图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,121
图片 106,477
书籍 19,249
相关文件 96,941
Video 1,379
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (146): Gundê “Qitmê” yê talankirî, Hepsa “Çoban Begê – Elra’î” ya metirsîdar û dora deh pakrewanan
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (146): Gundê “Qitmê” yê talankirî, Hepsa “Çoban...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (146): Gundê “Qitmê” yê talankirî, Hepsa “Çoban...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (146):
Gundê “Qitmê” yê talankirî, Hepsa “Çoban Begê – Elra’î” ya metirsîdar û dora deh pakrewanan di bin işkencê de, dijîtiyên li ser sivîlan û fewdalîzma rakirina çekan.

Binpêkirinên ku nişteciyên Herêma Efrînê yên resen ên mane dikşînin ji yên di rapor û navnîşanên nûçeyan de têne ragîhandin pirtir in. Zext û tengasî rojane bê wijdan û sinc û perensîp li dijî wan têne bikaranîn, da ku werin koçberkirin û malmewdanên wan ên mane jî bidin talankirin. Vaye emê roniyê bidin ser binpêkirin û tewanên têne kirin:
= Gundê “Qitmê”:
Destdanîna ser du malan li Gundê “Qitmê” bi nivîsandina “Ehrar Elşam” li ser herdiwan.
Ew girêdayî Navça Şera ye û /4/KM ji navenda wê dûr e, ji dora /800/mal pêk tê, dora /3200/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen (25% jê Êzdî û yên din Misilman) tê de bûn, piştî dagîrkirinê tenê dora /150malbat = 450 nişte/ (piraniya wan jî temenmezin) lê man, û dora /3250/nişte ji anîndeyan lê hatin niştecîkirin, û bi ser de jî niştecîkirina di kampên li Bakur û Başûrê gund de. Di dema êrişkeriyê de minarê mizgefta gund û dora /7/malan bi piçekî hatin roxandin, milîseyan kelûpelên hundir piraniya malan ji xwarinvexwarinê de bigir ta amûr û cerên gazê û firaxên baqirî û tiştin din û herweha Terektora hemwelatî “Hemîd Wêsî” û pîkava Honday a hemwelatî “Ehmed Nebîl” dizîn, û dest danîn ser dora /650/malî, guvêşgeha zeytûna ya hemwelatî “Isma’îl Ebdo”, bêtirî /30/ hezar darên zeytûnê (jê: /5/hezar dar ên Isma’îl Ebdo) û zeviyin ji darên kîraz û mêwên tirî, bi ser de jî dest danîn ser vêla dadvanê dilovanber “Hesen Hesanî” ji “Qitmê” û bi hezaran darên zeytûnê yên zaroyên wî.
Hilweşandina minara mizgefta Gundê “Qitmê” bi topebarana Artêşa Turkiyê, Reşmeha 2018 Z.
Qutkirina darên ihracê û agirpêxistina bi daristana nêzîk Gundê “Qitmê”, 28.6.2020 Z.
Û nişteciyên resen ên mane jî rastî gelek cûreyên binpêkirinan hatin, jê: Girtina piraniya mêran û hin jinan jî bi demên têkel û herweha cezakirina wan bi bace û vêrgiyên têkel jî. Dora /60/darên zeytûnê yên hemwelatî (Sadêq Hisên Elo) û /400/ dar zeytûnê yên “Hec Ehmed Qasêm” û bi dehan darên van hemwelatiyan “Elî Koco, Yehye Dede, Beşîr Me’icûno” û piraniya darên daristana ihracê ya li Bakurê gund (ya ku agir berdaniyê jî), hatin qutkirin.
Û bi mebesta avakirina bargeheke leşkerî li Bakurê Gundê “Malikiyê” û Cîgeha “Behwarê”, dora /270/darên zeytûnê yên van bira (Hemdoş û Ehmed û Emîn Qasêm ji xelkê “Qitmê”) û /100/ dar li kêlekê yên hemwelatiyekî Gundê “Çandingehê – Elmezre’a” hatin hilkirin, û bircên toreya hevgîhandinê ya telîfona guhestok a li hafa gund hatin roxandin û dizîn.
Û di çarçewa tevgereke olî ye tundûtûj de, mala hemwelatiyê Êzdî “Henan Umer” a li çateriya gund kirin mizgeft, û “Komela Destên Sipî – Eleyadî Elbeyda’i” mizgefteke nû li gund ava kir.
