Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 518,636
Immagini 106,369
Libri 19,233
File correlati 96,825
Video 1,376
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187): Gundê “Basûfanê” yê Êzdî – tewanin rêbazkirî, tewankariya “Feyleq Elşam” ne kêmtirî ya “Emşat
Gruppo: Documenti | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187): Gundê “Basûfanê” yê Êzdî – tewanin rêbaz...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187): Gundê “Basûfanê” yê Êzdî – tewanin rêbaz...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (187): Gundê “Basûfanê” yê Êzdî – tewanin rêbazkirî, tewankariya “Feyleq Elşam” ne kêmtirî ya “Emşat” e, girtinên nesûcane, qutkirina dar û daristanan.

Ji ber ku vê carê kuştiyê vêguneh ji anîndeyan bû û êleke wî ye ku lê bipirse heye, vêca Milîseyên “Feyleq Elşam” neçar bûn lixanin ku ew tewana di biryargeha wan a ewlehiyê de hatiye kirin, û hêzên ewlehiyê ketin amedebaşiyê da ku lêkolînê tê de bikin; Lê tewanên weke wê yên ku di dermafê Kurdan de -nişteciyên resen- hatine kirin, têne girtin û piraniya wan li dijî nediyardeyê têne tomarkirin.
Vaye li jêr hin binpêkirin û tewanên belgekirî:
= Gundê “Basûfanê”:
Yek ji gundên Êzdî yên mezin li Çiyayê Lêlûn e, /35/K.M bi aliyê Başûr ve ji navenda Bajarê Efrînê dûr e û pê ve girêdayî ye, ji dora /300/malî pêkhatî ye, dora /2000/nişte ji Nişteciyên Kurd ên Êzdî yên resen tê de bûn, di dema dijberiyê de hemî penaber bûn, tenê jê /75malbat=200nişte/ vegerîn, ên din jî zorane koçber bûn, û dora /150malbat= 1000nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
“Mala kevin a şêxê dilovanber “Cimo Elî Oso” ya ku ziyan gihîştiyê – G.Basûfanê.”
Û berî dijberiyê bi hindikî û di dema wê de gund û derdorê dora deh caran bi balefir û top’avêjan hatin topebarankirin, û di encamê de ziyan bi piçekî gihîşte mala kevin a şêxê dilovanber “Cimo Elî Oso”.
Berê gund di bin desteseriya Rêvebiriya Xweser de bû û bi “Artêşa Azad” re sînordar bû, bêtirî carekê tûşî topebaran û dijayetiyê bibû, û li 27.4.2016an Z ziyanin şênberî gihîştinê û hin hemwelatiyên wê jî hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.
Milîseyên “Feyleq Elşam” ên ku Mala “Silêman Ce’ifer” ji xwe re kirine biryargeheke leşkerî gund desteser dikin, dest danîn ser malên hemwelatiyên ku zorane koçberbûyî tevî tiştmiştên tê de, û ji malên din jî xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, şaşên tilvizyona, alav û amûrên elektirîkê û hin tiştên din dizîn.
Weha jî wan dest danîn ser tevahiya nanpêjgeha otomatîk a nûjen li gel giropa zayenda elektirîkê û tevahiya mala li rex wê, yên kurên Dilovanber “Ezedîn Şêxo”.
Herweha jî wan milîseyan ji bo lêgerîna li kevneşopên dîrokî û dizîna wan, gelek ciyên li nav gund û li Cîgeha “Keferlab” – li Rojhilatê gund, li pêş çavên xelkê kolan.
“Cîgeha kevneşopî “Keferlab” a hatiye kolandin – G.”Basûfanê”.”
Û xelkê gund ên mane rastî hemî cûreyên binpêkirin û tewanan hatin, mîna kuştin, revandin, girtin, îşkencekirin, rûmetnizimkirin, peresitandin û hin kiryarên din. Û bi dehan ji wan -di nav de jî jin- hatin girtin, û mekin hatin îşkencekirin, nimûne: 1- Piştî ku bombeyeke zemînî li Gundê “Bihiyê” yê hevcîwar li 4.12.2020an Z bi otombîla serkêşekî “Feyleq” de teqiya, wan hilmeteke girtinê li gund çêkirin, û di wê hilmetê de Hemwelatî “Xezalê Menan Selmo/50/sal” hate girtin, bo hepsa “Feyleqê” ya taybet li Gundê “Îska” hate şandin, û ta niha çarenûsa wê ne diyar e. 2- Li 30.3.2020an Z, Hemwelatî “Dilgeş Umer Erebo” ji aliyê endamin “Feyleqê” ve hate qurşînkirin ji ber ku wî fermana wan a ji bo valakirina mala wî red kir, lê paşê çêbû. 3- Li dema ku Hemwelatî “Xezalê Oso Keça Cimo Elî/69/sal” -piştî penaberiya Buhara 2018an- vedigeriya gund, li Gundê “Kibêşînê”, ji aliyê rêbenda milîseyan ve hate armanckirin, qurşînek lêket û paşê çêbû; Lê bi zorê malbat in ji anîndeyan vê re dan rûnişkandin.
