图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,026
图片 106,411
书籍 19,244
相关文件 96,883
Video 1,377
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (160): Gundê “Qurtqilaqê” û heyamên metirsîbûnê, kuştina mebestkirî ji hemwelatiyekî Kurd re
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (160): Gundê “Qurtqilaqê” û heyamên metirsîbûnê...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (160): Gundê “Qurtqilaqê” û heyamên metirsîbûnê...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (160): Gundê “Qurtqilaqê” û heyamên metirsîbûnê, kuştina mebestkirî ji hemwelatiyekî Kurd re û yekî din jî jiyana xwe ji dest dide, girtinên bêsûcane, dizîn li Gundê “Gemrûkê”, vêrgî.

Bi ser ku Turkiyê û Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî dibêjin ku piraniya giropên çekdar ên Sûriyê yên bi ser wan ve di çarçewa “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî – Elceyş Elwetenî Elsûrî” de bûne yek, û şalyarê bergiriyê û rêvebiriya erkanê serpereştiya wê dikin, lê dîsa jî ew weke milîseyên bêserûber û serberdayî ne, nandoziyê û tewananan dikin, û ji bo nelihevkirina li ser tişmiştên dizînê, çarçewên bandoriyê û malmewalên ku dest danîne ser li hev dixin; Û ew in ên ku gendeliyê belav dikin, û Anqerê jî çandina fîtnan û ferzkirina piroseyên jihevşelandinê û ji nû ve bihevxistinê di nav wan de berdewam dike, da ku tim pêve girêdayî û kontirolkirî bin, weke çawa li vê dawiyê “Odeya Piroseyên El’ezim” çêkirî û gizgizî û nakokiyên vêre di nav wan de derketine.
Evên jêr jî beşek ji binpêkirin û tewanên ku li Efrînê pêk tên:
= G .”Qurtqilaqê”:
Bi Navça Şera ve girêdayî ye û /9/KM ji navenda wê dûr e, ji dora/200/malan pêkhatî ye, dora/900/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen û /100/nişte ji pêkhateya Ereb têde bûn, tev ji ber bombebaranê jê penaber bûn, dora /300/nişte vegerîn û yên mayîn jî koçber bûn, û /110malbat=650nişte/ji anîndeyan lê hatin niştecîkirin.
Hin malên roxandî li G.”Qurtqilaqê” – N.Şera.
Di dema şer û topebaranê de, dora /20/malan bi tevahî hatin wêrankirin, jê malên”Mûrad Cum’a Hac Mûrad, Mihemed Hac Mûrad, Menan Hac Mûrad, Hac Mûrad Cemal Mûrad, Ehmed Hac Mûrad, Ebid Elrehman Cemal Miqdad, Mihemed Mûşo, Cemal Hac Mûrad, Elî Mihemed Mûşo, Hemîd Şebab Mûşo, Ferîd Hemîd Şebab, Ekrem Tahêr, Tahêr Ibrahîm, Mihemed Ibrahîm, Îbiş Berekat, Henan Elî Îbiş, Mihemed Şêx Ehmed, Luqman Şêx Ehmed, Welîd Mislim kurê Ehmed”, û /3/mal jî bi piçekî, û weha guvêşgeha zeytûna ya hemwelatî “Ehmed Hac Mûrad” (ê ku ji nû ve çaksaz kirî û bi kar aniye) hate roxandin û hin alavên wê hatin dizîn. Û herweha ji xelkê gund ev hemwelatî “Luqman Mirsêl û zaroka wî, Se’îd Mihemed kurê Hebîb/50/sal” di dema bombebarana Bajarê Efrînê de, li 15.3.2018an şehîd ketin, û termên wan, li orta bajêr, di goristaneke nûçêkirî de (ye ku destlatên dagîrker li navîna Tîrmeha borî termê /71/şehîdên şervan û sivîl jê derxistine û gotine ew “goristaneke komane” ye) hatin veşartin.
Pakrewan “Se’îd Mihemed Hebîb” – G. “Qurtqilaqê”, Efrîn 15.3.2018 Z.
