Kemêl/38/sal, Husên Reşo kurê Ibrahîm /55/sal, kurên Mihemed Nûr, Mihemed Şihadê kurê Ehmed dora/25/sal ji pêkhateya Ereb…) hatin girtin û işkencekirin û lêkolînkirin, û piraniyên wan ( hin jê piştî çend katan, hin jî piştî çend rojan û hin din jî piştî çend heyv an salan)hatin berdan. Hinek jî ji ber işkencekirina mekin ketin ciyan û nexweş bûn, weke “Resûl Eyşo” yê ku ji tirsa ku careke din neyê girtin, neçar bû ji Efrînê bireve here Bajarê Hesekê. Û “Mihemed Elî” jî piştî ku hate berdan tevî jineke wî ji Efrînê hate dûrxistin, û dest danîn ser mal û makîna wî. Lê “Cîhan Ehmed Cobirî” bo hepsên Turkiyê hate şandin û ta niha çarenûsa wê ne xuya ye. Û “Luqman Mihemed û Semîr Mihemed û Mihemed Şihadê” çarenûsa wan nediyar ma, ta ku li vê dawiyê bo Hepsa “Maratê” – Bajarê Efrînê hatin guhestin û hate xuyakirin ku ew di Hepsa Çoban Begê (Elra’î) – Bab a dengbed de veşartî bûn, û “Semîr Mihemed” ji sê heyvan ve û “Mihemed Şihadê” ji heyvekê ve hatin berdan, û “Luqman Mihemed” jî (yê ku milîseyan malbata wî ji mal qewitandine û li şûnê malbata çekdarekî tê de bi cî kirine, û berhema zeviya wî ya zeytûna vê re nîvenîv parve kirine) hîn nehatiye berdan.
= Revandin û girtinên bêsûcane:
Hemwelatî “Ebdo Me’imo kurê Beşîr /37/sal” xwedanê “Firoşxaneya Beşîr a şênberên Xwarinê” – li hember avahiya postenamê li Bajarê Efrînê hate revandin, dora çar heyvan û di mercên sert de ji aliyê Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” ve hate bendkirin û paşê bo Asayişa Leşkerî hate radestkirin, û ji du heftan ve û piştî dandina /2500/dolar vêrgî, asayişê ew berda. Û divê were bîranîn ku ew berê jî carekê li destpêka Cotmeha 2018an hate revandin, û nehate berdan ta ku vêrgiyeke mezin da.
Û herweha destlatên dagîrker ev hemwelatî jî girtin:
– “Hisên Henan Reşîd/60/sal” ji xelkê Gundê “Hec Xelîl” – Reco, li 26.3.2021an, bi tuhmeta kar di komîta lihevhatinê di dema Rêvebiriya Xweser a berê de hate girtin, û ji Reco bo Hepsa Maratê – Efrîn hate guhestin.
– “Mihemed Mistefa Mihemed /60/sal” ê ji karmendiya kompaniya elektirîkê hatiye rûnişkandin û ji xelkê Gundê “Çençeliya” – Reco ( yê ku ji sê heyvan ve ji bo parastin û zewaca lawê xwe, tevî malbatê penaberî Heleb bûye), piştî rojekê ji vegera wî bi dizî bo Efrînê, ji mala wî ya li Taxa Eşrefiyê hate girtin, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.
– “Hisên Arêf Hesen /26/sal” ji xelkê Gundê “Gemrûkê” – Mabeta, li 24.3.2021an ji aliyê rêbenda ewlehiyê ya li çateriya Gundê “Qîbarê” – Derbasgeha Efrînê ve, hate girtin. Û ew e yê ku tevî /12/ hemwelatiyên “Gemrûkê” li 18.3.2018an hatibû girtin û /57/rojan di Hepsa Çoban Begê “Elra’î” de, ji aliyê destlatên dagîrker ve hatibûn veşartin.
