Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 518,791
Immagini 106,381
Libri 19,237
File correlati 96,833
Video 1,376
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (167): Gundê “Zerka”, girtina sê xwîşkan û veşartina hevjînên wan bi awakî zorane, “Elemşe”
Gruppo: Documenti | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (167): Gundê “Zerka”, girtina sê xwîşkan û veşa...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (167): Gundê “Zerka”, girtina sê xwîşkan û veşa...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (167): Gundê “Zerka”, girtina sê xwîşkan û veşartina hevjînên wan bi awakî zorane, “Elemşe” rêjeya 25% vêrgî li ser werzê (mûsimê) ferz dike, rewşeke hînkirinê ye ne baş, pevçûn û teqandin .

Turkiyê serpereştiya xwe ji terorîstan re didomîne û wan ji şopandin û armanckirinê diparêze, û piştî sozên xwe yên derew ji Rûsiya re ku ewê hebûna wan li Idlibê bi dawî bike, rabû li vê dawiyê giropin ji “cîhadîstên biyan” guhestin Bajarê Efrînê, û ew kirin navendên taybet li taxên Eşrefiyê, Mehmûdiyê û Vêlata.
Vaye li jêr komek ji binpêkirin û tewanên bûne ne:
= G.”Zerka“:
Bi Navça Reco ve girêdayî ye, /11/KM ji navenda wê dûr e, ji dora/75/malan pêk tê, dora/300/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, tev di dema êrişkeriya hatiye ser de penaber bûn, jê /33malbat=120nişte/vegerîn, û dora/30malbat=150nişte/ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
Milîseyên “Feyleq Elmecid”desteser kirin, û dest danîn ser dora /45/malî tevî tiştmiştên tê de, bi ser de jî dizîna piraniya kelûpelên malên din ji xwarinvexwarinê de bigir, ta firaxên baqirî, amûrên elektirîkê, cerên gazê û hin tiştên din, herweha jî /4/tirektorên çandiniyê yên van hemwelatiyan “Mihemed Umer, Fehmî Mihemed Ebid Elqadêr, Henan Ehmed, Hesen Eslan”, makînak pîkab a “Henîf Reşîd” û deh matorên dutekerî.
Herweha jî dest danîn ser avahiya tîmargeha mirîşkan a “Horîk Dawod” û /5/hezar darên zeytûnê û rezên tirî yên koçberên zorane, 50% weke vêrgî li ser berhema malûmilkên hemwelatiyên ne li wir -ên ku hin ji ber wan ve hiltînin- ferz dikin, û hersal ji malbatên ku li gund mane /125-150/teneke zêtê zeytûna (16KG zelal) distînin.
Weha jî wan tevaya daristana ihracê ya li hember gund a rûberiya xwe /15/hiktar, û beşek mezin ji darên Çiyayê “Bilêl” ê bi ser gund ve qut kirin, weha jî qutkirina bêwijdan ji darên zêtûnê yên dest danîne ser ji bo êzingkirin û bazirganiyê, bi ser wê de jî çêrandina keriyên pêz bi şêwakî hovane di nav erd û zeviyên çandiniyê de, û agirpêxistina bi darên behîvê li çateriya gund.
“Daristaneke ihracê li hember G.”Zerka” – N.Reco ye berî dagîrkirinê, bi tevahî hatiye qutkirin.”
“Zeviyeke Darên Behîvê ye ku li G.”Zerka” hatiye şewtandin.”
Û herweha jî wan ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzan û dizîna wan, bi awakî fere Çiyayê “Bilêl” kolan û tevdan.
Û xelkê gund rastî rengereng binpêkirinan hatin, ji girtinên bêsûcane de bigir, ta işkencekirin, pere û şênberbirin, pozquretî û bikaranîna bê kirê ji mêran re di kar û baran de, û herweha hin binpêkirinên din jî.
