图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,139
图片 106,457
书籍 19,249
相关文件 96,905
Video 1,378
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (269): Seredanek serweriyê ye Waliyê “Hetayê”, vêrgiyin li ser werza zeytûna û kesaxiyê
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (269): Seredanek serweriyê ye Waliyê “Hetayê”, ...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (269): Seredanek serweriyê ye Waliyê “Hetayê”, ...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (269): Seredanek serweriyê ye Waliyê “Hetayê”, vêrgiyin li ser werza zeytûna û kesaxiyê, qutkirina darên zeytûnê, destdanîna li ser malina li Bajaroka “Be’idîna”, basmîşkirin û dizînin, dorpêçkirina koçberên Efrînê li “Şehba’i” û armanckirina sivîlina ji aliyê Artêşa Turkiyê ve

Weke tekeziyeke nû ji dagîrkirina Efrînê re ji aliyê Turkiyê ve, li 6.12.2023an. Z, Waliyê “Hetayê” – Turkiyê “Mistefa Masatlî” digel herdu cîgirên xwe seredana herêmê kir, nexweşxanak vekir, li “derçûna giropeke nû ye asayêşa ewlekariya giştî” hazir bû, û seredana “Navenda Yûnês Îmre ya çandî ya Turkî” û “Odeya Pêşesaziyê û Bazirganiya Efrînê” kir, ên ku Ala Tukiyê û Wêneyên “Erdoxan” û “Ataturk” li ser têne hildan, weke nîşaneke zelal ji serweriya simbolên Turkî re.
“Seredana waliyê Hetayê “Mistefa Masatlî” û herdu cîgirên wî ji “Odeya Pêşesazî û Bazirganiya Efrînê” re, 6.12.2023an”
Û li 26.11.2023an. Z, weke hewildaneke din e tevlîhevkirinê , “Wezareta Bergiriyê di Hikometa Sûrî ya Demkî de” belavokeke nivîskí – dîtyarî li ser “parastina zeviyên zeytûna li Efrînê û vegerandina wan ji xwediyan re” belav kir, di heman dema ku Milîseyên “Artêşa Niştîmanî” ji sala 2018an. Z ve vêrgiyên bilind li ser werzên zeytûna ferz dikin, li rex destdanîna ser bi milyonan darên zeytûnê (di navbera tevahiya werzê yan wergirtina 50% ji berhema sade de) bê pirsîna lêçûna xizmetguzariya çandiniyê, bi ser de jî dizînên fere yên ku digihêjin zeviyan bi hemî rengan, û herweha jî berdewamiya qutkirina bêwijdan û nêzîkî tevahiyê ji sedhezaran daran re, ji bo êzingkirin û bazirganiyê.
Ev jî hin heyîn û bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Girtinine bêsûcane:
Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:
– Li 25.11.2023an. Z, Hemwelatî “Mihemed Hesen Mihemed /30/sal” ji xelkê Gundê “Tilsilorê” – Navça Cindirêsê du rojan, piştî vegera wî ji aliyê penaberiyê – Bajarê Heleb bo gundê xwe.
– Li 3.12.2023an. Z, Hemwelatî “Ferhad Zekî Hemkero /356/sal” ji xelkê Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, ji ber fisûkiyeke kîndar, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
– Ji heftakê ve, Hemwelatî “Selah Hemo Zêno /47/sal” ji xelkê Gundê “Dargirê” – Navça Mabeta, û ta niha bêsûcane girtî ye.
= Werza zeytûna:
– Li Gundê “Naza” – Navça Şera, Milîseyên “Feyleq El’şam” tevahiya berhema dora/50/darî zeytûnê ya Hemwelatî “Îbrahîm Xelîl/Ebû Nezmî” (yên li pêş guvêşgeha gund) rolinîvro û li pêş xelkê dizîn, û /3/teneke zêt (16 KG sade) vêrgî -weke ceza jê re- ferz kirin, ji ber ku wî diz aşkere û li pêş girseya gel cerisandin.
– Li Gundê “Çê” – Navça Reco (yê bi tevahî koçberbûyî û Artêşa Turkiyê (dora 250 endamî ketiyê û Milîseyên “Firqê Nehan” desteser dikin), ji Avdara 2018an. Z ve, rêbenda çekdar a “firqê” vêrgiya çiwalek zeytûn (80 KG) ji berhema her/50/darî zeytûnê (dora/15/çiwalan) ferz dike, bi ser de destdanîna li ser dora/800/darî zeytûnê yên koçberên zorane, ji bilî diziyên ku ji aliyê giropeke çekdar ve -bi şev- gihîştine zeviyên zeytûna.
