图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,040
图片 106,411
书籍 19,244
相关文件 96,889
Video 1,377
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (171): Bajaroka “Kaxrê”, jinek piştî salekê û du heyvan ji girtinê hişê xwe wenda dike, ji sê salan
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (171): Bajaroka “Kaxrê”, jinek piştî salekê û d...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (171): Bajaroka “Kaxrê”, jinek piştî salekê û d...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (171): Bajaroka “Kaxrê”, jinek piştî salekê û du heyvan ji girtinê hişê xwe wenda dike, ji sê salan ve girtinên bêsûcane û veşartiyên zorane, bêserûberî û pevçûn.

Ji bilî revandin û girtinên tewşankî yên ku Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî – Elceyş Elwetenî Elsûrî” ya bi ser Anqerê ve, ji bêtirî sê salan ve, di dermafê xelkê Efrînê de dikin; Istîxbaratên Turkiyê jî bi rengekî yekser serpereştiya cîbicîkirina girtinên bêsûcane – ne xeme ku di dermafê heman kesî de were dubarekirin jî- dikin, bi riya alavên xwe “dadgehên wêneyî û Asayêşa Sivîl û Leşkerî” yên ku li herêmê piştî dagîrkirinê çêkirine re, bi sedemên herî nizim ji têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re yan berevaniya di ber Doza Kurdî de yan jî tewanbariyên çêkirî, û bingehên daxuyaniyên kesayetî li ser girtiyan çêdikin û wan bi hepis û baceyan seza dikin, û hinan vediguhêzin Turkiyê, dora duhezarî bi demên dirêj zorane veşartine, û ta niha çarenûsa bisedan ji wan ne diyar e; Lê, piraniya yên hatine berdan jî ji ber kêşeyên tenduristiyê û dûhatên biêş li ser jiyana wan a civakî dinalin.
Vaye li jêr hin binpêkirin û tewanên ku bi şêwakî rêbazkirî pêkahatine ne:
= B. “Kaxrê“:
Bi Navça Mabeta ve girêdayî ye, /10/KM ji navenda wê dûr e, ji dora /400/mal pêkhatî ye, dora/2200/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, jê /125malbat=400nişte/ piştî koçberkirina zorane ji piraniya re lê man, û /225malbat=1200nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
Di dema şer de, bi sedema topebaranê hejmarek ji malan bi piçekî ziyan gihîştinê, û hin ji sivîlan şehîd û birîndar bûn, jê herdu pakrewan “Ciwan Sadêq Ezet Reşîd/42/sal li 2.3.2018an Z, Es’ed Ezet Ebdîn Mistefa/54/sal li 6.3.2018an Z”, û termên wan li Goristana “Şehîd Avêsta” – Keferşîl li Efrînê (a ku piştî dagîrkirina bajêr ji holê hatiye rakirin) hatin veşartin.
“Herdu pakrewan “Ciwan Sadêq Ezet Reşîd, Es’ed Ezet Ebdîn Mistefa”.”
Dema bajarok hat talankirin, Milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah” a ku “Mihemed Elcasêm – Ebû Emşe” serkêşiya wê dike, dest danîn ser dora /260/malî tevî kelûpel û heyînên tê de, û ji malên din hin firaxên baqirî, alav û amûrên elektirîkê, cerên gazê û hin tiştên din dizîn, û herweha jî heyînên herdu dibîstanên seretayî û amedeyî, heyînên xala bijîşkiyê ya Heyva Sor (dermankiringeh, bijîşkxaneya diran û jinan û giştî, nasînxaneke nexweşiyan û dermanxanek) ta asta ku ew xal ji xizmetguzariyê derket, /4/otombîl ên “Mihemed Oso kurê Mihemed, Selah Hacî kurê Mistefê, Mistefa kurê Besê, Fehmî Ebo kurê Elî”, /6/tirektorên çandiniyê yên “Ferzat Zêno kurê Menên, Elî Heso kurê Hesen, Ebid Elkerîm Qasêm kurê Arif, Xelîl Ebdî kurê Ebdîn, Welîd Ebdî kurê Ebdîn, Mihemed Xoce kurê Hesen”, amûrên navenda entirnêtê ya “Mazên Êmo kurê Mehmûd”, giropeke zayenda elektirîkê (ampêr) ye mezin e xelkê bajarokê, /4/giropên zayenda elektirîkê yên malan ên “Elî Şêxo Ebo, Şêx Mihemd Ebo, Behcet Ebdî kurê Ebdîn, Idrîs Elî Ebo”, patozeke lêxistina gênim û ceh û HWD e “Ehmed Silêman Mihemed”, hemî acetên guvêşgeha zeytûna ya “Fayêq Mistefa Mistefa” tevî jêstandina tibabeke diravî mezin bi sozê vegerandinê, û tevhiya acetên guvêşgeha zeytûna tevî otombîleke baran e “Ebdo Xelîl Heso”, û dest danîn ser avahiyên herdu guvêşgehan; Û herweha jî, dizîna guhêzok(trans) û keblên (Kabl)toreya elektirîkê ya giştî, kebil û heyînên tore û yekîneya roniyê yên telîfona zemînî û beşek ji stûnên darî, amûrên bircê hevgîhanên “Sêryetêl”, û hemî jimêrokên ava malan ta asta ku toreya ava vexwarinê ji kar derket û niha bi sîtêran av tê peydakirin.
