图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,110
图片 106,475
书籍 19,249
相关文件 96,939
Video 1,379
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (208): Gundê “Kokanê” – guhertineke demografî, serbestberdana hin veşartiyên zorane ji çar salan ve
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (208): Gundê “Kokanê” – guhertineke demografî, ...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (208): Gundê “Kokanê” – guhertineke demografî, ...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (208): Gundê “Kokanê” – guhertineke demografî, serbestberdana hin veşartiyên zorane ji çar salan ve, tevliheviyek di nav refên “Siqor El’şemal”de.

Piştî daxuyana Şalyarê derve yê Turkiyê “ku welatê wî bi tevahî amede ye ku piştgiriya Rijîma Sûriyê li hember Hêzên Sûriya Demokrat bike”, lixweheyrandin û nevehesî kete nav refên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” û sîwana wan ya siyasî “Hikometa Demkî û Kiwalisyûna Sûrî – Birayên Misilman(Ixwan)”, di dema ku ew jî di rêbaza dijayetiyê (ya ku Hikometa Dad û Geşpêdanê wêne kiriye) li dijî Kurdan di Sûriyê de berdewam in, û ew di binpêkirin û tewanên têkel de diyar dibe, evên jêrin jî hin ji wan in:
= G. “Kokanê”:
Parve du perçan dibe (jor û jêr), bi Navça Mabeta ve girêdayî ye, /7/K.M ji navenda wê dûr e, ji dora /150/ malî pêkhatî ye, dora /1000/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, piştî dagîrkeriyê dora /75 malbat = 300 nişte/ têde man, ên din jî zorane koçber bûn, û dora /90 malbat = 500 nişte/ ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.
Milîseyên “Firqit El’hemzat” (ên ku Mala “Sêf El’dîn Ebdo” ji xwe re kirine biryargeheke leşkerî û Mala “Cîhad Cimo” jî mîvangeh û ciyê civatan) gund desteser dikin. Piştî êrişkirina wan ji gund re kelûpelên piraniya malan dizîn, mîna: Xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û hin tiştên din, û weha jî tevahiya tiştmiştên ku di hundir /75/ malên ku dest danîne ser de, heyînên dibistana seretayî, heyînên dîkana xwarinvexwarin û şênberên paqijiya malan a “Arêf Hisên” li çateriya gund û desteserkirina wê, heyînên dîkana “Şêrgo Mihemed”, piraniya jimarokên ava vexwarinê, du guheztok(tirans) û keblên toreya elektirîkê ya giştî, amûrên stasyûna hilkişandina ava “Kokanê” ya ku avê dide heft gundan (giropa zayenda elektirîkê ya mezin, /2/ avhilkêşok, lûle û tablo û yên din), acetên guvêşgeha zeytûna ya Dilovanber “Cemîl Mistefa” (yên ku piştî dandina vêrgiyeke diravî mezin hatine vegerandin), avhilkêşok û lûleyên pênc bîran, giropeke mezin a zayenda elektirîkê û /4/ mekbes û amûrên kargeha bilokan a “Mihemed Hisên”, û makînak bi tirêla bara tev /10/ ton şîşên bêtonê û /500/ tûr çemento yên “Fîras Mihemed”.
Û li gund û Bajarê Efrînê jî, makîne û tirektora çandiniyê yên “Malbata Mixtêr”, makîne û tirêla tirektora “Arêf Hisên”, tirektora Dilovanber “Cemîl Mistefa”, teksî û tirektora “Mihemed Hisên”, teksî û tirektora “Malbata Berekêt”, û makîna Pîkab a “Fîras Mihemed” hatin dizîn.
