Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
07-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
01-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
01-05-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
29-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û hevoksazî
28-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin
23-04-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 518,989
Wêne 106,398
Pirtûk PDF 19,240
Faylên peywendîdar 96,836
Video 1,376
Kurtelêkolîn
Cihên geştiyarî yên parêzge...
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (149): Gundê “Maratê” yê binpêkirî, wêrankirin û dizîna kevneşopên “Mar Maron” û “Sîrosê”
Hevkarên Kurdîpêdiya êş û serkeftinên jinên Kurd ên hevdem di databasa xwe ya neteweyî de arşîv dike.
Pol, Kom: Belgename | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (149): Gundê “Maratê” yê binpêkirî, wêrankirin ...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (149): Gundê “Maratê” yê binpêkirî, wêrankirin ...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (149):
Gundê “Maratê” yê binpêkirî, wêrankirin û dizîna kevneşopên “Mar Maron” û “Sîrosê”, revandin û girtin û destdirêjiyên li ser temenmezinan, serberdayetî û binpêkirin.

Girtiyekî hatiye berdan ji me re got, ku destlatên Dagîrkeriya Turkiyê ciwanekî Kurd î dîlkirî û lingbibirîn, li Nîsana 2018an, bê dermankirin kirin Hepasa “Çoban Begê – Elra’î” – H. “Babê” ya metirsîdar, birîna wî azirî û kurm tê de çêbûn, û xort neçar bû ku mîza xwe di şîşakî yan qulpîkekê de kom bike û pê birînê bikewîne û derman bike; Ev yek ji wêneyên derd û êşên Efrînê ne.
Û ev jî binpêkirin û tewanên ku me belgekirine ne:
= Gundê “Maratê“:
/5/ KM ji navenda Bajarê Efrînê dûr e, ji dora /500/mal pêk tê, dora du hezar nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, tenê ji wan dora /1100/nişte man, û dora /750/ jî ji anîndeyan lê hatin niştecîkirin.
Di dema şer de du mal ên van hemwelatiyan “Ibrahîm Ehmed Sîdo, Ehmed Cirnaz” hatin roxandin, û li dema ku Milîseyên “Firqit Elhemzat” gund desteser kiriye, dest danî ser /150/malî û tevahiya heyînên wan jî dizîn, herdu malên “Mihemed Nûr Ebdela” û “Selah Osman” kirin biryargehên leşkerî, û herweha jî hemî kebil û amûr û stûnên herdu toreyên giştî yên elektirîkê û telîfona zemînî, acetên çandiniyê û du terektor ên “Hesen Qilîç, Ibrahîm Mûrad Sîdo”, mîkrobasa “Mihemed Elî Heydo” û çar matorên duloqî yên “Mihemed Ibrahîm, Se’îd Şêx Reşîd, Şerîf Cemîl, Besam Hesen”, dizîn.
Û xelkê gund rastî hemî cûreyên binpêkirinan hatin, jê: Girtinên bêsûcan ji dehan re di navboriya van sê salan de, bi ser de jî kêmrûmetkirin û işkencekirin û ferzkirina vêrgiya û cezayên diravî, û ta niha çarenûsa van girtiyan “Ebdo Henan Umer/45/sal, Xoşnav Qilîç Umer/30/sal, Ednan Cencî kurê Ednên/20/sal” ên ku zorane veşartî ne diyar e, û hemwelatiyê xort”Ciwan Mihemed Çeqelî /35/sal” ji bêtirî sê salan ve wendayî ye.
Û ji xelkê gund hemwelatî “Mihemed Hisên Alo/65/sal” li 12.3.2018an li nav zeviyê wî yê nêzîk coya ava avdanê, “Ehmed Şêx Dehdo kurê Cemêl/35/sal” li 28.4.2020an di encama teqîneke mezin de ye li pêş bazara gelêrî di Kolana Reco de li Efrînê, û “Îse Hisên/17/sal” li 24.6.2020an di encama teqîna bombeyeke bombekirî di bermîleke gemarê de li Taxa Mehmûdiyê – B.Efrînê, şehîd ketin.
