Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,085
Bilder 106,588
Bøker 19,276
Relaterte filer 97,157
Video 1,392
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (227): Gundine niştecîkirinê?!, Gundê “Gazê” – dizînine fere, roxandina gorên Êzdiyan
Gruppe: Dokumenter | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (227): Gundine niştecîkirinê?!, Gundê “Gazê” – ...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (227): Gundine niştecîkirinê?!, Gundê “Gazê” – ...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (227): Gundine niştecîkirinê?!, Gundê “Gazê” – dizînine fere, roxandina gorên Êzdiyan, girtinine bêsûcane, qutkirineke pir ji darên zêtûnê re.

Di raporeke xwe de li 12.12 2022an. Z, Rojnama “El’cerîde” ya “Kiwêtî” aşkere kir ku Wezareta “Karûbarên Civakî” li ser bingeha şîretên Şalyariya “Dereve” ya “Kiwêtî” giştînamak derxist û têde rêdanên/erêkirinên cîbicîkirina projeyên xêrguzariyê yên avakeriyê li Sûriyê sekinand; Û li gor wateyê wê tê ku gerek “Komelên xêrxweziyê yên Kiwêtî” avakirinên gundine din en niştecîkirinê li Herêma Efrînê (yên ku di çarçewa siyasetên Turkiyê yên rêbazkirî de têne kirin, ji bo kûrkirina guhertina demografî li dijî hebûna Kurdan a dîrokî li herêmê) rawestînin; Di vî warî de “Komela Cîhanî ya geşepêdan û pêşxistinê(Tenmiyê)” – a Kiwêtî pereyên avakirina Gundê “Besme – /96/ perçemal/şiqe weke asta yekê” li Başûrê Gundê “Şadêrê” – Şêrewa (ya li 4.10.2021an. Z hatiye vekirin) pêşkêş kirin, û “Komela El’rehme ya Cîhanî” jî – ya Kiwêtî pereyên avakirina Gundê “Kiwêt El’rehme, /380/yekîneyên niştecîniyê” li nêzîk Gundê “Xalta” – Şêrewa li Çiyayê Lêlûn (a ku li 30.8.2021an. Z hatiye vekirin) pêşkêş kirin.
Ev jî binpêkirin û tewanin têvel in:
= G. “Gazê”:
Bi navça Navenda Efrînê ve girêdayî ye, /9/KM jê dûr e, ji dora /32/ malan pêkhatî ye, dora /150/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, hin jê zorane koçber bûn, û /10 malbat = 60 nişte/ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.
Milîseyên “Firqit El’hemze” (yên ku dest danîne ser sê malan û mala”zaroyên Behrî Mistefa Ebdo” ji rêbenda leşkerî re kiriye biryargeh) gund desteser dikin, û ji hemî malan xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û hin tiştên din dizîn, û herweha jî tirektoreke çandiniyê û pîkabeke Honday ên “Zaroyên Behrî Mistefa Ebdo”, giropeke zayenda elektirîkê ye taybet bi bircê hevgîhandinên toreya “MTN” a Sûrî, guheztok û keblên toreya elektirîkê ya giştî, keblên telîfûna zemînî û dîrakên herdu toreyan.
“Dizîna guheztok û keblên toreya elektirîkê ya giştî, keblên toreya telîfûna zemînî û stûnên darî yên herdu toreyan, piştî dagîrkirinê, G. “Gazê” – Efrîn.”
Û ew li ser berhema dora /4/ hezar darên zeytûnê -yên ku xwediyên xwe ne li wir- 50% vêrgiyan ferz dikin, û 10% jî li ser berhema malmewdanên din ên gund; Ji bilî dizînên ku dighêjin werzan/ mûsiman; Û herweha jî çêrandina bêwijdan ji keriyên pêz û dewaran re di nav erdên çandiniyê û zeviyên zeytûna de.
Û wan ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên binerd û dizîna wan, cîgeha li ser riya “Kaxrê” – Rojavayê gund koland.
