图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,038
图片 106,411
书籍 19,244
相关文件 96,889
Video 1,377
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (236): Gundekî niştecîkirinê yî nû, nişteciyên Cindirêsê û yên din ji alîkariyan bêpar in, tunebûna
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (236): Gundekî niştecîkirinê yî nû, nişteciyên ...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (236): Gundekî niştecîkirinê yî nû, nişteciyên ...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (236): Gundekî niştecîkirinê yî nû, nişteciyên Cindirêsê û yên din ji alîkariyan bêpar in, tunebûna alîkariyên Neteweyên Yekgirtî, geregoşî û binpêkirin.

Di mercên herî zehmet de weke yên ku Turkiyê û Sûriyê niha tê re derbas dibin de, Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê bi alîkariya toreyên “Birayên Misilman” û Milîseyên “Artêşa Hemahengiya Sûrî” berdewamkirina pilana guhertina demografî li dijî Kurdan li Herêma Efrînê ji bîr nakin,
bi taybetî jî ew erdhejê dikin behane, û Bajarê Cindirêsê bi çadirgehan dorpêç kirine û nişteciyê wê yên resen bi şêweyên cûrbecûr bi aliyê penaberiyê ve têve didin, da ku weke rengê xwe ya xwezayî venegere, û bi riya dezgehine di bin navine “mirovahî û olî yen Islamî” dest bi avakirina gundine niştecîkirinê yen nû kirin û weha jî niştekirina gundine berê avakirî.
= Pirojeya gundekî niştecîkirinê:
Piştî erdheja /6/ê Reşmehê, tîpin ji “Dezgeha El’xeyr – Nivîsgeha El’şerq El’ewset” bi rêvebiriya “Edhem Ebû Selîme” -ji hemwelatiyên Xeze/Felestîn û yek ji kadroyên Tevgera Hemas ên li pêş û berê gelek kardayînên bilind radest kiribûn- derbasî Bakurê Sûriyê bûn, û bi hevkariya”Mihemed El’casêm, Sêf Ebû Bekir” serkêşên “Firqit El’sultan Silêman Şah, Firqit El’hemze” çadirgehek (200 kon) li ser erdê balefirgeha çandiniyê û celbgeha çemento yên berê – Riya Efrîn Cindirêsê û nêzîk çateriya Gundê “Tilifê” ava kirin, û 70% ji nişteciyên wê jî ne ji ziyanmendên erdhejê ne; Û li 25.2.2023an. Z serokê emîndariyên encûmena “El’şêx Îmam Qasêm” lezand û kevirê bingehîn ji avakirina gundekî niştecîkirinê yî nû li cîgeha Çiyayê “El’ehlam” nêzîk Gundê “Kîmarê” – Şêrewa/Çiyayê Lêlûn danî, di bin tabloya “hewandina ziyandîtiyên erdhejê” de, û “Ebû Selîme” di vîdyoyek belavkirî de li ser rûpela tiwîterê ya dezgehê da xuya kirin, ku wê dezgehê bi hevkariya “Dezgeha Unsir – Turkiye” -hevpara wê ya serekîn- dest bi avakirina gundekî yekîneyine niştecîbûnê -rûbera her yekê /50/M çarkoşe- kiriye. Were bîranîn ku herdu dezgeh di çarçewa Rêxistina “Birayên Misilman a Cîhanî” de kar dikin, û pilana Dagîrkeriya Turkiyê di kûrkirin û ferekirina guhertina demografî de -ya li dijî Kurdan li Herêma Efrînê- cîbicî dikin, bi riya malmewdankirina anîndeyên parêzgehên Sûriyê yên din maline çementoyî yen cîgirtî, da ku ramangêriya xelkê wê bi vegera bo cî û warên wan bidin bîrkirin.
“Gundekî niştecîkirinê yî nû li Çiyayê El’ehlam, nêzîk G. “Kîmarê” – Şêrewa/Çiyayê Lêlûn.”