Û bi ser de jî dest danî ser dora /7/hezar darên zeytûnê, hin jê yên “Fewzî Bekir, Mihemed Hisên, Bekir Sîdo, Enwer Osman” in, tevahiya vêrgiyên ku milîse li werzên zeytûna ferz dikin dighêje 50% ji berhemdayînê, herweha jî /50/dolar ceza li ser her kolandina bîreke irtiwazî, /5/hezar PS mehane li ser her terektoreke çandiniyê, û /12/hezar PS jî li ser her dîkanekê.
Û weha jî milîseyan dora /15/ darên zeytûnê yên “Mistefa Omo” ji kokê de û sê darên “gêlberiyê” yên temenmezin û weke zaretgehên pîroz dihatin nasîn qut kirin, agir berdan bi hezaran darên ihracê yên derdorê gund, û bi ser de jî çêrandina pêz bi şêwakî hovane di nav zevî û erdên çandiniyê de. Û wê milîseyê bi alavên giran Girê “Maratê” kola û hin kevneşopên nirxbuha jê dizîn, û hin gorên miriyên gund jî wêran kirin.
= Kevneşopên Mar Maron û Sîrosê:
– Jêdereke xwecihî tekez kir ku Kela “Kalûtê” – “Şêrewa” tûşî bombebaranê bû û di dema armanckirina Artêşa Turkiyê ji gund re li şeva 5.6.2021an, ziyan gihîşte dîwarên wê yên mayîn. Keleh bi /300/M li Ro’avayê gund dikeve, li sedsala yekê ya zayînê hate avakirin, di hevdema Mar Maron de kinîse bû, û di lîsteyên “Yûnisko” ya kevnetora mirovahî ya cîhanî de tomarkirî ye.
– Ji destpêka Heyva “Pûşbera” em tê de ve, careke din Milîseyên “Artêşa Elnuxbe” û serkêşê wê “Emîd Mu’itez Reslan” dest bi kolan û rêşkirina cîgeha “Nebî Horî – Sîros” û derdora wê kir. Û herweha jî Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” û serkêşê wê “Fehîm Îse”, ji nû ve girê Gundê “Dêrsiwanê” (yê ku /2/KM li Ro’avayê gund dikeve), rolinîvro û bi karanîna alavên giran û di paş bendên axî de kola, da ku li kevneşopên wê bigere û bidize, û tev jî di bin serperştî û çavdêriya Istîxbaratên Turkiyê de tê kirin. Û divê were zanîn ku biryargeheke Leşkerê Turkiyê li nêzîk cîgeha “Sîrosê” heye.
Û divê were bîrhatin ku berê jî di gelek gotaran de me tûşîkirinên ku gihîştibûn cîgehê nivîsandibûn. Weha jî Navenda Kevneşopa Idlibê ya rikber, piştî gereke şopandinê ji aliyê tîmeke wê ye pispor ve li cîgehê, li 13.7.2018an raporek li ser ziyanên ku gihîştine cîgehê bi hûrgulî û wêne belav kir. Û kesê bi “Mihemed Es’ed Elûş jî tê nasîn – bazirganê kevneşopan li Idlibê”, li navîna Heyva “Mijdarê” 2019an, li ser rûpela xwe ya Fêsbokê wêneyên tabloyên “Fûseyfîsa’î” (yên servekirî û ax ji ser rabûye û hîn di erdê de) belav kirin, û di bersiveke xwe de li ser hin pirsan weha digot (Efrîn li Nebî Horî), lê piştî ku nûçeya wî xirbeliqiyek ragihandinî çêkir belevok ji ser rûpela xwe rakir. Û di demeke berê de jî, Rewanga Sûrî ya Mafên Mirovan perçevîdiyoyek belav kir, tê de piroseyên kolan û rêşkirina cîgehê diyar kir. Bi ser de jî destlatên Turkiyê mizgeft û zaretgeha veşartgeha Romî li cîgehê çaksaz kir, da ku wê weke kevneşop û zanyariyeke Osmanî bide diyarkirin; Piştî ku guhertinek di zaretgehê de çêkir, gorgeha wê wêran kir, binzemîna wê kola û li şûnê yeke nû lêkir û gorgeha kevin bi yeke nû guhert, û herweha wêrankirina ku di Mala Romanî de kirî (ya ku şanda Sûrî – Libnanî li salên 2006-2011an ew cara yekê dîtiye û dayî çaksazkirin û ji nû ve ava kiriye – li gorî rapora Navenda Kevneşopa Idlibê ya rikber û li 13.7.2018an belavkirî). Û di dema talana herêmê de jî, li Avdara 2018an, dizîna heyîn û kolana meydan û qutkirina darên wê, ji aliyê milîseyan ve; Û divê bête zanîn ku cîgeha “Sîrosê” li ser lîseteyên “Yûnîsko” ya Kevnetora Mirovahî ya Cîhanî hatiye danîn.
