图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,725
图片 106,333
书籍 19,228
相关文件 96,805
Video 1,358
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (140): Binpêkirin û tewanên Gundê “Îska”, revandina du malbatan û girtinên bêsûcane, guhestina kevir
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (140): Binpêkirin û tewanên Gundê “Îska”, revan...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (140): Binpêkirin û tewanên Gundê “Îska”, revan...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (140):
Binpêkirin û tewanên Gundê “Îska”, revandina du malbatan û girtinên bêsûcane, guhestina kevirên hilkêrgehan bo Turkiyê, qurbaniyên zarok.

Berdewamiya binpêkirin û tewanên şer û yên li dijî mirovahiyê û herweha guhertina demografî li Herêma Efrînê, wergerandina siyasetên dijayetiyê yên rêbazkirî li dijî Kurdan bi giştî nîşan dide. Û ji sê salan ve asta wan kiryarên qirêj sivik nebûye, emê jê van bi bîr wînin:
= Gundê “Îska”:
Gundê “Îska”.
Li deşteke dûz e çandiniyê dikeve, bi /35/KM an ji navenda Bajarê Efrînê – aliyê Başûr dûr e, ji /310/malan pêk tê, di dema êrişa Tirkiyê de xelkê gund ên Kurd penaberî Bajarê Efrînê û paşê jî derveyî wê bûn, tenê /120/ malbat vegerîn, û /190/malbat ji anîndeyan li şûna yên bi zorê koçber bûne hatin niştecîkirin. Û ev çandingeh jî girêdayî gund in:
– Çandingeha “Kaniya Dînkê”: /50/mal e û xelkê wê Kurd û Ereb in.
– Çandingeha “Qarsêq”: /70/ê mal e, xelkê wê du malbatên Kurd û yên din Ereb in ( ên ku piraniya mêrên wan piştî dagîrkeriyê tevlî Milîseyên “Nûr Eldîn Zenkî” bûne).
Milîseyên “Feyleq Elşam” gund desteser dikin, û dema êrişî gund kirine kelûpelên piraniya malan û amûrên elektirîkê û firaxên baqirî û belorî û cerên gazê, piraniya avekêşokên ava vexwarin û avadanê û alavên çandiniyê, bi ser de terektor û makîne, û bi taybetî yên ku xwediyan li şûn xwe li Bajarê Efrînê hîştine (jê makîna “Ciwan Reşad”), û dora heft matorên dutekerî, dizîn. Û herweha jî amûrên kargeha xarkirina hêsin a hemwelatî “Ehmed Umer Hemo” (yên ku wî ji çend salan ve ji bo parastinê ji Bajarê Helebê anîbûn gund), hatin dizîn.
Weha jî serkêşên milîseyê dest danîn ser zeviyên çandiniyê yên hemwelatiyên bi zorê koçber bûne, mîna: Mlabata “Siviko” ji Bajaroka Celemê ya hevcîwar, Heyder Sibhî Misto û dilovanber “Arêf Îbiş” (ê ku du salan dest danîbûn ser hemî malmewalên wî, paşê piştî vegera hevjîna wî ji Helebê hinek jê vegerand û nikanî mala xwe ya ku milîseyê ji xwe re kiriye biryargeheke leşkerî vegerîne).
Lê, malên ku milîseyê dest daniye ser û ji xwe re kirine mal an biryargehên tayebet ên van hemwelatiyan in: Fewzî Kulek, Mistefa Kulek, Heyder Misto, Ednan Misto, Ehmed Umer Hemo, Fû’ad Cimo, Mihemed Nasiro, dilovanber Dr. Arêf Îbiş, Ebid Elrezaq Ebdî, Ebid Elkerîm Mihemed Elo, Şiyar Heyder Umer, Şewket Ezîz Umer û Ezîz Ehmed Umer.
Weha jî mala hemwelatî “Esed Cimo” ji komela çandiniyê re kire birayargeh, avahiya şîretkariyê ya çandiniyê kire biryargeha rewayetiyê, û tîmargeha mirîşkan a dilovanber “Farûq Ezet” ji “Feyleq Elşam” re kire hepseke serekîn.
Leşkergeha “Hirşê Milê” – Bakurê Gundê “Îska”.