Û milîseyan malên “Mistefa Ebid Elrehman Hemo, Welîd Silêman Heso, Mihemed Şêxo Menan Êmo, Mihemed Mihemed Ebo, Ehmed Mihemed Hebo, Welîd Cabo, Şêxo Qasêm, Şukrî Ebdo Qasêm, Xelîl Seydo Henan” ji xwe re kirin biryargeh û niştexane ji endaman re, û herweha avahiya “Heyva Sor” jî kirin hepis û bargeheke leşkerî.
Û weha jî dest danîn ser piraniya malmewalên koçberên zorane, jê darên zeytûnê, gûzê û meywan (/1000/ ê “Mihemed Nûrî Xelîl”, /400/ ê “Şêx Mihemed Ebo”, /1000/ ê “Behcet Ebdîn”, /200/ê “Deyan Êmo”, /600/ ê “Mehmûd Weqas”, /700/ ê “Fehîm Weqas”, /700/ ê “Menan Weqas”, /2000/ ê “Mihemed Celal Ebo”, /300/ ê “Mihemed Şêxo Henan”, /1500/ ê van hevbiran”Qaziqlî, Mistefa, Ehmed û Mihemed Silêman Mihemed”, /250/ ê “Mihemed Heso”, /400/ ê “Mihemed Şêx Hemîd”, /1500/ ê “Şukrî Şêxo Qasêm û birayên wî”, /600/ jî yê “Welîd Silêman Heso”); Bi ser de jî 40% li ser berhema werzên zeytûna yên hemwelatiyên ne li gund û /10-15/% li ser yên hene weke vêrgî sepandin, li rex vêrgiyên ku li ser werzên Simaq, Gûz û meywan hatine ferzkirin.
Û daristanên Çiyayên “Îso, Eşkê, Fato, Îbkê, Ne’iso, Kera, Reşok, Henên, Êmo, Hecî, Hêra” yên ihracê yên xwezayî bi rengekî nêzîk tevahiyê qut kirin, û bi hezaran jî darên zeytûnê û meywan bi awakî bêwijdan, ji bo êzingkirin û bazirganiyê; Bi ser de jî, çêrandina keriyên pêz bêwijdan di nav zeviyên çandiniyê de, da ku ziyanin mezin bighêje wan. Weha jî Artêşa Turkiyê bi armanca damezrandina bargeheke leşkerî ji xwe re, dora du hezar darên zeytûnê li Cîgeha “Sirta” – Başûrê bajarokê hilkir.
Weha jî milîseyan ji du salan ve Cîgeha “Bîra Gir – Til” ya şûnewarî kolan û tevdan, ji bo lêgerîna li entîkan û kinzên binerd ên veşartî û dizîna wan, û gorên bajarokê yên ku bi Zimanê Kurdî li ser hatine nivîsandin jî hilweşandin.
“Kolandin û tevdana cîgeha “Bîra Gir – Til” a şûnewarî – B. “Kaxrê” – N.Mabeta, Zivistana 2020an Z.”
Û xelkê bajarokê yên mane jî rastî rengereng binpêkirin û tewanan hatin, mîna revandin û girtinên tewşankî û vêre jî işkencekirina mekin, kêmrûmetkirin û perestandin û hin tiştên din, û ta niha çarenûsa “Riyad Arêf Cabo/45/sal, Isma’îl Ebdo Mihemed/22/sal” ên ku ji Avrêla 2018an Z ve girtî û veşartî ne, ne diyar e; Û Milîseyên “Silêman Şah” hemwelatî “Ebdo Arêf Ibrahîm /33/sal” li Avrêla 2018an Z revandin, û di bin işkencê de kuştin, bê ku termê wî radestî xwediyan bikin. Û bi behaneya şewtandina du otombîlên wan bişev li bajarokê, li siba Çarşemê 27.1.2021an Z, milîseyên heman firqê bajarok dorpêç kirin, endamên xwe bi awakî pir belav kirin, paşê avêtin ser malan û xelk tirsandin, /16/hemwelatî girtin, û guhestin navenda Navça Şiyê, da ku mekin bêne işkencekirin û hin ji wan têkevin nav nivînan, û piştî çend rojan hatin berdan.