Di dema talana gund de li 10.3.2018an, Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” piraniya heyînên malan, ji xwarin vexwarinê de bigir ta raxistek, firaxên baqirî û amûrên enerciya elektirîkê ya royê û hin tiştên din dizîn, û herweha /20/makîne û tirektor, û acetên çandiniyê dizîn, ên ku piranî piştî dandina vêrgiyên diravî hatin vegerandin; Û weha jî kebil û hin stûnên toreyên elektirîkê û telîfona zemînî yên giştî, û beşek ji acetên guvêşgeha “Hac Ehmed Mûrad” (ê ku piştî dandina vêrgiyeke diravî mezin ji dizan vegerandine) dizîn.
Û navenda ihracê ya berê ya li Rojihilatê gund ji xwe re kirin leşkergeh, û mala hemwelatî “Welîd Mislim kurê Ehmed” jî kirin biryargeheke leşkerî.
Û /30%/vêrgî li ser berhema werzên hemwelatiyên ne li gund û /10%/li ser ên li gund ferz dikin.
50% ji darên daristanên ihracê yên di navêna gund û Gundê “Kortikê” yê Rohilat ve (yên ku sala 1980 hatine çandin û rûbera wan /650/KM çarkoşe ye) bi sedema qutkirina bê wijdan ji bo êzingkirinê û hin şewtandinan, hatin wêrankirin.
Şewatek li daristaneke ihracê li Rohilatê G.”Qurtqulaqê”, Tîrmeha 2018an.
Û herweha milîseyan dora /400/ darên zeytûnê yên “Fayêq Ebdo” bi şêwakî hovane qut kirin, /100/darên din ên “Cum’a Elî Berekat, Yasêr Hec Mûrad û birayên wî” li Tebaxa 2019an hilkirin, hin darên Sindiyanê yên temenmezin li zaretgeha “Şêx Ebid Elqadêr Gêlanî” ya Islamî ya li Başûrê gund jî qut kirin, û gorgeha wî wêran kirin û tevdan, girek li nêzîk istasyona tirênê û hin cîgehên li dor gund ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên veşartî û dizîna wan kolandin, û bi ser de jî kêlikên hin tirbên gund tarûmar kirin.
Û xelkê gund rastî rengereng binpêkirin û tewanan hatin, jê girtin, revandin, işkencekirin, perestandin û yên din, yanê di navboriya sê sal û nîvê borî de, dora nîvê nişteciyên gund ên resen ên mane, bi tewanbariya têkliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re hatin girtin, işkencekirin û vêrgiyên diravî li ser hatin ferzkirin; Û ji /11/ Tebaxa ku em tê de, û bi tewanbarkirin hin hemwelatiyên gund bi kuştina kesekî ji anîndeyan ji heft heyvan ve, Milîseyên “Asayişa Leşkerî” bi serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê û hevkariya Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” bêtirî bîst hemwelatiyan -di nav de jî jin- girtin, hin jê berdan û careke din girtin, û ta niha “Xelîl Arêf Minle – keyayê gund, Muhemed Şêx Ehmed kurê Ehmed, Ednan Şêx Ehmed kurê Ehmed û hevjîna wî Fatme û herdu zaroyên wan, Ednan Berekat kurê Berekat, Egîd Mûşo kurê Mihemed, Ebid Menan Mûşo, Ciwan Ebdo kurê Henên” bendkirî û çarenûsên wan ne diyar in, û li şeva Çarşemê 25.8.2021an “Fêsel Arêf Umer” jî girtin; Bi taybetî jî niha li gund heyamên tirsê serwer in, û ji tirsa girtinên tewşankîne, lêdan û tevdana xilyewiyan, ne pir girîng be kesek newêre ji mal derkeve yan têkliyê bi derve re bike û li ser rewşa gund bi’axive, ji ber ku ew di bin çavdêriyeke mekin de ne.
Şûneşopên işkencekirinê li ser govdê hemwelatiyê girtî “Xelîl Arêf Minle” ji xelkê G.”Qurtqilaqê”, Tebaxa 2021an Z
Weha keyayê gund ê berê “Ayat Mihemed Umer” jî piştî salekê ji dagîrkeriyê, bi sedema fişarên mekin ku li ser hatine çêkirin, ji gund reviya, û serkêşê milîseya ku li gund dest danî ser hewşa wî (ya ji maleke nûjen û hin dîkanan pêk tê).