Milîseyên “El’hemzat” dest danîn ser dîkan û perçe,erdê “Mihemed Yûsêf” li çateriya gund û kirin stasyûna sûtemeniyê, û herweha jî ser malmewalên hemwelatiyên zorane koçberbûyî, jê: /Hezar darên zeytûnê, mêwên tirî, behîv û hinaran/ ên “Behcet Berekat û birayên wî”, /dused darên zeytûnê/ yên “Mihemed Cemal Îbarahîm” û /sed darên zeytûnê/ yên “Ebid El’rehîm Îbrahîm”; Vêrgiyên têkel li ser berhema werzên (mûsim) zeytûna yên hemwelatiyên ne li wir û yên li wir ferz kirin, bi ser de jî dizîna berhemên têvel ên werzên çandiniyê, jê: /50/teneke zêt (16 K.G sade) yên “Ezîz Cemal” li meha Mijdara 2018an. Z; Li rex wê jî çêrandina bêwijdan û hovane -ya ziyan mezin-ji keriyên pêz û dewêr re di nav zevî û erdên çandiniyê de, bê ku kesek wêribe wan red bike yan giliyekî li yekî veke, û wek nimûne: Li Havîna 2020an. Z, hejmarek ji hemwelatiyan gilîk li dijî şivanan pêşkêş kirin, û ji ber wê jî ew rastî lêdan û kêmrûmetkirinê hatin.
“Sûtemengehek di dîkan û perçe,erdê “Mihemed Yûsêf” de, li çateriya G. “Kokanê” – N.Mabeta.”
Li Havîna 2019an. Z, ji bo lêgerîna li kinzên binerd û dizîna wan, Milîseyên “El’hemzat” Zaretgeha “Pakrewan Şêx Cemal El’dîn” – ya Îslamî û goristana wê (ya miriyên gundên “Kokanê, Ênhecerê, Omo” û li ser riya axî û bi (3K.M) an di navêna gundên “Kokanê û Coqê” de dikeve) û derdora zaretgehê kolandin û tarûrmar kirin, û di encamê de jî hin darên zeytûnê hatin hilkirin; Lê, Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” Girê “Zirafkê” (yê ku di nav malmewalên gund de) rêşkirin û kolandin, û herweha wan li Havîna 2018an. Z, xeta hesinî ya Tirêna “Rojhilata lezgîn – El’şerq El’serî’i”, ji kêlek Gundê “Ênhecerê Rojhilat” ve bigir ta Pira “Hesenê Mêşkê – Kitix” bi dirêjahiya /3/K.M hilkirin, û bi aletan -bi şev- ew guhestin, piştî ku rê kontirol kirin.
“Zaretgeha “Pakrewan Şêx Cemal El’dîn” – piştî kolandin û tarûmarkirinê.”
“Girê “Zirafkê” yê kevneşopî piştî rêşkirin û kolandinê.”
“Riya tirênê li Cîgeha “Zirafkê”, berî û piştî vekirin û dizînê.”
Û hemwelatiyên li gund mane jî tûşî cûrbecûr binpêkirinan hatin, jê: Revandin, girtinên bêsûc, îşkencekirin, rûmetnizimkirin, peresitandin û hin kiryarên din; Di vî warî de bidehan ji wan -di nav de jî jin û temenmezin- bi demên têvel hatin girtin û digel wê jî ferzkirina sezayên diravî, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û ta niha çarenûsa xort “Îbrahîm Îsma’îl kurê Tac El’dîn /22/sal” -ê ku ji 17.3.2021an. Z ve, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê ve hatiye girtin- ne diyar e û gûman heye ku ew guhestibin Turkiyê, û bi sedema tirsa ji girtin û dijberîkirinê, bav û diya wî jî neçar bûn ku zorane koçber bibin û birevin Bajarê “Heleb”, û di dû re Milîseyên “El’hemzat” dest danîn ser mala wan û tiştmiştên têde.
= Girtinine bêsûcane:
Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:
– Li 16.7.2022an. Z, Hemwelatî “Esûm Ce’ifer/60/sal” hevjîna “Ebid El’rehman Hec Hisên” ji xelkê Gundê “Mist’eşûra” – N.Mabeta, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re.
– Li 23.7.2022an. Z, hemwelatî “Mihemed Riyad Xelîl, Ebdo Derwîş” ji xelkê Gundê “Axcelê” – N.Cindirêsê û yên li Taxa Eşrefiyê – B.Efrînê rûniştî, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re.
= Topebarankirina Gundewarê Heleb a Bakur:
Di encama topebarana Turkiyê de, li şeva Sêşemê 26.7.2022an. Z, li ser Gundewarê Heleb ê Bakur (a ku di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de û tijî Koçberên Efrînê), /6/ jin û zarok ji wan koçberan, li dema hebûna wan di nav erdên çandiniyê de li dor Bajarê Tilrif’etê, tonbiton birîndar bûn.
