پەرتوکخانە پەرتوکخانە
لێ گەڕیان

کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!


گەریانا دەست نیشانکری





لێ گەڕیانا هویر      کیبورد


لێ گەڕیان
لێ گەڕیانا هویر
پەرتوکخانە
ناونامە بو زاروکێن کورد
کرونولوژیا ڕویدانا
ژێدەر
پاش
کومکری
چالاکی
چەوا لێ بگەڕهم؟
بەلاڤوکێن کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
دارشتنا پولا
بابەت ب هەلکەفتێ
ڤڕێکرن
ڤڕێکرنا بابەتی
ڤرێکرنا وێنەی
ڕاپرسی
بوچوونێن هەوە
پەیوەندی
کوردیپیدیا پێدڤی ب چ زانیاریانە!
ستاندارد
رێسایێن بکار ئینانێ
کوالیتیا ڤی بابەتی
ئامراز
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
دەربارەی مە چ گوتیە؟
کوردیپیدیایێ بکە د مالپەرێ خودا
تومارکرن / ڤەمراندنا ئیمێلی
ئامارێن مێهڤانا
ئامارا بابەتا
وەرگێرێ فونتا
گهوڕینا دیرۆکان
کۆنترلکرنا ڕاست نڤیسینێ
زمان و شێوەزارێ لاپەرا
کیبورد
لینکێت پێدڤی
ئێکستێنشنا کوردیپێدیا بو گوگڵ کروم
کوکیز
زمان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هژمارا من
چوونا ژوور
دێ بمە هەڤکارێ هەوە
پەیڤا نهێنە تە ژبیر کریە!
لێ گەڕیان ڤڕێکرن ئامراز زمان هژمارا من
لێ گەڕیانا هویر
پەرتوکخانە
ناونامە بو زاروکێن کورد
کرونولوژیا ڕویدانا
ژێدەر
پاش
کومکری
چالاکی
چەوا لێ بگەڕهم؟
بەلاڤوکێن کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
دارشتنا پولا
بابەت ب هەلکەفتێ
ڤڕێکرنا بابەتی
ڤرێکرنا وێنەی
ڕاپرسی
بوچوونێن هەوە
پەیوەندی
کوردیپیدیا پێدڤی ب چ زانیاریانە!
ستاندارد
رێسایێن بکار ئینانێ
کوالیتیا ڤی بابەتی
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
دەربارەی مە چ گوتیە؟
کوردیپیدیایێ بکە د مالپەرێ خودا
تومارکرن / ڤەمراندنا ئیمێلی
ئامارێن مێهڤانا
ئامارا بابەتا
وەرگێرێ فونتا
گهوڕینا دیرۆکان
کۆنترلکرنا ڕاست نڤیسینێ
زمان و شێوەزارێ لاپەرا
کیبورد
لینکێت پێدڤی
ئێکستێنشنا کوردیپێدیا بو گوگڵ کروم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونا ژوور
دێ بمە هەڤکارێ هەوە
پەیڤا نهێنە تە ژبیر کریە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارێ مە
 بابەت ب هەلکەفتێ
 رێسایێن بکار ئینانێ
 ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
 بوچوونێن هەوە
 کومکری
 کرونولوژیا ڕویدانا
 چالاکی - کوردیپێدیا
 هاریکاری
بابەتێ نوی
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
01-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
کەسایەتی
دانا جەلال
30-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گۆگەمێلا، چەپا کەنیزەکێن پایتۆنان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
کەسایەتی
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
فەیروز ئازاد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
ئامار
بابەت 518,514
وێنە 106,355
پەرتوک PDF 19,229
فایلێن پەیوەندیدار 96,820
ڤیدیۆ 1,368
جهـ
تل قەسەب
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
ئەڤریم ئالاتاش
کەسایەتی
خالد بەگێ جبری
جهـ
ڕەمبوسی
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (200): Bajaroka “Mabeta” – desteserkirin û guhertineke demografî yen fere, teqîna matoreke dutekerî
تەڤی کوردیپێدیێ دزانی هەر ڕۆژەکە ڕوژژمێرا مە چ تێدا ڕیدایە!
