图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,111
图片 106,419
书籍 19,245
相关文件 96,901
Video 1,378
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (244): Artêşa Niştîmanî” rêvebirine “Da’işê” dihewîne cem xwe, Gundê “Hêvî/El’emel 2” ê niştecîkirin
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (244): Artêşa Niştîmanî” rêvebirine “Da’işê” di...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (244): Artêşa Niştîmanî” rêvebirine “Da’işê” di...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (244): Artêşa Niştîmanî” rêvebirine “Da’işê” dihewîne cem xwe, Gundê “Hêvî/El’emel 2” ê niştecîkirinê, girtinine bêsûcane, pevçûnin û qurşîn avêtin, vêrgî û dizînin.

Hejmarek zêde pir ji endamên Rêxistina “Da’işê” û endamên malbatên wan di herêmên di bin desteserkirina “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî/ Hikometa Sûrî ya Demkî” – Hemahengiya Sûrî ya Rikber û Dagîrkeriya Turkiyê de cihekî bi’ewle û aram dîtin, nemaze ku armanckirina rêvebirine rêxistinê li dû hev wê aşkere nîşan dide, û herweha jî xuyakirina malbatine Da’işî li Efrînê, jê li Gundên “Miskê Jêrin û Jorin, Xalta û Gorda” yên di bin desteserkirina Milîseyên “Artêşa/Ceyş El’şerqiyê” de (ya ku di du cihên pê ve girêdayî de sê serkêşên Da’işê hatin kuştin), ma ev lêhatîbûne? Di heman dema ku Istîxbaratên Turkiyê çavdêriya hertiştekî “dere – tê” û “çûk – mezin” li herêmê dike, û bê sezakirin û pirsiyarkirin ji rêvebir û serkêşên “Artêşa Niştîmanî” re!
Ev jî hin bûneyên rewşên serwerkirî ne:
= Kuştina serkêşê “Da’işê”:
Di rapora me ya borî/243/(29.4.2023an.Z)de, nûçeya teqîna Avahiya “Vêla Mihemedî Gorda” ya li “Deşta Henara” û li ser riya di navêna Gundên “Miskê û Sindiyankê” – Navça Cindirêsê de, ya şeva 28-29.4.2023an. Z û bê zanîna sedem û encaman hatibû belavkirin, û li roja din 30.4.2023an. Z Serokê Turkiyê Erdoxan di hevdîtinele tilvizyûnî de (kuştina serkêşê Rêxistina Da’işê” ya terorîst “Ebû El’hisên El’qureşî” di piroseyeke Istîxbaratên Turkiyê de li Sûriyê) ragîhand bê ku cihê wê tewaw bêlî bike, û paşê Ajansa Anadolê ya fermî û alavine ragîhandinê yen din wêne û vidiyûn li ser avahiya armanckirî û cihê wê li Navça Cindirêsê – Efrînê belav kirin, û ew jî bi yê me belav kirî re li hev hat.
“Cîgeh û avahiya kuştina “Ebû El’hisên El’qureşî” serkêşê Rêxistina “Da’işê” yê çaremîn, li Navça Cindirêsê – Efrîn.”
Cih: Vêla Mihemedî Gorda (a koçberê zorane Mihemed Ehmed Umer ji xelkê Gundê Gorda – N. Cindirêsê ye) li orta zeviyên zeytûn û henara ye, li cihekî deştî yî vekirî li ser riya giştî (/700/M ji Miskê Jêrin ve, /2/KM ji Sindiyankê ve) û /12/KM ji Sînorê Turkiyê bi Rojva ve dûr e, û ji Bajarê Cindirêsê ve jî /5/KM.
Avahî ji aliyê Milîseyên “Ceyş El’şerqiyê/Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê – Herekit El’tehrîr we El’bîna’i/ Artêşa Niştîmanî ya Sûrî/Hikometa Sûrî ya Demkî” û serkêşê wê “El’eqîd Hisên Hemadê/Ebû Elî Şerqiyê” û ji dema dagîrkirina herêmê ve li 2018an. Z desteser bûye, li dorê timî payandin heye, û hin caran jî li pêşiyê rêbendeke çekdar dihate danîn, bi ser de jî herdu rêbendên berdewam li Gundên “Miskê û Sindiyankê”.