= Serbestberdana hin girtiyên zorane veşartî:
Li vê dawiyê, Destlatên Dagîrkeriyê du ciwanên Kurd ji Hepsa “Maratê” – Efrîn serbest berdan, piştî ku wan bêtirî çar sal û sê heyvan di hepsên wan de qedandin -piranî jî zorane veşartî li Hepsa “Cobanbegê – El’ra,î'” ya dengbed û di bin îşkencê û mercên sert de, û ew xort jî ev in:
– “Hisên Xelîl Îbrahîm /24/ sal” ji xelkê Gundê “Naza” – N.Şera.
– “Şervan Hesen Qido /27/ sal” ji xelkê Gundê “Turindê” – Efrîn.
= Geregoşî û serberdayetî:
Piştî kuştina “Hesen El’cum’e – yê bi Ferdûnî tê navdan” û serkêşekî Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” li Gundê “Gemrûkê” – N.Mabeta, li Şeva Înê 15.7.2022an. Z, geregoşî kete nav refên wan, Îstîxbaratên “Lîwa’i Semerqend” (ya ku “Hesen Xeyriyê” serkêşiya wê dike) dest bi lêkolînan bi hin endamên xwe re (yên di gund de destdirêj) kirin, lê “Ehmed Xoyan – Ebû Ebdo” – berpirsiyarê gund reviya, û malbatên wan jî bi hevaltiya makînên bara yên tijî kelûpelên dizînê yan ên kirînê bi pereyên dizînê ji gund bar kirin; piştî hevrikî û sûzmekirinên hundirîn.
= Binpêkirinên din:
– piraniya rezên tirî yên xelkê Gundê “Qurtqilaqê” – N.Şera, ji aliyê hin çekdar û anîndeyinên ku têde dane niştecîkirin ve rastî dizînê hatin, û paşê jî çêrandina bêwijdan ji keriyên pêz re.
– Berevajî sozên ku “Komîta redkirina mafan ya Hevbeş li Efrînê” û “Sa’êr Me’irûf” – serkêşê “Lîwa’i Semerqend” di herdu civatên ku li 18-19.7.2022an. Z ji hin kesên xelkê şeş gundan “Hechesna Jorin, Hechesna Jêrin, Remedana, Rûta, Tetera, Kefirsefrê” de dane û gotine “ewê daxwazên wan bişopînin û mafên wan vegerînin”, serkêşên milîseyan li wan gundan -bi zanîna “Me’irûf”- di zext û gefên xwe bi gilîkeran re berdewam in, da ku giliyên xwe bikşînin û ji mafên xwe dagerin. Divê were bîranîn ku “Ebid El’hadî Fetih Elah – Ebû Muhened” (ê ku di civata yekê de wesandiye dû çekdarin xwe û li hin gilîkeran xistî) li Bajaroka “Kefirsefrê” berpirsiyarê “aboriya Semerqend” e û ne yê ewlehiyê ye weke di rapora me ya berê/207/de hatî, û nejî wêneya belavkirî ya wî ye, ew ya kurê wî “Muhened Ebid El’hadî Fetih Elah” e – berpirsiyarê leşketî yê “Semerqend” li bajarokê.
“Sa’êr Ma’irûf” serkêşê Milîseyên “Lîwa’i Semerqend”.
“Mihened Ebid El’hadî Fetih Elah” – berpirsiyarê leşkerî yê “Lîwa’i Semerqend” li B. “Kefirsefrê”.
Şermezarkirina van kiryarên qirêj û şerkirkirina li dijî wan, li ba kesên bi xîret li ser berjewendiya Sûriyê û pêşeroja wê, û ji bo rêgirtina li pêş fîtnê di nav pêkhateyên wê de, ji stubariyên mirovane û niştîmanî yên yekê ne.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览381
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 52
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 31-07-2022 (2 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on08-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):08-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览381
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,110
图片 106,475
书籍 19,249
相关文件 96,939
Video 1,379
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!