图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,518
图片 106,565
书籍 19,267
相关文件 97,105
Video 1,385
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Guhertina desthilat di mîrnişîniya Mukriyanê de ji Safewiyan heta destpêka Pehlewiyan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Guhertina desthilat di mîrnişîniya Mukriyanê de ji Safewiyan heta destpêka...

Guhertina desthilat di mîrnişîniya Mukriyanê de ji Safewiyan heta destpêka...
Guhertina desthilat di mîrnişîniya Mukriyanê de ji Safewiyan heta destpêka Pehlewiyan
Leyla Zemanî

Piştî wê ku zencîre desthilatdariya Muxol û Îlxaniyan li navçeya Mukriyanê hêdî hêdî kêm bû û rûmet û şiyana wan kêmtir bû, desthilatdar û mîrên Kurdan, ji bo vejandina mîrata desthilatdariya xwe li wê navçeyê, hin hewlên mezin û piçûk dan ku di pirtûkên dîrokî de hatine tomarkirin.
Weke ku em dixwînin, Kurd cardin vegeriyane navçeya Mukriyanê û li wir di bin rêberayetiya “Seyfedîn Mukrî” de hatine damezrandin. “#Şerefxanê Bidlîsî# ” navçeyên Yaltemir, Axtaçî, Dolbarîk, Sindûs, Diriyaz, Mehmeşe, Dêxarqan, Keleha Saruqorxan, navçeya Terexe, Keleha Terexe, Miyanduwa, Leylan û Acurî ango Sayînqelaya niha, wekî wan navçeyan dide zanîn ku di bin desthilatdariya Mukriyan de bûne.
“Sarim Xanê Mukrî” yê kurê “Seyfedîn Xan”, wê erdnîgariyê berfirehtir dike û desthilatdariya Mukriyan heta sînorên Tikabê dirêj dike. Di wê serdemê de Qizilbaş xwedî desthilatek gelek mezin bûne, lê Sarim Begê Mukrî bi wan re jî şer kiriye. Her çiqas di pevçûnên bi wan re hin têkçûn çêbûne jî, lê nebûne sedema wê ku ew navçane bi tevahî di bin desthilatdariya Mukrî de bêne derxistin.
Ewa ku balkêş e li ser desthilatdariya Mukriyan di wê serdemê de û hêjayî behskirinê ye, ew e ku ji ber ku Sultanên Osmanî bi hin ji Mukriyan re pêwendî hebûn û soza hêza zêdetir û alîkarîya bêtir didane wan, carinan ew wîlayete yan jî hin mîrên wê wîlayetê ser bi Osmaniyan dibûn û carên wisa jî hebû ku di bin desthilatdariya Sefewiyan de bimînin.
Yek ji van emîran jî navê wî “Emîre Paşa” ye, ku ji aliyê Sultanê Osmanî ve girîngî jê re dihate danê, û di serdema Emîre Paşa de navçeyên Meraxe, Hewlêr, Mûsil û Baban jî bi wîlayeta Mukrî re têne zêdekirin. Lê paşê ev navçane ji destê Emîre Paşa têne derxistin. Piraniya ew navçeyên ku bi zordariya desthilata Osmaniyan bi wê wîlayetê û wîlayetên dinê hatine zêdekirin, ji ber berfirehbûna sînoran gelek pê naçe û piştî ku Sultanê Osmanî li ser soza xwe vedigere, an jî bi Sefewiyan re lihev dikin, cardin ew sînor vedigerine cihên xwe ku her heman tişt ji bo Mukriyanê jî wisa ye.
Seyfedîn Xanê Mukrî
Di sedsala yazdehem a Koçî de, navenda desthilatdariya Mukriyanê ji bo Mîrava ya Serdeştê tê veguhestin. Berê deverên wek Diriyaz, Sablax, Dolbarîk, Extaçî, Yaltemir, Mehmeşe û Sindûs navendên desthilatdariya eşîra Mukrî bûne, lê di sedsala yazdehem a Koçî de, devera Mirava ya Serdeştê dibe navenda wîlayeta Mukrî û “Bidaq Sultan” ku desthilata wê navendê di destê wî de bûye, navçeyên Bêtûş û Alan ji Baban cuda dike û dixe ser navçeya Serdeştê. .