Ev tûşîbûn û destdirêjiyên ku bi rengekî fere û rêbazkirî li dirêjiya bêtirî sê salan li ser tevahiya cîgeh û girên kevneşopî li Herêma Efrînê hatine kirin û hîn jî têne kirin, ji herdu Hevpeymanên “Lahay – /1907/ û /1954/” û herdu pirotokolên “Yek û Dudu/1977/” ên li Her çar Hevpeymanên “Cinêvê” hatine zêdekirin re binpêkirineke mezin e, û rade yek jî Turkiyê di ber de berpirsiyar e, ji ber ku wê bi artêşa xwe herêm dagîr kiriye û desteseriya xwe rasterast li ser ferz dike.
= Revandin û girtinên bêsûcane:
– Li 27.5.2021an, rêbenda “Asayişa Leşkerî” li “Gergeha Katijmêrê – Elsa’e” li Bajarê Ezazê, herdu bira “Elî/30/sal û Reşîd /27/sal kurên Mistefa Reşo” ji xelkê Gundê “Dêrsiwanê”- N.Şera girtin, û piştî heftakê ji işkenceyek mekin, ferzikirina hezar pereyên Turk li ser her yekî ji wan, û pêşberîkirina herdu biryarên berdana wan li ba “Dadgeha Efrînê” di piroseyeke berê de ji aliyê merivan ve, ew berdan.
– Li 1.6.2021an, Istîxbaratên Turkiyê hemwelatiyê ciwan “Dêrsim Hemo kurê Mihemed Elî” (yê ji xelkê Gundê “Çiyê” – N.Reco û li Gundê “Avrazê” – N.Mabeta rûdine), bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re girtin, birin Navenda “Asayişa Reco” û di bin işkencê de bêtirî heftakê lêkolîn vê re kirin, û di dû re guhestin Hepsa “Maratê” li Bajarê Efrînê. Divê were zanîn ku ew berê jî li Nîsana 2018an hatiye girtin.
– Li 2.6.2021an, hemwelatiyê ciwan “Mihemed Xelîl Îbiş” ji xelkê Gundê “Îska” – Şêrewa ji aliyê rêbenda Gundê “Turindê” ya leşkerî ve – derbasgeha B.Efrînê ya Başûr hate girtin, û ew berê jî carekê ji aliyê Milîseyên “Feyleq Elşam” ve hatibû girtin.
– Li 6.6.2021an, Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” hemwelatî “Mihemed Ehmed Birîm, Behrî Xelîl Birîm, Ebdo Fayêq, Şêx Hesenê Dînik” ji xelkê Gundê “Miskê Jorin” revandin (bi ser ku herduyên paşin ji Turkiyê hatin gund û di dema Rêvebiriya Xweser a berê de ne li wir bûn), ew birin hepsa xwe ya li Gundê “Axcelê” – N.Cindirêsê, piştî du rojan sisê ji wan berdan, û li 11.6.2021an jî ciwan “Mihemed Ehmed Birîm” berdan, piştî işkencê û ferzkirina vêrgiyên diravî li ser wan.
– Destalatên dagîrkeriyê li Bajarê Efrînê hemwelatî “Ebdo Cemîl Qurtê/30/sal” ji xelkê Gundê “Şîlte’itê – N.Şera” heyvekê girtin, û li destpêka Pûşbera em tê de ew berdan.