Weha jî, “Feyleqê” cîgeha “Hirşê Milê” – Bakurê gund ji endamên xwe re kire leşkergeheke rahênankirinê, wêlomê li dorê qurşîneke tewşankî li zarokekî anîndeyên “Gundê Encarê – Idlibê” ket û birîndar kir. Herweha ji bo êzingkirin û amedekirina leşkergehê, piraniya darên cîgehê bi rengekî hovane hatin qutkirin. Û xelkê gund rastî cûrbecûr binpêkirinan hat in, jê: Girtina dora /30/kesî -bêtirî carekê- û bi behaneya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re ji /2/ ta /6/mehan hatin hepiskirin, paşê piştî kêmrûmetkirin û dandina bace û vêrgiyên diravî hatin berdan, û ta niha herdu hemwelatî “Cîger Ebdo Me’imo ji Avdara 2018an ve, û Elî Remedan Elo yê ku di dema topebarana destpêka 2018an ve birîndar bûye” di Hepsa Çoban Begê “Elra’î” de – Herêma Babê bi rengekî zorane veşartî ne, û weha jî herdu hemwelatî “Hisên Sîdo ji dawiya Avdara 2018an ve, û Welîd Me’imo ji Avdara 2018an ve” di hepsa gund de ya taybet bi Feyleqê zorane veşartî ne.
Herweha weke şêweyeke nû ji diravbirin û zextê re, ji yên ku çekên kesayetî û berê rêdankirî li ba wan hene hate xwestin ku radest bikin an jî baceyên diravî yên bilind bidin.
Û ji ber dagîrkeriyê jî, ji xelkê gund ev kes şehîd ketin: “Mihemed Sîdo Îbo, Ebdo Cemîl Bazo, Umer Menan Me’imîko li destpêka Avdara 2018an, û herdu şagirt “Resûl Ehmed Beko û Sozan Cemal Beko” û li rex wan jî du zarok ji anîndeyên Bajarê “Dêra Zorê” bi sedema ketina hin avêjtekan – jêder Leşkergeha Hirş – bi ser dibistana gund de, li 29.10.2020an.
= Revandin û girtinên bêsûcane:
“Xalîde Ibrahîm” ya revandî, ji xelkê Bajarê Cindirêsê.
– Ji dora şeş heyvan ve hemwelatî “Xalîde Ibrahîm/62/sal – hevjîna dilovanber Mihemed Mûrad Bêrem” û keça wê “Viyan Mihemed Bêrem/23/sal tevî zaroka wê ya sal û nîvek” ji mala wan a li taxa jêrin – Bajarê Cindirêsê hatin revandin û dest danîn ser malê û tevî kelûpelên tê de, û ta niha çarenûsa wan ne diyar e. Û jêderin xwecihî dibêjin gerek milîseyên “Feyleq Elşam” ew revandibin.
– Ji bêtirî du heyvan ve ev hemwelatî “Ce’ifer Mihemed Xelîl/60/sal” û hin endam ji malbatê “hevjîn Fîdan/50/sal, keç Mêrem/18/sal û law Mihemed/16/sal”, ji xelkê Gundê “Satiya” – Navça Mabeta, ji mala wan a li nêzîkî gergeha Maratê – Bajarê Efrînê (taxa ku di bin destê milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” de) hatin revandin, û ta niha çarenûsa wan ne xuya ye. Û berê jî carekê ew li ser destê milîseyan tûşî lêxistin û işkencê bûbû, bi ser ku ew li ba destlatên dagîrkeriyê karmend bû. Û hin jêderên xwecihî gûman û layan dikin ku Istîxbaratên Turkiyê ew guhestibin Tirkiyê.
– Li 8.4.2021an ev hemwelatî “Betal Fethî Betal/42/sal, Şêro Mihemed Xelîl/23/sal, Hesen Ehmed Erca/22/sal – di heman rojê de hate berdan, Hisên Umer Ebrûş/35/sal – li/12/Nîsanê hate berdan, û Xelîl Mihemed Elî/21/sal – li /11/Nîsanê hate berdan” ji Bajaroka “Basûtê”, ji aliyê Milîseyên “Firqit Elhemzat” ve hatin revandin, di hepsa xwe ya taybet (a di navêna “Basûtê û Birc Ebdalo”) de hatin bendkirin, û ta niha çarenûsa dudiyan ji wan ne diyar e, bêyî ku merivên wan kanibin tu agahiyên din li ser bidin, û layan û gûman heye ku di bin tuhmetên çêkirî de, vêrgiyên mezin li ser wan werin ferzkirin.
– Li 14.4.2021an, rêbenda çekdar a li çateriya Bajarê Ezazê ev hemwelatî “Mihemed Hemo kurê Mihemed/53/sal, Mihemed Elo kurê Elî/60/sal” ji xelkê Bajeroka “Meydankê” -dema ku berê xwe dabûn wir- hatin girtin, yê yekem di heman rojê de hate berdan, û yê dudiyê bi behaneya wekhevbûna navê wî bi kesekî daxwazkirî re girtî ma.
