پەرتوکخانە پەرتوکخانە
لێ گەڕیان

کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!


گەریانا دەست نیشانکری





لێ گەڕیانا هویر      کیبورد


لێ گەڕیان
لێ گەڕیانا هویر
پەرتوکخانە
ناونامە بو زاروکێن کورد
کرونولوژیا ڕویدانا
ژێدەر
پاش
کومکری
چالاکی
چەوا لێ بگەڕهم؟
بەلاڤوکێن کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
دارشتنا پولا
بابەت ب هەلکەفتێ
ڤڕێکرن
ڤڕێکرنا بابەتی
ڤرێکرنا وێنەی
ڕاپرسی
بوچوونێن هەوە
پەیوەندی
کوردیپیدیا پێدڤی ب چ زانیاریانە!
ستاندارد
رێسایێن بکار ئینانێ
کوالیتیا ڤی بابەتی
ئامراز
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
دەربارەی مە چ گوتیە؟
کوردیپیدیایێ بکە د مالپەرێ خودا
تومارکرن / ڤەمراندنا ئیمێلی
ئامارێن مێهڤانا
ئامارا بابەتا
وەرگێرێ فونتا
گهوڕینا دیرۆکان
کۆنترلکرنا ڕاست نڤیسینێ
زمان و شێوەزارێ لاپەرا
کیبورد
لینکێت پێدڤی
ئێکستێنشنا کوردیپێدیا بو گوگڵ کروم
کوکیز
زمان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هژمارا من
چوونا ژوور
دێ بمە هەڤکارێ هەوە
پەیڤا نهێنە تە ژبیر کریە!
لێ گەڕیان ڤڕێکرن ئامراز زمان هژمارا من
لێ گەڕیانا هویر
پەرتوکخانە
ناونامە بو زاروکێن کورد
کرونولوژیا ڕویدانا
ژێدەر
پاش
کومکری
چالاکی
چەوا لێ بگەڕهم؟
بەلاڤوکێن کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
دارشتنا پولا
بابەت ب هەلکەفتێ
ڤڕێکرنا بابەتی
ڤرێکرنا وێنەی
ڕاپرسی
بوچوونێن هەوە
پەیوەندی
کوردیپیدیا پێدڤی ب چ زانیاریانە!
ستاندارد
رێسایێن بکار ئینانێ
کوالیتیا ڤی بابەتی
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
دەربارەی مە چ گوتیە؟
کوردیپیدیایێ بکە د مالپەرێ خودا
تومارکرن / ڤەمراندنا ئیمێلی
ئامارێن مێهڤانا
ئامارا بابەتا
وەرگێرێ فونتا
گهوڕینا دیرۆکان
کۆنترلکرنا ڕاست نڤیسینێ
زمان و شێوەزارێ لاپەرا
کیبورد
لینکێت پێدڤی
ئێکستێنشنا کوردیپێدیا بو گوگڵ کروم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونا ژوور
دێ بمە هەڤکارێ هەوە
پەیڤا نهێنە تە ژبیر کریە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارێ مە
 بابەت ب هەلکەفتێ
 رێسایێن بکار ئینانێ
 ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
 بوچوونێن هەوە
 کومکری
 کرونولوژیا ڕویدانا
 چالاکی - کوردیپێدیا
 هاریکاری
بابەتێ نوی
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
01-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
کەسایەتی
دانا جەلال
30-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گۆگەمێلا، چەپا کەنیزەکێن پایتۆنان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
کەسایەتی
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
فەیروز ئازاد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
ئامار
بابەت 518,592
وێنە 106,361
پەرتوک PDF 19,231
فایلێن پەیوەندیدار 96,823
ڤیدیۆ 1,368
جهـ
تل قەسەب
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
ئەڤریم ئالاتاش
کەسایەتی
خالد بەگێ جبری
جهـ
ڕەمبوسی
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (239): Komkujiyeke hovane li Cindirêsê di şeva Newrozê de û tevgereke cemawerî ye şermezarkirinê, gi
کوردیپێدیا، دیروکا ڕوژ ب ڕوژێ یا کوردستان و کورد دنڤیسیت..
پول: بەلگەنامە | زمانێ بابەتی: Kurmancî - Kurdîy Serû
هەڤپشکی کرن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
هەلسەنگاندنا بابەتی
نایاب
گەلەك باشە
ناڤنجی
خراب نینە
خراب
بو ناڤ لیستا کومکریا
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
گهوڕنکاریێن بابەتی!