“Girtiya ku zorane veşartî “Xezalê Menan Selmo” – G.Basûfanê.”
Weha jî ew tûşî bindestiya olî bûn, û Zaretgeha “Şêx Elî” ya Êzdî li orta gund, ji aliyê “Feyleqê” ve, li roja yekê ji Rojiyê 24.4.2020an Z, bi tekbîran û bi behaneya ku ew ya gawiran e, hate roxandin û kelûpelên tê de hatin dizîn; Û di pê re ji bo cîlawkirina rûyê dagîrkeriyê, û ji berî seredana serokê Hemahengiya Sûrî yê berê “Nesir Elherîrî”, qubeya zaretgehê hate çaksazkirin; Û ji qereziya xelkê re, Mala “Henan Nasêr Erebo” kirin mizgeft, û hin caran xelkê neçar dikin ku herin nimêjê jî tê de bikin, herweha hin gorên miriyan jî hatin wêrankirin, bi taybetî jî yên bi Zimanê Kurdî li ser hatine nivîsandin.
“Zaretgeha “Şêx Elî” ya Êzdî ya roxandî – G.Basûfanê.”
Û Artêş û Istîxbaratên Turkiyê jî Vêla duqatî ya kurên Dilovanber “Nebî Mûse Nebo” kirin biryargeheke leşkerî, dora hezar darên zeytûn, tirî û hin din li dorê yên “kurên Dilovanber Cimo Elî Oso, Mihemed Elî Qerno, Elî Hesen Oso, Malbata Mirco” ji bo çêkirina xelkeke ewlehiyê li dor xwe hilkirin, herweha jî ji bo avakirina bargeheke leşkerî, hezar darên zeytûn, hejîr, behîv û gûzê yên “Qedrî Silêman, Mûse Silêman, Cim’a Cimo, Silêman Ce’ifer, Bekrî Ce’ifer, Elî Ce’ifer, Hisên Hisên, Nasêr Hesen Nebo” qut kirin. Û milîseyan jî ji bo êzingkirin û bazirganiyê, li dor gund dora du hezar darên cûrbecûr ên biber qut kirin.
“Vêla duqatî ya zaroyên Dilovanber “Nebî Mûse Nebo” ji berî dagîrkirinê – G.Basûfanê.”
“Cîgeha Bargeha Leşkerî ya Turkî, berî û piştî dagîrkeriyê – G.Basûfanê.”
Û bi sedema dagîrkeriyê, ji hemwelatiyên gund sivîlin pakrewan bûn:
– “Nîzar Silêman Erebo/35/sal, Selmo Betal Selmo/50/sal”, li 7.2.2018an Z, li dema xizmetgûzariya wan di navenda asayêşê de.
“Pakrewan Nîzar Silêman Erebo” “Pakrewan Selmo Betal Selmo”
– Zarok “Rolava keça Xalêd Mihemed Elî Qarno/10/sal” ji koçberên “Basûfanê”, li 23.9.2021an Z, di nexweşxaneyeke Helebê de, bi sedema bombeyeke zemînî li Gundê “El’ehdas” – Bakurê Helebê ji berî wê bi rojekê.
– “Xelîl Sûrî Oso/33/sal”, li 2.8.2019an Z, bi bombeyeke zemînî li nêzîk Gundê “Bircqasê”, li dema vegera wî ji herêmên penaberiyê li Şehba’ê bo gundê xwe.
= Tewankariya “Feyleq Elşam” ne kêmtirî ya “Emşat” e:
Li 24.2.2022an Z “Ebid Elrezaq Tirad El’ubêd – zayenda Mezraf 1977 Z” – (Miherdê – anîndeyê Gundewarê Hemê) ê sivîl, ji Bajaroka “Celemê” – ciyê rûniştina xwe derket da ku biçe Bajarê Cindirêsê, ew venegerî, û li siba roja din Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” xwediyên wî agahdar kirin da ku termê wî radest bibin, û hate xuyakirin ku ew bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a Rojhilatê Ferêt re, li ba ewlehiya Milîseyên “Feyleq Elşam” girtî bû, û di bin îşkencê de jiyana xwe ji dest da; Vêca endamên êla wî ketin amedebaşiyê, rewş li navçê û gund tevlihev bû, û amedebaşiyeke leşkerî li Efrîn û Cindirêsê çêbû.
