Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,079
Bilder 106,584
Bøker 19,273
Relaterte filer 97,155
Video 1,392
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (211): Gundê “Kurkê Jorin” – destdanîna ser malmewdanên hemwelatiyên ne li gund, mirina negîhayekî
Gruppe: Dokumenter | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (211): Gundê “Kurkê Jorin” – destdanîna ser mal...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (211): Gundê “Kurkê Jorin” – destdanîna ser mal...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (211): Gundê “Kurkê Jorin” – destdanîna ser malmewdanên hemwelatiyên ne li gund, mirina negîhayekî ji ber birînên xwe, veşartineke zorane û girtinine bêsûcane, komelgeheke niştecîbûnê ye niştecîkirinî, nêzewêranbûna daristanina û zevîyine zeytûna.

Bi ser borandina dora çar sal û nîvan di ser dagîrkirina herêmê re, hîn asta dizîna cûrbecûr werzên (mûsimên) çandiniyê, qutkirina darên biber û daristanan, destanîna ser malmewdanên hemwelatiyên li dervayî herêmê bi taybet û li ser hin ên li wir jî, ji aliyê milîseyan û anîndeyên ji wan ve nêzîk kêm û ko nebûye, û hîn jî tûk û behaneyan çêdikin, da ku bêtir dizîn û talanê bikin.
Ev jî hin binpêkirin û tewanên têvel in:
= G. “Kurkê Jorin”:
Ew bi Navça Mabeta ve girêdayî ye, /9/K.M ji navenda wê dûr e, ji dora /105/ malan pêkhatî ye, dora /600/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, di dema dijberiya bi ser herêmê de tev penaber bûn, dora /50 malbatî = 175 nişte/ jê vegerîn û yên mane zorane koçber bûn, dora /10 malbatan = 60 nişte/ ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin, û di dema bombebarankirinê de, bipiçekî ziyan gihîşte hejmarek ji malan.
Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fatêh” û serkêşê wan “Doxan Silêman – Ebû Îslam” gund desteser dikin, mala “Osman Hemîd” ji xwe re kirine biryargeheke leşkerî, û dîwarek biderî li pêş meydana gund digel odeyek ji rêbendeke çekdar re -ye ku tevgera derbasbûn û derketina ji gund hûrnêrîn û kontirol dike- ava kirin.
“Dîwarê meydana G. “Kurkê Jorin” û odeya rêbenda çekdar û li ser wê Ala Turkiyê hildayî.”
Piştî ku êriş anîn gund, Hêzên Dagîrkeriyê bi debabê pêle makîna (teksî) ya giştiyane ya “Elî Dawod” kirin, û milîseyan ji malên hemwelatiyên vegerîne xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, şaşên tilfizyûna, alav û amûrên elektirîkê, û amûrên taqeta royê û hin tiştên din, û tevaya heyînên dora/55/ malan -ên ta niha piraniya wan vala ne- dizîn; Û herweha jî giropa zayendkirina elektirîkê (Ampêran) a “Elî Dawod” û yeke din tevî toreya wê ya “Fethî Osman Hemîd”, hin heyînên mizgeftê, jimarokên ava vexwarinê, guheztok(tirans) û keblên toreya elektirîkê ya giştî.
“Makînek teksî giştiyane ye koçberbûyê zorane “Elî Dawod”, û bi debabeyek Turkî û li orta G. “kurkê Jorin” hatiye pêlêkirin.”
Û wan dest danîn ser tevaya aletên guvêşgeheke nûjen e zeytûna ya koçberbûyê zorane “Necîb Şêxo” ji xelkê Gundê “Rûta” -yê bi heman navçê ve girêdayî û avahiya wê jî ya Keyayê “Kurkê Jorin” ê berê Dilovanber “Mihemed Hesen”- û bi alîkariya keyayê niha wê ji xwe re bi kar tînin, û xwediyên avahiyê û aletan ji kirê yan jî karê çar werzan (mûsiman) mehrûm û bêpar kirin, û ji ber wê jî, ji berî vê bi kêmtirî salekê, li Herêma “Şehba’i” – Bakurê Heleb tenduristiya “Necîb Şêxo” bi paş ve çû û ji kerba re mir.
“Guvêşgeheke zeytûna li orta G. “Kurkê Jorin”, û ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fateh” ve destdanînkirî.”