– Li vê dawiyê, bi ser ferzkirina vêrgiya (5% ji tevaya berhema zêtê) û vêrgiyên diravî û next li ser darên zeytûnê, bi behaneya parastina zeviyan, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” vêrgiyeke nû (250teneke/16KG sade) ji xelkê Bajaroka Mabeta wergirtin.
– Milîseyên “Firqit El’muntesêr Bîlah” ev vêrgî ferz kirin: /50/çiwal zeytûn û /70/teneke zêt (16KG sade) li ser xelkê Gundê “Hebo (28malbat mane)” – Navça Mabeta, /55/teneke li ser Gundê “Şeytana (15 malbat)” ê hevcîwar, /60/teneke li ser Gundê “Sariya(20malbat)” ê hevcîwar.
– Me di rapora xwe ya borî de li ser ferzkirina Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” ji vêrgiyeke nû re li ser zeviyên zeytûna (ye ji bo rêdanê bidin xwediyên wan da ku piştî berefkirinê kesaxiyê bikin) nivîsandibû, û perçedengin ji berpirsiyarekî di nivîsgeha abortiya “El’şerqiyê” de ku wê tekez dikin gîhan me, nemaze ku ew berpirsiyarên deveran li Navça Reco(Ebû Teym Basêl, Ebû Elî li Gundê Firfirkê, Ebû Ehmed li herdu Gundên Şediya û Sorkê, Ebû Faroq li Bajaroka Reco û derdorê, Xwediyê El’sewt/Deng – Kitix) agahdar dike, ku divê ew kesaxiya her zeviyeke ku bi rêdankê tê birêvebirin qedexe bikin, ji berî ku li nivîsgehê vegerin, û li ser wan tekez dike ku divê deng ji derveyî oda “Watsapê” ya taybet bi wan dernekevin.
= Qutkirina darên zeytûnê:
Bi hatina Demsala Zivistanê re piroseyên qutkirina daristanên xwezayî û çandinî li Efrînê fere dibin, û digihêjin zeviyên zeytûna jî, ji bo êzingkirin û çêkirina komirê û bazirganiyê, û ziyanin mezin li ser nixuma geyayî û jîngehê çêbûn û ta niha berdewam e, û herweha li ser erdan bi sedema rêşbûna axê bi şêwakî tucarî çênebûye.
– Li çiyayên Bajaroka “Be’idîna” û Çiyayê “Hawarê”, û ta çiyayên Gundên “Şêxbila, Mûskê” û hine din li Navça “Reco” yên di bin desteserkirina Milîseyên “El’lîwa’i 112, El’muntesêr Bîlah, Ehrar El’şerqiyê, Firqê Nehan, Firqit El’hemze” de bermayên daristanên xwezayî têne qutkirin, û kok û tamar jî bi alavên têvel têne hilkirin, ji aliyê çekdaran û anîndeyên jê nêzîk ve, ji ber wê ew daristan dikevin bin metirsiya qirkirinê û tunekirina derfetên şînbûnê ji nû ve.
“Qutkirina daristana Zaretgeha “Piling” – Çiyayên Bajaroka “Be’idîna” yên xwezayî bi tevahî.”
– Di navboriya heyvên dawiyê de, li Gundê “Çê” – N. Reco, çekdarina bi dehan Darên Behîvê û yên koçberên zorane “Mihemed Elî Reşîd Elî” /80/darî zeytûnê û /50/dar ên kurmamê wî -bi tevahî û ji tamaran ve- bi alavên têvel qut kirin.
– Li vê dawiyê, li Gundê “Keferdelê Jêrin” – Rojavayê B. Efrînê, Milîseyên “Firqit El’hemze” /9/darên zeytûnê yên “Ebid El’rehman Tekê ji Keferdelê Jorin” ji tamaran ve û /18/ darên wî bi piçekî qut kirin, û /24/dar jî yên “Menan Reşîd Ebdo/nexweşê nivînan ji G. Maratê” ji kokê ve.
– Ji du heftan ve, li Gundê “Feqîra” – Navça Cindirêsê, çekdarên Milîseyên “Firqit El’hemze” /25/darên “Ezîz Reşîd Hemo” û /25/darên “Yûsêf Reşîd Oso” û /25/darên “Ehmed Mamed” bi şêwakî nêzîkî tevahiyê qut kirin, û hin jê jî ji kokê ve.