= Cindirêsa wêranbûyî:
Li 1.3.2023an. Z, komîta endezyariya xwebexşane bi serokatiya Duktor “Fehmî Ebdo” dawîkirina serjimara xwe ji hemî avahiyên ku li Bajarê Cindirêsê li erdheja /6/ ê Reşmehê re -di navboriya bîst rojên kar de – ragîhand, û bi vê awayî serjimart: /100/avahiyên pirqatî û malên yekqatî bi tevahî roxandî ne, /280/avahiyên pirqatî û malên yekqatî bi lez bi hewcî jiholêrakirinê ne ji ber ku metirsiyê li ser aştiyaneya giştî û ya avahiyên hevcîwar çêdikin, /232/ jî bi hewcî piştrastkirin û çaksazkirinê ne, û avahiyên mane jî bi hewcî çaksazkirinê ne; Bajar bi hewcî barkirina kavilan û avakirina ji nû ve ye digel parastina reseniya malmewdanên hemwelatiyan, û ta niha nişteciyên resen ên li nêzîk avahiyên xwe mane yan jî çûne li ba merivên xwe li gundên navçê rûniştine bi hewcî alîkariya mirovî û çadirên taybet in, û dezgeh û saziyên “xêrxwaziyê” -di bin zorlêkeriya serkêşên milîseyan de- razî nabin bidinê, bi behaneya ku ew ne di çadirgehan de ne.
“Cindirêsa wêranbûyî.”
= Gundê “Qermîtliq”:
Bi Navça Şiyê ve girêdayî ye, /3/KM ji navenda wê dûr e, li ser sînorê Turkiyê û Sûriyê li Rojavayê Bajarê Efrînê dikeve, ji dora/350/malî pêkhatî ye, /1750/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, ji zû ve piştî dijberiya li ser herêmê li /20/ î Rêbendana 2018an. Z penaber bûn, piştî dawîbûna piroseyên leşkerî /122 malbat = 400 nişte/ vegerîn, yên din zorane koçber bûn, û dora /150 malbat = 800 nişte/ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin. Û Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” ew ji xwe re kiriye navendeke serkêşiyê.
Bi sedema erdheja /6/ê Reşmehê, bêtirî /100/malî bi giştî an bi rengê nema ku tê de tên rûniştin hilweşîne, û bêtirî /50/malî jî bi piçekî, û ta niha alîkariyên mirovî negihane gund, ji bilî hin konên biçûk ji aliyê “komeleyeke xêrxaziyê” ve li 2.3.2023an. Z, di heman dema ku piraniya anîndeyên ku li malên destserkirî rûniştine û hilweşîne, di malên herdu gundên “Newaf El’xeyr, Gundê El’kiwêtî” yên niştecîkirinê û berê avakirî de hatin bicîkirin.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 24.2.2023an. Z, giropeke çekdar rê li pêşiya makîna Hemwelatî “Reşîd Isma’il Me’imo/Çerko /53/sal” bi hevaltiya hevjîna wî girt, li ser riya giştî li cîgeha hilkirgeha keviran a di navêna gundê “Hesendêra û Şorbe” de, û piştî devgirtin û girêdana wan, ew bi aliyê Riya Gundê “Naza” – Nebî Horî ve revandin, lê endamekî ji Rêbenda “Hesendêra” – Firqit El’hemze da dû giropê -yê ku li kêlek konên Başûrê G. “Naza” sekiniye- û pevçûnek di navbera herdu aliyan de derket, û yên revandî hatin berdan da ku tevî makîna xwe vegerin malê; Divê were bîrhatin ku “Çerko” xwediyê guvêşgeheke zeytûna ye û halxweş e, û berê li 20.11.2019an. Z, giropeke çekdar kurê wî yê ciwan “Mihemed Reşîd Me’imo” dora heft heyvan revand, ta ku beramberî vêrgiyeke mezin ew berdan; Herweha jî “Ebû Rebî’i” berpirsiyarê Gundê “Upila” ji “El’hemzat” bi zordarî û destdirêjiya xwe di wergirtina vêrgî û baceyên diravî de naskirî ye, bi taybetî di dema werza/mûsima zeytûna de.