Û ji xelkê gund: Li şeva 27.6.2018an, jina temenmezin “Fatmê Hemkê/66/sal – hevjîna Henan Birîm”, di encama avêtina bombeyeke desteyî bi ser mala wê ya li gund ji aliyê çekdarekî ve, şehîd ket. Û weha hemwelatî “Mihyedîn Oso/77/sal”, li şeva 25.8.2019an, di encama biservebirina mala wî ya li Taxa Eşrefiyê – B.Efrînê ji aliyê giropeke çekdar ve û lêdana mekin, şehîd bû; Û weha jina wî jî “Horiyê Mihemed Bekir/74/sal”, li 6.9.2019an, ji ber lêdana di wê şevê de û şûnketina tenduristiya wê, mir.
Û berî dagîrkeriyê jî gund pircaran ji aliyê Ezazê ve rastî êrişan hat, jê: Li Nîsana 2016an ji aliyê Milîseyên “Artêşa Azad” ve, û di encamê de /9/sivîl -di nav de jî jin û zarok- birîndar ketin û ziyanin şênberî jî gihîştinê, û weha jî li Gulana 2016an; Û weha di salên berî wê de jî gund rastî pir êrişan hat.
Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê û Ehrar Elşerqiyê û Siqor Elşam û Ehrar Elşam” gund desteser dikin, wan riya hesinî li nêzîk rawestgeha (stasyûn) “Qitmê” ya navdar vekirin û hin fergon jê dizîn, dest danîn ser tevahiya herêma “Çateriya” gund û Kolana “Vêlata” û Havîngeha “Mîdiya” û Hola “Oriya” û qedexe kirin ku xwediyên wan vegerinê -bi ser ku hin malbat ji wan li Bajarê Efrînê ne-, û malên van hemwelatiyan(Celal Ezo, Menan Yasîn, Hemîd Dede li rawestgehê, Hisên Mûrad, Ziyad Ehmed Mixtar) kirin biryargehên leşkerî, û mal û dîkanên hemwelatî “Nûrî Me’imo” jî kirin perwerdegeha çêlan.
Û nûçeyin hene dibêjin ku Zaretgeha “Birîm Sadêq” ya Islamî – Bakur Rojavayê gund û goristana wê hatiye kolan û wêrankirin, û herweha jî girê “Qitmê” yê kevneşopî jî hatiye kolandin û kinzên binerd jê hatine dizîn.
= Pakrewan “Mes’ûd Yûsêf Yûsêf” û Hepsa “Çoban Begê – Elra’î” ya metirsîdar:
Şehîd “Mes’ûd Yûsêf Yûsêf”.
Li 19.5.2021an, Saziya Malbatên Şehîdan a li ba Rêvebiriya Xweser û merivên wî nûçeya pakrewanbûna hemwelatî “Mes’ûd Yûsêf Yûsêf yê /42/salî û bavê du zaroyan” ji xelkê Gundê “Maseka” – N.Reco ragîhandin û rêweresmên sersaxiyê li Bajarê Heleb jê re çêkirin; Li Avdara 2018an di dema şer de hate girtin û bo hepseke Turkiyê hate guhestin, paşê bo Hepsa Bajaroka “Çoban Begê – Elra’î” – Herêma Babê hate vegerandin, û li gor gelek jêderan ku ew bi bêtirî /1500/ girtiyên din re -di nav de jî jin- ji hemwelatiyên Herêma Efrînê bi zorane tê de hate veşartin, û ew hemî tewşankî û bêsûc ji aliyê Milîseyên “Artêşa Niştîmanî a Sûrî ve – Elceyş Elwetenî Elsûrî” ya girêdayî Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî û bi serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê li navboriya Buhar û Havîna 2018an hatin girtin, û ji bilî wan jî yên ji aliyê hemî milîseyan ve hatine girtin û bo hepsên bi dizî yên “Mari’ê û Ezazê” hatine şandin, û tewanbariya tevan jî têkildarî bi Rêvebiriya Xweser a berê re ye.
Hepsa Bajaroka “Çoban Begê – Elra’î” ya navendî li Herêma “Babê” – Bakurê Heleb.
