图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,040
图片 106,411
书籍 19,244
相关文件 96,889
Video 1,377
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184): Gundê “Dumiliya” – guhertina demografî û roxandina malan, mirina sivîlekî bi işkencekirinê
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184): Gundê “Dumiliya” – guhertina demografî û...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184): Gundê “Dumiliya” – guhertina demografî û...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (184): Gundê “Dumiliya” – guhertina demografî û roxandina malan, mirina sivîlekî bi işkencekirinê û yekî din bi ketina ji avahiyekê, girtinên bêsûcane, wêrankirina daristanekê.

Di çarçewa rêbazeke dijayetî li dijî Kurdan û herêmên wan de -ye ku Hikometa Anqerê wênekirî- milîseyên ku bi “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ya bi Hemahengiya Sûrî – Ixwanî ya Rikber ve girêdayî têne navdan li ser erdê bi rihetiyê xwe kar dikin, û binpêkirin û tewanên têkel û cûrbecûr pêk tînin. Emê ji wan binpêkirin û tewanan van bi bîr wînin:
= G.”Dumiliya”:
Bi Navça Reco ve girêdayî ye, /12/KM ji navenda wê dûr e, ji dora /250/malî pêkhatî ye, dora /1300/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, di dema êrişkeriya gund de hemî penaber bûn, jê /130malbat=350nişte/vegerîn, ên din zorane hatin koçberkirin, û dora /200malbat=1000nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
Di encama topebarankirina gund de ziyan tonbiton gihîşte /50/ malî, jê ziyanek pir gihîşte mala hemwelatî “Behrî Mihemed Selman” û heft miyên wî di gel hin berxên biçûk jî mirin.
“Hin malên roxandî li G.”Dumiliya” – N.Reco.”
Piştî êriş û talana Milîseyên “Lîwa’i Mihemed Elfatêh, Lîwa’i /112/” ji gund re, endamên wan xwarinvexwarin, cerên gazê, acet û amûrên elektirîkê, şaşên tilvizyûnan, firaxên baqirî û hin tiştên din ji malan dizîn, û weha jî amûr û çi tiştmiştên di kargeha parêzî û tijîkirina zeytûna sifrê ya “Xelîl Mistefa Umer” de hene. Û wan /4/ mal ên “Cemîl Bekir Mûse, Şêxo Îbrahîm, Îsma’îl Îbrahîm Cemîl, Îsma’îl Şêxo” bi rengekî mebestkirî şewitandin.
Û paşê gund di bin desteserkirina Milîseyên “Lîwa’i /112/” de ma, û wan mala “Cemîl Êçî” ji xwe re kirin biryargeheke leşkerî, û guheztok û keblên toreya elektirîkê ya giştî, keblên telîfûna zemînî, û hemî tiştmiştên malên ku dest danîne ser dizîn; Û serkêşekî wê yî bi navê “Ûsame Rehal” dest danî ser avahiya Guvêşgeha “Hebeş Hebeş Betal”. Herweha jî endamên wê makînên “Es’ed Şêxo, Ebdîn Miho Ne’isan, Mihemed Hesen Elî, Hisên Ehmed Mecîd, Şukrî Şukrî Şindî, Hisên Xoce, Hisên Mamo” û tirektorên çandiniyê yên “Ehmed Bekir Silêman, Umer Şêxo, Bekir Bekir Silêman” dizîn.
Û wan dest danîn ser /15/hezar darên zeytûnê yên malbatên “Silêman, Miho, Kino, Ezazîk, Qedem, Memê, Ebdê”, û li ser werzên (mûsim) zeviyên zeytûn û simaqê yên bi dest xelkê gund de mane, vêrgiyên têkel ferz kirin.
Û wan ji bo êzingkirin û bazirganiyê bi hezaran darên zeytûnê, darên îhracê yên xwezayî li çiyayê ku li hafa gund û bi ser de jî dareke sinoberê ye simbolî û temenmezin, bêwijdan û hovane qut kirin; Û weha jî çêrandina bêwijdan ji keriyên pêz û dewêr di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de.
Û weha xelkê li gund mane jî rastî rengereng binpêkirinan hatin, jê kuştin, revandin û girtinên bêsûc, işkencekirin, rûmetnizimkirin, standina peran û hin tiştên din; Bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re bi dehan – di nav de jin- hatin girtin û revandin, û hin jê ji /2-3/ salan zorane hatin veşartin, û hin jî di bin işkencê de hestiyên wan şikestin, mîna: Hemwelatî “Ehmed Mehmûd Hemo – Malbata Êxcî/35/sal” ji dawiya Avdara 2018an Z ve hate girtin, zorane hate veşartin û ta niha çarenûsa wî ne diyar e. Weha “Hey’it Tehrîr Elşam – Nesra berê” li Idlibê, li 12.12.2019an Z, piştî salkê ji radestkirina Turkiyê jê re, rabû bi qurşînê “Mihemed Bekir Mihemed /21/sal – neviyê Hisên Bekir” kuşt; Û li 13.10.2021an Z, “Ne’imet Behcet Şêxo/33/sal” hevjîna hemwelatî “Xelîl Ne’isan Mûse”, ji ber girtin û lêdanê li ba Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê”, li 11.10.2021an Z, û şûnketina tenduristiya wê di encamê de mir.