– Li kat heft ji Sibeha 6.6.2021an, li nêzîk çateriya Gundê “Coqê” – riya Reco, giropeke çekdar riya hemwelatî “Ehmed Reşîd Dawod/52/sal” ji xelkê Gundê “Avrazê” – N.Mabeta girtin – dema ku bi matora xwe ya duloqî ji Bajarê Efrînê diçû gund da ku di nav zeviyên xwe yên zeytûna de kar bike – û bi behaneya ku ji “Asayişa Leşkerî” ve tê xwestin, lê zor kirin ku vegere Efrînê. Û dema ku nikanîn bibin nav zeviyên zeytûna yan riyeke şaxeyî da ku wî bikujin an birevînin, ew neçar kirin ku bisekine û qurşîn avêtin ling û bi deraqê fîşekan û qundaqên çekan li serî xistin û paşê jî reviyan. Bi ser ku rê ji rêwî û makînan mişt e, lê tu kesî newêrî dijker biseknandana ya jî bigirtana. Û kesê dijberbûyî jî bo “Nexweşxana leşkerî” ya B. Efrînê hate şandin û paşê jî bo Nexweşxana”Bab Elhewe” hate rêkirin, da ku piroseya teraşîkirinê jê re were kirin û bête dermankirin.
Herweha destlatên dagîrkeriyê ev girtî berdan:
– Li 7.6.2021an, hemwelatî “Henan Elî Erefo” ji xelkê Gundê “Qîbarê” – B.Efrînê, piştî sê sal û sê heyvan ji girtin û veşartina zorane, hate berdan.
– Li 3.6.2021an, hemwelatî “Ebdîn Elî Hemo/30/sal” ji xelkê Gundê “Şîlte’itê” – N.Şera, piştî girtina sê sal û çariyekê, hate berdan; Û li 4.6.2021an jî hemwelatî “Horîk Reşîd Silo/30/sal” ji heman gundî, piştî sê sal û meh û nîvekê ji girtinê hate berdan. Herdu girtiyan piraniya dema bendkirinên xwe veşartî di Hepsa “Çoban Begê – Elra’î” – Herêma Babê de derbas kirin.
= Fewdalîzim û serberdayetî:
– Jêdereke xwecihî tekez kir ku /9/endamên “Hey’it Tehrîr Elşam – Cebhit Elnesra” li 2.6.2021an, li nav Bajaroka Reco geriyan, paşê berê xwe dan biryargeha “Encûmena Xwecihî” ya bi ser Turkiyê ve, da ku ji wan re kertên danasîna kesayetiyê -weke yên bi zorê ji nişteciyên herêmê û anîndeyan re dertîne – derîne.
-Li 7.6.2021an, perçevîdyok hate belavkirin tê de diyar dibe çawa çekdarek êriş “dermansazekî” dike, û bi çekê wî gef dike;Û li gor jêdereke ragîhandinî ye xwecihî ew bûyer di dermanxana “Elhekîm” de, li Bajarê Efrînê, di dermafê ciwanekî anîndeyan de pêk hatiye. Di dû re vîdyoke din bi awakî cersandî hate belavkirin, diyar dike ku endamên “Asayişa Leşkerî” kesê dijker girtine û dane ber lêpirsînê. Divê were zanîn ku rojane weke vê bûyerê bi Kurdan re (xwediyên firoşgeh, dîkan, dermanxanan û yên din re) di bajêr û gundên wê de çêdibin, çi bi kêmrûmetkirin an bi ferzkirina vêrgiyan an jî bi zorê birina kelûpelan û kirina karekî bêperedandin. Bi ser de ew newêrin giliyekî pêşkêş bikin û ne jî vîdyoyekê belav bikin, û ger ew giliyekî vekin, destlatên Turkiyê dijkeran ceza nakin û ger tiştekî bikin jî – li ser hesabê yê ku zor hatiye ser – herdu aliyan li hev tînin. Û divê bête zanîn ku çekdar bi rengekî fere daxwaza libên “Sodavîd, tiramadol û yên wek biyogolîn” û hin dermanên din ên “kêfa mirov tînin” ji dermanxanan dikin û bi xwediyan re dikevin gelşeyan, ji ber ku ew derman bê rêdana bijîşkan nayên firotan.