پول: بەلگەنامە | زمانێ بابەتی: Kurmancî - Kurdîy Serû
هەڤپشکی کرن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
هەلسەنگاندنا بابەتی
نایاب
گەلەك باشە
ناڤنجی
خراب نینە
خراب
بو ناڤ لیستا کومکریا
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
گهوڕنکاریێن بابەتی!
Metadata
RSS
گووگلا وێنا بو بابەتێ هەلبژارتی!
گوگل دەربارەی بابەتێ هەلبژارتی!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (200): Bajaroka “Mabeta” – desteserkirin û guhe...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (200): Bajaroka “Mabeta” – desteserkirin û guhe...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (200): Bajaroka “Mabeta” – desteserkirin û guhertineke demografî yen fere, teqîna matoreke dutekerî, girtinine bêsûcane, hin şewat di darstanan de, Gundê “Kîmarê” di bin zextê de.

Weke tekezî ji rewşa geregoşî û serberdayetiya li herêmê serwerkirî de, li siba Şemiyê 28.5.2022an Z, li derbasgeha Bajarê Efrînê ya Rojava – dawiya kolana vêlata, matoreke dutekerî teqiya, û di encamê de ziyanin şênberî çêbûn, û sê kes jî birîndar bûn – li gor Berevaniya Sivîl; Da ku careke din gotegota Turkiyê li ser “Herêma Ewle” ne rast derîne.
Ev jî hin binpêkirin û tewanên têvel in:
= Bajaroka” Mabeta”:
Ew navenda navçê ye, /15/K.M bi aliyê Bakur Rojava ve ji Bajarê Efrînê dûr e, ji dora/1200/malî pêkhatî ye, dora/4800/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, tev di dema dijberiya bi ser herêmê de penaber bûn, jê dora/520malbat=2200nişte/ vegerîn, ên din jî zorane koçber bûn, û dora /1500malbat=8000nişte/ji anîndeyan tê de û di dora/250/çadirên ku li ser Erdê “Bêdera” û Cîgeha “Qitraniyê” ya li rex bajarokê û li dora wê venandî de dan niştecîkirin.
Û di encama topebaran û teqîna bombeyên zemînî de, /7/ malên “malbatên(Bekê), Hemîd Hacî kurê Mistefê” bi tevayî hatin roxandin, û /4/mal û avahiya “Şaredariyê û derdora wê” jî bi rengekî piçekî, û yek ji wan malan a Hemwelatî “Mihemed Elî Bekir” e (ya ku ji aliyê malbata “Taha Mistefa El’ xatêr” a ji Bajaroka”Tilqirahê” – Bakurê Heleb penaberbûye ve hatibû rûnişkandin, û ya ku Artêşa Turkiyê li 26.1.2018an. Z topebaran kiribû, û di encamê de komkujiyek pêkhatibû, û dê û bav û çar zarokên wan bibûn qurban).
“Mala “Mihemed Elî Bekir” ya roxandî, B.Mabeta 26.1.2018an Z, komkujiyek.”
“Roxandina malina li B.Mabeta.”
Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” (ya ku “El’şêx Cum’e Ehmed El’cebelî” yê ji Gundewarê Dêrhafirê – Rojhilatê Heleb serkêşiya wê dike) bajarokê desteser dikin, /11/mal ên “Dilovanber Cim’e Ala, Selah Arêf Mihemed, Celal Edlo, Ferîd Mixtar, Cemîl Hebeş, Hisnî Mixtar, Fethî Mixtar, Xidir Ehmed, Ednan Çîto, Resûl Resûl, Aras Xoce – avahiyeke qatî” ji xwe re kirine biryargehên leşkerî, avahiya “kompaniya avê” jî kirine biryargeheke ewlehiyê û hepseke taybet ji xwe re, û Mala”Mistefa Îbrahîm” kirine dibistaneke amedeyî û navîn, û weha jî Milîseyên “Asayêşa Sivîl” herdu avahiyên asayêşê û leşkerkirinê yên kevin ji xwe re kirine du biryargeh.
“”El’şêx Cum’e Ehmed El’cebelî” serkêşê milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” li Mabeta (yê ku karên dizîn, talan û desteserkirina li ser zeviyên zeytûna, dîkan û nanpêjgeha otomatîk dike).”