Piraniya girtiyên gihîştine Hepsa “Çoban Begê – Elra’î” (ji ber işkenca ku ji katên pêşî ji girtinê ve û di lêkolînên silef de dîtine) ji hal ketibûn û hestiyên hinan jî şikestî bûn, wan ta demekê ciyê xwe nizanîn û ne jî bi sedema tariya ku tê de jiyan dikirin kanîn kat û dîroka ku tê de yan jî Şev û Rojê bizanibin, her yek ji wan ji dêvla nêv nimrak dabûnê, bêtirî sal û nîvekê her danekê xwarina her yekî tim “şorba nîskê” û nanek bû, rojê tenê du caran rê didan wan ku herin “avrêjê – tiwalêt”, û yê nikanî xwe bigirta jî neçar dibû ku di şîşên naylonî de bimîze û di tûran de jî birî.
Lê şêweyên îşkencê ji yên pîstirîn girtîgehên Sûriyê yên navdar xerabtir bûn, celadên îşkencê ser rûyê wan girtî bûn û piştî ku hebeyên tevzînokê dibirin paşê mekin û tewşankî li girtiyan didan, û ji bilî wê cins bi hin jinan re û bêtarin din dikirin.
Ji ber rewşa kirêt, hemî girtî li dawiya sala 2019an bi nexweşiyên sîng û me’ide (made) yên tund ketin, û ji ber tenduristiya wan a berê jî ne rind, dora dehan ji wan di navboriya heyva Rêbendana 2020an de jiyana xwe ji dest dan bêyî ku wan bişînin nexweşxaneyan, termên wan jî bi şev ji aliyê rêveberiya hepsê ve dihatin guhestin û bi dizî di goristanekê de dihatin veşartin û bêyî ku ta niha xwedî werin agahdarkirin, û yek ji wan şehîdan jî “Mes’ûd Yûsêf”bû.
Ji Havîna 2020an ve, yanê piştî borandina du salan ji veşartina zorane di zîndangehên komane û di mercên sert de, dest bi berdana wan -carê jî hinekan- hatiye kirin û hîn berdewam e, hin jê jî ta niha çarenûsa wan di Hepsa “Çoban Begê – Elra’î” û hepsên din de ne diyar e, û me jî nikaniye hejmara wan zanibin.
Merivên girtiyan ên li ser nûçeyên zaroyên xwe hurmijî ji fêlabazî û pêkenînên diravî xelas nabin, piraniyên wan perên pir didin da ku tenê çarenûsa girtiyên xwe nas bikin an telîfonekê jê re lêxin an jî zû wan veguhêzin Efrînê û berdin, û girtiyên ku têne berdan silef(destpêkê) tînin hepseke diziyane li nêzîk Gundê “Qitmê” – B.Efrînê û çend rojan lêkolîn vê re tê kirin, di dû re tînin Hepsa “Maratê – ya fermî”, da ku di karnava çend heyvan de xwediyên wan reşwet û bace û vêrgiyên diravî ji bo berdanê (di bin navê cefayên simsar û parêzeran û dadgehê de)bidin.
Piraniya yên hatine berdan kêşeyên derûnî û tenduristî dikşînin, ji gotûbêja li ser îşkencekirinê û rojên tarî ku tê re derbas bûne direvin, naxwazin tiştên ku vêre çêbûne hewaldin, û ditirsin ku careke din werin girtin.
Ev girtin û kiryarên têne kirin tewanbariyeke li dijî mirovahiyê û binpêkirineke ji mada /70/ê ji Hevpeymana “Cinêvê ya Çaran /1949/” re ( ya ku rê nade dewleta dagîrker ku kesên parastî bigre yan bide dadgehkirin an tewanbarkirin bi sedema kiryarên kirine ya jî nêrînên ku li berî dagîrkeriyê dane..), û Destlatên dagîrkeriya Tirkiyê û sîstema “Kiwalisyona Sûrî û Hikometa wê ya Demkî û Artêşa wê ya Nuştîmanî ya Sûrî – Elceyş Elwetenî Elsûrî” di ber de berpirsiyar in, ji wan tê xwestin ku çarenûsa veşartiyên bi zorê mane xuya bikin û serbest berdin, û herweha doseyên ên di hepsan de jî mirine açiq bikin û termên wan radestî xwediyan bikin.
= Binpêkirin û fewdalîzim:
– Li vê dawiyê li Bajaroka “Reco” çekdarekî ji milîseyan êrişî hemwelatî “Emîn Mihemed Henîf Şêx Ebdî /40/sal” ji xelkê Gundê “Şêx – xwediyê dîkana firotina alavên toreya ava vexwarinê û şuştinê li sûka Reco” kir, vêca ew neçar bû ku li ber xwe bide, lê endamên “Asayişa Leşkerî” lê kom bûn û lêxistin û ew neçar kirin ku bi yê dijber re li hev were.