– Li 7.6.2021an, avêjteyek ji yên ku Artêşa Turkiyê ji cîgeha xwe ya nêzîk Bajaroka “Celemê” bi aliyê “Çiyayê Lêlûn” ve avêtine, bi ser çadireke anîndeyên Bajaroka “Encarê” – gundewarê Heleb a Ro’ava ye li Gundê “Îska” ve ket, di encamê de ziyanên şênberî çêbûn û keça “Receb Cum’a” ya zarok hate kuştin.
– Li siba 8.6.2021an, makînak teksî bi bombeyeke teqîner li kolana mizgeftê ya li Taxa Mehmûdiyê – B.Efrînê hate teqandin, û ziyanên şênberî çêbûn. Û jêderên ragîhandinî yên xwecihî tekez kirin ku makîne yê serkêşekî Milîseyên “Ehrar Elşam – Ebû Umer Şerqiyê” yê li taxê ye, û ev rengteqîn li wir tên dubarekirin.
= Binpêkirinên din:
– Li hefta borî Milîseyên “Lîwa’i Semerqend” (ya ku Bajaroka “Kefirsefrê” desteser dike) dijayetiya hemwelatî “Necîb Îso/50/sal” kirin û mekin lêxistin, û ew çekirin hewşa mala wî. Ji ber ku wî red kir ku binzemîna (qebû) xwe (ya ku ji pêdiviyên mal û gerekiyên dewarên xwe re weke embar bi kar tîne) radestî wê bike.
-Li Berbanga 7.6.2021an li kat çar, çekdarin serçavgirtî êriş mala temenmezinê Kurd “Ehmed Hemo kurê Hesen/77/sal- ji xelkê Gundê Erendê – N.Şiyê” li Bajarê Cindirêsê kirin, hevjîna wî “Feyme/75/sal” girêdan û di dema avdazê de dev girêdan, piştî ku mêr jî girêdan û dev girtin mekin lêxistin, û zêrmêr û guharên jinikê û katjimêra di destê wê de û tibabeke diravî û zêtê zêtûna ji malê dizîn. Û “Hemo” li ser rûpelên hevgîhandina civakî di vîdyoke belavkirî de got ku ew di bin işkencê de neçar ma ku kilîta mala xwe bide wan, piştî pênc rojan ta niha ew ji ber derzandinên govdê xwe dêşe, dizan hemî tiştên buha ji mal dizîn, û divê bête zanîn ku milîse bi rengekî pir li dor mala wî hene.
– Ji dema ku Milîseyên “Lîwa’i Elşemal” tewanbariya destdirêjiya li ser jinin anîndeyan di hemwelatî “Xalêd Ne’isan” ji xelkê Gundê “Avrazê” – N.Mabeta dane ve, li şeva 5.5.2021an êriş malê kirin û hejmarek mêrên gund bendkirin û lêxistin, malbata “Xêlid” û “birayê wî yê nexweş tevî bavê wî yê kal” û malbata “Yûnis Ehmed ê di mala xwîşka Xêlid de rûniştî” ji gund qewitandin, û li şûnê sê malbat ji anîndeyan dan rûnişkandin, û piştî gelek sozên dane hîn ji xwediyan re venegerandine, li rex ku berê mala “Şe’iban Ne’isan – birayê Xêlid” dest danîne ser.
– Jêdereke xwecihî tekez kir ku Milîseyên “Feyleq Elşam” hemî acet û amûrên guvêşgeha zeytûna li Gundê “Diraqliya – N.Şera” ya hemwelatî “Selah Eldîn Seydo Ûr’reş” ji xelkê Gundê “Ebûdanê” ji Buhara 2018an ve dizîbûn, lê dema li vê dawiyê “Seydo” agahdar bû ku guvêşgeha wî li ciyekî din li navçê ye û ji aliyê wê milîseyê ve tê bikaranîn, ew hewil dide ku giliyekî pêşkêşî destlatên dagîrkeriyê bike û guvêşgeha xwe vegerînê, lê ew bi tirs e ku bi sedema wê rastî dijberiyan were.
