المکتبة المکتبة
البحث

کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!


خيارات البحث





بحث متقدم      لوحة المفاتيح


البحث
بحث متقدم
المکتبة
الاسماء الکوردية للاطفال
التسلسل الزمني للأحداث
المصادر
البصمات
المجموعات
النشاطات
کيف أبحث؟
منشورات كورديبيديا
فيديو
التصنيفات
موضوع عشوائي
ارسال
أرسال موضوع
ارسال صورة
استفتاء
تقييماتکم
اتصال
اية معلومات تحتاج کورديپيديا!
المعايير
قوانين الأستعمال
جودة السجل
الأدوات
حول...
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
ماذا قالوا عنا!
أضيف کورديپيديا الی موقعک
أدخال \ حذف البريد الألکتروني
أحصاء الزوار
أحصاء السجل
مترجم الحروف
تحويل التقويمات
التدقيق الإملائي
اللغة أو لهجات الصفحات
لوحة المفاتيح
روابط مفيدة
امتداد كوردییدیا لجوجل كروم
كوكيز
اللغات
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حسابي
الدخول
المشارکة والمساعدة
هل نسيت بيانات الدخول؟
البحث ارسال الأدوات اللغات حسابي
بحث متقدم
المکتبة
الاسماء الکوردية للاطفال
التسلسل الزمني للأحداث
المصادر
البصمات
المجموعات
النشاطات
کيف أبحث؟
منشورات كورديبيديا
فيديو
التصنيفات
موضوع عشوائي
أرسال موضوع
ارسال صورة
استفتاء
تقييماتکم
اتصال
اية معلومات تحتاج کورديپيديا!
المعايير
قوانين الأستعمال
جودة السجل
حول...
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
ماذا قالوا عنا!
أضيف کورديپيديا الی موقعک
أدخال \ حذف البريد الألکتروني
أحصاء الزوار
أحصاء السجل
مترجم الحروف
تحويل التقويمات
التدقيق الإملائي
اللغة أو لهجات الصفحات
لوحة المفاتيح
روابط مفيدة
امتداد كوردییدیا لجوجل كروم
كوكيز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
الدخول
المشارکة والمساعدة
هل نسيت بيانات الدخول؟
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 حول...
 موضوع عشوائي
 قوانين الأستعمال
 امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 تقييماتکم
 المجموعات
 التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
 المعاينة
موضوعات جديدة
المکتبة
أوضاع الأكراد الاقتصادية والاجتماعية في ولاية الموصل في عهد السلطان عبد الحميد الثاني (1876-1909م)
17-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
جهود التنويع الاقتصادي لمجلس التعاون الخليجي والدروس المستفادة لبغداد وأربيل
15-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
مكانة إقليم كردستان في سياسة الصين الخارجية بالنسبة إلى العراق
15-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
السياسات الإيرانية التركية تجاه إقليم كردستان العراق بعد 2003 م
15-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
كوردستان في سیاسة القوی العظمی 1941-1947
14-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
نهج قائم على العدالة الانتقالية حيال ظاهرة المقاتلين الأجانب
14-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
العلاقات الكردية الإسرائيلية من 1900-2008
14-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
مداخل المسألة الكردية ومخارجها في ظل محاولات تغيير التركيبة الديمغرافية لمنطقة الجزيرة السوريّة
14-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
الحركات السياسية والمدنية الكُردية في سوريا وإشكالية التمثيل
13-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
القضية الكردية وشعوب الشرق العظيم
13-05-2024
هژار کاملا
أحصاء
السجلات 519,515
الصور 106,562
الکتب PDF 19,265
الملفات ذات الصلة 97,092
فيديو 1,385
السيرة الذاتية
هيسيار أوزسوي
بحوث قصیرة
د. فابريس بلانش رئيس المجمو...
الأماکن
عمرانلي
السيرة الذاتية
حافظ عبدالرحمن
بحوث قصیرة
من تراث وفلكلور السليمانية ...
Hustuyê devê û rastiya Mehmed Uzunî
يُؤرشفُ كورديبيديا تاريخ الأمس واليوم لأجيال الغد!