Û pîrejin “Emîne Mistefa/92/sal – hevjîna Eslan Mistefa” ji xelkê gund, li 5.3.2018an, di encama armanckirina Artêşa Turkiyê ji otombîleke hilgêran re (ye ku giropek penaber ji wan diguhest, û dema ku sibehê li nêzîk Gundê “Berbenê re- N.Reco” derbas dibû) şehîd ket, û di heman otombîlê de, hersê xwîşk “Newroz/38/sal, Nezîfe/22/sal, Elya/15/sal – keçên Hesen Mistefa”, di encama bûyerê de, beşine mezin ji roniyên çavên xwe wenda kirin.
“Pakrewan “Emîne Mistefa”.”
= Girtinên bêsûcane:
– Li 6.10.2021an Z, “Asayêşa Leşkerî li Reco” û “Istîxbaratên Turkiyê” hemwelatî “Fewzî Mûrad Ce’ifer/62/sal – dê Zêneb” ji xelkê Gundê “Me’imila” girt, û li 11.10.2021an Z jî, ji heman gundî “Mistefa Şewqî Mihemed/69/sal – dê Fatme, Fewzî Hisên Osman/45/sal – dê Fîdan, Ce’ifer Ce’ifer Betal/40/sal – dê Selwa, Ehmed Arêf Zîbar/45/sal – dê Esma’i, Ehmed Heyder Ce’ifer/55/sal – dê Zekiye, Mistefa Emîn Farês/40/sal – dê Zelîfe, Ehmed Hisên Hemlîko/45/sal – dê Letîfe, Hesen Ibrahîm Farês/30/sal, Mistefa Mihemed Zîbar/45/sal – dê Nazliyê, Farûq Mistefa Kêlbekir/35/sal – dê Fatme” girtin, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xwesr a berê re, û li Roja Pêncşemê 14.10.2021an Z piştî jêbirina /1200/PT ji her yekî (a ku di biryara darzandinê ya werê de dê bibe du hezar) hemî berdan.
– Ji dora heyvekê ve, destlatên dagîrkeriyê /11/karmendên ku di warê ava vexwarinê de, li ba “Encûmena Xwecihî li Reco” kar dikirin girtin, bi tuhmeta ku wan fîtikên firotina avê ji bîra “Ermûtê” – G.Maseka, ji sîtêran re qutnekirine, ji wan “Endezyar Mihemed Îmad Umer Hesen ji xelkê Gundê Memala” û “Selah Osman Mistefa ji xelkê Gundê Maseka” û “Lazgîn Mihemed Ce’ifer tevî kurê wî ji xelkê Gundê Hecxelîl”. Divê bê zanîn ku ajovanên sîtêran ên ku ji serkêşên milîseyan û bi taybetî “Ehrar Elşerqiyê” re dixebitin, buhayên fîtikên avê nadin, û tu kes ji karmendan newêre ji wan bixwaze yan jî avê nediyê, di dema ku Encûmena Xwecihî jî li hember destlatkirina milîseyan bê viyan û birayar e. Û hin ji wan berdan û yên mayîn jî, ta niha di Hepsa Maratê li Efrînê de ne.
– Li 11.10.2021an Z, hemwelatî “Mistefa Mihemed Dordo/46/sal” ji xelkê Gundê “Maseka” – N.Reco, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve hate xwestin, û bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re hate girtin, û bo Efrînê hate guhestin.
– Ji heftakê ve, “Asayêşa Mabeta” û “Istîxbaratên Turkiyê” ev hemwelatî “Xalêd Ebid Elfetah Îbiş/35/sal, Nî’am Ehmed Henan/50/sal, Xelîl Henan Henan/48/sal” ji xelkê Gundê “Qenterê”, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re girtin.
= Girtina hersê xwîşkan û veşartina hevjînên wan bi rengekî zorane, tevlî du merivên yekî ji wan:
Ji destpêka Gulana 2021an ve, destlatên degîrkeriyê sê hemwelatiyê hevling (bacanaq) û hevjînên wan ên xwîşk û du merivên yekî ji wan, bi tuhmeta têkeliyê bi “Yekîneyên Kurd” re girtin, ew jî ev in:
– Herdu hevjîn “Mistefa Mihemed Hisên – zayend 1993 Z” û “Zêneb Mihemed Olaşî – zayend 1994 Z”, xwediyên du zarokan.