Metadata
RSS
گووگلا وێنا بو بابەتێ هەلبژارتی!
گوگل دەربارەی بابەتێ هەلبژارتی!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (239): Komkujiyeke hovane li Cindirêsê di şeva ...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (239): Komkujiyeke hovane li Cindirêsê di şeva ...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (239): Komkujiyeke hovane li Cindirêsê di şeva Newrozê de û tevgereke cemawerî ye şermezarkirinê, girtineke bêsûcane, qutkirina daran, binpêkirinine virdewêde.

Li ser asta herêmî û navdewletî naskirî ye ku cî û nirxeke bilind e Cejna Newrozê li ba Kurdan bi giştî heye, ew ji kevin ve pê şahiyan li dar dixin, weke rojeke nû ji Aştî û Azadî û wekheviyê û simbolekê ji nasnama wan a netewî re, û ji roja roj ve dijminên wan şerê vê bûneyê dikin û bi her awî jî hewil didin da ku wan qedexe dikin ku wê vejînin, ji bo wê jî wan di ber berevaniya wê de fedekariyin mezin dan; Ji ber wê destlatên Dagîrkeriya Turkiyê û milîseyên wê azadiyên giştî diguvêşe û binpê dike û qeyd û bendan li ser bûneyên Kurdî li Herêma Efrînê datîne, bi ser heyamên metirsiyê yên ji pênc salan ve serwerkirî; Bi giştî îsal jî li darxistina şahiyên Newrozê sînorkirî û di çarçewên teng de bû, herweha jî komkujiyeke hovane li Cindirêsê pêkhat, lê herdu hikometên Şamê û Anqerê û ajansên nûçegîhanên wan ên fermî li bermberî vê bûyera mezin bêdeng man, wekî xwedanyalê ji erk û stubariya siyasî û yasayî, û şûnvekşandineke nesinciyane û kirêt.
Yekem= Kumkujiya Cindirêsa wêranbûyî:
Li şeva Cejna Newrozê ya ku Kurd ji kevin ve têde şahiyan li dar dixin, li Bajarê Cindirêsê – Efrînê çekdarine endamên “Artêşa El’şerqiyê/ Tevgera Rizgarkirin û avakirinê – Eqîd Hisên Hemadê, Feyleqê Yekê – Eqîd Mu’itez Reslan, Hikometa Sûrî ya Demkî – Ebid El’rehman Mistefa û Şalyarê Berevaniyê Emîd Hesen Hemadê, Hemahengiya Niştîmanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê – Salêm El’mislet, Turkiya Dagîrker – Receb Teyêb Erdoxan” çar sivîlên Kurd hembirayên hev (Nezmî Mihemed Osman /53/sal – li siba/21/ê Avdarê di Nexweşaxana Leşkerî de li Bajarê Efrînê mir, Fereh El’dîn Mihemed Osman /45/sal û kurê wî Mihemed Fereh El’dîn Mihemed Osman /19/sal, Mihemed Mihemed Osman /38/sal ) kuştin, û birîndarkirina “Fîras Ebdo Xelîl /14/sal” ê negîhayî û xwediyê pêdewîstiyên taybet, bi qurşînkirinê.
“Herçar pakrewan, qurbaniyên komkujiya Bajarê Cindirêsê, /20/ê Avdara 2023an. Z.”
– Bûyînên hene:
Milîseyên “Artêşa El’şerqiyê” ya naskirî ku piraniya endamên wê berê ji Rêxistina Da’işê bûn û ji wan herdu serkêş “Mahêr El’ûqal” û “Menhel El’ûqal” li Gundê “Xalta” – Navça Cindirêsê bi bombebarankirina balafirên Hevbendiya Navdewletî li 12.7.2022an. Z de hatin kuştin, nehîştin ku xelkê gundên ku desteser dikin “Xalta, herdu Miskên Jorin û Jêrin, Axcelê” – N. Cindirêsê şahiyên Cejna Newrozê li dar bixin û agirê wê dadin, û ew bi lêdan û girtinê gef kirin; Û giropeke din jê (ye ku “Hesen El’debi’i/ Ebû Hemze Xeşam” serkêşiya wê dike) destpêkê bi sedema ku kurê birayê wî agirê Newrozê li ser bana mala wan dadayî bi kevir û pehîna li “Nezmî” xist, li dema rûniştina wî li derveyî mal li cem agirekî ji bo germkirinê (weke adetê ji dema rûdana erdheja /6/ê Reşmehê ve), paşê jî rişêş anî û qurşîn li ser hev avêt sîng û zikên qurbaniyên ku ji mal derketine ku bibînin çi bi serê birayê wan ê mezin hatiye, û ta ku piştî ketin erdê jî, û di dû re jî revî, û her vêgunehekî ji wan ji /10-15/qurşîn lêketibûn.