= Di çarçewa hewildanên hevojtina anîndeyan bi aliyê wergirtina malmewdanan û kûrkirina niştecîkirinê ve, hin bazirganên Bajaroka “Encarê gundewarê Heleb a Ro’ava zeviyek zeytûna (450 dar) e hemwelatî “Xelîl Mihemed Hec Ebdo – ji xelkê Bajaroka Kefirsefrê” û li kêlek Gundê “Yalanqozê” – N.Cindirêsê, her darek bi buhaya /450/ dolarî kirîn, ji bo avakirina avahiyan danparvekirin, û firotina her mitrek çarkoşe jê bi /8/dolaran ragîhandin.
Ev “Herêma Aram” e! Ya ku Erdoxan û partiya wî (AKP) û mirûdên wî (Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî, milîseyên nandoz, şêx û şoreşciyên) ji dema talana wan ji Herêma Efrînê re û ta niha li ser dipeyivin, na kok ne weha ye, ne aramî û ne hêminî heye, gendelî giştiyankirî ye, û guhertina demografî û tewanên şer û yên li dijî mirovahiyê bi rengekî fere û rêbazkirî têne kirin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Ev babet 620 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Gotarên Girêdayî: 177
Belgename
Dîrok & bûyer
Kurtelêkolîn
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 13-06-2021 (3 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Werger
Şêweya belgeyê: Dîjîtal
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 620 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Jiyaname
Viyan hesen
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Cihên arkeolojîk
Temteman
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Jiyaname
AYNUR ARAS
Kurtelêkolîn
Rojhilatê Kurdistanê û rawestan di hember paradoksa Komara Îslamî de
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Jiyaname
RONÎ WAR
Jiyaname
Necat Baysal
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Kurtelêkolîn
Îdolojî çi ye û axo “Kurdayetî” îdolojî ye?
Jiyaname
Kerim Avşar
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Kurtelêkolîn
Pîlana dagîrkeran bo çêkirina nakokî di navbera Kurdan de
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Kurtelêkolîn
Antolojiya xebata medenî (hewcehiyên xebata medenî) – Beşa 1em
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Jiyaname
KUBRA XUDO
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û hevoksazî
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Kurtelêkolîn
Birîndar hevşêweyê formek ji hebûnê
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê

Rast
Kurtelêkolîn
Cihên geştiyarî yên parêzgeha Îlamê – Beşa 1em
07-04-2024
Aras Hiso
Cihên geştiyarî yên parêzgeha Îlamê – Beşa 1em
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
24-04-2024
Burhan Sönmez
Rojnameya Serbestî
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Şekroyê Xudo Mihoyî
Babetên nû
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
07-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
01-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
01-05-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
29-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û hevoksazî
28-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin
23-04-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 518,989
Wêne 106,398
Pirtûk PDF 19,240
Faylên peywendîdar 96,836
Video 1,376
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Jiyaname
Viyan hesen
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Cihên arkeolojîk
Temteman
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Jiyaname
AYNUR ARAS
Kurtelêkolîn
Rojhilatê Kurdistanê û rawestan di hember paradoksa Komara Îslamî de
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Jiyaname
RONÎ WAR
Jiyaname
Necat Baysal
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Kurtelêkolîn
Îdolojî çi ye û axo “Kurdayetî” îdolojî ye?
Jiyaname
Kerim Avşar
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Kurtelêkolîn
Pîlana dagîrkeran bo çêkirina nakokî di navbera Kurdan de
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Kurtelêkolîn
Antolojiya xebata medenî (hewcehiyên xebata medenî) – Beşa 1em
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Jiyaname
KUBRA XUDO
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û hevoksazî
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Kurtelêkolîn
Birîndar hevşêweyê formek ji hebûnê
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.359 çirke!