– Herdu hevjîn “Hisên Yûsêf Hisên – zayend 1995 Z” û “Mîdiya Mihemed Olaşî – zayend 1992 Z”.
– Herdu hevjîn “Mahêr Ebid Elrehman Mihemed – zayend 1989 Z” û “Cîhan Mihemed Olaşî – zayend 1990 Z”, xwediyên pênc zarokan.
– Xort “Ezedîn Yûsêf Hisên – zayend 2004 Z”, birayê “Hisên”.
– Temenmezin “Yûsêf Mistefa Hisên” bavê herdu bira “Hisên û Eezedîn”.
Piştî dora sê heftan ji serbestberdana “Mistefê” -piştî sê salan ji veşartina zorane li ba destlatên dagîrker- avêtin ser mala wî li Bajarê Efrînê û ji nû ve girtin, û piştî wê bi du rojan “Zêneb û Mîdiya” jî girtin, û di dû re bi du heftan “Cîhan” girtin, piştre bi sê heftan jî, li 17.6.2021an “Mahêr” hat girtin, paşê jî “Yûsêf”.
Û piştî ku Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” lêkolînên xwe qedandin, hersê xwîşk guhestin Hepsa “Maratê” bê ku wan pêşkêşî tu dadgehan bikin, û ew tûşî işkencekirinên derûnî û govdeyî bûn, bi taybetî jî niha “Cîhan” nexweş e; Lê, herçar mêr zorane veşartin, bê ku bi derve re deng bikin an parêzeran ji xwe re bigrin, û ta niha çerenûsa wan ne diyar e.
Divê were bibîrhatin ku ew ji xelkê Bajeroka “Şiyê” ne, ji bilî “Mahêr” ew ji xelkê Gundê “Goliya” – N.Reco ye û ji zikmayînê ve astengkirinek di lingê wî yê çepê de heye, û ew tev jî li Bajarê Efrînê rûdiniştin; Niha Herheft zarok jî li ba xaltîkeke wan û di rewşeke pir dijwar de dijîn.
Û merivên girtiyan ji tirsa ku careke din bêne işkencekirin re, yan bi hêviya ku wan berdin, an jî tu kesî din ji merivên wan negrin, ta niha nûçe belav nekirine û li ser xewkirine.
= Werza “mûsima” zêtûna:
Dizîn û talana werza zêtûna -jêdera rizq û jiyankirina hemwelatiyên herêmê- hersal dubare dibe; Ji alîkî ve “Tîma bazirgiyê ya Istîxbaratên Turkiyê” bi nirxê zêtê zêtûna, tevgera kirînfirotin û guhestina wê di nav Turkiyê re bo derve kontirol dike, û ji alîkî din ve Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ya girêdayî “Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî” û nandozên Turkiyê dest danîne ser milyonan dar, berhema milyonên din jî didizin, û vêrgiyên têkel jî li ser ên mayîn ferz dikin; Bi ser ku her aliyeke çekdar jî di çarçewa ku tê de bibandor, li gor kêfa xwe kiryaran dike û pêngavan davêje, ji destpêka berefkirinê û birina erêkirinên pêşveyî ve bigir, ta guhestina berê zêtûna bo guvêşgehan û qedexekirina rêdankan.
Li Navça Bilbilê di encama koçberkirina zorane ya fereh de, dizîna berhemên darên hemwelatiyên ne li wir, ji aliyê çekdar û anîndeyan ve, bi şêwakî mezin hate kirin, û hin caran jî li ber çavên xwediyên zeviyan û gefdana wan.
Û “Hesen Xeyriyê” serkêşê Milîseyên “Lîwa’i Siqor Elşemal” li gundên ku di bin desteseriya wî de (Qizilbaşa û Bêlê û hin gundên din) rêdank qedexe kirin, û ta ku xwediyê zeviyekê îsal ji biyaniyê vegerî be jî, dîsa malmewalên wî radestê nakiyê, mîna /200/ darên zêtûnê yên kalemêr “Şêxo Ehmed – G.Bêlê” bi ser ku keça wî ji Heleb vegeriye jî, û weha jî /100/darên nêzîk “Bêlê” yên “Arêf Mihemed Yûsêf – G.Hesendêra” yê ku ji Heleb vegeriye, û herweha endamên wî li nav zeviyan digerin da ku çiwalên zêtûna ji xwediyan bi zorê bistînin.