– Tewankar:
Ji wan (Umer Salêh El’esmer – zayîna /2000/î, Hebîb Elî Xelef – zayîna /2004/an, Bîlal Ehmed El’ebûd – zayîna /2000/î) bi piştgirî û palpiştiyeke yekser ji “Elî Xelef/Ebû Hebîb Xeşam” – bavê kujerê diwem û endamekî “El’şerqiyê” yên pêşeng hatin naskirin, û ew ji Gundê “Xeşam” – gundewarê “Dêrezirê” ne; Û li gor perçevîdyûke “Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê” hate xuyakirin ku ew hatine girtin û radestî “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” hatine kirin.
“Kujerên ku komkujiya Cindirêsê cîbicî kirine, /20/î Avdara 2023an. Z.”
– Delametên li piş:
Ji pênc salên desteserkirina Dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê ve li ser herêmê binpêkirin û tewanên têvel di dermafê wê û xelkê wê de berdewam in, qurbaniyên komkujiyê jî tûşî wê bûn, û bînerdayînên jinên nêzîk pakrewanan li ser curbecur alavên ragîhandinê hovîtiya wan qirêjiyan û komkujiya dawiyê, asta kîn û kîndariya ku endamên milîseyan û yên jê ve nêzîk beramberî Kurdan de hildigirin riswa dikin, û herweha jî tundrewiya olî û nijadperestiya di tenga Cejna Newrozê re mîna ku “gawirtî û netewperestiyeke cudewazî” ye.
Lê Hikometa Demkî û şalyara wê yê berevaniyê û serkêşiya “Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê” di daxuyan û dengbixwexistinine fermî de hewildan stuyê rastiyan badin, sedemên tewanê vegerandin “devavêtin û pevçûneke” di navêna qurbaniyên vêsûc û tewankaran de, delametên li piş bûyerê demkî nîşan dan, endamtiya dijberan ji “El’şerqiyê” re red kirin, û gotin agir ji çadiran ve nêzîk bûn; Û herweha jî derewîna ku “berê Artêşa Niştîmanî şahiyên netewî û olî diparast” – li gor”Tevgerê”, û herweha jî “Şahiyên Cejna Newrozê hersal li herêmên xelkê me yê Kurd di herêmên rizgarkirî de, bê qeyd û bend bi rêve diçin” – li gor “Hemahengiyê”!
– Tewaneke berê:
Û ji doseya “El’şerqiyê” ya tewankariyê, piştî ku giropa çete ya “Hesen El’debi’i/Ebû Hemze Xeşam” li dû dawîbûna şer û basmîşkirina wê ji Gundê “Çeqelê Cûmê” – N. Cindirêsê re û dorpêçkirina wê li 18.3.2018an. Z -yê ku tu şer têde nebûn- herdu xortên sivîl “Hisên Ebid El’rehman Hisên /24/sal, û Welîd Soranî kurê Cemîl /18/sal” bi qurşînê îdam kirin, û qedexe kir ku merivên wan bibînin û di veşartina termên wan de beşdar bibin.
“Herdu pakrewan “Hisên Ebid El’rehman Hisên/24/sal, Welîd Soranî kurê Cemîl/18/sal” ji xelkê G. “Çeqelê Cûmê” – N. Cindirêsê.”
– Dijîkirineke berê:
Wêneyek ji me re hat, asta işkencekirina mekin (ya ku Pakrewan “Fereh El’dîn Osman” di dema girtina wî ji aliyê Milîseyên “El’şerqiyê” ve bi sedema daxwazkirina wî ji mala xwe re tûşê hatiye, di destpêka dagîrkirina Efrînê de li sala 2018an. Z) diyar dike.
“Işkencekirina “Fereh El’dîn Osman” li destpêka dagîrkeriyê sala 2018an. Z.”