Û ji aliyekî din ve hemwelatî “Emîn Menan Menan/52/sal û Cemîl Mihemed Ibrahîm/48/sal” (yên ku li 1.3.2021an bi tuhmeta parêzvaniya şevayî di dema Rêvebiriya Xweser a berê de hatibûn girtin), piştî sezakirina her yekî ji wan bi hezar PT, li 7.3.2021an hatin berdan.
– Herdu hemwelatî “Rîfa’î Elî Horo/40/sal û Xelîl Mihemed Sîdo/60/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” li 29.3.2021an û “Ebdîn Şêxmûs Mûse/51/sal” li 1.4.2021an, bi tuhmeta pişikdariya çend katan di parêzvaniyê de (di dema Rêvebiriya Xweser a berê de) hatin girtin, û ta niha ew li Hepsa “Asayişa Leşkerî” li navenda Navça Reco bendkirî ne.
– “Ibrahîm Isma’îl kurê Tac Eldîn/22/sal” ê ciwan û ji xelkê Gundê “Kokanê” – Mabeta, li 17.3.2021an, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê ve (bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re)hate girtin û bo Tirkiyê hate guhestin. Ji ber wê bav û diya wî “Tac Eldîn û Fatme” neçar bûn ku koçber bibin û birevin Bajarê Helebê, da ku careke din neyêne girtin. Û ji ber ku “Tac Eldîn” di girtineke berê de işkencekirin dît, ew niha di nexweşxaneyeke Heleb de nexweş e.
– Hemwelatî “Ristem Elî kurê Ezet/35/sal, Emîr Cemal kurê Cemîl/25/sal, Xelîl Emîr /27/sal, Behzad Osman kurê Sibhî /50/sal” ji xelkê Gundê “Dargirê” – Mabeta, li 27.3.2021an, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re hatin girtin, û bo navenda asayişa Mabeta hatin rêkirin û işkencekirin, paşê jî bo Hepsa Maratê – Efrîn hatin guhestin. Û li aliyekî din, ji bêtirî heyvekê ve li Istanbûlê ewlehiya Turkî /18/xort ji xelkê Gundê “Çeqelê Cûmê” – Navça Cindirêsê – dema ku bi hev re bûn – girtin, herweha jî herdu birayên ciwan “Birîm û Enter Nebî Mûso” li 20.3.2021an, û ta niha çarenûsa hemiyan ne xuya ye. Weha jî Turkiyê keça ciwan “Rojîn Ebdo” ya ji heman gundî – piştî borandina şeş heyvan ji girtina wê li Isatnbûlê – , ji heyvekê ve serbest berda.
= Fewdalîzim û serberdayetî:
– Li 27.3.2021an, pevçûnine xwînî di navêna Milîseyên Tîma Hêzên Taybet “Firqit Elqiwat Elxase” û serkêşê wê “Ebdela Helawê” (yê ku berê ji “Firqit Elhemzat” qetiye û niha jî di nav “Feyleq Elşam” de ye) û hin Milîseyên Elhemzat de, li Bajaroka “Basûtê” rûdan. Û di encamê de hin endamên wan hatin kuştin û birîndar bûn, herdu alî li gundên derdorê ketin amedebaşiyê, tirs di nav xelkê de belav bû, û ta niha gizgizî di nav herdu aliyan de berdewam e. Ew pevçûn jî li ser bandoriyê û dizînê bû.
– Li şeva 31.3.2021an, bombeyeke teqîner di makînak “van” de, li Taxa Mehmûdiyê li Bajarê Efrînê teqiya, û di encamê de ziyanin şênberî çêbûn. Weha jî pevçûnina di navêna Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” û rêbenda “Asayişa Leşkerî” ya taxê de, rûdan. Û li gor alavine ragîhandinî yên xwecihî, ew pevçûn bi sedema nelihevkirina wan li ser şênberên tevzînok bû.
Teqandina makînakê bi bombeyeke bombekirî li kolana şaxeyî li aliyê Başûr ji vêlatan li Bajarê Efrînê, li 1.4.2021an.
– Li siba 1.4.2021an, li kolana şaxeyî ya li aliyê Başûr ji vêleyên Bajarê Efrînê, bombeyeke teqîner bi makînak “Cîp” ve teqiya, û di encamê de kesek bi kûranî birîndar bû.