Û li Navça Reco Encûmena Xwecihî li ser her guvêşgeheke zêtûna /250/dolar Emrîkî bace ferz kir, û Milîseyên “Feyleq Elşam” di çarçewa bandoriya xwe de rêjeya 50% li ser berhema koçberên ku li Heleb û gundewarê wê yê Bakur û vêrgiyên têkel jî li ser berhemên mane ferz dikin, û hemwelatiyan neçar dikin ku berên xwe li guvêşgehên ku ji wan re bikartên biguvêşin. Û ji xwediyên zeviyên zêtûna yên li dor gundên “Çê û Dêrwîş – N.Reco” (yên koçberkirî û ji Artêşa Turkiyê re bûne du bargehên leşkerî) tê xwestin ku erêkirinên pêşdeyî bistînin, û lîstên navên ku wê di berefkirinê de kar bikin, pêşkêşî Encûmena Xwecihî û Istîxbaratên Turkiyê bikin.
Û li Navça Şiyê, “Mihemed Elcasêm – Ebû Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah” li ser tevaya berhema bajarokê û çend gundên ku di bin desteseriya wî de 25% ji zêtê ferz dike, bi ser de jî vêrgiyên diravî/300-1500/dolar -li gor hejmara daran-li ser zeviyên zêtûna yên ku xwedî ne li wir ferz dike. Û dizîn dighêje hejmarek zeviyan, jê çinîna /400/ dar ên “Henîf Mistkalo”, û /300/dar ên malbata “Hemaşê” ji xelkê Gundê “Erendê” û li dor Guvêşgeha “Kurdî” – nêzîk çateriya gund.
Û li Navça Cindirêsê, dema ku kurên “Ehmed Zelxe” ji xelkê Gundê “Yalanqozê” çûn berefkirina zeytûna zeviyeke xwe ye li ser riya Cindirêsê – G.Sindiyankê, ew bi ser vêşekê vebûn dema ku dîtin giropeke anîndeyan berî wan diçinin, û ji ber ku wan çek kişandinê, ew neçar bûn vegerin û bê ku wêribin dizînê rawestînin.
= Rewşa hînkirinê:
Weke tekezî ji şûndaçûna rewşa hînkirinê li Herêma Efrînê, mîna lawazbûna rêbaz û kadroyên hînkirinê û bêparkirina hin gundan ji dibistanan û nizimbûna mehanên mamoste û hînkaran, xwepêşandanin ji aliyê anîndeyan ve li herdu rojên 14-15/10/2021an li bajêr derketin, daxwaza azadkirina hînkirinê û çaksazakirina rewşa heyî kirin, û Waliyê Turkî li “Avahiya Sera Kevin” red kir ku pêşewaziya şandekê jê bike.
Bi bîr were jî ku li bervajî zimanên din, herdu parfêreyên Zimanê Kurdî yên heftane, tu guhdan û pûtûpêdan pê nayê kirin, li hemî dibîstanan nayêne dandin, û ezmûnên serketin û binketinê di herdu astên amedeyî û navîn(senewî)de, jê re nayêne kirin; Û bi sedema girtina milîseyan ji derbasgehên bi herêmên di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de, bi hezaran xwendekarên ku dixwazin ji bo xwendinê herin wan herêman nikanin derbas bibinê.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li şeva Duşemê 11.10.2021an, giropeke çekdar ji Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” avête ser mala hemwelatî “Heysem Sebrî Xelbaş” ji xelkê Gundê “Keferşîlê” li Bajarê Efrînê, û piştî pêşesekandinê qurşînên tewşankî avêtin, û di encamê de xwediyê malê bi sivikî birîndar bû, û hevjîna wî jî “Leyle Umer keça Ehmed” bi giranî birîndar ket, ji ber wê bo “Nexweşxana Leşkerî” û paşê bo nexweşxana “Ibin Sîna” hate guhestin, da ku were dermankirin; Ev yeka piştî ku “Leylê” giliyek li dijî endamekî “Elşamiyê” vekir -î ku ji sê salan ve dest daniye ser mala wê li bajêr-, û dozgerê jî biryara valakirinê jê re derxist.