Weha jî li destpêka vê heyvê çekdarekî din li dijî hemwelatî “Mehmûd Elî Isma’îl” ji Gundê “Memala” (xwediyê dîkanekê li sûka Reco) êrişek pêk anî ji ber ku wî bi dên nefrotê, û bi ser ku wî li asayişê gilîk lê vekir, lê asayişê tu tişt di dermafê dijber de nekir.
– Piştî ku serkêşê Milîseyên “Lîwa’i Siqor Elşemal” yê ku bi Ehmed Xoyan”Ebo Ebdo” tê navdan li Gundê “Gemrûkê” – N.Mabeta karkirin ji gund di pala “colbana (ya ku di nav zeviyên zeytûna yên ku dest danîne ser de çandine) du rojan belaş bi kar anîn û ew jî razî nebûn weha bê pere berdewam bikin; Wî berî Cejna Rojiyê dîsa bi zorê mêrê gund kom kirin û neçar kirin ku du rojan bê pere herin palê.
– Li 16.5.2021an, kesekî ji anîndeyên ku di Gundê “Kêla” de – N.Bilbilê hatine niştecîkirin li hemwelatî “Mihemed Elî Elo/47/sal” xist û bi çekan gef lê kirin, ji ber ku wî hemwelatî nehîşt ku ew pezê xwe li ser koma şaxên zeytûna (ya ku wî ji pezê xwe re aniye) biçêrîne. Di dû re, piştî ku wî hemwelatî giliyek ji bo dijayetiya ku hatiye ser pêşkêş kir, û li şûn lêpirsîn bi yê dijber çêbibe û bê cezakirin, serkêşê Milîseyên “Feyleq Elmecid” ya li gund hemwelatî “Elo” çend katan bend û işkence kir û ji bo berdanê vêrgiyek li ser ferz kir.
– “Berevaniya Sivîl – Eldîfa’i Elmedenî” li Efrînê tekez kir ku bombeyeke teqîner ye di makînakê de hatibû çandin, li 12.5.2021an, li Taxa Pêşesaziyê – B.Efrînê teqiya, di encamê de makîne şewitî û tu ziyanên giyanî çênebûn.
– Alavên ragîhandinên xwecihî bi bîr anîn ku li şeva 19.5.2021an, du kesên nenas li ser matoreke duloqî, li hember Mizgefta “Ebû Bekir” ya nêzîk gergeha “Newroz” – B.Efrînê bombeyeke desteyî avêtin, û di encama teqînê de ciwanek birîndar ket; Herweha di heman rojê de du mêr ji anîndeyan, li kolana Reco – B.Efrînê, li ser destê çekdarekî ji Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” rastî lêdanên kêran hatin.
– Di çarçewa fewdalîzma hilgirtina çekan û bilindbûna rêjeya tewanan de, û li gor alavên ragîhandinên xwecihî, li 18.5.2021an, anînde “Mehmûd Ne’imê” ji xelkê Bajaroka “Mari’ê”, li nêzîk Gundê “Enabê” – devera Robariya, kuştî hate dîtin. Û li 16.5.2021an jî, anînde “Mihemed Elşerşot” ji Idlibê, li Gundê “Basûtê” kuştî hate dîtin.
– Li roja sekna Cejna Rojiyê 12.5.2021an, çekdarin ji milîseyan, li orta bazareke gelêrî – B.Cindirêsê, qurşînên jîndar bi bê de avêtin, wê tirs û xof di nav firoşker û bazarvanan de peyda kir û hîşt ku birevin û tiştên di nav destan de li şûn xwe bihêlin, û çekdar û diz jî hin kelûpel û pereyên ku xelkê li şûn xwe hîştine bidizin, bi ser wê de jî du jin bi sivikahî birîndar bibin.
Xelkê Efrînê bang li Hêzên Navdewletî ên li meydana Sûriyê çalak û Rêxistinên Netewên Yekgirtî ên pêwendîdar bi rewşa wê dike, da ku fişarê li Hikometa Anqerê bikin ji bo ew çarenûsa zaroyên wan ên girtî û zorane veşartî diyar bike, wan serbest berde, û dev ji girtinên zordar û bêsûcane ji Kurdên herêmê re berde.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览394
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 177
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 23-05-2021 (3 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):12-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,121
图片 106,477
书籍 19,249
相关文件 96,941
Video 1,379
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!