“Herdu girtiyên zorane veşartî “Riyad Arêf Cabo, Isma’îl Ebdo Mihemed” ji B.”Kaxrê” – N.Mabeta.”
“Pakrewan “Ebdo Arêf Ibrahîm”.”
= Hişwendakirina jinekê piştî girtinê:
Di raporeke wênekirî de, Cîgeha “Zeman Elwesil” ya iliktironî, li 26.10.2021an Z, perçevîdiyoyek li ser rewşa jineke bi navê “Zelîxe” belav kir, tê de tê gotin ku ew ji sê heyvan ve li ser bana avahiyeke Bajarê Efrînê dijî, nexweş e û bi nav hev xistiye, tu kes tune ye lê xwedî derkeve, ji bermayên gilgemarê dixwe, û bi hewcî hewandinê û dermankirinê ye; Û berê jî jiyaneke asa û xwezayî dijiya.
“”Zelîxe Welîd Umer” ya mişextbûyî (bêcîwarbûyî).”
Piştî şopandinê û li gor hinde jêderên xwecihî, xuya bû ku ya mişextbûyî “Zelîxe Welîd Umer /30/sal” ji xelkê Gundê “Rûta” – Navça Mabeta ye, li Taxa Eşrefiyê – B.Efrînê rûdinişt, li 7.6.2020an Z tevî malbata mêrê xwe (Osman Mecîd Ne’isan/65/sal û hevjîna wî Zêneb Ebdo/60/sal, û kurên wan “Cangîn/32/sal û hevjîna wî “Zelîxe” digel zaroka wê, Şiyar/30/sal, Mihemed/28/sal û hevjîna wî “Ceylan Hemalo” û zaroka wê ya şîrmij) bi tuhmetên çêkirî hate girtin, û hemî ji heman gundî ne; Paşê “Zêneb” li navîna Heyva Tîrmeha borî ji Hepsa Maratê – B.Efrînê hate berdan, û ew ji nexweşiyeke mekin di serî de dikêşî û tenduristiya wê jî çetin bû, lê “Zelîxe û Ceylan” di wê hepsê de man, û her çar mêr zorane veşartî û çarenûs ne diyar man.
Berî girtinê nexweşiya axriyê bi “Zelîxê” re hebû, û ji ber işkencekirinê û mercên sert di girtîgehê de, tenduristiya wê her çû bi şûn ve çû; Piştî ku hiş wenda kir, li navîna Tîrmeha borî hate berdan, û bê cî û tu kes lê seke, di rewşeke pir ne baş de mişext bû, û bi taybetî jî, ji ber ku Milîseyên “Artêşa Leşkerî li Efrînê” dest danîbûn ser malên malbatê li Taxa Eşrefiyê tevî kelûpelên wan, li dema girtina tevahiya endamên malbatê; Û divê were bîranîn ku çarenûsa zaroka “Zelîxê” jî ne diyar e.
= Girtinên bêsûcane:
Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:
– Ji dora çel rojî ve, hemwelatî “Hêvîn Ehmed/36/sal”, û piştî wê bi heftakê jî “Cîhan Mihemed Elî Qere Heso/35/sal” -herdu ji xelkê Gundê “Etmana” – N.Reco ne, ji aliyê “Artêşa Sivîl” ve, bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re (hînkirina Zimanê Kurdî û kar di navendeke hilbijartinê de), herdu birin Hepsa “Maratê” li B.Efrînê, û ji deh rojan ve “Cîhan” hate berdan, piştî ku ew bi /1500/ PT hate sepandin, û ta niha jî “Hêvîn” zorane bendkirî ye.
– Li 3.11.2021an Z, hemwelatî “Xebat Mislim Bekir/35/sal” ji xelkê Gundê “Kosa” – N.Reco, ji aliyê gerokeke “Asayêşa Leşkerî li Mari’ê” ve, bi tewanbariya têkeliyê bi (R.X) a berê re, û ta niha zorane bendkirî ye. Vêca destêwerdana “asayêşa Mari’ê” di rewşa herêmeke din de, hevrêzî û serpereştiya yekser a Istîxbaratên Turkiyê li ser girtinên bêsûcane ji hemwelatiyên Efrînê re, aşkere û tekez dike.
– Li 7.11.2021an Z, hemwelatî “Ednan Şêx Sadêq/35/sal – bavê du zarokan”, ji xelkê Gundê “Maratê” – B.Efrînê, li dema ku wî li ser teksiya xwe ya giştiyane kar dikir û di Riya “Efrînê – Meydankê” re derbas dibû, û ta niha jî çarenûsa wî ne diyar e.