– Dapirsîn:
Li ba Xelkê Efrînê tu bawerî bi “dezgehên ewlehî û dadweriyê” – yên ku Dagerkeriya Turkiyê damezrandine – tune ye, ji ber ku ji pênc salan ve bûne alavên zordarîkirin û bindestkirina wan û hreweha ji bo filtandina tewankaran ji sezakirinê, nemaze ku doseyên bi dehan zaroyên wan ên belgekirî -di nav de jî jin û zarok- hene û bê pêngavên lêkolînê û dadkirineke aşkere û dadmend hatine girtin, ji ber wê pirîcaran wan ji bo berpirsîdan kujerên komkujiya Cindirêsê ya dawiyê li ba dadgeheke navdewletî dengê bilind kirin.
– Berpirsiyartî:
Ew kujerên ku bi kîn û kîndariyê tijîkirî, endamên govdeyekî leşkerî (Artêşa Niştîmanî ya Sûrî) ne, ya girêdayî aliyekî cîbicîker (Hikometa Sûrî ya Demkî) û sîwana wê ya rêzanî (Hemahengiya Niştîmanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê), û ya ku Hikometa Dad û Geşepêdanê – Turkiyê bi serokatiya “Receb Teyêb Erdoxan” serpereştiya wê dike û xerciya wê dide, ew hikometa ku li gor hemî pîvanên navdewletî hêrêmê dagîr dike; Û ew tewana weke xelekekê ji zincîra pilaneke ragîhandî û wênekirî ji aliyê Turkiyê ve hat, û bi serpereştiya istîxbaratên wê ji pênc salan ve tê cîbicîkirin.
Herweha tewna li dijî Cejna Newrozê û simboliya wê pêkhat, a ku beşekî mezin e ji kevnetor û dîrok û çanda Gelê Kurd li herêmê, ya ku gelê me di ber de û vejînkirina wê ya salane de fedekariyine mezin dan.
Bi bîr were ku Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” ya hevkar di “Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê” de gendeliyê li ser erdê dikin, bi taybetî li Navça “Reco”, û serkêşê wan “Hatêm ebû Şeqre” cîgirê “pêşengê tevgerê” û yê navdayî bi tewana kuştina Pakrewan “Hevrîn Xelef û hevalên wê” di dema dijberiya li ser herdu herêmên “Serê Kaniyê û Girê Sipî” de – sala 2019an. Z.
“”Hisên Hemadê” serkêşê “Tevgera El’tehrîr we El’bîna’i/Rizgarkirin û avahiyê” û “Hatêm ebû Şeqra” serkêşê “Ehrar El’şerqiyê”.”
– Oxirkirin û liva cemawerî:
Piştî ku merivên qurbaniyên pakrewan û yên jê ve nêzîk li pêş “Nexweşxana Leşkerî ya Turkî li Cindirêsê” – şeva /21/ê Avdarê pirotestokirina xwe nîşan dan û razî nebûn terman radest bibin ta ku tewankar têne girtin, rêvebiriya nexweşxanê term avêtin derve, ji ber wê xwedî û xelk neçar bûn ku wan termên xwe veguhêsin Bajaroka “Etmê” – Idlibê ya hevcîwar li başûr û ya di bin desteserkirina “Desteya Tehrîr El’şam – Nesra berê” de, û bi sibê bo Cindirêsê hatin vegerandin, da ku li Goristana “Gir/Til” bi rêweresmeke gewre û beşdariya bi hezaran ji piştgêran, di nav girî û şînên jinan de, rûmetbilindkirina şehîdan, azadî ji Efrînê re, hildana siloganên şermezarkirin û ne’iletkirina tewanê, sezakirina tewankaran û daxwaza derkirina milîseyan ji herêmê werin veşartin, û xwepêşandan li pêş malên qurbaniyan di rojên di dû re berdewam bûn; Li gel vê liv û tevgerê gotin û daxuyan û têkildariyên ragîhandinî hatin kirin -bi taybetî ji jinên êş dîtî ve- tê de hemî binpêkirin û tewanên ku ji pênc salan ve pêk hatine hatin şermezarkirin û riswakirin, mîna tevgereke cemawerî li dijî dagîrkeriyê û milîseyên wê.
“Xwepêşandana oxorkirina termên herçar şehîdan li B. Cindirêsê, /21/ê Avdara 2023an. Z.”