Li gorî çavkaniyên dîrokî, ew êrîşa “Bidaq Sultan” ji ber dijminatiya Mukrî û Baban bûye, û vedigere bo kuştina bavê Budaq Sultan yê bi navê “Şêr Sultan” ku ji aliyê Baban ve hatibû kuştin. Herwisa di wê serdemê de Budaq Sultan ji ber xwendinek dirust di pêwendiyên siyasî yên wê demê de, hewl dide pêwendiyên xwe bi navçeyên Hewşar, hakimên Hewşar, Azerbaycan û Tewrêzê re asayî bike û ew yeka jî derfetekê ji bo Mukriyanê têne pêş ku vegerin bo navçeyên xwe yên berê yên wek Diriyas, Miyanduaw û Sindûsê. Budaq Sultan di wê serdemê de Sablaxê dike navenda desthilatdariya xwe û wek lêkolînerê Alman “Wolfgang” dinivîse: “Herêma li bin desthilatdariya Mukriyanê di serdema Budaq Sultan de ji Qendîlê ve heta Hewşar, Urmiye û Meraxeyê berfireh bûye”.
Gora Budaq Sultanê Mukrî
Budaq Sultan ji bo vejandina rûmet û hêza Mukriyanê gelek hewl dide. Wî navçeya Sablaxê avedan kir û bi çêkirina navenda olî, fêrgeh û bingehên aborî yên wek pir, karwansera û hwd, dixwast rûmeta ji kîsçûyî ji bo Mukriyanê vegerîne û heta astekê jî serkeftî bû. Heta niha jî beşeke zêde ji mîrata mîmarî û avahîsazî yên serdema Budaq Sultanê Mukrî li bajarê Mehabadê mane û ji hemûyan girîngtir avahiya mizgefta mezin a Mehabadê ya bi navê “Mizgefta Sore” ye. Berê jî heta serdema Pehlewî “Pira Sor” a Mehabadê nav û bangek zêde hebû û ji bo xelkê navçeyê gelek girîng bû ku heta navê wê ketiye nav stranên folklorî jî. Îro mîrata mîmarî ya wê serdemê tirba Budaq Sultan û Mîr Ezîz Sultan e ku li derdora Mehabadê hilkeftî ye û beşek e ji mîrata dîrokî ya wî bajarî û navçeya Mukriyanê.
Mizgefta Sor a Mehabadê
Heta dema ku Sefewî li ser kar bûn weke di beşên dinê de me behs kir, ji ber wan şer û pirsgirêkên ku Mukriyan digel Sefewî û nemaze di serdema “Şah Ebasê Yekem” de hebûn, pêwendiya Mukriyan bi hikûmeta navendî re di bilindbûn û daketinê de bû. Piştî dawî şerê wan bi spaha Sefewiyan re, wan hewl neda ew navçeyên di bin desthilata wan de berfireh bikin û zêdetir hewlên xwe li ser wê yekê dan ku navçeyên di bin desthilata xwe de biparêzin.
Lê piştî Sefewiyan bo careke din Mukriyan heza wê yekê dikeve serê wan ku ew navçeyên di serdema Sefewiyan de ji destê wan hatibû derxistin û dabûne bi Hewşariyan, bo careke din bi dest bixin. Ji aliyek dinê ve hin ji eşîrên din ên weke Bilbas û Mengor beşek ji navçeyên eşîra Mukrî dagîr kiribûn û heta derdora Sablaxê hatibûn. Her ji ber wê yekê tayfeya hikimraniya Mukrî ew navçeyên ku bi xwe bi Babamîrî dabûne nasandin, gelek lawaz bibûn û bi vî rengî wê carê ji ber şer û pevçûnên wan dewleta Qacaran hewl da mudaxilê di navbera wan eşîreyan de bike û nezim û asayişê di navçeyên di bin desthilata eşîrên Mukrî, tayfeya Ebasî, Gewrik û Mengoran de çê bike.