Û li navîna Cotmehê 2018an. Z – destpêka mûsimê, wan hin aletên guvêşgeha zeytûna ya “Mihemed Reşîd Arêf/Miskî” dizîn, û bi behaneya sazkirina rapornameyekê bi dizînê, giropeke ji wan milîseyan ew û tevî tirektora wî ya çandiniyê bi zorê derxistin dervayî gund, da ku zêr û pereyên vê re bidize, û ew /19/rojan zorane veşartî ma.
Û wan ji çar salan ve dest danîne ser dora/6/hezar darên zeytûnê yên koçberbûyên zorane ji malbatên (Helîmê, Seydî û Hespîro), û mêr û tirektorên xelkên “Kurkê Jorin” û gundên vê re hevcîwar, di xizmetguzariya wan zeviyan de suxre dikin; Û weha jî dest danîn ser dora/7/hiktar erdên çandiniyê tevî bîreke avê û giropeke hilkişandina avê li Cîgeha “Dirûmiyê” ya Dilovanber “Ezet Kirşo” û ji gund ve nêzîk -bi ser ku lawê wî “Idrîs” li gund de jî- bi behaneya ku bavê wî berê erd firotiye wan.
“Erdekî çandiniyê û bîreke avê digel giropeke hilkişandina avê ya Dilovanber “Ezet Kirşo” ji G. “Kurkê Jorin” û ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed Elfatêh” ve destdanînkirî.”
Û ew 50% vêrgî li ser berhema zeytûnên hemwelatiyên ne li gund û 10% li ser ên li gund mane ferz dikin, û bi ser de jî werzên (mûsimên) “simaqê” û “hejîra” û yên din didizin; Li rex wê jî keriyên pêz û dewêr bêwijdan û hov di nav zeviyên zeytûna û erdên çandinyê de diçêrînin; Û wan ji bo êzingkirin û bazirganiyê bihezaran darên zeytûna bêwijdan û dora 50% ji daristana îhracê li cîgeha goristana gund û “Zaretgeha El’Şêx Hisên Elî El’rebanî” qut kirin.
“Daristaneke îhracê li goristana G. “Kurkê Jorin” û Zaretgeha “El’Şêx Hisên Elî El’rebanî” berî qutkirinê.”
Weha, hemwelatiyên li gund mane rastî cûreyên binpêkirinan ên têkel hatin, mîna: Revandin, girtinên bêsûcane, işkenecekirin, rûmetnizimkirin û peresitandin û hin kiryarên din ên qirêj; Û di vî warî de bidehan -di nav de jî jin- di avêtina bi ser malan de û digel birina xilyewiyên wan, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, bi demên têvel hatin girtin û bi baceyên diravî hatin sezakirin, mînak: Xort “Rif’et Mûrad kurê Ehmed/28/sal” li 18.3.2018an. Z hate girtin, bêtirî du sal û nîvan di Hepsa Bajaroka “Çobanbegê – El’ra’î” de zorane veşartî ma, û paşê bo Efrînê hate guhestin, da ku li Avdara 2021an. Z bê berdan…Û herweha jî, temenmezin “Mistefa Ehmed Qasêm/60/sal” li Bajarê “Edenê” yê Turkî, li destpêka sala 2020an. Z, bi tuhmeteke çêkirî (nûçedana telîfûnî digel rêxistineke terorî) – di encama fisûkiyeke qerezî ji milîseyên ku gund desteser dikin ve hate girtin û bi çar salan hate sezakirin, û divê bê zanîn ku ew sivîl e, tu karê siyasî nekiriye, û ji bo peydakirina pariyê nên, li sala 2016an. Z tevî lawekî xwe koçberî Turkiyê bû.
“Girtiyê temenmezin “Mistefa Ehmed Qasêm” li Bajarê “Edenê” yê Turkî, Rêbendana 2020an. Z, jêder Rojnama “Sûzco” ya Turkî.”
= Mirina negîhayekî ji ber birînên xwe:
Piştî ku îsal li Bajarê Heleb di ezmûna bawernameya amedeyî de bi ser ket, bavê wî ji bo koçberiya dervayî welêt ew şande Efrînê, bi hêviya ku ew derfeteke kar bibîne û alîkariya dê û bavê xwe di derbaskirina zehmetiyên jiyanê de bike, lê mixabin mirin çarenûsa wî bû; Xortê negîhayî “Reşîd Mihemed Ibrahîm/15/sal” ji xelkê Gundê “Jarê” – Navça Bilbilê, dema hewil dide ku bi riyên qaçax Sînorê Turkiyê derbas bike, ew bi sedema lezandinê -piştî ku cendirmên Turkiyê qurşîn bi aliyê wî ve avêtin- ji dîwarê jihevcudabûnê de dikeve, û şikestin û xwîndarivandin di govde de çêdibin, û li 9.8.2022an. Z, ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyeke Bajarê “Ezazê” tê rêkirin, lê ji ber birînên xwe dimre.