Lê, Artêş û Istîxbaratên Turkiyê herdu avahiyên “navçê” û “dibistana navîn” ên kevin ji xwe re kirine du biryargeh, herweha li kêlek herdiwan avahiyeke qatî ya “Hisên Elî Bekir” ji endamên xwe re kirine ciyên rabûnrûniştinê, û dîwareke çîmento jî li derdorê ava kirine.
Li dor bajarokê dorpêçeke ewlehî pir mekin heye (du rêbend “El’şamiyê, Asayêşa Sivîl” li Derbasgeha Rojhilat, rêbendeke wan e hevbeş li Derbasgeha Rojava, û du rêbendên wan jî li ser riya Gundê” Dargirê”).
Piştî ku milîs ketin bajarokê, tiştmiştên malên ku xwedî vegerîne dizîn, mîna xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, şaşên tilvizyûna, alav û amûrên elektirîkê û giropên taqeta(enerciya) royê û ava vexwarinê û hin tiştên din, û herweha jî hemî tiştmiştên hundir dora/700/malên ku dest danîne ser, tiştmiştên dora/60/dîkan û embaran, jimarekên ava vexwarinê ji malan, giropa zayendkirina elektirîkê ya taybet bi navenda telîfûnê û amûr û keblên zemînî û bayî yên toreya telîfûna zemînî û dîrakên wê, beşek ji toreya elektirîkê ya giştî, tirektoreke çandiniyê ye “Rif’et Mamiş”, tirektorek tevî dûmahîkên wê yê “Hisên Çolo”, tirektora “Eslan Zêno” (yê ku piştî dandina vêrgiyeke diravî vegerandiye), du Pîkab Honday yên “Mihemed Ebid El’rehman Teter, Şukrî Xoce” û yeke din e “Hisên Yûsêf Hisên” – piştî ku li 10.1.2020an Z hate revandin û lişûnxwehîştin, du giropên zayendkirina elektirîkê yên mezin -yek jê ya hilkişandina ava vexwarinê û ya din a ku elektirîkê dide çend gundan- li çateriya Gundê “Kokanê” yê hevcîwar, û tiştmiştên tîmargeha mirîşkan a “Mistefa Kelaşo”, û bi ser de jî destdanîna li ser avahiya wê.
“Destdanîna ser dîkanina li Mabeta ji aliyê endamên “El’ ebhe El’şamiyê” ve.”
Wan milîseyan dest danîn ser avahiya Guvêşgeha “Hisên Qaziqlî” ya kevin piştî ku acetên wê dizîn û kirin nanpêjgeheke otomatîk, herweha ser tevahiya nanpêjgeha otomatîk a şaredariya berê û çend salan bi kar anîn ta ku li vê dawiyê hemî acetên wê dizîn û berve Navça Reco guhestin, dora /30/dîkanî û ji xwe re vekirin, guvêşgeha zeytûna ya komela bajarokê û vê re bi dora nîvî di karê de bûn ortaq, û weha jî li ser dora/22/hezar darên zeytûnê yên xelkê bajarokê yên ne li wir, û sê salan 50% vêrgî li ser berhemên werzên “mûsim” wan zeytûnan ferz kirin, û li sala dawiyê hemî rêdankên birêvebirina zeytûna sekinandin û dest danîn ser wan malmewalan, bê ku guhdanê bidin xerciyên ku xwediyan -di navboriya du salan de- li wan daran kirine.
Wan ji bo êzinkirinê, bêwijdan bihezaran darên zeytûnê qut kirin, û rê didin anîndeyan da ku keriyên pezên xwe di nav zeviyên zeytûn û erdên çandinyê de biçêrînin, bê ku yek ji xwediyan wêribe wan qedexe bike yan giliyekî li wan veke.
Û wan milîseyan Girê”Berbe’ûşê” li Bakur bajarokê, Girê “Geliyê Mûsê” li Başûrê wê û gora Zaretgeha “Avgîrê” ya Elewî, ji bo lêgerîna li kevneşopên wan ên dîrokî û kinzên binerd û dizîna wan, kolan û tevdan.
“Girê “Berbe’ûşê” li Mabeta, berî û piştî kolandin û rêşkirinê.”
“Kolandin û rêşkirina gora Zaretgeha “Avgîrê” ya “Elewî” li Mabeta.”