Şah Ebasê Sefewî
Ew yeka jî bîra me neçe ku hikûmeta navendî û nemaze Qacar ku gelek jî bihêz bûn, ji nakokiyên di navbera eşîrên navçeyê sûdek baş wergirtine û bi wan hêncetan û bi hênceta cihgirkirina aramî û aştî, destêwerdan di karûbarên navçeyê de dikirin û heta carê wisa hebû ku dewleta navendî di geşkirina pirsgirêkan de rolek ektîf lîstiye. Çimkî dewleta navendî her di serdema dethilata Sefewiyan de ji yekîtiya eşîrên Kurdan tirsiya ye û tim metirsiya wê yekê di dilê wan de bûye ku yekîtiya eşîran û mîrnişînan pirsa serbixwexazî di wan de xurt bike. Wekî mijara pirsgirêka “Emîrxanê Biradostî” di navçeya Urmiyê de, dewleta Sefewî hemû hewla xwe ji bo serkuta wê eşîrê û mîrê da û di encamê de, di bûyera kela Dim Dimê de, piştî dorpêçek dirêj a kelehê, bi xayîntî û xapandinê, ew mîrnişîne hilweşandin.
Fetelî Şahê Qacar
Weke ku em di rêz û xeleka desthilatdariya Sefewiyan de jî dibînin, wê demê pilebendiyeke desthilatdaran hebûye, ji Beyglerbegî ve ku hêza herî bilind a navçeyê bûye, heta mîrnişîn û li pey wan sultannişîn ku pileya herî jêr a desthilatdariyê bûye. Mukriyan di despêkê de mîrnişîn bûn û di rêza mîrên Îranê de xwedî qedireke bilind bûn.
Lê paşê ji ber wan kêşeyên ku bi hikûmeta Sefewî re hebûne, car bi car hem erdnîgariya desthilata wan hatiye piçûkkirin û hem jî piştî bûyera “Mukrî Qiran” û kuştara bi kom ku Şah Ebas li dijî wan dike û ew yeka di pirtûka “Alem Arayê Ebasî” de bi rohnî hatiye behskirin, pileya mîrên wê navçeyê dadikeve bo asta xan û hêza wan kêm dibe bo sultannişîn û car li pey car rûmet û şiyana wan kêm dibe heta ku di serdema Qacaran de Baba Mîrên navçeya Mukriyanê ku dawiyê wan “Budaq Xanê Sêyem” ê kurê “Ebdulah Xan” bûye li ser kar tê vêdebirin û bi vî rengî dawî bi desthilata wê malbatê di navçeya Mukriyanê de tê.
Emîr Xanê Biradostî (Xanê Lep Zêrîn)
Paşê wê yekê mîrên herêma Mukriyanê ji aliyê Azerbaycan û Tewrêzê ve têne destnîşankirin, ku ev yeka bi serê xwe bû destpêka hin pirsgirêkan ji ber têgihîştina di navbera mîrên ku ji bo xelkê Mukriyan û xelkê herêmê hatibûn destnîşankirin û ew mîrate heta niha jî bi heman awayî her maye. Dawî hewla ku ji bo wergirtina wê navçeyê hatiye dan, ji aliyê mîrên Mukrî yên weke “Ezîz Xanê Mukrî” ve bûye ku piştre Bokan ji nû ve ava kiriye û li wir bazar û kelehek mezin çê kiriye. Ew hewlê didin ku wê desthilatê ji nû ve zindî bikin, lê heta dawiya Qacaran karîbûn beşek ji herêmê bi awayê pir lawazî kontrol bikin û bi hatina ser kar a Pehlewiyan bo hertimî dawî bi desthilata Mukrî tê û navçeya Mukrî dikeve ser bi wê parêzgeha ku niha bi parêzgeha “Azerbaycana Rojava” yan ji aliyê Kurdan ve bi “parêzgeha Urmiyê” tê nasîn.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览117
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 21-02-2024
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 09-11-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on22-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):22-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览117
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1151 KB 21-02-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,518
图片 106,565
书籍 19,267
相关文件 97,105
Video 1,385
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!