Û berê jî “Asayêşa – Asaya Rêzanî li Efrînê” tevî Milîseyên “Feyleq Elşam”, li Şeva 3-4.11.2021an Z, bi otombîlên çekdarkirî êriş birin ser Gundê “Îska” – Şêrewa, şeş hemwelatî -di nav de jî jineke temenmezin- girtin, û merivên hin din ên daxwazkirî agahdar kirin ku divê xwe radest bikin an jî wê bav û birayên wan bigrin, vêca piştî sê rojan ew neçar bûn ku xwe radest bikin, ew jî ev in”Mihemed Hesen Îbo/34/sal, Mihemed Elî Beko/27/sal, Nebo Elî Elo/25/sal, Hesen Samî Bazo/23/sal”, û divê bê zanîn ku “Ebdo Ehmed Elo/49/sal” ji aliyê Rêbenda “Turindê” ya çekdar ve hate girtin; Û ta niha hemî li Navenda Efrînê zorane bendkirî ne. Û ji bo têbîndariyê, di rapora me ya borî de, navê “Ednan Umer Îbo” û hejmara girtiyan /15/, bi şaşbûn daketibûn.
Û ta niha Milîseyên “Feyleq Elşam” hemwelatî “Hesen Şukrî Seydo/36/sal” ji xelkê G.”Îska”, ji 16.11.2018an Z ve, di hepsa xwe ya taybet di avahiya “tîmargeha mirîşkan a dilovanber Farûq Ezet Mistefa” de, bê dadgeh an girtina parêzerekî zorane bend dike, û ew bi nexweşiyê gurçikê ye, li vê dawiyê jî di hepsê de bi Veyrûsa Korona ketiye, û metirsî li ser jiyana wî heye.
“Bendkiriyê zorane ji sê salan ve “Hesen Şukrî Sîdo” – G.”Îska” – Şêrewa.”
= Bêserûberî û serberdayetî:
– Li 8.11.2021an Z, di encama hevrikiya li ser çarçewa bandorbûn û dizînê, pevçûnin bi çekên cûrbecûr di nav bermayên Milîseyên “Lîwa’i Elxab” yên ku “Ela’i Elcinêd” serkêşiya wê dike û giropeke Milîseyên “Firqit Elhemzat” de, li Gundê “Çolaqa” – Navça Cindirêsê derketin, û di dû re di nav herdu aliyan de, li ser riya “Çûnûhata Rojava” û li nêzîk biryargeha “Elhemzat” di avahiya “Asayêşa berê” de – Ihraca Mehmûdiyê li B.Efrînê pevcûnin din çêbûn, bûn sedema metirsiyê di nav sivîlan de, û alavine ragîhandinê yen xwecihî yen rikber wêneyine “Mehmûd Elehmed” belav kirin, ku ew endamekî “Lîwa’i Elxab” e û li ser destê endamên “Elhemzat” di bin işkenceyeke mekin de hatiye kuştin.
Û dîsa li 11.11.2021an Z, li nêzîk derbasgeha Cindirêsê li B.Efrînê, di nav herdu aliyan de pevçûnina rûdan.
– Li 10.11.2021an Z, li Taxa Mehmûdiyê li Efrînê, giropeke ji çekdarên “Ehrar Elşerqiyê”, li ber çavên endamên malbatê, bi sedema nelihevkirina li ser maleke desteserkirî, li temenmezinekî anînde ji “Elresten” – Humsê xistin, û di encamê de, li taxê xireciriyek di nav milîseyan û anîndeyên “Restenê” de çêbû.
– Li Şeva Pêncşemê 11.11 2021an Z, li hundir Bajaroka “Meydankê” – N.Şera, bi sedema hevrikiya li ser dizînan, di nav du giropên Milîseyên “Feyleq Elşam” de, pevçûnina rûdan, bûn sedema metirsiyê di nav sivîlan de.
– Weke tekezî ji dijberîkirina berdewam ji daristanan re, “Berevaniya Sivîl li Efrînê – Eldîfa’i Elmedenî” got: Ku tîmên wê, li roja Înê 12.11.2021an Z, agirek bi daristaneke ihracê li Bajaroka Kefirsefrê – N.Cindirêsê ketibû vemirandin, û rûberiya wê donimek erd bû.
“Şewatek li daristaneke ihracê li nêzîk B.”Kefirsefrê” – N.Cindirêsê, 12.11.2021an Z.”
Dozên girtiyên Efrînê yên kambax -bi taybetî jin jê- ji aliyê alavên ragîhandinê, rêxistinên mafewerî û sivîl û Dezgehên Netewên Yekgirtî yên têkildar ve, bi hewcî guhdaneke fere û karekî berpirsiyar e, da ku fişar li ser Turkiyê were kirin, ji bo bidawîkirina wan û seknandina binpêkirinên li dijî mafên mirovan.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览357
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 70
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 14-11-2021 (3 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):10-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览357
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,040
图片 106,411
书籍 19,244
相关文件 96,889
Video 1,377
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!