صنف: بحوث قصیرة | لغة السجل: Kurmancî - Kurdîy Serû
شارک
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
Hustuyê devê û rastiya Mehmed Uzunî
#Mûrad Ciwan#

Ji devê pirsîne ku “çima hustuyê te xwar e”.
Devê bersîv daye: “ma ku dera min rast e ku..”
Gotineka bav û kalan
Yên ku hejmara berê ya Nûdemê(no:29) xwendibin, wê bibîr bînin ku nivîseka min li ser hin axaftinên Mehmed Uzunî ên li ser ziman û edebiyata kurdî derketibû. Nivîsa min li ser hin tasbîtên programeka kanaleka televîzyona swêdî bû ku Mehmed Uzun jî tê de beşdar bû. Di wê programê de wî îdîa dikir ku berî ew romanên xwe binivîse zimanekî edebî yê kurdî, romana kurdî tunebû. Wî dengbêjên kurdan ji xwe re kiribûn bingeh û bi romanên xwe zimanekî kurdî yê edebî afirandibû. Min ev îdîa rexne dikir. Min rexne li Yaşar Kemalî jî dikir ku bêyî karibe bi kurdî bixwîne û binivîse îdîa kiribû ku herçî romanên kurdî yên berê hatibûn nivîsîn, ne roman lê miswede ne, romana kurdî bi Mehmed Uzunî dest pê kiriye. Mehmed Uzunî her di eynî hejmarê de xwedêgiravî bersîva nivîsa min da.
Min ê ev nivîs nenivîsiya heke ne ji ber du sedeman bûya ku bi wê nivîsa Mehmed Uzunî re rû dan.
Yek jê, nivîsiye ku wî di wê programê de îdîayên bi wî awayî nekirine. Gava li ser buyereka rûdayî du îdîayên dijê hev hebin, a baş ew e meriv biçe serî li rûdane bide, îdîayên dijê hev bide ber wê, da xwendevan bi xwe bibînin bê ka kîjan rast e. Heke Nûdemê ev yek di hejmara borî di kiribûya belkî min îhtîyaciya nivîseka wiha nedîtaya. Lê xwiya ye wê ev îmkan bi dest nexistiye. Bi vê nivîsê re ez ê wan xalên ku îdîa li ser wan hene hem bi swêdî, hem jî bi kurdîya wan raxim ber çavên xwendevanan da ew bi xwe biryarê bidin.
Sedemekî din ê ku ez mecbûrê vê nivîsê kirim ew e ku Mehemed Uzun ji dêlva bersiva îdîayên min bide, li ser şexsiyeta min û kar û barên min hin zimandirêjî kirine ku tu têkiliya wan bi wê nivîsa min re nînin. Di nava wan îdîayan de gellek buhtanên bêbingeh jî li pey hev rêz bûne. Helbet ez tenezula muxatabiya zimandirêjiyan nakim, terbiye û têgihîştina min rê nade ku ez xwe li tiştên şexsî û buhtanan deynim. Lê min divê ez li ser çend xalan rawestim da xwendevan bibînin ku îdîayên wî çend ji rastî û durustiyê bêpar in.
“Afirînerê zimanê edebî”
Berê, ez ê bi îdîayên xwe û wî yên li ser programa televîzyonê dest pê bikim. Çimkî mijara esasî ew e, yên din talî ne. Mehmed Uzun dinivîse ku wî di programê de hew behsa “afirandina zimanekî romanê ji zimanekî qedexekirî” kiriye û wiha didomîne, “Mebest bi zimanê qedexekirî, zimanê kurdî ye. Mebest bi zimanê romanê, zimanê romanên min e.” Li cihekî din ê nivîsa xwe jî wiha dinivîse “… di edebiyatê de jî zimanê şihîrê, romanê, piyesê, ceribandinê û hwd. hene” û lê zêde dike “Ez dubare bikim, zimanê ku ez qal dikim, zimanê romanê ye û ne zimanê romanên hin kesên din, zimanê romanên min.” Ew mesela înkarkirina berhemên edebî yên beriya xwe jî red dike.