Herweha ev cih tenê bi /4/KM ji cîgeha Gundê (Xalta) ve dûr e, ya ku lê herdu rêvebirên Da’işî “Mahêr El’uqal û Menhel El’uqal” li 12.7.2022an. Z ji aliyê balefireke Hevbendiya Navdewletî a li dijî terorê ve hatibûn kuştin).
Bi bîr were jî ku “El’qureşî” ji despêka 30.11.2022an. Z ve serkêşê çarê yê Rêxistina “Dewleta Islamî” ye ku li wir tê kuştin e, vêca ji kînga ve û çawa wî kanî di wê avahiyê de û di bin payandina endamên “Artêşa El’şerqiyê” de xwe veşarta, û kî di ber hewandina wî û herdu “El’uqalan” yên berî wî de berpirsiyar e?!
Û herweha jî “Hemadê” serkêşiya”Tevgera Rizgarkirin û avakirinê” dike, û “Ehmed El’hayês (Ebû Hatêm Şeqra)” serkêşê Milîseyên”Ehrar El’şerqiyê” jî cîgirê wî ye.
” “El’eqîd Hisên Hemadê” serkêşê Milîseyên “Artêşa/Ceyş El’şerqiyê” û “Tevgera Rizgarkirin û avakirinê/Herekit El’tehrîr we El’bîna’i” di “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” de.”
= Gundekî niştecîkirinê yî nû:
Li 4.5.2023an. Z, “Encûmena Xwecihî li Efrînê” (ya ku ji aliyê Dagîrkeriya Turkiyê ve hatiye bi navkirin) gundekî niştecîkirinê yî nimûneyî yî nû li herêmê di bin navê “Gundê El’emel2/Hêvî” de (yî ku ji dora /500/yekîneyên niştecîbûnê tevî amûr û xizmetguzariyên wî, du dibistanên ji bo mendalan, lîstgeheke gopêyê, gulîstanina, dermankiringehekê, bi ser de jî mizgeftek û amojgeheke li’ezberkirina Qur’ana pîroz pêk tê) vekir, da ku anîndeyan tê de bide niştecîkirin û malan li ser tomar bike, ji bo kûrkirina guhertina demografî (ya ku bi rengekî fere gihîştiye herêmê ji dema dagîrkirina wê ve li 2018an. Z), ew jî di çarçewa “Herêma Erdoxan a aram” de.
“Gundê “Hêvî/El’emel 2″ yê niştecîkirinê yê nimûneyî û cîgeha wî.”
Divê were bîranîn ku gund li cîgeheke (bi xêza dîtinê/7/KM) Başûr Rojhilatê Bajarê Efrînê ji aliyê “Desteya Cîhanî ya Fîxan û Geşepêdanê (Unsir) a ku li sala 2011an. Z hatiye damezrandin û rêdanka wê li Turkiyê hatiye wergirtin û nivîsgeheke wê ye serekîn li Bajarê Entabê heye” ve hatibû avakirin; Li ser erdekî ji malmewdanên taybet, li derbasgeha Bakur a Çandingeha “Gobelê (10)mal” a girêdayî Gundê “Cilbirê” – Robariya û herdu jî li dema dijberiya li ser herêmê zorane ji xelkên wan hatibûn valakirin, û dîwarek jî li ser erdekî hember “El’emel 2” hatibû rakirin weke rêdûzkirinekê ji avakirina gundekî niştecîkirinê din re, û bê dandina berdêlekê ji xwediyan re.
= Girtinine bêsûcane:
Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:
– Li 15.4.2023an. Z, Hemwelatî “Ehmed Resûl Gulîn /35/sal” ji xelkê Gundê “Çê” – Navça Reco li Bajarê Efrînê, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û li 25.4.2023an. Z berda, digel ferzkirina sezayeke diravî li ser, piştî sê heftan ji vegera wî ji Heleb – aliyê penaberiyê bo cî û warê xwe, ji bo lêsekirina bavê xwe yê kalemêr û nexweş.
– Li 19.4.2023an. Z, Hemwelatî “Ebid El’rehman Gênco /40/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” û li Bajarê Efrînê rûniştî, ji aliyê rêbendeke çekdar e asayêşê ve li çateriya Bajarê Ezazê, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
– Ji du heftan ve, şeş hemwelatî ji xelkê Gundê “Keferzîtê” – Efrîn, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û piştî ferzkirina sezayine diravî li ser wan ew berdan, ji bilî “Ednan Ebdo Ebdo/37/sal” (ê ku ta niha bêsûcane girtî ye).