“Vêgunehê ku jiyana xwe jidest daye “Ebid Elrezaq Tirad El’ubêd”.”
Divê bi bîr were ku “Feyleq” ji “Firqit Elsultan Silêman Şah” û serkêşê wê “Mihemed Elcasêm – Ebû Emşe” (yê ku di gendelî û tewanê de deng daye) ne kêmtir e; Û me berê di du raporan de (119- 5.12.2020an Z, 155-24.7.2021an Z) li ser nivîsandibû, û me gotibû ku serkêşên wê yên mezin (Munzêr Siras – Ebû Ubade, Heysem Mehmûd Rehme, Mihemed Nezîr Elhekîm) di Rêxistina Birayên Misilman – Ixwan Elmislimîn û rêvebiriyên Hemahengiya Sûrî ya Rikber – Istanbûl de endamin berz in, û me tekez kiribû ku zîndanên wê yên diziyane hene, û yên herî berz jê jî li Bajaroka Meydan Ekbezê – N.Reco û li tîmargeha Dilovanber “Farûq Ezet Mistefa” li Gundê “Îska” – Şêrewa ne, û di hindir wan zîndanan de yên têne revandin û girtin rastî îşkencekirineke mekin, veşartin an bendkirina zorane yên dirêj tên, bê ku wan bidin dadgehkirin -ta ku wêneyî bin jî- yan jî parêzeran ji xwe re bigirin; Û di vî warî de ji berî heyvekê “Feyleqê” hin girtî li “Îska” û ji wan jî “Hesen Şukrî Sîdo/36/sal” (ê ku ji 16.11.2018an Z ve bendkirî) da Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê, û ji bilî wî jî Hemwelatî “Elî Xelîl Xelîl/42/sal” ji xelkê Bajaroka “Celemê” ji salekê û neh heyvan ve tê de zorane bendkirî ye, bi ser ku têkeliya wî bi Rêvebiriya Xweser a berê re tune ye. Û bi ser de Feyleqê gelek binpêkirin û tewanên din jî kirine, û “Selîl Elxalidî û Pêşrew (Ra’êd) Hîşam Elhumsî”li “Meydan Ekbezê” bi gendelî û binpêkirinan û “Ebdela Helawê û Ebdo Osman” li “Basûtê û Bircebdalo” bi kargeha şênberên tevzînok (hişbirîn) deng dane.
Û ta niha jî çarenûsa “Xezalê Menan Seydo ji 4.12.2020an Z ve, û Şakêr Şêxo Şêxo ji 16.2.2022 ve” (yên ku li ba Feyleqê girtî û veşartî) ne diyar e.
“endkiriyê zorane li ba Feyleq Elşam “Xelîl Elî Elî”.”
= Girtinên bêsûcane:
Destlatên Dagîrker ev girtin:
– Ji heyvekê ve Hemwelatî “Mihemed Hemo Hemoko/67/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna”, ji aliyê Asayêşa Reco ve, bi sedema şabûna wî bi barîna berfê û sipehiyê li şûna zor û zordariyê li ser Rûpela Hevgîhana Civakî, û ta niha li Reco girtî ye, û malbata wî nikane tibaba sezaya diravî /2/hezar P.T bide ta ku bê berdan; Û divê were bîranîn ku kurê wî “Mihemed Hemoko kurê Mihemed/22/sal” jî, ji du sal û nîvan ve, bi tewanbariya têkeliyê bi R.X a berê re, li Istanbûlê hate girtin, û bi çar salan hepis hate cezakirin.
“Ciwanê ku li Istenbûlê girtî û bi çar salan hepis sezakirî “Mihemed Hemoko kurê Mihemed”.”
– Li 11.2.2022an Z, ev hemwelatî “Mihemed Hemîd Hebîb/60/sal (ê ku piştî pênc rojan hatiye berdan), kurê wî Hebîb Mihemed Hebîb/24/sal, û kurê birayê wî Mihemed Fewzî Hebîb/26/sal, Ferhad Elî Birîmo/31/sal” ji xelkê Gundê “Şadêrê” – Şêrewa, ji aliyê Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê ve; Ew rastî îşkencekirineke mekin hatin, û piştî ku her yekî ji wan sezayeke diravî bi qasî /2000/P.T dan hatin berdan.