“Girtiyê bi zorê veşartî “Ehmed Mehmûd Hemo”… “Pakrewan “Mihemed Bekir Mihemed”… “”Ne’imet Behcet Şêxo” ya vêguneh.”
= Kuştin di bin işkencekirinê de:
Li navîna Rêbenda 2022an Z, piştî ku Hemwelatî “Rêzan Mihemed Xelîl/42/sal” ji xelkê Gundê “Ceqelê Jorin” – N.Şiyê -yê ku li Taxa “Zêdiyê” li Bajarê Efrînê rûniştî- çû biryargeha Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê”, da ku li çarenûsa kurê birayê xwe yê ciwan “Azad Esmet Xelîl” -yê ku bi sedema daxwaza vegerandina mala xwe ya ku desteserkirî, li ba wan girtî- bipirse, ew rastî îşkencekirin û lêdanê bi qundaqa çekê di serî de hat, ji ber wê tenduristiya wî bi şûn ve çû, û ji bo dermankirinê bo Nexweşxana Leşkerî li Efrînê hate rêkirin û paşê jî bo nexwaşxaneyeke Turkiyê, lê li 1.2 2022an Z, ji ber xwîndarvandineke mejî ew mir, û bê ku destlat tu pêngavên lêkolînî û dozgerî ji bo tewanê bavêjin.
“”Rêzan Mihemed Xelîl” ê vêguneh.”
= Mirina xortekî ji ber ketinê ji avahiyekê:
Li 4.2.2022an Z, xort “Mehmûd Mihemed Cimo/27/sal” li kolana bazara kevin li B.Efrînê ji avahiyeke qatî hate xwar, di encamê de û li ser rêçûna nexweşxaneke Turkiyê jiyana xwe ji dest da, û bi şev termê wî bo Gundê “Aşkê Şerqî” – Navça Cindirêsê hate guhestin, da ku di goristana gund de bê veşartin; Divê were bîranîn ku xort tevî xwediyê xwe di mala wan de ya li Kolana Cindirêsê li Efrînê rûdinişt, û ji berî bûyerê û li dema ku birayê wî çûye firavînê bixwe, wî di dîkana xwe di bin malê de kar dikir. Lê berî ku bira vegere, ew ji dîkanê wenda bû, û gûman heye ku ew hatibe kuştin, çimkî berî demekê wî û hejmarek ji ciwanên anîndeyan dev avêtibûn hev, û piştî bûyerê jî çaketê wî şiqitî hate dîtin – li gor jêdereke taybet.
“”Mehmûd Mihemed Cimo” yê vêguneh.”
= Girtinên vêsûcane:
Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:
– Ji dora du heftan ve, xort “Hisên Hisên kurê Behcet/25/sal” ji xelkê B.Cindirêsê piştî vegera wî ji Libnanê ji dora sê mehan ve, xort “Elî Ebdo kurê Elî Îskê” – li Cindirêsê karê berberiyê dike, û xort”Ciwan Yûsêf” – ew jî li Cindirêsê berber e, bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên ” Asayêşa Leşkerî” ve, û ta niha çarenûsa wan ne xuya ye.
– Li 30.1.2022an Z, Hemwelatî “Ednan Erebo/72/sal” ji xelkê Cindirêsê, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e. Divê bête zanîn ku ew berê jî carekê bi heman tewanbariyê hate girtin.
= Wêrankirina daristanan:
Bi beramberkirina di navêna du wêneyên daristaneke îhracê ye li heyştiyî sedsala bîstan li Başûr Rojhilatê Gundê “Omera” – N.Şera hatiye çandin de (wêneyên ku ji aliyê Gogêl Êrs ve, li Mijdara 2017an Z berî dagîrkeriyê, û Rezbera 2019an Z piştî dagîrkeriyê hatine kişandin), em asta qutkirina fere ji daristanê re bi zelalî dibînin; Bi ser de jî, ji ber ku qutkirin ji Rezbera 2019an û ta niha berdewam e, dibe niha daristan tev hatibe qirkirin.
“Du wêneyên daristaneke Başûr Rojhilatê G.”Omera” – N.Şera (Mijdara 2017an Z berî dagîrkeriyê, Rezbera 2019an Z piştî dagîrkeriyê), Gogêl Êrs.”
= Bêserûberî û serberdayetî:
Li Siba Yekşemê 30.1.2022an Z, makîna “Xelîl Osman Bekir” – Serokê Encûmena Xwecihî li Reco, li pêş malê li Bajaroka Reco, bi bombeyeke teqîner hate teqandin, û di encamê de kurê wî bi kûranî birîndar bû.
Nixumandina li ser tewanên ku milîs di dermafê Xelkê Efrîne de dikin û filtandina ji darizandinê bûye tiştekî asakirî, ji ber wê ew tu zehmetî an rêgirê di kirinên ku dixwazin bikin de nabînin, mîna dizîn, destdanîna ser malmewalên xelkê herêmê, talankirin, revandin, işkencekirin, kuştin û yên din.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览355
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 70
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 06-02-2022 (2 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):10-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览355
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,040
图片 106,411
书籍 19,244
相关文件 96,889
Video 1,377
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!