Û herweha jî wan rêjeya 90% ji darên îhracê (yên sinoberê yên di ber riya ku herdu gundan “Keferdelê Jorin” û “Gazê” dighîne hev) qut kirin, û weha jî daristana sinoberê li Çiyayê “Hemede” di navbera herdu gundan de, û bi ser de jî agirpêxistina daristanekê li 24.7.2021an. Z; Û bi beramberkirina du wêneyên ku li (Rezbera 2017an. Z berî dagîrkeriyê û avakirina bargeha leşkerî ya Turkî, Tebaxa 2020an. Z piştî valakirina bargeha leşkerî ya Turkî) ji aliyê Gogel Êrs ve ji Cîgeha “Sirta Rêz” re hatine girtin – Bakur Rojavayê G.”Gazê”, asta ziyana mezin ku gihîştiye cîgehê û zeviyên zeytûna tê diyarkirin; Û bê zanîn ku Artêşa Turkiyê bargeha leşkerî li destpêka dagîrkeriyê – Buhra 2018an. Z ava kir, piştî ku dora /3/ hezar darên zeytûnê digel rezên tirî û roxandina bircê hevgîhanan ên toreya “MTN” ya Sûrî, di çarçewa rûbereke dora /7/ hiktaran ên malbatên “Çolaq û Îbrahîm”, û bi ser de jî ziyanên ku gihîştine zeviyên li dor bargehê, bi sedema valakirina bargehê piştî du salan, û ta niha rê nayê dandin ku xwediyên wan zeviyan ji nû ve bajon û biçînin.
“Şewatek li daristaneke nêzîk G. “Gazê” – Efrîn, 24.7.2021an. Z.”
“Cîgeha “Sirta Rêz” – Bakur Rojavayê G. “Gazê” – Efrîn, li (Rezbera 2017an. Z berî dagîrkeriyê û avakirina bargeha leşkerî ya Turkî, Tebaxa 2020an. Z piştî valakirina bargeha leşkerî ya Turkî), Gogel Êrs.”
Û weha jî, xelkê gund rastî rengereng binpêkirinan hatin, ji girtinên bêsûcane, îşkencekirin, rûmetdaxistin û peresitandin û hinên din.
Û di çarçewa tevgereke olî ye çalak û tundrew e ku li herêmê dibe de, mizgefteke nû li gund, ji aliyê “Desteya Fîxaniya Mirovî û Mafên Mirovan û Azadiyan (IHH)” ya Turkî ve hate avakirin, ewa ku li /12/ Tebaxa 2022an. Z hatiye vekirin.
“Avakirina mizgefteke nû li G. “Gazê” – Efrîn.”
= Bindestkirina Êzdiyan:
Dema ku nişteciyên Gundê “Basûfanê” – Şêrewa -yên Êzdî û hindik mane- li siba Înê 16.12.2022an. Z -roja Cejna Rojiyê (Cejna Êzî)- seredana gorên miriyên xwe kirin, bi ser vêşekê vebûn ku bi awakî mebestkirî û dijayetiyeke kîndar çend tirbe hatine roxandin û kêlikên wan hatine şikandin, li şeva Pêncşem/Înê, ji aliyê çekdarên “Feyleq El’şam” û anîndeyên jê nêzîk ve, û li Pêncşemê xelkê ji nû ve dudu ava kirin; Û were bîranîn ku berê jî çend caran wan hin gorên ku nîşanên Êzdîtiyê yan nivîsandinên Kurdî li ser roxandin; Heweha jî li 24.Avrêla 2020an. Z -roja yekê ji Heyva Rojiyê – milîseyan qubeya Zaretgeha “Şêx Elî” (ya Êzdî û li orta gund) hilweşandin, û vê re jî gotina “Elah û Ekber” hildan, û careke berê jî zaretgeh tarûmar kirin û dizîn.
