图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,508
图片 106,555
书籍 19,263
相关文件 97,082
Video 1,385
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
GUNDÊ MÊRXASAN
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

GUNDÊ MÊRXASAN

GUNDÊ MÊRXASAN
#GUNDÊ MÊRXASAN#
Zimanzan û nivîskarê Kurd, Dr. #Çerkezê Reş# , bi şêweyekî sercemî, bi kurtî û xurtî li qelemê daye: “Di salên 50’yî de, diyarbûna romana Kurdî ya Sovyetiyê li ser riya “leqandin-girtin”a wê janrê bû cure-nîşaneke xwehazirkirina tarîxiyê-psîkolojiyê. Bi taybetî Ereb Şamîlov û #Eliyê Evdilrehman# wiha gotî “turuş kirin” xwe li “şovkirin”a menzîla romanê bigirin. Helbet, pirseke mayîn e, çi ka wan di qewlên tunebûna cêribandina tradîsyonê de çawa “şov kirin”, xwendevan çito “ekin”ên ruh û hiş-sewda standin. Ya sereke li vir peydabûna îsbatiya tarîxiyê-lîteratûriyê ye. Fikirîna Kurdên Sovyetiyê ya epîkiyê-gilîkirinê bi wan gavên afirandariyê xwe li morfolojiya romanê, li heyetiya nivîsa “bêhnfireh” digirt…”.
Weşanxaneya Lîsê, ya ku ji sala 2004’an û vir ve ye, li Amedê, ji roman, kurteçîrok û helbestê bigirin heta wergerên ji wêjeya cîhanê, bi gelek rêzên xwe yên pirtûkan ve, bi xebatên xwe yên bi hûrgilî yên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e, di çarçoveya bernameya xwe ya weşanê ya bihara 2012’an de, romana pêşîn a nivîskar Eliyê Evdilrehman, Gundê Mêrxasan, bi tîpguheziya ji tîpên Kirîlî bo tîpên Latinî ya Mîdiya Têmûr, Dîdara Têmûr û Têmûrê Xelîl, bi pêdaçûna Şivanê Dêrîkî û bi edîtoriya Kawa Nemir weşand.
Gundê Mêrxasan, berhema Eliyê Evdilrehman a pexşan a sêyemîn, a ku cara pêşîn di sala 1968’an de li ser destê Neşîreta Hayastanê li Yêrêwana paytextê Ermenistanê hatiye çapkirin, piştî çil û pênc salan, bo cara duduyan, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve li Amedê, bi edîsyoneke birêkûpêk hate weşandin.
Eliyê Evdilrehmanê nivîskarê roman, kurteçîrok û bendan, helbestkar û wergêr, di 29’ê Berfanbara sala 1920’î de, li bakurê Kurdistanê, li gundê Bayrekê yê bi ser Wanê ve ji dayîk bûye. Kurê Evdilrehmanê Momin û Emîneya Nebî Begê ye. Wan çaxan, rewşa Kurdan li wê devera ew lê ji dayîk bûyî giran bû, wexta ew şeş salî, mala bavê wî tevî eşîreta Kurdan a mezin a Birûkiyan ji “zilma Dîwana Romê” reviya, çû li welatê Şêwrê (Yekîtiya Sovyetan) hêwirî. Eliyê Evdilrehman, di panzdeh saliya xwe de, li Nexçivana Komara Ezerbêcanê ya li ser tixûbê Îdirê, dibistana gundê Şawlîka kuta kir. Piştî vê, ji ber tehlî û tengasiyên li wê deverê yên di wê heyamê de, malbata wî koçî Ermenistanê kir. Xeyn ji zaniştgeha Kurdan a li Yêrêwanê, Eliyê Evdilrehman wisa jî Enstîtuya Bakûyê ya Pedagojiyê kuta kir.
Eliyê Evdilrehman, salên beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn û di pey şer re, girêdayî Wezareta Rewşenbîriyê ya Komara Ermenistanê, çawa mamoste, berpirsê dibistanê, berpirsê para xwendinê, li nehiyeya Basargêçarê (niha Vardênîs), di warê perwerdeyê de xebitî. Her wiha, Evdilrehman, di heyna şerê mezin ê cîhanê yê duyemîn de, tevî eniyên şer bû û li hemberî hêzên dijminên Yekîtiya Sovyetan wekî partîzan bo demeke dirêj şer kir.
