图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,047
图片 106,416
书籍 19,245
相关文件 96,891
Video 1,378
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (273): Ebû Emşe” hevrikiyê bi sezayan û destdirêjiyan di vêrgiyan de dike
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (273): Ebû Emşe” hevrikiyê bi sezayan û destdir...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (273): Ebû Emşe” hevrikiyê bi sezayan û destdir...
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (273): Ebû Emşe” hevrikiyê bi sezayan û destdirêjiyan di vêrgiyan de dike, lêkolîn û buhtanî û girtinin bêsûcane, kujerê “Hevrîn Xelef” bû serkêşê “Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê/Herekit El’tehrîr we El’bîna’i”

Di komcivîneke wî de li Bajarê #Efrîn# ê (22.11.2023. Z), Serokê Hemahengiya Sûrî/Itîlafa Sûrî – Ixwanî “Hadî El’behre” tekez kir ku ferzkirina vêrgiyan ji aliyê “milîseyên çekdar” ve çênabe, çimkî ew ne zagonî/yasayî ye û ne jî dikeve xizmet cîbicîkirina pirojeyên geşepêdan û xizmetguzariya herêmê, û da xuyakirin ku ew jî dengê xwe tevlî dengên yên ku dixwazin rêgirek ji vêrgiyan re were danîn dike; Lê serkêşên milîseyan, ewlehiyetên/emniyetên wan, nivîsgehên wan ên abortiyê û dizên wan ên çekdar -bê awerte- di werza/mûsima zeytûna de gendelî li ser erdê kirin û ta niha jî berdewam in, mîna: (Desteserkirin, ferzkirina vêrgiyan, dizîn û şêweyên din ên talankirinê), û di dû re jî qutkirina darên zeytûnê; Nemaze “Mihemed Hisên El’casêm/Ebû Emşe” serkêşê “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” ê ku hevrikiya sezayên Emrîkî yên li ser hatine ferzkirin dike, û di binpêkirin û tewanên xwe di dermafê nişteciyên herêmê -Kurdên resen- de destdirêjiyan dike.
Ev jî hin heyîn û bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Vêrgiyên “Mihemed Hisên El’casêm/Ebû Emşe”:
Piştî dawîkirina ferzkirin û wergirtina vêrgiyên werza/mûsima zeytûna ji aliyê Milîseyên “El’emşat” ve, ji gund û bajarokên di bin desteserî û zordariya wan de, û yên digihêjin dora /26.5/ milyon Dolar Emrîkî (dora bîst û şeş milyon û pênc sed hezar Dolar Emrîkî)…Wan vêrgiyin nû li ser Malbatên Kurd (nişteciyên resen ên mane) – ji bilî malbatên anîndeyan ji Ereb û Turkmana- li (Navça Şiyê û gundên pêve girêdayî û gundên “Aşkê Xerbî, Merwaniyê Jêrin û Jorin, Hêkiçê” – Navça Cindirêsê) ferz kirin, bi behaneya ferekirina riyan û pêşkêşkirina xizmetguzariyan, di heman dema ku li wir “encûmeneke xwecihî” heye û li gor “Hikometa Sûrî ya Demkî” bi van stubariyan radibe, û wek nimûne li ser (Bajaroka Şiyê /270/hezar Dolar, Gundê Qermîtliq /100/hezar Dolar, Gundê Erendê /30/hezar Dolar, hersê Gundên Çeqela /100/hezar Dolar, Gundê Mistika /20/hezar Dolar, Gundên Xelîl û Alkana û Hecxelî /100/hezar Dolar, Gundê Hêkiçê /70/hezar Dolar…) dan ferzkirin, û li beşekî din ji gundan weha vêrgî dan ferzkirin (/2.5/Dolar Emrîkî li ser her dareke zeytûnê ji malmewdanên Hemwelatiyên Kurd ên li wir dimînin, /1/hezar dolar li ser her makînakê, û /500/Dolar jî li ser her tirektoreke çandiniyê).
“”Mihemed Hisên El’casêm/Ebû Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” û birayê wî “Sêf El’dîn” (ên ji Şalyariya/Wezareta Gencîneya Emrîkî ve sezakirî).”