Û xelkê bajarokê yên hene rastî binpêkirin û tewanên têvel hatin, jê kuştin, revandin û girtinên bêsûcane, işkencekirin, rûmetdaxistin, peresitandin û hin kiriyarên din; Bisedan rastî girtinên tewşankî û nesûcane -di nav de jî temenmezin û jin- digel lêdan û îşkencekirinên mekin û rûmetdaxistinê hatin, wek nimûne jî li Şeva 10.6.2018an Z dora /100/ kesî hatin girtin, û li 29.6.2020an Z jî dora /110/kesan ji aliyê “El’şamiyê” ve, piştî ku avêtin ser malan, lêgerîn kirin, tiştmiştên tê de tevdan, hin derî hilkrin û şikandin, û malmewal û telîfûnên xilyewî dizîn, û piştî çend rojan hatin berdan; Û piştî teqandina makîna serkêşekî heman milîseyê li 18.12 .2020an Z -di karnava du rojan de- bidehan kes girtin, û digel wê jî ferzkirina qedexekirina çûnûhatinê û peydakirina heyameke metirsiyê; Ji bilî girtinên tekane û komelane yên berdewam bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, bi demên têvel û digel ferzkirina vêrgiyên diravî; Û hîn Destlatên Turkiyê çarenûsa “Menan Birîmo kurê Ibrahîm – zayend 1994 Z” diyar nekirine, bi ser ku bêtirî çar salan di ser girtina wî re derbasbûye, û divê bê zanîn ku ew li 15.4.2018an Z li nêzîk Gundê “Kurzêlê” – Başûrê Bajarê Efrînê -li dema vegera wî- hate girtin, bo Hepsa “Çobanbegê – El’ra’î” hate rêkirin û tê de zorane hate veşartin, û bînerdanina tekez kirin ku ew rastî îşkencekirinek mekin hat, û tenduristiya wî pir bi şûn ket.
“Girtiyê ku zorane veşartî “Menan Birîmo kurê Îbrahîm”, Mabeta.”
Û ji ber dizîna hin kelûpelên mizgefta bajarokê, destdanîna şêxên anîndeyan li ser, û bidûrxistina şêxên xelkê bajarokê – ya tekane li herêmê- yên bine’ola Îslamî ya Elewî ji rêvebiriya wê, piraniya xelkê bajarokê narin mizgeftê, û herweha jî anîndeyan di maleke gund de mizgefteke din vekirin û miriyên xwe jî di goristana bajarokê de venaşêrin, bi ser wê de jî vekirina wan ji korsên hînkirinê re, di çarçewa tevgereke olî ye hişk û çalak ye li herêmê heye de.
Û bi sedema dagîrkeriyê hin ji xelkê bajarokê yê sivîl şehîd ketin, ew jî ev in:
– “Ciwan Mistefa kurê Ehmed/30/sal”, li 26.2.2018an Z, di encama topebarana Turkî de, li dema ku wî di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayêş) de xizmet dikir.
– “Elî Qelender/85/sal ” bi qurşîneke jîndar, bi destê xortekî ji anîndeyên “Xota”, li dema ku wî hin mî li Rojavayê bajarokê li 10.2.2019an Z diçêrandin.
– “Mistefa Silêman Hisên/65/sal, Elî Mihemed Şe’ibo/66/sal û hevjîna wî Zelûx Hemîd Hemadê/55/sal û kurê wan Elî Şe’ibo/35/sal û hevjîna wî Elya’i Mistefa Şe’ibo/28/sal û keçika wan a zarok Nêvîn Şe’ibo/9/sal” -ew herşeş ji koçberên bajarokê ne- li 31.7.2018an Z, di encama teqîna bombeyeke zemînî bi otombîlek Sûzûkî ye bara ye biçûk de (ye ku ew bi riyên qaçaq ji Bajarê Niblê dibirin Heleb).
“Pakrewan “Ciwan Mistefa kurê Ehmed, Elî Qelender, Mistefa Silêman Hisên, Elî Mihemed Şe’ibo, Zelûx Hemîd Hemadê, Elî Elî Şe’ibo, Elya’i Mistefa Şe’ib, Nêvîn Elî Şe’ibo”.”
= Girtinên bêsûcane:
Destlatên dagîrker ev girtin:
– Li 17.5.2022an Z, hemwelatî “Se’îd Ne’isan Ereb/52/sal, Seydo Mihemed Seydo/50/sal, Sefer Mistefa/63/sal” ji xelkê Gundê “Gewenda” – N.Reco, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Sivîl”ve, bi tuhmeta pişikdariyê di pandina şevayî de, li dema Rêvebiriya Xweser a berê, û piştî ferzkirina sezayine diravî li ser wan, li 24.5.2022an Z ew berdan.