“Negîhayê mirî “Reşîd Mihemed Ibrahîm”.”
= Veşartineke zorane û girtinine bêsûcane:
– Hîn Hemwelatî “Sîlda Kemal Şêxo/27/sal – diya pênc zarokan û nexweş” ji xelkê Gundê “Maseka” – Navça Reco zorane veşartî ye, bê ku hevgîhanek bi merivên wê re bê kirin an parêzerek ji bo berevaniyê di ber de were girtin; Piştî ew ji Bajaroka “Tilrif’etê” – Bakurê Heleb – ciyê penaberiya wê dere “Minbicê” û paşê bi riyên qaçax beramberî/2500/Dolar dere “Cerablusê”, bi mebesta ku derbas Turkiyê bibe û bighêje diya xwe ya li Bajarê “Îslehiyê” yê Turkî rûniştî, Li şeva 10.2.2022an. Z -piştî denkirina dawiyê pê re û ew li Cerablusê- hevgîhan pê re tê birîn, û paşê xwediyên wê agahdar dibin ku ew li ba Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cerablusê” bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re girtî ye.
“Girtiya zorane veşartî “Sîlda Kemal Şêxo”.
– Li 4.7.2022an. Z, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” herdu hemwelatiyan “Mistefa Ebdela Ebdo/54/sal” û bijîşk “Mehmûd Ehmed Xelîl/47/sal” ji xelkê Gundê “Kurzêlê” – Efrîn bi tuhmetên cêkirî digrin, piştî vegera wan ji Heleb – ciyê penaberiya wan; Û piştî çend rojan “Mehmûd” tê berdan, lê yê din ta niha zorane bendkirî ye.
= Komelgeheke niştecîbûnê ye niştecîkirinî:
Li ser erdekî berê zeviyeke zeytûna bû (175 darên zeytûnê yên “Xelîl Hac Ebdo kurê Mihemedî Hisên”) yî di navêna Gundê “Yalanqozê” û Bajaroka “Kefirsefrê” de – Navça Cindirêsê, komelgeheke niştecîbûnê ye niştecîkirinî, ji aliyê bazirganekî anîndeyan û nêzîkî milîseyan ji Bajaroka “Encara” ve – Gundewarê Rojavayê Heleb -ê ku ji xwediyê wê kiriye- hate avakirin; Divê were zanîn jî ku zevîyine din jî yen zeytûna li bajarokê bo bazirganin ji anîndeyan hatine firotan.
“Komelgeheke niştecîbûnê ye niştecîkirinî di navbera G. “Yalanqozê” û B. “Keforsefrê” de – N. Cindirêsê.”
= Nêzewêranbûn û şûnveçûna daristan û zevîyine zeytûna:
– Bi beramberkirina di navêna du wêneyên Gogêl Êrs de yên ku li (Tîrmeha 2017an. Z berî dagîrkeriyê, Reşmeha 2021an. Z piştî dagîrkeriyê) ji daristaneke li cîgeha goristana Gundê “Kurkê Jorin” – N.Mabeta û Zaretgeha “El’şêx Hisên Elî El’rebanî” re -rûberî dora/9/hiktaran- hatine kişandin, bi zelalî asta şûnveçûna gihîştiyê diyar dibe, ji ber qutkirina ji bo êzingkirin û bazirganiyê ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fatêh” ve, û ji ber qutkirina berdewam niha rêjeya wêrankirinê gihîştiye dora 50%- li gor jêdereke xwecihî.
“Daristana goristana G. “Kurkê Jorin”, li (Tîrmeha 2017an. Z berî dagîrkeriyê, Reşmeha 2021an. Z piştî dagîrkeriyê), Gogêl Ers.”