Û ji aliyekî din ve, û di pêvajoya tevgereke olî ye tundrew de li herêmê, xelkê gund hatin neçarkirin ku herin mizgeftê, bi nimêj û rojiyê pêgir bin, û bi ser de jî amojgeheke lezberkirina “Qur’anê” lê vekirin.
Lê Gundê “Qutqilaqê biçûk” yê hevcîwar û ji /30/ malî pêkhatî, piraniya nişteciyên wê yên resen têde man, û ew jî weke cîranê xwe tûşî dizînê û binpêkirinên cûrbecûr hat.
= Kuştina mebestkirî ji hemwelatiyekî Kurd re û yekî din jî bi teqîna bombeyeke zemînî jiyana xwe wenda kir:
– Li Berbanga Yekşêmê 22.8.2021an, hemwelatî “Ridwan Ebid Elrehîm Henan /50/sal” ji mala xwe li Gundê “Gundê Mezin” – Bajarê Efrînê bi tirektora xwe derket, bi mebesta ajotina zeviyê xwe yê zeytûna yê li ser riya ku dighêje Gundê “Dargirê” yê hevcîwar – Navça Mabeta, û ta êvarî venegerî, lê dema ku merivên wî lê geriyan, wan dît ku tirektor sekiniye, termê wî jî li ser erdê gêrkirî ye, girêdayî û kuştî ye, û li ser jî şopên işkencê û çend qurşînan hene; Û li roja din û di nav xemgînî, êş û şermezarkirina xelkê herêmê ji wê tewana bi rûbet re, cendeka wî hate binaxkirin. Şehîd “Ridwan” ji malbeteke halxweş e, piştî dagîrkirinê milîseyan dest danîn ser hejmarek malmewdanê malbatê, jê Dibistana “Ezhar Efrîn a Taybet” a li orta B.Efrînê û hêzên Turkiyê ji xwe re kirine biryargeheke leşkerî, û sê mal/vêle li gund; Û piştî ku” Mu’itez Elebdela serkêşê Lîwa’i Elxab – Elhemzat” tevî giropa wî ya çekdar, piştî ku “pêşengiya Firqit Elhemzat” stubariyên wî ji dest girtin û bi zorê ew qewitand, li 29.7.2021an jê derket, û hewilda ku heyîn û tiştmiştên wan malên têde bidize, lê dilovanberê ku li bajêr rûdinişt û berê nikanî malên xwe vegerandana hate gund, û nehîşt dizînê bike, ji ber wê pir gefgur jê re hatin ta ku bêsûc û mebestkirî hate kuştin.
Pakrewan “Ridwan Ebid Elrehîm” – G. “Gundê Mezin”- Efrîn, 22.8.2021 Z.
– Li Sibeha 16.8.2021an, “Elî Mihemed Hemreşo/20/sal” di encama teqîna bombeyeke zemînî de jiyana xwe wenda kir; Ew ji Gundê “Beradê – Çiyayê Lêlûn/ Şêrewa” hatibû koçberkirin, û li Gundê “Kalûtê” – Şêrewa ya di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de rûniştibû.
Pakrewan “Elî Mihemed Hemreşo”- G.”Beradê”- Şêrewa, 26.8.2021 Z.
= Girtinên bêsûcane:
– Li 1.8.2021an, hemwelatî “Mihemed Şêxo kurê Cemîl/31/sal” ji xelkê Bajaroka Şiyê, piştî ku ji Heleb çû Minbicê, û bi riyên diziyane beramberî dandina vêrgiyeke diravî derbasî herêmên dagîrkirî bû, ew ji aliyê rêbendeke çekdar e milîseyên bi ser Turkiyê ve hate girtin, bo hepsa Bajaroka “Çoban Begê – Elra’î” hate birin, û ta niha çarenûsa wî ne xuya ye; Û hêjaye were zanîn ku wî malbata xwe li Helebê hîştiye, û dixwast here bajaroka xwe li Efrînê û li kêlek bavê xwe yê nexweş bisekine.
– Li 18.8.2021an, hemwelatî “Mihemed Hisên Şêxo/56/sal” ji aliyê rêbendeke leşkerî, li nêzîk pira çateriya Bajarê Ezazê, bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, hate girtin û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.