= Topebarankirina Bajaroka Til Rif’etê:
Li şeva 31.3.2021an, giropeke ji endamên milîseyên bi ser Turkiyê ve rîkurkirî û bi cilên Artêşa Sûriyê, ji aliyê Bajaroka Mari’ê û Ezazê ve xwestin derbasî Bajaroka Til Rif’etê bibin; Lê piştî ku bi wan hate hesandin û hatin kuştin, hêzên dagîrkeriya Turkiyê û milîseyên bi ser ve Bajaroka Til Rif’etê û derdorê bi dehan avêjtek ta vê sibê armanc kirin, û di encamê de tirseke mezin di nav nişteciyên bajarokê de ( yên ku piraniya wan ji koçberên Efrînê ne) belav bû, û ziyanin şênberî gihîşte hin deveran.
= Hin milîseyan li Bajaroka Meydankê ji çar rojan ve /200/dar zeytûnê (yên hersê bira Hisnî û Selah û Nûrî Hacî Mihemed) ji bo komkirina êzingan û dizînê û ziyangîhandina mebestkirî bi Kurdan, bi tevayî qut kirin.
Pirojeya avakirina “nimûneya gundekî niştecîkirinê” li Çiyayê “Hec Hesna” – Cindirês.
= Dîtingeha “Elmuntede” Elsûrî ya ku “Xesan Hîto – serokê berê yê Hikometa Kiwalisyonê ya Demkî” serkêşiya wê dike, di cîgeha xwe ya eliktironî de, li 2.4.2021an, weha ragîhand: “Saziya Xêrxaziyê ya Fîxan û Geşepêdanê ya ku “Bera’i Elsemodî” serkêşiya wê dike, dest bi cîbecîkirina pirojeya avakirina /247/ yekîneyên niştecîbûnê (her yek bi ferehiya /40/M çarkoşe û /60/M çarkoşe gulîstan ji her malekê re) li Navça Cindirêsê, kiriye.
Armanc ji pirojeyê avakirina nimûnak gundekî niştecîkirinê ye, li cîgeheheke çiyayî li nêzîkî Gundê “Hec Hesna”, piştî qutkirina darên lê.
Ev yeka jî piştî hewildanên Anqerê ji bo niştecîkirina beşekî mezin ji penaber û mişexteyên Sûrî li Herêmên Kurdî yên dagîrkirî – Bakurê Sûriyê ye.
Û divê were zanîn ku (Dîtingeha “Elmuntede” Elsûrî û Elîhsan) ve du rêxistinên hevkar in, têkeliya wan bi Destlatên Turkiyê re mekine, û nivîsgehên wan jî li wir hene.
Bi ser bikaranîna siyasetên dijayetiyê li dijî Kurdan, Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê ji bo vegereke xwebexş e aram e bi rûmet ji penaberên ku li çarêka yekem ji sala 2018an ji herêmê ji ber êrişkeriyê penaber bûne re, tu pêngav navêtine û heyamên lêhatî jî peyda nekirine.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 493 gånger
HashTag
Källor
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Länkade objekt: 177
Artiklar
Datum & Events
Dokument
Grupp: Dokument
Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 04-04-2021 (3 År)
Document style: No specified T4 1573
Dokumenttyp: Översättning
Original Language: Arabic
Städer: Afreen
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 99%
99%
Tillagt av ( ئاراس حسۆ ) på 03-02-2024
Den här artikeln har granskats och släppts av ( سارا ک ) på 12-02-2024
Denna post nyligen uppdaterats med ( سارا ک ) om : 12-02-2024
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 493 gånger
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Biografi
Tara Twana
Biografi
Şîlan Diljen
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”

Actual
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
19-05-2018
هاوڕێ باخەوان
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den sista flickan
07-10-2018
زریان سەرچناری
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
04-07-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,111
Bilder 106,663
Böcker 19,291
Relaterade filer 97,275
Video 1,392
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Biografi
Tara Twana
Biografi
Şîlan Diljen
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 0.469 sekund(er)!