Û “El’emşat” her kesî/kesê ji vêrgiyê re erê nake yan jî nikane bide direvîne û îşkence dike, wek nimûne: Li 05.01.2024an. Z, li pêş guvêşgeha wî ya li Gundê “Çeqelê Jêrin”, milîseyên wê li Hemwelatî “Rif’et Behcet Hisên /56/sal” xist û rezîlpezîlî kir, ji ber ku wî di dandina vêrgiya ku li ser ferz bûye de milmiland û dereng ma, bi ser ku ew yek ji hevkarên wan e.
Û weha mala Hemwelatî “Mihemed Ezet Omîro /55/sal – xwediyê guvêşgeheke zeytûna” li Gundê “Anqelê” – Navça Şiyê basmîş kir, û ji sewkiya ku ji erdê ve bi /3/mitroyan bilind avêt, bi ser ku ew yek ji hevkarên wan e, ji ber ku wî nerazîbûna xwe li ser dandina vêrgiya nû da nîşnkirin, û li dawiyê neçar bû ku /5/hezar Dolar jî bi ser /10/Dolarê ku berê li ser guvêşgehê hatiye ferzkirin de bide.
Û berê jî wan li Hemwelatî “Zekeriye Mihemed Reşîd /51/sal ê bi Zekiyê Reşîdî Cûnê tê navdan – xwediyê guvêşgehekê” ji Gundê “Qermîtliq” îşkence kir û ji qatê dudiyê ya biryargeheke wê ve avête erdê, piştî ku wî nerazîbûna xwe ji vêrgiya guvêşgehê nişan da, ji ber wê jî hestiyên sêvikê û lingên wî şikiyan, û li dawiyê ew neçar bû ku vêrgiyê bide.
Û herweha Milîseyên “El’emşat” li ser her malbateke Kurd ku ji herêmên penaberiyê vedigere herêma xwe du hezar Dolar Emrîkî ferz dikin.
= Girtinine bêsûcane:
– Wek veger ji doza revandina herdu hemwelatiyan re (“Munzêr Bîlal Birîmo /25/sal” ji xelkê Gundê “Xilalka” – di bazirganiya zêtê de kar dike, “Ciwan Nîdal Hesen Kalo /22/sal” ji xelkê Bajaroka “Reco” – hevalrê), li 23.11.2023an. Z – Navça Reco, digel makînak pîkab bi /50/teneke zêt (her yek 16 KG sade) dagirtî û “Munzêr” dajot, piştî dora du heftan ji aliyê “Dadgera Leşkerî li Ezazê” ve hatin berdan, û xuya bû ku yên revandine girêdayî Milîseyên “Firqit El’hemzat” in, ên bi hevkariya Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” rabûne yên revandî radestî Ezazê -derveyî cihê pisportiya wan- kirine, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, bê ku lêkolîn bi revandkaran re were kirin û werin cezakirin, da ku tewana revandinê were hindakirin, di dema ku makîna zêtê ya ku çekdarekî ji revandkaran dajot li nêzîk çateriya Mabeta hatiye teqlekirin û ew bûyer hatiye cersandin û libakirin.
– “Dadgeha Efrînê” sezayeke bêwijdan -sê sal hepis- bi tuhmeta danûsitandinê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, li ser Hemwelatî “Hisên Zehir El’dîn Dilo /32/sal” ji xelkê Gundê “Hêkiçê” – Navça Cindirêsê (ê ku ji dora du heyvan hatiye girtin) ferz kir.
Herweha jî Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:
– Li 29.12.2023an. Z, herdu keçên xwîşk “Zêneb /21/sal û Henîfe Silêman /20/sal keçên Silêmên” ji xelkê Gundê “Goliya Jêrin” – Navça Reco, bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û ta niha bêsûcane girtî ne; Were zanîn jî ku herdu keç li destpêka sala 2018an. Z û berî wê negîhayî bûn.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li dû gûmana berdewam bi hemwelatiyên Kurd û hewildanên xistina wan bin bîrdoziyên Destlatên Dagîrker û milîseyan, li navîna heyva dawiyê ji sala borî, “Ebû Mihemed” kargêrê nivîsgeha serokê “Şaxa Asayêşa Leşkerî li Reco” (yê ku berê li ba “Ewlehiya Rêzanî li Efrînê -ya yekser girêdayî Istîxbaratên Turkiyê- kar dikir), û bi alîkariya yekî nûker û endam di “Encûmena Xwecihî de li Reco”, rabû lêkolîn bi hemî endam û karmendên encûmenê re kir, li ser têkeliya wan bi Rêvebiriya Xweser a berê re.