– Li 13.2.2022an Z, ev hemwelatî “Hisên Îbrahím Heco/67/sal, Mihemed Heyder Mihemed/60/sal cara dudiyê û li 17.2.2022an Z hate berdan, Şukrî Hisên Bakîr/58/sal cara çarem, Selah Menan Şêxo/55/sal” ji xelkê Gundê “Qude”, ji aliyê Asayêşa Reco ve û bi hevkariya bi Milîseyên “Firqit Elhemzat”, piştî ku hemwelatî “Asiye Hisên Mûse /60/sal” sê rojan hate girtin, a ku berê jî li Havîna 2018an Z, bi behaneya dîtina wê di wêneyekê de li ser Rûpelên Hevgîhana Civakî li rex termên endamine milîseyan -ên ku di dema êrişkeriya bi ser gund de hatibûn kuştin, çar heyvan hatibû girtin. Û li 21.2.2022an Z jî, ji heman gundî ev hemwelatî “Mihemed Şêxo Me’imo/65/sal, Cemîl Ebdo Şêxo/63/sal, Hesen Elî Mûrad/58/sal”, ji aliyê Asayêşa Reco ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û ta niha girtî ne.
– Li 16.2.2022an Z, Hemwelatî “Şakêr Şêxo Şêxo/35/sal” ji xelkê Bajaroka “Celemê” – Cindirêsê, ji aliyê Milîseyên “Feyleq Elşam” ve, û ta niha çarenûsa wî ne xuya ye.
– Li 17.2.2022an Z, Temenmezin”Yûsêf Eslan Ebid El’ezîz” ji xelkê Gundê “Sêmalka” – N.Mabeta – yê ku li Bajarê Efrînê rûniştî, ji aliyê asayêşê ve, bi tewanbariya têkeliyê bi R.X a berê re.
– Li 19.2.2022an Z, Hemwelatî “Mihyedîn Xalêd Ne’isan/43/sal” ji xelkê Gundê “Elemdara” – N.Reco, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî” ve, li Taxa Eşrefiyê li Efrînê, bi tewanbariya hevpişkiya wî di parêzvaniya şevayî de li dema R.X a berê, û ta niha jî bendkirî ye.
= Qutkirina dar û daristanan:
– Milîseyên “Lîwa’i Semerqend” du darên sindiyanê yên Romî û temenmezin (bêtirî 250 salî), ya yekê bi tevahî li Cîgeha “Xirabî Şêxa” – Bakurê Bajaroka Kefirsefrê, û ya dudiyê jî li Başûrê bajarokê bi awakî bêwijdan û hovane qut kirin.
“Dara sindiyanê ya temenmezin – Başûrê B.Kefirsefrê, berî û piştî qutkirina bêwijdan.”
– Bi beramberkirina di navêna du wêneyên (Rezbera 2017an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an piştî dagîrkirin û qutkirinê) ku ji aliyê Gogêl Êrs ve, ji daristana Zaretgeha “Qaziqlî” re – N.Cindirêsê (bi rûberiya dora/6/K.M) hatine kişandin re , bi zelalî asta qutkirina fere ya li ser destên milîseyan, ji wê daristanê re tê xuyakirin; Û ji ber ku ji dîroka wêneya dudiyê û vir ve (yanê ji bêtirî du sal û nîvan ve) qutkirin hîn berdewam e, vêca tê bala mirov ku gereke niha ew daristan bi temamî hatibe qirkirin.
“Daristana Zaretgeha “Qaziqlî” – N.Cindirêsê, li (Rezbera 2018an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê) – li gor Gogêl Êrs.”
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 22.2.2022an Z, giropeke ji Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” êrişî navendeke “Asayêşa Sivîl li Efrînê” kir, bi sedema nakokî û hevtêvedanekê di navêna endamekî ji ya yekem bi endamin navendê re, û bi ser ku sivîl li navendê hebûn jî qurşîn hatin avêtin, û du endamên navendê û jinekê birîndar bûn.
Xwediyên hepsiyan (ên ku li ba “Feyleq Elşam” veşartî û zorane bendkirî) bang dikin da ku çarenûsa wan bê diyarkirin û di cî de werin berdan; Û tirsek mezin li ser jiyana wan heye, çimkî ev milîs bi işkencekirin û kuştinê navdayî ne.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 298
HashTag
Fonti
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Articoli collegati: 70
Articoli
Date & eventi
Documenti
Gruppo: Documenti
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 27-02-2022 (2 Anno)
Città: Afreen
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: Arabo
Tipo di documento: Traduzione
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( ئاراس حسۆ ) su 03-02-2024
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 10-02-2024
Questa voce recentemente aggiornato da ( سارا ک ) in: 10-02-2024
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 298
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Articoli
Storia dei curdi

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 518,636
Immagini 106,369
Libri 19,233
File correlati 96,825
Video 1,376
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Articoli
Storia dei curdi

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.234 secondo (s)!