Madem wiha ye, baş e ku ez li vê derê wan axaftinên wî û yên pêşkêşkera televîzyonê him bi swêdî him jî bi kurdî li ber çavan raxim. Wê çaxê diyar dibe bê kî rast dibêje. Eslê axaftinan yên bi swêdî di jêrenotan de ne. Pêşkêşkera programê bi vî awayî dest bi bernameya xwe dike: “Ya balkêştirîn ew e ku berê roman bi kurdî nehatine nivîsîn. Helbet kurdan ji dewrên berê yên kevntirîn de çîrok gotin, xwe îfade kirin. Lê di stiran û helbestan de, ne di forma romanê de. Mehmed Uzun li vê derê, li Swêdê zimanekî nesrê(1) yê kurdî afirand. Mehmed te awayekî bikaranîna zimanekî pexşanê îcad kir!” (2)
Piştî vê pêşkêşkirinê, Mehmed Uzun, behsa hatina xwe ya Swêdê, têkiliyên xwe yên bi nivîskaran re, endametiya xwe ya Penê dike û wiha dibêje: “Wê gavê xelkê ji min pirsî ku gello tu edebiyateka modern a kurdî heye, gello tu romaneka modern a kurdî heye. Û bi rastî jî tunebû.”(3)
Pêşkêşkera programê jê dipirse: “Gotineka ku car bi car di berhema te ya ceribandinan de berpêş tê ‘dengbêj’ e, ew gerokên stiranbêj, çîrokbêj. Ew ên ku bi awayekî ji bo kurdan wekî bîrekê(hafizayekê) ne. Bi çi awayî tu îlhamê ji wan werdigirî?”(4)
Mehmed Uzun, wiha bersivê dide:”Ez di dorhêleka kurd de hatime dinyayê û mezin bûme. Ji bo ku ziman qedexekirî bû, yên ku mîrasê kulturî bi xwe re hildigirtin adetên devkî bûn. Ez di nava vê de hatime dinyayê û mezin bûme. Ev bi xurtî di bîra min de ye. Pişt re gava min ê ji bo vî zimanê qedexekirî zimanekî romanê biafirandaya û ava bikiraya, wê gavê çavkanî ji min re lazim bûn da ez bikaribim zimên biafirînim. Û ev dengbêj belkî jî çavkaniyên herî mezin bûn ji bo min. Gava min dest bi nivîsîne kir, li pêşberî min ferhengek jî tunebû, li pêşberî min romanek jî tunebû. Ez mecbûr bûm ku zimanekî biafirînim, zimanekî modern ê edebî. Wê gavê yên ku alîkariya min kirin dengbêj bûn.”(5)
Li ser vê axaftina wî, pêşkêşkera programê vedigere ser beşdarekî din ê programê û dipirse: “Olle Hessler, tu nivîskar, rexnegir û wergêr î. Gava tu vê çîroka têkoşîna Mehmed Uzunî ya bi zimên re, ya afirandina zimanekî dibihîzî, çi ramanên te li ser zimanê te hene?”(6)
Olle Hessler, wiha bersivê dide: “Gava li ser riya hatina vir a di teyarê de îmkana rûniştina bi Mehmedî re çê bû, em piçekî li ser afirandina zimanekî ya ji zimanekî qedexekirî jî rawestiyan. Guftûgoyeka bi vî awayî heyatî ye.”(7)
Piştî vê pêşkêşkirinê, Olle Hessler tê ser pirsa zimanê swêdî, li ser wan tesîrên hûr û gir ên ku ziman kiz dikin radiweste. Bi pirsên pêşkêşkerê, bi bersivên wî û yên Olle Hesslerî baş diyar dibin ku mijar ne mijara zimanê romanên wî, lê ya afirandina zimanên edebî ye û ew, di îdîaya afirandina zimanekî edebî yê kurdî de ye. Ji xwe romanên wî bi swêdî neweşiyane, swêdî wê çawa karibin li ser zimanê romanên wî biaxivin?