– Li Roja Yekşemê 22.8.2021an, “Hêvîn Ebdîn Xerîbo/20/sal”, û li roja din “Lîne Zekeriye Îbiş/22/sal” ji xelkê Bajaroka Be’idîna, ji aliyê “Asayişa Leşkerî li Reco” ve hatin girtin, û piştî rojekê û dandina du hezar pereyên Turk a yekê hate berdan, û ya dudiyê jî birin Hepsa Maratê – Efrîn.
– Li 24.8.2021an, hemwelatî “Îmad Ehmed Pe’ipo/35/sal, Farûq Henan Kosere/65/sal” ji xelkê Gundê “Şêxûtka” û “Mistefa Mehmûd Mistefa/46/sal” ji xelkê Gundê “Emara” yê hevcîwar, ji aliyê Milîseyên “Asayişa – Mabeta” ve û bi hevkariya “Ceyş Elnuxbê” hatin girtin, û da ku bêne berdan, ji her yekî /1500/PT dixwazin.
– Li 24.8.2021an, “Mihemed Reşîd Mûrad kurê Weqfî” ji xelkê Bajaroka Kefirsefrê, piştî vegera wî ji Heleb bo Bajarê Cindirêsê bi du rojan, mala ku demkî lê dima, bi şev ji aliyê giropeke çekdar ve hate dorpêçkirin û hate girtin, û ta niha çarenûsa wî ne bêlî ye.
= Binpêkirinên din:
– Ji destpêka vê Tebaxê ve hejmara dizînên -ne kêmtirî bîstan- dîkan û malên hemwelatiyên Kurd li Gundê “Gemrûkê” – N.Mabeta (yê ku Milîseyên “Lîwa’i Siqor Elşemal” û serkêşê wê “Ehmed Xoyan – Ebû Ebdo” wê desteser dikin) pir dibe, mîna dizîna tibabên diravî, firaxên baqirî û telîfûnên xilyewî, jê hin dora (5 milyon PS, 4 milyon PS, 3 milyon PS) ên sê hemwelatiyan in, û mêrên gund newêrin xewkin da ku malên xwe biparêzin.
– Li şeva Pêncşemê 26.8.2021an, “Merwan Elî Merwan ê/3/salî” li pêş malê, li Gundê “Bircqasê” – Şêrewa (yê ku di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de) qurşîna Milîseyên dagîrkeriya Turkiyê yên li hember gund lêket, bo nexweşxaneyeke Bajeroka “Elzehra’i” hate rêkirin û piroseyeke neştergeriyê (tereşiyê) jê re hate çêkirin, da ku tenduristiya wî baş bibe.
– Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” yên ku Gundê “Turindê”- Efrîn deseteser dikin, li ser her hiktareke erd ku li rex coyên ava Benda Meydankê, ji bo her carek avdanê /60/ hezar PS bace ferz dikin.
– Rêbenda çekdar a Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” a nêzîk Gundê “Astêr” – B.Efrînê, li ser her otombîleke berve Çemê Efrînê dere /10/PT vêrgî ferz dike.
– Li 26.8.2021an, giropeke ji anîndeyan li Gundê “Coqê” – B.Efrînê mekin li hemwelatî “Leyle Hac Mehmûd – jinebiya dilovanber Xalêd Şêxo” û lawê wê xist, bi sedema ku wê -piştî sê sal û nîvan pir giliyên berê yên bêsûde- daxwaza radestkirina mala xwe ya ku dest danîne ser kiriye. Weha jî hin çekdaran ji Milîseyên “Firqit Elhemzat” di heman rojê de, dora /20/tirbeyên goristana gund tarûmar kirin.
Ji bo gerantiya vegereke xwebexş û aram ji penaber û koçberên tevaya herêmên Sûriyê re, ev pêdivî gerek in: Yek: Vekirina derbasgeh û riyên bi ewle û aram e, û herweha danîndina rêgirekê ji rûdana revan û bazirganîkirina ademîzadiyê yan revandin û girtinên bêsûcane re, dudu: Hemî pêngavên ku gerek ji aliyê destlatên hene ve werin avêtin, da ku xelkê me yên vedigerin rastî tu binpêkirinan netên, metirsî li ser jiyana wan çênebe û kanibin malmewdanên xwe vegerînin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览377
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 109
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 29-08-2021 (3 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):12-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览377
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,026
图片 106,411
书籍 19,244
相关文件 96,883
Video 1,377
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!