– Li 17.5.2022an Z, Hemwelatî “Fewaz Mihemed Heyder/39/sal” ji xelkê Gundê “Kurka” – N.Mabeta, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û piştî sê rojan û ferzkirina sezayeke diravî li ser, ew berdan.
– Li 19.5.2022an Z, Hemwelatî “Ehmed Silêman Bekir ê ku bi Ferhad tê navdan/32/sal” ji xelkê Gundê “Çeqelê Ortê” – N.Şiyê, li dema ku bi heft makînên tijî çekdar êriş gund kirine, û ew birin navenda Navçê -ev yeka jî yekser piştî sê rojan ji vegera wî ji Libnanê ciyê penaberiya wî- û ta niha di bendkirina bêsûcane de ye.
– Li 22.5.2022an Z, Hemwelatî “Henan Mihemed Heşko(Sînê)/58/sal” ji xelkê Gundê “Şêx Mihemedlî” – N.Reco û keyayê gund ê niha, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Sivîl” ve, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.
– L 24.5.2022an Z, Hemwelatî “Helîme Mûse Colê /58/sal – mêrnekirî” ji xelkê Gundê “Şêx Mihemedlî/kerê” – N.Reco, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Sivîl” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û ta niha çarenûsa wê ne diyar e; Divê bê zanîn ku ew li destpêka dagîrkeriyê li navîna 2018an rastî girtin û îşkencekirinek mekin hat, û yekser piştî berdanê nexweş ket.
– Ji panzdeh rojan ve, Hemwelatî “Hesen Mehmûd Osman/24/sal” ji xelkê Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, ji aliyê “emniyetê” ve, û yekser piştî gihîştina wî Bajarê Ezazê tevî hevjîna wî û herdu zarokên wî, li dema vegera wî bo Efrînê ji ciyê penaberiyê bi riya qaçaxciyên mirovan (ên ku ew birine ûtêlê ji bo razanê); Jina wî û zarok hatin berdan da ku bigihên Efrînê, û ew jî ta niha bêsûcane bendkirî ye.
= Qirkirina daristanan:
Bi destpêkirina Demsala Havînê re -weke ku çawa di navboriya çar salên borî de, di siya dagîrkeriyê de çêbûye- dïsa agirên bi daristanên xwezayî û çandiniyê dikevin pir dibin û bi rengê ku berê nebûye, berevacî şeşsalên berê ji destlatkirina R.X a berê û berî wê jî bidehsalan ji destllatiya rijîmê, û bi ser wê de jî qutkirina fere ji cûrbecûr daran re ji bo êzingkirin, çêkirina komirê û bazirganiyê; Vêca ev destdirêjî û dijberîtî digihêje asta qirkirina jîngehê weke tewaneke rêbazkirî û bi serpereştî û şîretiya Istîxbaratên Turkiyê tê kirin; Û li gor pisporên çandiniyê rêjeya tarûmarkirinê di daristanan de -di navbêna şewtandin û qutkirinê de- 50% derbas dike, û ya ku rûberiya wê bi tevahî dighêje derdora (ya xwezayî /18500/ hiktar + ya çandinî /21000/ hiktar = 39500 hiktar). Û yên nû çêbûne jî ev in:
– Şewtandinek di daristaneke îhracê de li Çiyayê “Ne’iso” li Başûr Rojhilatê Bajaroka “Kaxrê” – N.Mabeta, û “Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir ku tîpên(tîm) wê şewtandinine mezin ( ên ku rûbereke bi qasî/60/donimî ji darên îhracê, li şeva Çarşemê 25.5.2022an Z, û li dirêjiya /11/ katan şewitandine) vemirandine.
“Şewatek li daristneke ihracê li Çiyayê “Ne’iso” Başûrê Rojhilatê Bajaroka “Kaxrê” – N.Mabeta.”
Û herweha heman “berevaniyê” tekez kir ku ev şewtandin hatine vemirandin:
– Şewatek li daristaneke nêzîk Gundê “Hilobî” – N.Şera, di heman şeva 25.5.2022an de.