– Li 12.10.2021an Z, piştî ku endamên Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê”, li Taxa Eşrefiyê endamek ji Milîseyên “Artêşa Elîslam – Ceyş Elîslam” kuştin, li Bajarê Efrînê gizgizî û seferber di nav herdu aliyan de derket, ta ku Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ketin navêna wan û kêşe çareser kirin.
– Li şeva Sêşemê 12.10.2021an Z, bombeyeke dengayî (ye ku hin nenas avêtin nêzîk biryargeheke milîseyan li Taxa Eşrefiyê li Bajarê Efrînê) teqiya.
– Di navboriya katên Roja Şemiyê 16.10.2021an Z, pevçûnin mekin di navêna Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” û “Firqit Melekşah” de, li nêzîk Gundê “Metîna” – çateriya Bajaroka Şera, ji ber nakokiya li ser dizînên werza zêtûna, bi çekên sivik û orte çêbûn; Û di encamê de, hin endamên herdu aliyan birîndar ketin, ziyan gihîşte hin malan, tirs û xof kete nav sivîlan, û rê û derbasgehên Bajaroka Şera jî hatin girtin.
= Teqandina makînakê:
Li Roja Duşemê piştî Nîvro 11.10.2021an, makîneyeke bombekirî, li kolana Serekîn li rex bazara keskahiyê li Efrînê – nêzîk Gergeha “Kawa” hate teqandin. Li gor alavine ragîhandinê yen xwecihî yen rikber, Makîne ji cûreya salona “Van” bû, tabloya Idlibê pêv bû û ji wir hatibû. Û li gor “Berevaniya Sivîl – Eldîfa’i Elwetenî” di encamê de, ziyan gihîşte dîkanên kêlekê û hin makînan, şeş kes hatin kuştin û /21/ jî birîndar bûn, bi ser de jî metirsî di nav bajêr de çêbû.
“Teqandina makînak bombekirî li B.Efrînê, li 11.10.2021an Z.”
= Teqîna bombeyekê li Şêrewa:
Li Roja Pêncşemê piştî nîvro 7.10.2021an, li dema ku hin zarokan bezê xwe li nav erdekî nêzîk Bajaroka”Zaretê” (ya ku di bin desteseriya Artêşa Sûrî de) diçêrandin, bombeyek ji bermayên şer bi wan ve teqiya, û di encamê de sê zarok”Rênas Ehmed Ebid Elqadêr/15/sal, Yûsêf Bozan Mihemed/15/sal, Henan Mûrad Ehmed/16/sal” ji xelkê heman bajarokê birîndar bûn, dudiyê silef birînên wan sivik bûn û yê dawiyê jî ji ber birîna wî ya xedar şehîd ket.
“Pakrewan “Henan Mûrad Ehmed”.”
Yanê, bêserûberî û serberdayetî, tunebûna aramî û aştiyê, talan, binpêkirin û tewanên fereh, ew li Herêma Efrînê di bin Dagîrkeriya Turkiyê de û li ber çav û bihîstina Civaka Navdewletî ya ku tiştekî nalivîne, sewer in.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 295
HashTag
Fonti
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Articoli collegati: 70
Articoli
Date & eventi
Documenti
Gruppo: Documenti
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 17-10-2021 (3 Anno)
Città: Afreen
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: Arabo
Tipo di documento: Traduzione
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( ئاراس حسۆ ) su 03-02-2024
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 12-02-2024
Questa voce recentemente aggiornato da ( سارا ک ) in: 12-02-2024
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 295
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
La questione curda

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 518,791
Immagini 106,381
Libri 19,237
File correlati 96,833
Video 1,376
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
La questione curda

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.219 secondo (s)!