Di programê de hin hevpeyivînên ji Kurdistanê jî hene ku diyar e Mehmed Uzunî ew ji welêt anîne, dane pêşkêşkera programê da biweşîne. Di wir de xortek wiha dibêje: “Zimanê kurdî ev 70 sal in ji bal rejima heyî tê înkarkirin û wekî encama zimanên cuda tê pêşkêşkirin. Lê heqîqeta rojê çawa eşkere ye, ew qas diyar e ku Mehmed Uzun wekî veafirîner û avakerê zimanekî heyî, gellek tiştan dide me, ew zimanekî nuh diafirîne. Di gotarên xwe de, di romanên xwe de, bi riya romannivîsînê ya ku karekî gellek dijwar e, ew di çarçewa dinyayê de zimanekî ji nuh ve ava dike ku hê devkî ye, derbasî nivîsînê nebûye.”(8)
Balkêş e ku Mehmed Uzun xwedî li gotinên xwe dernakeve. Heke baweriya meriv bi tiştekî tê û meriv pê radibe, divê ew cesareta medenî bi meriv re hebe ku xwedî li gotina xwe derkeve. Esas îdîaya wî ya ku xwe wekî afirînerê zimanê edebî yê kurdî dibîne, ne carekê tenê û ne bes di televizyona swêdiyan de hatiye zimên. Berî wê, li Tirkiyê gava Nilüfer Kuyaşê di rojnameya tirkî Milliyetê de pê re hevpeyivînekê dike, ew li wê derê jî bi vê îdîayê radibe. Mehmed Uzun wiha dibêje: “Ez bi salan li gundên kurdan ên li Sûriyê digeriyam û min guh dida wan dengbêjan, her tiştê ku ji bo avakirina zimanekî edebî yê kurdî ji min re lazim bibe min derdixist.”(9)
Kî zane bê Mehmed Uzun di heqê “xebata xwe ya li ser ziman û edebiyata kurdî” de ji Nilüfer Kuyaşê re çi gotiye ku ew jiyana Mehmed Uzunî dişibîne ya Celadet Alî Bedirxanî û wiha dinivîse: “…
Pişt re barkirina ji bo Swêdê. Li Unîversîteya Stockholmê zimannasî(dilbilim), li Sorbonê hînbûna ziman û edebiyata Fransî; endametiya komîta giştî ya Yekîtiya Nivîskarên Swêdê; her wekî qehremanê Bîra Qederê(qesd jê Celadet Alî Bedirxan e M. C.) li sirgûnê jiyaneka ku li ziman û edebiyatê hatiye hesirkirin(gelo nizanim xebata wî ya li ser ziman û dîplomeya ku ji Sorbonê girtiye çi ye? M.C).”(10)
Nilüfer Kuyaş wiha berdewam dike di Milliyetê de: “Lê Mehmed Uzun dibêje ku ew van hemuyan ne ku bi bîr û baweriyeka milletperwerî dike. Heta li gor beyana wî heke kurdî ji qewlî wî ve ew qas ne di bin tehdîdê de be, wê li Swêdê rûnenê û teşebbusî “dînîti”yeka wiha ya afirandina zimanekî kurdî yê roman û edebiyatê neke.”(11)
Hetta li gora Nilüfer Kuyaşê, Mehmed Uzun bi vê yekê tenê nemaye, gotiye ku ew hemî van karan, li Swêdê bi tena serê xwe dike. Wiha dinivîse Nilüfer Kuyaş: “Di wê muhaweleya wî ya îroyîn de ya ku dibêje ‘Ez bi tena serê xwe muhawele dikim ku zimanê romana kurdî, yê edebiyata kurdî ava bikim’ wekî çavkanî roleka mezin a destan û efsaneyan heye.”(12)
Eşkere ye ku Mehmed Uzun bi van axaftin û tesbîtên xwe ne di wê muhawelê de ye ku behsa zimanê romanên xwe bike, lê ew bi devê xwe û bi kombînezyonên li dora şexsê xwe avakirî, derewekê bi her wesîleyê belav dike ku berî romanên wî, berî xebatên wî yên “li ser ziman û edebiyata kurdî” tu romanên kurdî tunebûn, zimanekî edebî yê kurdî tunebû, wî zimanê edebî yê kurdî, zimanê romana kurdî afirand.