– Li 27.2.2023an. Z, piştî ku Hemwelatî “Mistefa Bîlal” – keyayê Gundê “Şêxbila – Navça Reco” li pêş du endamên çekdar ji Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” -yên ku darine zeytûnê ji nav zeviyeke wî ye di navêna herdu gundên “Çêqilme û Çobana” de qut dikirin- sekinî û nerazîbûna xwe diyar kir, û bi xilyewiya xwe wêneya wan girt, wan bi gefguran lêvegerandin û qurşîn avêtin makîna wî, dema ku wî hewil daye pê bireve; Û “Ebû Telûb” ê bi zordarî û tewanên xwe naskirî – berpirsiyarê “Abortiya El’şerqiyê” li N. Reco destêwerdan kir û li ser bûyerê peçinî, da ku “Bîlal” tu giliyan li dijî wan raneke û nejî berçevdiyûya girtî belav bike.
= Binpêkirinine virdewêde:
– Di nav pilana serkêşên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ya vekirina hejmarek ji çadirgehên çêkirî de bi navê “ziyandîtiyên erdhejê”, çadirgeheke nû -ji dora /170/ çadirî pêk tê- bi hevkariya “Dezgeha El’rîsalê” ya “Si’ûdî” li Gundê “Qeretepe” – Navça Şera hate vekirin, bi ser ku gundên navçê tu ziyanên mezin negihîştinê; Û di nav zeviyeke zeytûna de, bê ku tu hesab ji ziyanên ku dê bighêjin berhema çandiniyê û malmewadên xelkê re were kirin, bi ser hebûna erdên vala li nêzîkî wê cîgehê.
“Çadirgeheke nû li nav zeviyeke zeytûna li G. “Qeretepe” – N. Şera.”
– Li 27.2.2023an. Z, “Ebû Ebdo El’qelemonî” serkêşê Milîseyên “Tipa nehan/ El’firqe El’tasî’e” li Gundê “Maseka” – N.Reco êrişî ser mala keyayê gund “Ramêz Zemçî Yûsêf” kir, çek kişandê û gefgur danê, û jê xwest ku morê radest bike, bi sedema berevaniya wî di ber xelkê gundê xwe de, lê “Ramêz” bi daxwaza wî nekir û rabû mor radestî encûmena xwecihî ya navçê kir .
– Li gor vîdiyoke belavkirî û belabûyî di 28.2.2023an de, qutkirina darine gûzê ji kokê ve li Geliyê “Qerecurnê” – N. Şera ji aliyê endamekî çekdar bi bireka otomatîk -ji bo êzingkirin û bazirganiyê- tê xuyakirin; Û li gor jêdereke taybet hejmara daran çar in û ên “Reşîd Ibrahîm Xelîl” in – keyayê Gundê “Gobeleka”, û endamê çekdar jî “Salih” e, ji Gundê “Me’iseran” ê ye – Herêma “Mi’erit Nu’iman/Idlibê” û endemekî Milîseyên “Firqit El’sultan Melekşah” e.
“Qutkirina darine gûzê li G. “Gobeleka” – N. Şera.”
– Li dawiya Reşmeha borî, Milîseyên “Firqit El’hemze” yên Gundê “Maratê” – Efrîn desteser dikin, dora/15/darên zeytûnê -Cîgeha Qeracî Pe’inik- ên hemwelatî “Sibhî Mihemed Ibrahîm, Ebdo Reşîd Edmet” qut kirin.
Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê tu ked nedane û nejî bi Netweyên Yekgirtî re kar kirine, ji bo derbaskirina alîkariyên wê yên mirovî -li gor biryara Encûmena Ewleya Navdewletî ya ku pê kar dibe- bi herêmên desteseriya Rijîma Sûriyê û herêmên desteseriya “Desteya Tehrîr El’şam” re (yên ku alîkariyên Navnetewî bi awakî berdewam dighêjinê), bi taybetî piştî erdhejê, û ta niha Efrîn ji alîkariyên mirovahî bêpar e!
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览317
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
挂钩项目: 52
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 06-03-2023 (1 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):07-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,038
图片 106,411
书籍 19,244
相关文件 96,889
Video 1,377
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!