图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,048
图片 106,417
书籍 19,245
相关文件 96,892
Video 1,378
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (260): Ferekirina Gundê “Hêvî/El’emel 2” yê niştecîkirinê, tewankarek ji “El’hemzat” li Almaniya ye
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (260): Ferekirina Gundê “Hêvî/El’emel 2” yê niş...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (260): Ferekirina Gundê “Hêvî/El’emel 2” yê niş...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (260): Ferekirina Gundê “Hêvî/El’emel 2” yê niştecîkirinê, tewankarek ji “El’hemzat” li Almaniya ye, girtinine bêsûcane, teqandin ú teqîn û serberdayetî

Di siya rewşa geregoşî û serberdayetiyê de, û pirbûna milîseyan û pevçûn û nakokiyên navxweyî yên berdewam, piroseyên teqandin û teqînê vedigerin Efrînê, di heman demê de jî “Desteya Rizgarkirina Şamê/Hey’it Tehrîr El’şam” ya terorîst ji ber gizgiziyên navxweyî yên giropên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” û gendeliya di nav de heye, û bi behaneya “hawarçûna êlan” a vê dawiyê, hewildanên ferekirina desteseriya xwe li Herêmên Efrînê û Ezazê ta Cerablusê -ta bi piçekî be jî- berdewam dike; Û Turkiyê û milîseyên wê weke berê nikanîn tu tişt bidîtana da ku “Hêzin Kurdî” bi cîbcîkirina herdu piroseyên teqandina “Zêdiyê” û teqîna “Gergeha Maratê” yên dawiyê li Bajarê Efrînê tewanbar bikin.
Ev jî hin heyîn û kiryarên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Gundekî niştecîkirinê yî nimûneyî yî nû:
Weke tewawkirin ji Gundê “Hêvî/El’emel 2” ê niştecîkirinê yê nimûneyî re (yê ku li 04.05.2023an. Z hatiye vekirin û ji aliyê “Desteya Cîhanî ya Fîxan û Geşepêdanê – unsur“) ve hatiye avakirin, “Kompaniya Welat ya avakirinên endezyarî/Şerîket Weten lîlînşa’at El’hendesiyê” li 27.08.2023an. Z li ser rûpela xwe ya Fêsbokê “dawîkirina avakirin û amedekirina /100/yekîneyên daneşînê ji rêkxirawa unsur re” aşkere kir; Û ew beşek ji pirojeya avakirina /250/ yekîneyên daneşînê ye, û li ser erdekî ji malmewdanên taybet e -bê dandina berdêlan ji xwediyan re- li derbasgeha Bakur a Çandingeha “Gobelê (10 mal in)” ya girêdayî Gundê “Cilbirê” – Robariya (yên ku di dema dijberiya ser herêmê de ji xelkên wê zorane hatine valakirin).
Û herweha jî kompaniyê li 28.08.2023an. Z aşkere kir ku şandeke ji Rêkxirawa “Destê Alîkar yê Fîxan û Geşepêdanê/Yed El’ewn Lîlîxasê û El’tenmiyê – HHRD” a Emrîkî seredana pirojeyeke bi piştgiriya wê ji “unsur” re kir, weke tekeziyeke din ku ev rêkxirawa Emrîkî piştgiriya avakirina pirojeyên niştecîkirinê li Herêma Efrînê dike.
Û li Gulana 2023an. Z, riyeke ziftê ji cîgeha gundine niştecîkirinê yên nimûneyî re (Kiwêt El’rehme, Komelgeha El’berekê, Hêvî/El’emel 2) hate cîbicîkirin, ewên ku dora /3500/malbat ji anîndeyan tê de daneşîn dibin, û li hafa Çiyayê Lêlûn dikevin, li nêzîk Gundên “Xalta, Gobelê” yên valakirî, û li aliyê Başûr Rojhilat (bi /7/KM bi xêza nêrînê) ji Bajarê Efrînê dûr.
Were zanîn jî ku “unsur” li sala 2011an. Z hate damezrandin, li Turkiyê hate rêdankirin, û nivîsgeheke wê ye serekîn li Bajarê Entabê ye.
= Serkêşekî “El’hemzat” li Almaniya ye:
Jêdereke xwecihî tekez kir ku “Mihemed Osman Şêx Mihemed /40/sal û bi Foksî tê naskirin” ji xelkê Bajaroka Keferheleb – Gundewarê Heleb ê Rojava, niha li Almaniya ye.