Sala 1955’an, dema ku li Yêrêwana paytextê Ermenistanê rojnameya Riya Tezeyê dest bi weşana xwe kir, mîna gelek kesan, Eliyê Evdilrehman jî beşdarî rojnameyê bû û di wir de wekî rêveberê parekê xebitî, wî bendên bi pirsên rojê ve girêdayî nivîsîn. Bi vê yekê re jî, nivîskariya Eliyê Evdilrehman a wêjeyê dest pê kir, wî dest bi nivîsîna helbest û destanan kir. Her wisa, di van salan de dest pê kir hin berhemên wî di pirtûkên dersan ên bi Kurdî de derçûn.
Pirtûka wî ya pêşîn novela bi navê Morof e, ya ku di 1957’an de, di nava berhevoka Nivîskarên Kurdên Sovyetê de hate weşandin. Novela wî ya duyemîn a bi navê Xatê Xanim, di sala 1959’an de, li Yêrêwanê çap bû. Romana wî ya pêşîn, Gundê Mêrxasan, di 1968’an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Romana wî ya duyemîn,Şer Di Çiyayan De, di sala 1989’an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Berhemên helbestî yên Eliyê Evdilrehman, ên ku bi mijarên xwe ve bêtir behsa kurdayetiyê û Kurdistanê dikin, di sê pirtûkên bi navênDê, Hesreta Min û Gulistanê de berhev bûne.
Eliyê Evdilrehman, di 21’ê Rêbendana 1994’an de, li Bakûya paytextê Ezerbêcanê koça dawî kir. Gora wî li wir e.
Li gel nivîskarê Hewarîyê, Heciyê Cindî; nivîskarê romanên bi navêŞivanê Kurmanca, Hopo û Dimdim, Ereb Şemo; nivîskarê romana bi navê Kurdên Rêwî, Seîdê Îbo; yek ji girîngtirîn endamên nivîskarên nifşê qonaxa Sovyetiyê, Eliyê Evdilrehman, bi romana xwe ya duyemîn a bi navê Gundê Mêrxasan ve (Yêrêwan, 1968), piştî berhema xwe ya bi navê Xatê Xanim (Yêrêwan, 1959), bi riya ‘gilîkirin’a serpêhatiya êla Kurdan a bi navê Çoloyan, bê ka bi çi awayî çûne bajarê Xoyê yê li rojhilatê Kurdistanê, li devereke li binetara çiyayan bi cî û war bûne, di şexsê Riza Efendiyê zordest de hêzên herêmê çawa zor li wan kirine û bi hevkariya Şahê Îranê çawa êrîşî êla giran kirine, Kurdên vê êlê bê çawa bi pêşengiya serekê êlê, Çoloyê Têmûr, şerê wan hemûyan kirine û bo demekê be jî, pişta wan anîne erdê, bê paşê çawa Çemê Erez derbas kirine û çûne li devereke Nexçivana li pêşberî Îdirê bi cî û war bûne û di salên 1930’yî de çawa tevî pergala Yekîtiya Sovyetan bûne, di dorana erdnîgariyeke ne ew çend fireh de, beşeke biçûk ji sercema serpêhatiya neteweya Kurd, bi Kurdiyeke fambar li qelemê dide.
Gundê Mêrxasan, romana romannûs, çîroknûs, helbestkar û wergêr Eliyê Evdilrehman, ji nava qulçên kelepora me yên tarî de bi pêş de tê. Nivîskarê berhemên bi navê Morof, Xatê Xanim û Şer Di Çiyayan De, Eliyê Evdilrehman, bi vê romana xwe, piştî çil û pênc salan, bi gavine fireh raçandî ber bi me û dema me ve tê.

Gundê Mêrxasan
Eliyê Evdilrehman
Roman, 208 rûpel
Gulan 2012
Weşanxaneya Lîs, Amed [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览100
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | kurdist.ru 16-02-2024
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 01-02-2013 (11 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 16-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on17-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):16-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览100
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,508
图片 106,555
书籍 19,263
相关文件 97,082
Video 1,385
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!