– “Asayişa Leşkerî” li Navça Reco ev hemwelatî (Celal Betal kurê Ibrahîm Xelîl/49/sal li /12/Nîsanê, Mihemed Tobal kurê Mecîd Ce’ifer/45/sal li /10/ê Nîsanê, Ewnî Reşîd Osman/58/sal li /13/Nîsanê, Sebrî Nûrî Sîdo/42/sal li /13/Nîsanê) girtin, û piştî du yan sê rojan ji bendkirin û lêkolîn û ferzkirina cezyên diravî /850/PT li ser her yekî ji wan, hatin berdan; Û herweha jî hemwelatî “Ebdo Reşîd kurê Hesen/40/sal li /16/Nîsanê” û ta niha girtî ye.
= Binpêkirinên din:
– Ji destpêka dagîrkirina herêmê ve, Milîseyên “Feyleq Elrehman û Lîwa’i Elmu’itesêm” dest danîn ser hilkêrgehan (cîgehên hilkirina keviran) li Çiyayê Lêlûn – beşê bi ser Gundê “Qîbarê” ve, û /20/ komkarên hilkirina keviran û derxistina niheteya hûr û bermaya perçekevirên girs û hûr ên kilsî (yên ji çerxedemên zû ve di karên avahiyan de têne bikaranîn), çêkirin. Û herweha jî, perçezinarên mezin bo birîngehên keviran ên li Efrînê û deverên din têne şandin, da ku, li gor bikaranîn û pîvanên têkel (lêkirina rû û zemînên avahiyan, dîkor û neqşe û çemberên derî û penceran, pêdiviyên pêjxanan, xweşikirin, kevirên kenarên rê û kolanan, kevirhilgêr…Û HWD) werin qutkirin û li ser were karkirin. Paşê jî têkevin sindoqên textîn û bi makîneyên baran ên mezin bo Turkiyê bêne şandin; Ev kiryara ku ji aliyê destlatên dagîrkeriyê û milîseyan ve tê kirin, weke dizîna malmewalên giştî û samana niştîmanî têye jimartin.
– Li 11.4.2021an, bombeyeke zemînî (ye ku di nav zeviyên herdu gundên “Kalûtê û Mezin”de – Navça Şêrewa yên di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de, hatibû çandin), teqiya. Û di encamê de herdu zarok “Diyar Hemo Hisên/11/sal û Azad Ibrahîm Hisên/12/sal” şehîd bûn, û herdu zarok “Hisên Ibrahîm Hisên/9/sal û Nisrîn Mihemed Hisên/12/sal” ji xelkê “Gundê Mezin” – dema ku pezê xwe diçêrandin -, birîndar bûn.
– Li 16.4.2021an, bombeyeke din zemînî ye li Bakurê Gundê “Kalûtê” hatibû çandin teqiya, û di encamê de hemwelatî “Remedan Mihemed Ilêwî/28/sal” cûrbecûr birîndar bû, û zarok “Remedan Cemîl Ilêwî/13/sal” bi kûranî û ta niha di nexweşxaneyeke Bajarê Heleb de tê dermankirin û tenduristiya wî di metirsiyê de ye. Û herdu jî ji heman gundî ne.
= Fewdalîzim û serberdayetî:
Teqîna makînak bombekirî – rêbend Gundê “Turindê”.
– Li 12.4.2021an, dema makînak leşkerî derbasî rêbenda Gundê “Turindê” – derbasgeha Başûr a Bajarê Efrînê bû, hate teqandin. Di encamê de endamekî milîseyan hate kuştin û pênc din jî birîndar ketin û bo Turkiyê hatin şandin.
– Li 13-14.4.2021an, di navbera du giropên ji Milîseyên “Feyleq Elşam” de, li Bajaroka “Meydankê”, bi sedema nelihevkirinê li ser parvekirina malmewalên dizînê, pevçûnin çêbûn. Û di encamê de du endamên wan hatin kuştin û hin din jî birîndar ketin
Hêviyên Xelkê Efrînê bona rizgarkirina herêma xwe ji dagîrkeriya Tirkiyê û nandozên wê ji milîseyên terorîst li cî ye û tu carî wenda nakin, û bi ser de jî pêgirê doza xwe ne û bi rik û bêdudilî berevaniyê di ber de dikin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览515
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 177
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 18-04-2021 (3 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):12-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览515
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,725
图片 106,333
书籍 19,228
相关文件 96,805
Video 1,358
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!