– Jirêderxistina livê:
Weke hewildan jirêderxistina vê liva cemawerî ji şopa wê (ya ku Ala Kurdî (Ala Rengîn) weke simbol û nasname rakiriye), rakirina “ala şoreşê” û “ala Turkiyê” li ser malên qurbaniyan û konên mêtîngê di rojên dawiyê de hatin ferzkirin, bê ku merivên qurbaniyan wêribin nerazîbûna xwe diyar bikin, û li Siba Înê /24/ê Avdarê al û simbol û siloganên Partiya Karkerên Kurdistanê li kolanên nêzîk malên qurbaniyan hatin avêtin, da ku tuhmetên nû bi tevgerê bizelqînin.
Herweha li rojên dawiyê Milîseyên “El’şerqiyê” gef ji xwediyên qurbaniyan re şandin.
Duyem = Girtina bêsûcane:
– Li roja Pêncşemê Nîvro 23.3.2023an. Z, Hemwelatî “Mihemed Horo Osman/40/sal” ji xelkê Gundê “Dêrsiwanê” – Navça Şera, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên Asayêşa Leşkerî ve hate girtin, û birin biryargeha xwe li Bajaroka “Qitmê”, divê were zanîn ku tu têkeliyên wî bi Rêvebiriya Xweser a berê re tune ne, ew ji xwediyê pêdewîstiyên taybet e, û li Herêma “Şehba’i” – Gundewarê Heleb ê Bakur penber bû, lê piştî mirina bavê wî yê temenmezin û mandina diya wî bi tenê, neçar bû ku tevî malbata xwe vegere warê xwe.
Siyem = Qutkirina daran:
Qaserî cih û nirxeke taybet a dara zeytûnê bi taybet di çand û henasa xelkê Çiyayê Kurmênc/Kurdax/Cebel El’kurd heye, wêlomê qutkirina wê li ba mirovê Kurd dijîtiyeke li ser wî bi xwe ye û tewaneke mezin e, û ne kêmtirî dijîtiya li ser mirovan û kuştina wan e; Û bi ser ku demsala Zivistanê bi dawî bûye, hîn jî piroseyên qutkirina darên zeytûnê û îhrac û daristanan ji aliyê çekdarê “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” û yên jê ve nêzîk hîn berdewam in, da ku jîngehîn were qirkirin û pêdiviyên jiyana xelkê werin birîn, û di heman demê de jî ji bazirganiya êzing û komirê tibabine diravî werin qezenckirin, jê:
– Ji dora du heyvan ve, dora /100/darî zeytûnê yên “Ebid El’henan Seydo” ji xelkê Gundê “Miskê Jorin” – N.Cindirêsê, bi piranî ji aliyê Milîseyên “Artêşa El’şerqiyê” û serkêşê wan li gund “Ebû Fewaz El’dêrî” ve hatin qutkirin û hin jê jî hatin hilkirin, û xwediyê wan neçar bû ku êzingên mane ji holê rake û cihê di êrd de biçîne.
– Li vê dawiyê, li G. “Tilifê” – B.Efrînê dora (/12/darên zeytûnê yên “Mihemed Zênel”, /25/dar ên “Şêrzad Ne’isan”, /10/dar ên “Îmad Hemsoro”), û bêtirî /200/ darî zeytûnê di navêna herdu gundên “Feqîra û Gewrika” – N. Cindirêsê de (jê: dora /75/ daran ên “Vîndar Hesen Xelef” û birayê wî ne – Feqîra û /80/ê dar jî yên hemwelatiyekî “Gewrika” ne ), bêwijdan û hinek jî ji kokê ve, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’hemze” ve hatin qutkirin.
“Qutkirina darên zeytûnê li G. “Tilifê” – B.Efrînê , ji aliyê Milîseyên”Firqit El’hemze” ve.”
“Qutkirina darên zeytûnê li G. “Feqîra” – N. Cindirêsê, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’hemze” ve.”
– Û li Bajaroka “Şera” piraniya dareke sindiyanê ye temenmezin li orta zeviyeke zeytûna ye Malbata “Qehreman”, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Melekşah” ve hate qutkirin.
“Qutkirina dareke sindiyanê ye temenmezin li Bajaroka “Şera”.”