“Qutkirina darên zeytûnê li nêzîk Gundê “Feqîra” – Rojavayê B. Efrînê, ji vîdiyoke belavkirî ji aliyê çalakvanê ragîhandinî yê rikber “Ehmed El’berho” ve, 26.11.2023. Z.”
– Li 25.11.2023an. Z, li Gundê “Keferzîtê” – Başûrê B. Efrînê, çekdarên Milîseyên “Firqit El’hemze” dora /20/darên zeytûnê yên “Mûradê Nebî Gulexêrî” bi rengekî nîzîkî tevahiyê qut kirin.
“Qutkirina darên zeytûnê li nêzîk G. “Keferzîtê” – Başûrê B. Efrînê, ji vîdiyoke belavkirî, ji aliyê çalakvanê ragîhandinî yê rikber “Ehmed El’berho” ve, 3.12.2023. Z.”
– Ji heftakê ve, li Rojavayê Bajaroka “Meydankê” – Navça Şera, Milîseyên “Firqit El’hemze” /40/darî zeytûnê yên Parêzer “Ebid El’qadêr Ebid El’rehman” û /100/darî “Nûrî Mihemed Cebir, Mihemed Mihemed Cebir, Nûrî Hesen Tobal” bi rengekî nêzîkî tevahiyê qut kirin.
“Qutkirina darên zeytûnê li nêzîk B. “Meydankê”, 4.12.2023. Z.”
– Li Roja Înê 8.12.2023an. Z, li Gundê “Keferşîlê” – Rojavayê B. Efrînê, Milîseyên “Firqit El’hemze” dora /30/darî zeytûnê yên “Ebid El’ezîz Cimo” bi rengekî nêzîkî tevahiyê qut kirin, û hinek jî ji kokê ve.
“Qutkirina darên zeytûnê li G. “Keferşîlê” – Rojavayê B. Efrînê, 8.12.2023. Z.”
= Li Bajaroka “Be’idîna” – N. Reco:
– Ji du heftan ve, “Ûsame Rehal/Ebû Hesen Obame” alîkarê serkêşê Milîseyên “Lîwa’i 112” anîndeyek tevî malbat û keriyek pezê wî ji avahiya “çandingeha Dilovanber Mistefa Ebdo Çe’ifer” guhest du avahiyên li rex hev û li çateriya Bajarokê (kargeha qermît a koçberê zorane “Qadêr Henan Tembel”, avahiya Guvêşgeha “Xesan Umer Hesen” ê li bajarokê), û ew qedexe kirin ku kirê werbigirin; Herweha pez û şivanên xwe jî ji Gundê “Xaziyana” – N. Mabeta guhestin avahiya “Çandingeha Ce’ifer”, û ew hersê avahî ji sala 2018an. Z ve detserkirî ne, û keriyên pêz û dewaran li nav zeviyên zeytûna têne berdan, bê ku yek ji xwediyan wêribe qedexe bike yan giliyekî li ba aliyekî veke.
– Ji du heftan ve, piştî ku Hemwelatî “Umer Osman” diya xwe ya pîr “Zekiye” -jinebiya Dilovanber Reşîd Osman- li vê zivistanê anî mala xwe, çekdarekî Milîseyên “Lîwa’i 112” mala wê zep kir û malbata xwe tê de da rûnişkandin.
– Ji şeş heyvan ve, hemwelatiya temenmezin “Zehîde Hisên Hisên/68/sal” ji aliyê penaberiyê – vegerî bajaroka xwe, û nikanî mala xwe (ya ku anîndeyekî nêzîk ji Milîseyên “Lîwa’i 112” ji 2018an. Z ve dest daniye ser û razî nabe vala bike) vegeranda, vêca neçar bû ku li ba xwîşka xwe li Bajarê Efrînê rûne.
– Anîndeyekî nêzîk ji Milîseyên “Lîwa’i 112” ve (yê ku dest daniye ser mala Dilovanber “Fexrî Cemîl Mistefa” ji 2018an. Z ve) razî nabe malê vala bike û radestî jinebiya “dilovanber” a temenmezin “Xedîce Ezet Berî” û keça wê a mêrnekirî bike (yên ji ber wê neçar mane ku herin di mala merivekî xwe de rûnin), bi ser daxwazkirina wan a dubare ji malê re, bi mebesta avakirina wê ji nû ve û rûniştinê tê de, ji ber ku mal bi bombebaranê li dema dijberiya li ser herêmê bi piçekî hatibû roxandin.