Ew birayê “Ebdo Osman” e, berpirsiyarê berê yê Gundê “Bircebdalo” – Şêrewa û endamê emniyeta Milîseyên “Tîpa Hêzên Taybet/El’ceyş El’wetenî El’sûrî” (ya ku “Ebdela Helawê” serkêşiya wê dike); Ew tîpa/firqe di çarçewa “Tîpa/Firqit El’hemze” de bû, ya ku “Sêf Bolad” (ê ku li vê dawiyê nav daketiye ser lîsta sezakirinên Emrîkî) serkêşiya wê dikir, ji dema dagîrkirina Herêma Efrînê li 2018an. Z ve ta Avdara 2021an. Z dema ku “Helawê” û Giropa wî ji ber newekheviyên navxweyî ji “El’hemze” qetiya ne û tevlî Milîseyên “Feyleq El’şam” bûne, heya ku pirsa kargeha şênberên hişbirinê li “Bircebdalo” hatiye açiqkirin û riswakirin, piştî ku Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” li 03.10.2021an. Z êrişî ser kiriye û hin jê girtine û hin din jî reviyane, û “Tîpa Hêzên Taybet/Firqit El’qiwat El’xase” hatiye helandin û “Helawê” û hevkarê wî “Ebdo Osman” û hin din wenda bûne, bê ku neqşeriya lêkolînê û çarenûsa wan were aşkere kirin, û ji nû ve “El’hemze” Bajaroka “Basûtê” û Gundê “Bircebdalo” desteser kiriye.
Mêldarî û gûman heye ku “Foksî” ji Cotmeha sala 2021an. Z ve reviya ye, pişt re jî koça Almaniya kiriye, û di binpêkirin û tewanên ku di dermafê Herêma Efrînê û bi tayebetî Gundê “Bircebdalo” de pêk hatine, bi birayê xwe re hevkar e. Û ev jî hin jê ne:
– Kuştina Temenmezin “Ayşe Nûrî Henan/80/sal” bi fetsandinê, piştî basmîşkirina mala wê li “Bircebdalo”, li şeva 08.11.2018an. Z, û dizîna hin zêr û pereyên di malê de.
– “Foksî” bêtirî salekê (ji Avdara 2018an ve) dest danî ser mala Hemwelatî “Omer Kemal Elî”, û tişmiştên hundir wê jî dizîn.
– Destdanîna ser mala (vêle û çandingeheke bi qaserî /5/hiktaran) li Başûrê “Bircebdalo” (yên Hemwelatî “Melek Şêx Omer Keyalî”), piştî karanîna fişaran li ser û koçkirina wî ya zorane li Havîna 2019an. Z, û damazrandina kargeheke şênberên hişbirinê/tevzînok (ye li jor hatiye çêrêkirin) di avahiyê de, û qutkirina riyên derin ser çandingehê.
– Destdanîna ser Mala “Behrî Axa” li “Bircebdalo” û dizîna heyînên wê, û guhertina wê bo biryargeheke leşkerî û hepseke taybet.
– Destdanîna ser dora /350/hiktar erdên çandiniyê yên bi xêr û bêr ên hemwelatiyên li derve ji Xelkê “Bircebdalo”.
– Ferzkirina bace û vêrgiyan li ser Hemwelatiyên Kurd bi rengekî berdewam, bi taybetî jî li werzên/mûsimên çandiniyê, mîna (/7/hezar Dolar Emrîkî li ser “Adêl Xelîl Hesen” bi behaneya ku wî li dema Rêvebiriya Xweser a berê di oxirkirina pakrewanan de makîna xwe bi kar aniye, /7/hezar Dolar li ser “Nebî Ehmed Seydo” bi behaneya ku wî makînek malbata “Keyalî” ya koçberbûyî veşartiye, /5/hezar Dolar jî li ser “Fethî Nebî Îdo” bi behaneya rêvebirina wî ji malmewdanên birayê xwe yê mirî re).
– Li 26.06. 2018an. Z, Kuştina xortê negîhayî “Kemal Mihemed Elî Arêf/17/sal” ji Gundê “Xezîwê” – Şêrewa (yê ku tevî malbata xwe li G. “Bircebdalo” yê hevcîwar rûniştibû, ji ber hebûna malmewdanên wan tê de), bi lêdan û îşkencekirinê.
– Rêşkirin û kolandina Girê “Bircebdalo” û dizîna kevneşopên wê yên dîrokî û kinzên wê yên binerd.
= Girtinine bêsûcane:
Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:
– Li 05.09.2023an. Z, Hemwelatî “Mistefa Mûrad Turk” ji xelkê Taxa Jêrin a Bajarê Cindirêsê, bi tuhmeteke çêkirî û fisfisiyekê ji keyayê taxê ve, piştî nelihevkirineke şênberî di navêna “Turk” û birayê keyê de (yê li Rojhilatê Ferêt rûniştî), û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
– Li 09.09.2023an. Z, Hemwelatî “Xelîl Ibrahîm Kalo /53/sal, herdu bira Ehmed /34/sal û Mihemed /30/sal kurên Ebid El’henan Hisên, Mihemed Samî Necar /33/sal, Remedan Yûsêf Hisên /42/sal, Nîdal Ibrahîm Hiso /50/sal” ji xelkê Gundê “Kîmarê” – Şêrewa, bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û “Necar, Yûsêf, Hiso” piştî çend rojan hatin berdan, û ta niha sisê jê bêsûcane girtî ne; Herweha jî xelkê ji çûna Başûr û Rojhilatê gund bi mebesta karên çandiniyê qedexe dikin, û tenê riya dere Basûtê – Efrîn/Bakur Rojava ji wan re vekiriye.