Çarem = Binpêkirinine din:
– Li 19.3.2023an. Z bi şev, çekdarina ji Milîseyên “Feyleq El’şam” êrişî mala Hemwelatî “Ukaş Ehmed Qenber/65/sal” ji xelkê G. “Qestelê – Meydana” – N. Reco kirin, û mekin li wî û hevjîna wî “Sû’ad/69/sal” û lawê wan “Şerîf/32/sal û hevjîna wî” xistin, û di encamê de “Ukaş” bîrve çû û hin din jî derizîn û birîndar ketin, û piştî cîran hatin çekdar revîn; Ew giş jî ji ber ku “Şerîf” nerazîbûna xwe ji şikandina pîk û şaxên darên wan ên kerezê re, ji aliyê jinên çekdaran ve nîşan daye.
Û berî wê li 5.3.2023an. Z, giropeke ji endamên “El’feyleq” li Bajaroka “Meydanekbezê” – N. Reco mekin li Hemwelatî “Se’ïd Mihemed Qenber/59/sal” xistin, bi tuhmeteke çêkirî (qaşo li jina çekdarekî nihêriye), piştî çandina yê êriş ser bûye ji çend hiktar erd re, û hewildana serkêşên “Feyleqê” ku wî jê biqewtînin.
Li 22.3.2023an. Z, çekdarekî Milîseyên “Lîwa’i Semerqend” li Bajaroka “Kefirsefrê” – N. Cindirêsê mekin li Hemwelatî “Ibrahîm Xelîl Xorşîd/Derec” xist, ji ber ku daxwazkirina wî ji mala apê xwe ya ku wî çekdarî dest daniye ser, û di encamê de birîndar bû, û herweha jî çekdar bi çekan gef dan apê temenmezin.
Li 24.3.2023an. Z, li Bajarê Cindirêsê, giropeke ji “Artêşa El’şerqiyê” mekin li xort “Hesen Mihemed Hemîd” xist, bi behaneya ku wî di mêtînga piştgiriyê de bi xelkên qurbaniya komkujiya Cindirêsê re Ala Kurdî hildaye, û di encamê de birîndar bû û poz şikiya, û bo nexweşxanê hate şandin.
Li dawiyê: Weke helwesta yekê ji rêxistineke navdewletî ve, rapora Rêxistina “Hiyûmen Rayts Wotş” rastiya komkujiya Cindirêsê anî zimên, lê tiştê ciyê mixabiniyê ku dezgehên Neteweyên Yekgirtî yên girêdayî bûyerên weha û hemî hikometên herêm û cîhanê li beramberî vê tewana qirêj (a ku di dermafê giropeke sivîl û cejna miletekî dora /50/milyon nişte hatiye kirin de) hîna bêdeng in.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî - Kurdîy Serû) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 300 جار هاتیە دیتن
هاشتاگ
ژێدەر
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
بابەتێن پەیوەستکری: 55
بەلگەنامە
پەڕتووکخانە
رێکەوت و رووداو
کورتەباس
زمانێ بابەتی: Kurmancî - Kurdîy Serû
روژا تمام کرنێ: 26-03-2023 (1 سال)
باژێر و باژارۆک: ئەفرین
جوڕێ دۆکومێنتێ: وەرگێڕدراو
دەساڵ: 20ەکان (20-29)
زمان - شێوەزار: ک. باکوور ت. لاتین
شێوازێ دۆکومێنتێ: دیجیتاڵ
وەرگەڕکری ژ زمانێ: عەرەبی
وەڵات - هەرێم: رۆژئاوای کوردستان
تایبەتمەندی یێن تەکنیکی
کوالیتیا ڤی بابەتی: 99%
99%
ئەڤ بابەتە ژ لایێ: ( ئاراس حسۆ ) ل: 04-02-2024 هاتیە تومارکرن
ئەڤ بابەتە ژ ئالێ: ( سارا کامەلا ) ل : 07-02-2024 پێداچوون ژبوو هاتییە کرن و ڕەها بوویە
ئەڤ بابەتە بو دویماهیک جار ژ لایێ: ( سارا کامەلا )ڤە: 07-02-2024 هاتیە ڕاست ڤەکرن
ناڤ و نیشانێن بابەتی
ئەڤ بابەتە ب ستانداردی کوردیپێدیا هێشتا نە دروستە و پێدڤی ب داڕشتنەکا بابەتی و زمانی هەیە!