“Roxandina gorgehina li goristana G. “Basûfanê” yê Êzdî – Şêrewa, 16.12 2022an. Z.”
Û weha xelkê gund jî rastî tonbiton binpêkirin û tewanan hatin, jê: Kuştin, revandin û girtinên bêsûcane, îşkencekirin, kêmrûmetkirin, peresitandin û koçberkirina zorane û kiriyarine din; Û bidehan ji wan hatin girtin -di nav de jî jin- û tûşî îşkencekirineke mekin hatin; Û bi ser de jî destdanîna ser malmewdan û malan, û dizînên bi awakî fere.
= Girtinine bêsûcane:
– Li 7.12.2022an. Z, Destlatên Dagîrkeriyê Hemwelatî “Cîger Ebid El’fetah Îsma’îl Mendo /29/ sal” ji xelkê Gundê “Zivingê” – Navça Bilbilê serbest berda; Piştî girtina dora heyvekê û ferzkirina baceyeke diravî li ser, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, ji aliyê “Asayêşa Bilbilê” ve, û birina wî bo Navenda Efrînê.
– Li 12.12.2022an. Z, Destlatên Dagîrketiyê Hemwelatî “Mistefa Hesen Şe’iban /45/ sal, Nîhad Xelîl Horo /43/ sal, Xelîl Mistefa Horo /42/ sal ” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” serbest berdan, piştî girtina wan bêtirî deh rojan û ferzkirina sezayine diravî li ser wan, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşê li Reco” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û birina wan bo Navenda Efrînê ji bo lêkolînê.
– Li 14.12.2022an. Z, Milîseyên “Asayêşa Reco” xort “Basêl Sefer Mistefa /28/ sal” ji xelkê Bajaroka “Meydanekbezê” girt, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, piştî ku bi xwîşka xwe re ji ciyê penaberiyê “Herêma Şehba’i – Bakurê Heleb” vegerî, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
– Li Pêncşemê 15.12.2022an. Z, hemwelatî Mamoste “Mistefa Elî/43/sal” – kargêrê Dibistana “El’irobê” li Efrînê ji mala wî li bajêr hate revandin/girtin, û ta niha çarenûsa wî nediyar e.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li Şemiyê 10.12.2022an. Z, piştî ku anîndeyekî Bajaroka “Heyanê” – Bakurê B.Heleb bi zorê basta xwe ya firotanê danî pêşiya dîkana Hemwelatî “Mes’ûd Osman kurê Ehmed” ji xelkê Navça Reco -li orta Kolana serekîn a bajarokê- pevçûnek di nav herdu aliyan de çêbû, û ji ber wê Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Reco” bi hevaltiya gilîker “El’heyanî” -di navboriya herdu rojên Şemiyê û Yekşemê de- “Mes’ûd” û /11/ hemwelatiyên nişteciyên resen ji meriv û cîranên wî bi behaneya pişgiriya wan jê re girtin, jê: “Ebdo Osman kurê Ehmed, Ebdo Osman kurê Mihemed, Zekeriye Şêxo kurê Xelîl, Elî Şêxo kurê Xelîl, xortê negîhayî Elî Şêxo kurê Zekeriye, Idrîs Şêxo kurê Ehmed, Mûrad Silêman kurê Ehmed, Henan Faroq Ce’ifer”, û piştî kêmrûmetkirin û gefan û îşkencekirina mekin ji “Mes’ûd Osman û Elî Şêxo” re, ew li Yekşemê piştî Nîvro berdan; lê bê ku tu kes ji aliyê din were girtin.