– Li 12.09.2023an. Z, Hemwelatî “Nezîfe Yûsêf /39/sal tevî şîrmijê wê” ji xelkê Gundê “Şêxûtka” – Navça Mabeta, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û piştî du rojan ji bendkirinê hate berdan û baceyeke diravî li ser hate ferzkirin.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Bi ser hebûna wê ya berê li Herêma Efrînê û bê al û nîşanên aşkere, li 13-14.09.2023an. Z karwaneke çekdarane ji Hêzên “Desteya Rizgarkirina Şamê/Hey’it Tehrîr El’şam” ya terorîst ji aliyê Idlibê ve hat û kete Derbasgeha Xezîwê – Efrînê, û gihîşte sînorê bajêr – ciyê ku leşkergeheke wê (berê jî ye Milîseyên Ehrar El’şam bû – perçenavça Rojhilat) di avahî û cîgeheke di navêna Gundên “Kurzêlê û Turindê” de heye-, û ji ber wê Dagîrkeriya Turkiyê seferber bû û hêzine ji artêşa xwe di navêna çateriya Gundê “Kefercenê” û taximên Herêma Ezazê de li aliyê Rojhilat û nêzîk Derbasgeha “Xezîwê” û Derbasgeha “Etmê” – Navça Cindirêsê belav kirin, û herweha jî Milîseyên “Artêşa Niştîmanî” seferber bûn, û hêzên Turkiyê hişyarî dan “Desteya Tehrîr El’şam” li berdewamkirina bizavên wê, lê ew li siba 15.09.2023an. Z kurtedemekê bi Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” re (li bergeha di navêna “Turindê – Xezîwê” de) kete pevçûnan, û bi şev di bin zexta Turkiyê de, karwanin ji hêzên desteyê ji Efrînê kişiyan û berve Idlibê vegeriyan.
– Li Siba Sêşemê 12.09.2023an. Z, Makîna “Ebû Emar” ji endamên Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Efrînê” û berpirsiyarê “Emniyeta Encûmena Xwecihî” li Taxa “Zêdiyê” – Efrîn bi bombeyeke teqîner hate teqandin, û di encamê de zarokek dimeşiya birîndar bû û ziyanin şênberî çêbûn.
DCIM101GOPROG0040522.JPG
– Li 16.09.2023an. Z, teqînek mekin di perçemaleke daneşînê de li qatê dudiyê nêzîk Gergeha “Maratê” li Bajarê Efrînê çêbû, û di encamê de ziyanin şênberî gihîştin wê avahiyê û hin avahî û makînên derdorê, û sê kes hatin kuştin û heyşt jî tonbiton birîndar bûn (tev jî ji anîndeyan in), û rewşên hinan jî ne baş in; Û li gor kenalên ragîhandinî yên bi ser çekdaran ve, yek ji nav birîndaran “Es’ed Barodî – Ebû Muhemed Ehrar” e, ji zayenda Heleb sala 1980. Z ye û serkêşekî Milîseyên “Ehrar El’şam” e, û wî di mal de teqîner hazir dikirin, da ku di piroseyên xwe yên taybet de bi kar wîne; Û ew çekdarekî Îslamî tundrew û bi gotarên xwe yên cîhadî yên hurhutandiniyê naskirî bû, û dest danîbû ser dehan mal û dîkanên xelkê herêmê li Kolana Vêlat li Efrînê.
= Binpêkirinine din:
Ji dora heyvekê ve, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” kamîrayên çavdêrîkirinê -ji berîka hemwelatiyên gund- bi ser tevahiya Gundê “Aşkê Xerbî/Rojava” – Navça Cindirêsê dixînin, bi armanca çavdêrîkirina liv û tevger û çalakiyên aborî û çandiniyê yên xelkê wê, û ji bo wergirtina bace û vêrgiyên diravî ji wan.
Bûyer tekez dike, ku Turkiyê tevî hêzên xwe yên leşkerî û istîxbaratên xwe -dema ku were xwestin- ji bo kontirolkirina terezûkirinê di nav milîseyan de û weha jî di nav wan û “Desteya Tehrîr El’şam” de hazir e, di gel wê jî dandina guhdaneke taybet bo giropên çekdar ên Turkman û parastina wan û hêzkirina kanînên wan, lê ji berpirsiyartiyên xwe yên ji bo seknandina binpêkirin û tewanên ku berdewam di dermafê Herêma Efrînê û xelkê wê de têne kirin direve/dide yal.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览268
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
挂钩项目: 52
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 17-09-2023 (1 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):06-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览268
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,048
图片 106,417
书籍 19,245
相关文件 96,892
Video 1,378
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!