= Binpêkirinine din:
– Li kat çar ji sibeha 22.11.2023an. Z, giropeke çekdar mala Hemwelatî “Mihemed Henan Dade – ji xelkê Gundê Keferdelê Jêrin û weke berhemdarekî cilan/kincan kar dike” li Taxa Eşrefiyê – B. Efrînê basmîş kir, mekin li wî û zavayê wî “Semîr Ebid El’rehman Seydo” û jinan û endamên malbata wî xistin, û /7/xilyewî û tibabine diravî û zêrin dizî.
– Li şeva 26.11.2023an. Z, li Gundê “Gundê Mezin” – Rojavayê B. Efrînê (yê ku Milîseyên “Firqit El’hemze” desteser dikin), çekdarina mala hemwelatiyê Kurd “Mihemed Henan/Hemedok – /53/sal” basmîş kir, çek kişandin seriyê wî, û tibabeke diravî û zêrin dizîn, û “Hemedok” giliyek pêşkêş kir lê bêsûd bû.
– Li şeva Înê 8.12.2023an. Z, giropeke çekdar piraniya tişmiştên dîkaneke xwarinvexwarinê (Şekir, çayê, qehwe …nirx dora /1500/Dolar) e “Ehmed Mehmûd Qasêm” li hundir Gundê “Bircebdalo” – Şêrewa dizî, bi ser hebûna rêbendeke çekdar a Milîseyên “Firqit El’hemze” li çateriya gund û nêzîk jê ve, û berpirsiyarê “El’hemze” li gund ne amede bû ku giliyê jî bibihîse û lêkolînê di bûyerê de bike, ta piştî Nimêja Înê.
= Û li aliyê din:
– Di encama dorpêçkirina ku hêzên Rijîma Sûriyê li ser Herêma “Şehba’i” – Gundewarê Heleb ê Bakur (a tijî koçberên Herêma Efrînê û pênc çadirgehên penaberan guncaw dike, û ji aliyê desteyeke rêvebiriyê ye xwecihî ye girêdayî Rêvebiriya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê birêvebirin) ferz dikin de, bi taybetî qedexekirina derbasbûna sûtemeniyan ji 20 ê Cotmeha borî ve, piraniya dezgehên pêşkêşkirina xizmetguzariyan (elektirîk, ava vexwarinê, dibistan, aliyetên/alavên guhestinê û şarederiyan û yên din) rawestiyan, bi ser de jî rawestandina belavkirina mazotê ji bo germkirinê, herweha jî herdu nexweşxaneyên “Til’rif’etê” û “Fafînê” û navendine tendurstiyê -ji bilî rewşên lezgîn- ji pêşkêşkirina xizmetguzariyên xwe rawestiyan, û stasyûna zayenda “oksîcênê” di asta xwe ya herî nizim de kar dike, lê ew hêzina vêrgiyên bilind li ser derbasbûna şênberên xwarinê û dermên û pêdiviyên din ên jiyanê ferz dikin, û ger qedexekirina sûtemeniyan weha bidome, wê di demeke kurt de xizmetguzariyên hene jî rawestin.
– Li 3.12.2023an. Z, di encama topebarankirina Gundê “Bênê” – Çiyayê Lêlûn de (yê di bin destesriya Artêşa Sûriyê de) ji aliyê Artêşa Turkiyê ve, Hemwelatî “Îse Hiso Keto /74/sal” ji xelkê gund bi kûranî birîndar bû, û niha di bin lêsekirina guvaştî de ye.
– Û weha jî li 5.12.2023an. Z, û di encama topebaraneke weke wê de ji Gundê “Hirbilê” re – Herêma “Şehba’i” li Gundewarê Heleb ê Bakur, lingê Hemwelatî “Azad Xelîl Hemadê /38/sal” ji koçberên Efrînê birîn bû, û ziyan gihîşte makîna wî.
Li gor hemî kiryar, gotar, bûyîn û yasayên navdewletî, “Hikometa Anqerê” û “Hikometa Sûrî ya Demkî” û nixuma wê ya siyasî “Hemahengiya/kiwalisyona Sûrî – Ixwanî” -tev de- di ber rewşên serwerkirî de li Efrînê berpirsiyar in, nemaze di ber binpêkirin û tewanên tê de dibin, ji dema dijberî û dagîrkirina wê ve li sala 2018an. Z, û herweha jî di ber guhertina endeza wê ya demografî de, yên ku digihêjin asta qirkirina nijadî di dermafê Kurdan -weke nijadeke cîwaz- de.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览257
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
挂钩项目: 52
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 10-12-2023 (1 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on05-02-2024
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):05-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览257
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,139
图片 106,457
书籍 19,249
相关文件 96,905
Video 1,378
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!