ئەڤ بابەتە 300 جار هاتیە دیتن
کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
شوینوار و جهێن کەڤنار
شکەفتا گوندێ گوندکی ل ئاکرێ
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها سارتکە
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
کەسایەتی
عەیشان مجۆ بەرکات جۆمەر
کەسایەتی
فادیا فێسەڵ ڕەڤۆ حسێن
کەسایەتی
سەرهات ناریمان خەمۆ
کەسایەتی
عیسا هادی شکور فارس
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
بلند محەمەد
کەسایەتی
عەبدوڵا ساڵح ئاکرەیی
کورتەباس
گەنجینەکا زێڕین
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
وێنە و پێناس
کۆمەڵەکا دانعەمرێن ئێزدی ل لالش، ساڵا 1976
کورتەباس
تۆسنێ رەشید دەنگکی هەلبەستڤانێ گەش ژ کوردێن سۆڤێتێ
کورتەباس
نەڤسیا ژنبابی
کەسایەتی
عەیشان هەسن دەروێش حەمۆ
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها کوردا
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
کورتەباس
ئوسمان سەبری چیڤانوکا خێر و شەڕان د باهوو زێدا
کەسایەتی
خەیری ئادەم
کورتەباس
مەردینی ب دلی یە نە ب مالێ یە
وێنە و پێناس
زەلامێن کورد ل دەمێ یاریا تاولێ ل باژێڕۆکێ کۆیە، ساڵا 1963
شوینوار و جهێن کەڤنار
پرا دەلال
وێنە و پێناس
لالش ل ساڵا 1976
وێنە و پێناس
نەورۆزا ساڵا 1972
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
کەسایەتی
فایزا دربۆ حسێن
وێنە و پێناس
مستەفا بارزانی ل دەمێ پێشکێشکرنا گۆتارەکێ ل کۆیە، ساڵا 1963

روژەڤ
جهـ
تل قەسەب
01-02-2024
ڤەژەن کشتۆ
تل قەسەب
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
21-02-2024
زریان سەرچناری
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
ئەڤریم ئالاتاش
14-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
ئەڤریم ئالاتاش
کەسایەتی
خالد بەگێ جبری
14-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
خالد بەگێ جبری
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
ڕەمبوسی
بابەتێ نوی
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
01-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
کەسایەتی
دانا جەلال
30-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گۆگەمێلا، چەپا کەنیزەکێن پایتۆنان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
کەسایەتی
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
فەیروز ئازاد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
ئامار
بابەت 518,592
وێنە 106,361
پەرتوک PDF 19,231
فایلێن پەیوەندیدار 96,823
ڤیدیۆ 1,368
کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
شوینوار و جهێن کەڤنار
شکەفتا گوندێ گوندکی ل ئاکرێ
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها سارتکە
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
کەسایەتی
عەیشان مجۆ بەرکات جۆمەر
کەسایەتی
فادیا فێسەڵ ڕەڤۆ حسێن
کەسایەتی
سەرهات ناریمان خەمۆ
کەسایەتی
عیسا هادی شکور فارس
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
بلند محەمەد
کەسایەتی
عەبدوڵا ساڵح ئاکرەیی
کورتەباس
گەنجینەکا زێڕین
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
وێنە و پێناس
کۆمەڵەکا دانعەمرێن ئێزدی ل لالش، ساڵا 1976
کورتەباس
تۆسنێ رەشید دەنگکی هەلبەستڤانێ گەش ژ کوردێن سۆڤێتێ
کورتەباس
نەڤسیا ژنبابی
کەسایەتی
عەیشان هەسن دەروێش حەمۆ
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها کوردا
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
کورتەباس
ئوسمان سەبری چیڤانوکا خێر و شەڕان د باهوو زێدا
کەسایەتی
خەیری ئادەم
کورتەباس
مەردینی ب دلی یە نە ب مالێ یە
وێنە و پێناس
زەلامێن کورد ل دەمێ یاریا تاولێ ل باژێڕۆکێ کۆیە، ساڵا 1963
شوینوار و جهێن کەڤنار
پرا دەلال
وێنە و پێناس
لالش ل ساڵا 1976
وێنە و پێناس
نەورۆزا ساڵا 1972
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
کەسایەتی
فایزا دربۆ حسێن
وێنە و پێناس
مستەفا بارزانی ل دەمێ پێشکێشکرنا گۆتارەکێ ل کۆیە، ساڵا 1963

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| دروستکرنا لاپەری 0.75 چرکە!