“”Ebû Mihemed” Kargêrê nivîsgeha “El’eqîd Nasêr El’nûrî” – serokê “Asayêşa Leşkerî li Reco”.”
– Weke hevriyeke din ji viyana “Civaka Navdewletî” û sezayên Emrîkî re, Milîseyên “Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê” ya ji govdeya “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî/Hikometa Sûrî ya Demkî”, li 08.01. 2024an. Z ragîhadin, ku “Ehmed Îhsan Feyad El’hayês/Ebû Hatêm Şeqra” (serkêşê “Firqit Ehrar Ek’şerqiyê” û kujerê siyasetmedara Kurd “Hevrîn Xelef”) bû serkêş û rêvebirê “Tevgerê”, û “El’eqîd Hisên El’hemadî” (serkêşê “Ceyş El’şerqiyê” yê ku komkujiya Newroza Cindirêsê li 2023an. Z pêk aniye) bû berpirsiyarê bazikê wê yê Rêzanî/siyasî.
“”Ehmed Îhsan Feyad El’hayês/Ebû Hatêm Şeqra” serkêşê “Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê/Herekit El’tehrîr we El’bîna’i” ye, û “El’eqîd Hisên El’hemadê” berpirsiyarê bazka wê ya rêzanî/siyasî ye.”
– Li 10.01.2024an. Z, rêbendeke çekdar a milîseyan li dor Bajaroka “Bilbilê” qurşîn bi tewşankî avêtin makînek hilgêran (e bi qaçaxî ew di sînor re derbas Turkiyê dikir, û li ser rêbendê nesekiniye), û di encamê de ciwanek ji anîndeyan hate kuştin – li gor kenaline ragîhandinî yen xwecihî.
– Li êvara 12.01.2024an. Z, pevçûnin di navbera Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” û giropeke çekdar de derketin, li nêzîk çateriya Gundê “Qere Tepe” – Navça Şera, bi sedema nelihevkirinê li ser qaçaxiyê û vêrgiyên rêkan, û di encamê de hin birîndar bûn.
= Binpêkirinine din:
Weke tekezî ji tiştê ku me di rapora xwe ya berê de belav kiriye re, li ser basmîşkirina mala malbateke Kurd li Gundê “Memala” – Navça Reco, ji aliyê şeş çekdarên serçavgirtî ve, û dizîna zêrmêr û amûreke xilyewî û tibabeke diravî, li Şeva Înê 05.01. 2024an. Z, wêneyên herdu hevjînên temenmezin “Hemîd Mistefa Yûsêf /70/sal, Fatme Henan Yûsêf /68/sal” bi dest me ketin, û li ser wan şopên lêxistinên mekin diyar dibin.
“Herdu hevjînên temenmezin “Hemîd Mistefa Yûsêf /70/sal, Fatme Henan Yûsêf /68/sal”, piştî rastîhatina wan ji lêxistinek mekin re.”
Istîxbaratên Turkiyê çavdêriyê li her çûnûhatin û hûrguliyekê li herêmê dikin û dişopînin, ta li ser asta gundekî bi çûktir be jî, û hemî binpêkirin û tewanên dibin dibînin, û ew in ên ku kiriyar û siyasetên dijayetiyê li dijî Kurdan û herêma wan serpereşt û pilan kirine; Bi ser de jî Turkiyê di ber her tiştê dibe de berpirsiyar e, ji ber ku ew ji 2018an. Z ve Efrînê -li gor pîvanên navdewletî- dagîr dike.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览269
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
挂钩项目: 52
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 14-01-2024 (0 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on05-02-2024
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):05-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览269
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,047
图片 106,416
书籍 19,245
相关文件 96,891
Video 1,378
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!