= Qutkirina daristanan û darên zeytûnê:
– Li şeva 13.12.2022an. Z, “Ebû Fewaz El’dêrî” serkêşê Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” li Gundê “Miskê Jorin” – Navça Cindirêsê dara qetlebê ya “Sorsorîkê” ya temenmezin û ji gund re weke simbol -li ser riya cîgeha “Sîriyetêl” Bakurê gund bi /500/M- qut kir; Û “El’dêrî” pircaran nişteciyên herdu gundên “Miskê Jorin û Jêrin” bi sezakirinê gef dike ger nûçe yan wêneyin li ser qutkirina daristan û daran bêne belavkirin. Bi bîr were jî ku piraniya daristan û darên îhracê ku li dor herdu gundan hatine birîn, jê Daristana”Birîm” a ku li sala 2019an. Z hatiye qirkirin.
“Dara Qetlebê/ Sorsorîkê ya temenmezin, Bakurê G. “Miskê” – N. Cindirês, berî qutkirinê.”
“”Ebû Fewaz El’dêrî” serkêşê Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” li G. “Miskê Jorin” – N. Cindirêsê.”
– Milîseyên “Feyleq El’şam” yên Gundê “Elemdara” – Navça Reco destser dikin, çadirek di nav zeviyeke zeytûna ye “Mihemed Şêxo Bêrem” de li Geliyê “Cirqa” ya hevcîwar ji gund re -weke navend- vegirt, û ji bo çêkirina komirê, êzingkirinê û bazirganiyê pê, bi Bagrê darên îhrace dide qutkirin û hildike.
– Di çend rojên navborî de, Milîseyên “Feyleq El’şam” dora /60/ darî zeytûnê yên “(Hisên Mistefa, Necîb Mistefa, Hisên Elî Hebeş, Ibrahîm Hisên Hebeş) – G. Çeqmaqa, Sadêq Bîlal – Hucemala, Ehmed Ebdo Derwîş – Çençeliya” û yên di navêna herdu gundê “Çeqmaqa û Çençeliya” de – Navça Reco, ji bo êzingkirin û pêbazirganiyê bêwijdan qut kirin.
“Qutkirina darine zeytûnê yen “Hisên Mistefa”, G. “Çeqmaqê Mezin” – N. Reco.”
– Li vê dawiyê, Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” /28/ darên zeytûnê yên “Şe’iban Xelîl Elîcan” li Gundê “Kotana” – Navça Bilbilê ji kokê ve û du dar ên “Deyan Horî” jî bêwijdan qut kirin, û ji Mala “Sefer Ehmed Çolaq” jî sê teneke zêtê zeytûna dizîn.
– Li vê dawiyê, Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” dora /60/ darî zeytûnê yên “Cemal Xelîl Umer, Mistefa Reşîd Umer” li Gundê “Qizilbaşa” – N. Bilbilê bêwijdan qut kirin.
Hikometa Dad û Geşepêdanê/ El’edalê we El’tenmiyê – Turkiyê û bi alîkariya toreyên “Rêxistina Birayên Misilman”, di bin navine “xêrxwezî û mirovî” de, di cîbicîkirina pirojeyên niştecîkirinê de li Herêma Efrînê (ya Kurdî – Sûrî) pereyên Qeterê, Kiwêtê û Felestînê bi kar anîn, da ku guhertina demografî bi awakî fere li dijî hebûna Kurdan a dîrokî li herêmê kûrtir bike; Ewa ku dê metirsiyeke mezin li ser Kurdan û pêşeroja Sûriyê çêbike, krîza Sûriyê dê aloztir bike, û wê kendan dîne pêş hewildanên dîtina çareseriyeke rêzanî jê re; Vêca ji Civaka Navdewletî tê xwestin ji bo cibcîkirina wan pirojeyan Hikometa Anqerê lîwan bike.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 335 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Koblede elementer: 52
Artikler
Datoer & Events
Dokumenter
Gruppe: Dokumenter
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 18-12-2022 (2 År)
Byer: Afreen
Document style: No specified T4 1573
Dokumenttype: Oversettelse
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: Arabic
Provinsen: West Kurdistan
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 03-02-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 08-02-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 08-02-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 335 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,085
Bilder 106,588
Bøker 19,276
Relaterte filer 97,157
Video 1,392
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.36 andre!