– Şewatek li erdekî çandiniyê li Gundê “Miskê” – N.Cindirêsê, bi rûberiya /2/ hiktaran, li Roja Pêncşemê 26.5.2022an Z.
“Şewatek li erdekî çandiniyê li Gundê “Miskê” – N.Cindirêsê.”
– Şewatek li daristaneke îhracê, li nêzîk Gundê “Çema” – N.Şera, li şeva 26.5.2022an Z.
= Binpêkirinine din:
Serkêşên Milîseyên “Firqit El’hemzat” li Gundê “Kîmarê” – Şêrewa pêkanîna binpêkirin û tewanan di dermafê xelkê gund de asa dibînin, ya dawiyê jî li Roja Çarşemê 25.5.2022an bû, û di vê wextê de, serkêşê Milîseyên “Lîwa’i Umer El’Farûq – Firqit El’hemzat” ê bi navê “Ramî El’betran Ebû Cabêr” bidehan ji mêrên gund tevî tirektorên wan kom kirin, û bê pere di kolandina xendekekê de, li dor leşkergeha Firqê” û rakirina gemarê de dan bikaranîn, piştî ku gefgur û sixêf ji wan re dan û mekin li hinan xist, mîna “Idrîs Xelîl Mihemed, Ciwan Memdûh Hisên, Ciwan Remedan Derwîş/Wezîro, Şahîn Ekrem Nebo, Ebdo Ehmed Yûsêf, Kelmaz Mûrad Mihemed” û ew birîndar kirin, ji ber ku ew di roja berî wê de li şûn mabûn; Û herweha serkêşekî din ê El’ hemzata li gund, li Roja Duşemê 23.5.2022an Z, di perçedengekî de ji hemî mêrên gund xwest ku hemî karûbarên xwe berdin, û tevî acetên xwe li leşkergehê beşdar bibin.
“”Ramî El’betran Ebû Cabêr” yê li ser xelkê G.”Kîmarê” dijayetî kirî.”
Serkêşên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî – El’ceyş El’wetenî El’sûrî” guh nadin tiştê li ser binpêkirin û tewanên wan tê nivîsandin û nejî bergerên qurbaniyan û bangên xwediyên wan, piştî ku wan dizîn, tewan û nandozî ji xwe re kirin kar, û yekser ji Turkiyê û serokê wê Erdoxan ve hatin parastin; Vêca nêt û viyan li ba Civaka Navdewletî heye ku wan qirêjiyan rawestîne û yên dikin jî seza bike?
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî - Kurdîy Serû) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 418 جار هاتیە دیتن
هاشتاگ
ژێدەر
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
بابەتێن پەیوەستکری: 70
بەلگەنامە
رێکەوت و رووداو
کورتەباس
زمانێ بابەتی: Kurmancî - Kurdîy Serû
روژا تمام کرنێ: 30-05-2022 (2 سال)
باژێر و باژارۆک: ئەفرین
جوڕێ دۆکومێنتێ: وەرگێڕدراو
دەساڵ: 20ەکان (20-29)
زمان - شێوەزار: ک. باکوور ت. لاتین
شێوازێ دۆکومێنتێ: دیجیتاڵ
وەرگەڕکری ژ زمانێ: عەرەبی
وەڵات - هەرێم: رۆژئاوای کوردستان
تایبەتمەندی یێن تەکنیکی
کوالیتیا ڤی بابەتی: 99%
99%
ئەڤ بابەتە ژ لایێ: ( ئاراس حسۆ ) ل: 03-02-2024 هاتیە تومارکرن
ئەڤ بابەتە ژ ئالێ: ( سارا کامەلا ) ل : 10-02-2024 پێداچوون ژبوو هاتییە کرن و ڕەها بوویە
ئەڤ بابەتە بو دویماهیک جار ژ لایێ: ( سارا کامەلا )ڤە: 10-02-2024 هاتیە ڕاست ڤەکرن
ناڤ و نیشانێن بابەتی
ئەڤ بابەتە ب ستانداردی کوردیپێدیا هێشتا نە دروستە و پێدڤی ب داڕشتنەکا بابەتی و زمانی هەیە!