– Û bi beramberkirina di navêna du wêneyên ku li (Rezbera 2017an. Z berî dagîrkeriyê û çêkirina bargeha leşkerî ye Turkî, Tebaxa 2020an. Z piştî dagîrkeriyê û valakirina bargeha leşkerî ya Turkî) ji Cîgeha “Sirta Rêz” re – Bakur Rojavayê Gundê “Gazê” – Efrîn, asta ziyanên ku gihîştine cîgehê û zeviyên zeytûna diyar dibe; Û jêdereke xwecihî anî zimên ku Artêşa Turkiyê li destpêka dagîrkeriyê – Buhara 2018an. Z, dora /3/hezar darên zeytûna digel rezin tirî hilkirin û burcê hevgîhandinan ê Toreya “MTN” ya Sûrî terûmar kir, û di rûberiyek dora/7/hiktaran e malbatên “Çolaq” û “Ibrahîm” de bargeheke leşkerî ava kir, lê bi ser de jî ziyanin pir gihîştin derdora bargehê (ya ku piştî du salan hatiye boşkirin), û ta niha rê netê dandin ku ew erd werin ajotin û çandin.
“Cîgeha “Sirta Rêz” – Bakur Rojavayê G. “Gazê” – Efrîn, li (Rezbera 2017an. Z berî dagîrkeriyê û çêkirina bargeheke leşkerî ye Turkî, Tebaxa 2020an. Z piştî dagîrkeriyê û valakirina bargehê), Gogel Êrs.”
– Û bi beramberkirina hin wêneyên ku li (Rezbera 2017an. Z berî dagîrkeriyê û çêkirina bargeheke leşkerî ye Turkî û şewtandina daristanê, Tebaxa 2020an. Z piştî dagîrkeriyê û valakirina bargehê û şewtandina daristanê) û wêneyeke li destpêka dagîrkeriyê û çêkirina bargehê li Avrêla 2018an. Z ku ji Cîgeha “Sirta Hebîba- Burcê Sêriyeltêl” re (ya di navêna herdu gundên “Miskê Jorin û Çobana” de – N. Cindirêsê), şewtandina tevayî ji daristaneke îhracê re, rêşkirina axê ji rûberiyek dora/2,5/hiktar re û digel hilkirina darên zeytûna û roxandina Burcê Syriyetêl yê Sûrî, û asta ziyanên gihîştine zeviyên derdorê ji ber tunebûna xizmeguzariyê ya bi sedema qedexekirina nêzîkbûnê ji bargehê ve, diyar dibin; Û divê were bîrhatin ku Artêşa Turkiyê piştî demekê ji çêkirinê bargeh vala kir, û ji nû ve li 7-8.8.2022an. Z damezrand.
“Cîgeha “Sirta Hebîb – Bircê Sêriyeltêl” di navbera herdu gundên “Miskê Jorin û Çobana” de – N. Cindirêsê, li (Rezbera 2017an. Z berî dagîrkeriyê û çêkirina bargeheke leşkerî ye Turkî û şewtandina daristanê, Tebaxa 2920an. Z piştî dagîrkeriyê û valakirina bargehê û şewtandina daristanê), Gogel Êrs.”
– “Berevaniya Sivîl li Efrînê – El’dîfa’i El’medenî” tekez kir ku tîpên (tîmên) wê li 18.8.2022an. Z, li Gundê “Be’irava”/ Elî Bazan – N.Şera, agirek bi erdekî çandiniyê û îhracê hatibû xistin vemrandin, û ew erd berê jî piraniya darên tê de, ji aliyê milîseyan ve hatibûn birîn.
“Şewatek di erdekî çandiniyê û îhracê de, li nêzîk G. “Be’irava/Elî Bazan” – N. Şera, Berevaniya Sivîl li Efrînê – El’dïfa’i El’medenî.”
Piştyalkirina û revîna Turkiyê ji berpirsiyartiyên xwe weke dewleteke dagîrker ji herêmine dewleteke din re -bi ser desteserkirina wê ya siyasî, rêvebirî, leşkerî û ewlehî ya rasteqîn ji herêmine Bakurê Sûriyê re- hokeriyeke navdewletî awerte ye, û tersîbûn û berevajîkirineke mezine ji Zagona Navdewletî û Belgenameya Neteweyên Yekgirtî re ye.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 325 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Koblede elementer: 52
Artikler
Datoer & Events
Dokumenter
Gruppe: Dokumenter
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 21-08-2022 (2 År)
Byer: Afreen
Document style: No specified T4 1573
Dokumenttype: Oversettelse
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: Arabic
Provinsen: West Kurdistan
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 03-02-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 08-02-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 08-02-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 325 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,079
Bilder 106,584
Bøker 19,273
Relaterte filer 97,155
Video 1,392
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.375 andre!