– Li 26.4.2023an. Z, giropeke ji xelkê Efrînê li Herêma pêşesaziyê li bajêr, jê ev hatin naskirin: “Egîd Ebdo, Hisên Meter, Îse, Hebeş Hebeş, Gîvara, Civîn Şemas Kalo, Hemûdê Horîk, Mihemed Ubêd“, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û “Hisên Meter û Civîn Şemas Kalo” piştî heftakê berdan, û yên din jî ta niha bêsûcane bendkirî ne.
– Li 27.4.2023an. Z, Hemwelatî “Mistefa Nûrî Xelîl” ji xelkê Gundê “Me’ireskê” – Navça Şera û li Bajarê Efrînê rûniştî, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
– Li 1.5.2023an. Z, Hemwelatî “Ehmed Bekir Elî /43/sal, Mihemed Nezmî Hemdî /44/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna”, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û ta niha li ba Asayêşa Navça Reco bêsûcane bendkirî ne.
– Li 1.5.2023an. Z, Hemwelatî “Bedirxan Hac Mihemed kurê Mihemed Nûrî /54/sal” ji xelkê Bajaroka “Ekbezmeydanê” – N. Reco, û ta niha li ba “Asayêşa Reco” bendkirî ye.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 1.5.2023an. Z, şer û dogişek di navêna çekdarine anînde ji Êla “El’mewalî” û rêbenda Milîseyên “Asayêşa Leşekerî de li Bajaroka “Bilbilê” pêk hat û qurşîn hatin avêtin û tirs kete nav sivîlan, bi sedema ku yekî ji wan razî nebûye ku matora xwe ya bê belge radestî wê bike.
– Li 4.5.2023an. Z, pevçûnek di navêna du giropên anîndeyan de (ên li çadirgeha stasyûna bajaroka Reco de rûdinin) derket, û dema ku Milîseyên “Asyêşa Sivîl li Reco” destêwerdan kir, hevdûtêvedan û lêxistin di nav endamên wê û sivîlan de çêbû, û di encamê de dijayetî li ser hin jinan çêbû û hin kes çend katan hatin girtin.
– Li 6.5.2023an. Z, piştî şer û dogişekê û avêtina qurşînan di navêna “Ebû Ezher” (berpirsiyarê Gundê “Kêla” – N. Bilbilê yê Milîseyên “Feyleq El’mecid”) û çekdarekî ji Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” (ê ji bo armancekê seredana gund dike) de û revîna herdiwan, Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” bi hejmarek makînên bi endaman dagirtî gund basmîş kir û di dor /15/ malan de lêgerîn çêkirin bi behaneya ku li yên revîne digerin, di karnava tirsîna sivîlan de.
= Binpêkirinine din:
– Li dawiya Heyva Rojiyê ya borî, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah/El’emşat” vêrgiyeke nû (hezar Dolar Emrîkî) li ser xwediyên guvêşgehên zeytûna (Mihemed Hisên Hiso, Muhemed Menan Hiso, Semîr Fa’êq Mistefa, Ebdo Xelîl Hiso) li Bajaroka “Kaxrê” – Navça Mabeta ferz kir.
– Li şeva Sêşemê 2.5.2023an. Z, giropeke çekdar mala Temenmezin “Ehmed Salêh /75/sal” li Gundê “Endarê” – Şêrewa (yê ku Milîseyên “Firqit El’hemze” desteser dike) bi behaneya lêgerandinê basmîş kir, û tibabeke diravî, xilyewîk û amûrên enternêtê dizîn.
Çawa “Artêşeke Azad” dê bibe Niştîmanî û metirsîdartir serkêşên Rêxistina “Da’işê” ya terorîst dihewîne, û piçekî ji karanîna pîstirîn binpêkirin û tewanan di dermafê ax û xelkê ku perçak ji welatê wê venagere û poşmam nabe?!
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览296
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
挂钩项目: 52
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 07-05-2023 (1 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):07-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览296
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,111
图片 106,419
书籍 19,245
相关文件 96,901
Video 1,378
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!