ئەڤ بابەتە 418 جار هاتیە دیتن
کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
کەسایەتی
فایزا دربۆ حسێن
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
کورتەباس
ئوسمان سەبری چیڤانوکا خێر و شەڕان د باهوو زێدا
وێنە و پێناس
لالش ل ساڵا 1976
کەسایەتی
عەبدوڵا ساڵح ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
وێنە و پێناس
زەلامێن کورد ل دەمێ یاریا تاولێ ل باژێڕۆکێ کۆیە، ساڵا 1963
شوینوار و جهێن کەڤنار
پرا دەلال
وێنە و پێناس
نەورۆزا ساڵا 1972
کەسایەتی
عەیشان هەسن دەروێش حەمۆ
کەسایەتی
خەیری ئادەم
وێنە و پێناس
کۆمەڵەکا دانعەمرێن ئێزدی ل لالش، ساڵا 1976
کەسایەتی
سەرهات ناریمان خەمۆ
کەسایەتی
فادیا فێسەڵ ڕەڤۆ حسێن
کەسایەتی
عەیشان مجۆ بەرکات جۆمەر
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها سارتکە
کەسایەتی
عیسا هادی شکور فارس
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
بلند محەمەد
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
کورتەباس
تۆسنێ رەشید دەنگکی هەلبەستڤانێ گەش ژ کوردێن سۆڤێتێ
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها کوردا
کورتەباس
گەنجینەکا زێڕین
وێنە و پێناس
مستەفا بارزانی ل دەمێ پێشکێشکرنا گۆتارەکێ ل کۆیە، ساڵا 1963
کورتەباس
مەردینی ب دلی یە نە ب مالێ یە
کورتەباس
نەڤسیا ژنبابی
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
شوینوار و جهێن کەڤنار
شکەفتا گوندێ گوندکی ل ئاکرێ

روژەڤ
جهـ
تل قەسەب
01-02-2024
ڤەژەن کشتۆ
تل قەسەب
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
21-02-2024
زریان سەرچناری
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
ئەڤریم ئالاتاش
14-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
ئەڤریم ئالاتاش
کەسایەتی
خالد بەگێ جبری
14-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
خالد بەگێ جبری
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
ڕەمبوسی
بابەتێ نوی
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
01-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
کەسایەتی
دانا جەلال
30-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گۆگەمێلا، چەپا کەنیزەکێن پایتۆنان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
کەسایەتی
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
فەیروز ئازاد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
ئامار
بابەت 518,514
وێنە 106,355
پەرتوک PDF 19,229
فایلێن پەیوەندیدار 96,820
ڤیدیۆ 1,368
کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
کەسایەتی
فایزا دربۆ حسێن
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
کورتەباس
ئوسمان سەبری چیڤانوکا خێر و شەڕان د باهوو زێدا
وێنە و پێناس
لالش ل ساڵا 1976
کەسایەتی
عەبدوڵا ساڵح ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
وێنە و پێناس
زەلامێن کورد ل دەمێ یاریا تاولێ ل باژێڕۆکێ کۆیە، ساڵا 1963
شوینوار و جهێن کەڤنار
پرا دەلال
وێنە و پێناس
نەورۆزا ساڵا 1972
کەسایەتی
عەیشان هەسن دەروێش حەمۆ
کەسایەتی
خەیری ئادەم
وێنە و پێناس
کۆمەڵەکا دانعەمرێن ئێزدی ل لالش، ساڵا 1976
کەسایەتی
سەرهات ناریمان خەمۆ
کەسایەتی
فادیا فێسەڵ ڕەڤۆ حسێن
کەسایەتی
عەیشان مجۆ بەرکات جۆمەر
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها سارتکە
کەسایەتی
عیسا هادی شکور فارس
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
بلند محەمەد
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
کورتەباس
تۆسنێ رەشید دەنگکی هەلبەستڤانێ گەش ژ کوردێن سۆڤێتێ
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها کوردا
کورتەباس
گەنجینەکا زێڕین
وێنە و پێناس
مستەفا بارزانی ل دەمێ پێشکێشکرنا گۆتارەکێ ل کۆیە، ساڵا 1963
کورتەباس
مەردینی ب دلی یە نە ب مالێ یە
کورتەباس
نەڤسیا ژنبابی
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
شوینوار و جهێن کەڤنار
شکەفتا گوندێ گوندکی ل ئاکرێ

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| دروستکرنا لاپەری 0.515 چرکە!