Romanên Uzunî
Di vê îdîayê de yê ku wî ji xwe re kiriye palpiştekî mezin Yaşar Kemal e. Li ser gotina Mehmed Uzunî, tevî ku Yaşar Kemal xwendin û nivîsandina kurdî nizane jî li ser romanên wî û yên kurdên din wiha dibêje: “Xizmeteka gellek mezin a edebiyata Mehmedî li zimanê kurdî bû. Wî heta niha şeş roman nivîsîn. Hemû jî bi kurdî nivîsîn. Mehmed Uzun ew însan e ku romana modern a kurdî ya herî pêşîn nivîsiye. Û di dema me de jî di roja me de jî yek ji wan kesan e ku romanên herî baş dinivîsin Yanî romanên modern ên Mehmed Uzunî di sewiya bilind de ne û ew roman in ku bi kurdî hatine nivîsîn. Ez vê yekê xizmeta herî mezin a ji kutlura tirkî re hesab dikim. Wî li Tirkiyê, romanên xwe hem bi tirkî hem jî bi kurdî weşandin û çi gelê tirk be çi jî gelê kurd be ji van romanan hez kir. Romanên Mehmed Uzunî heke ez nikaribim bibêjim rekorên firotinê şikandin jî xwe gîhandin kutleyeka gellek mezin a xwendevanan. Kurdî zimanekî gellekî dewlemend e, her wekî ku tirkî jî welê ye. Heta niha romanên modern ên kurdî nehatin nivîsîn. Li dinyayê jî, yanî li Îraqê, li Îranê, li Sûriyê û li Yekîtiya Sovyetan romanên modern nehatin nivîsîn. Berî Mehmedî, di vî zimanî de yek du muswedên romanan hene. Ev ne roman in.”(13)
Gava meriv bala xwe dide nivîsarên Mehmed Uzunî, yan hevpeyivînên li gel wî kirî ku bi swêdî an tirkî ne, yanî yên ku xîtabî xerîban dikin, fikreka wiha rasterast bi meriv re peyda dibe ku berî romanên Mehmed Uzunî tenê dengbêj û çîrokbêjên kurdan hebûn. Wî ew ji xwe re kirin çavkanî û îlham û bi romanên xwe, zimanê edebî yê kurdî afirand. Ew, hemû wê qonaxa edebî ya bi kêmasî beriya 1000 salan dest pê kiriye, wê qonaxa zimanê pexşanê, ya rojnamevaniyê, ya çîroka kurdî yên ku qirnekî berê, ya romana kurdî ku ev sê çarîk sedsal in dest pê kirine înkar dike. Ew, wê xebata qirnekî ya li Kurdistana Iraqê, ya li Kurdistana Sûriyê, pişt re ya li Kurdistana Îranê û hela hela ya kurdên Sovyeta kevn ku damezrênerê romana kurdî hê berîya ku Mehmed Uzun ji diya xwe bibe li wê derê serî hilda, hîç û pûç dike. Bi ya wî, gava wî dest bi romannivîsiyê kir ne ferheng ne jî romaneka kurdî hebû ku ew karibe ji xwe re bike bingeh, tenê çîrok û stranên dengbêjan bûn.
Lê wekî ku di Armancê de(hejmar 142; Îlona 1993-yê) di wextê xwe de hat eşkerekirin, gava wî romana xwe ya pêşîn a bi navê “TU” nivîsî li ber wî ne stranên dengbêjan lê “Hawar”a Celadet Alî Bedirxanî, “Ronahî”ya Dr. Kamuran Bedirxanî û hin berhemên wan ên din hebûn ku wî paragraf bi paragraf ji wan girt û xist romana xwe. Wî, wê gavê dengbêj nas nedikirin, pişt re çû Sûriyê, ba Rewşen Bedirxan Xanimê; jina Mîr Celadet Alî Bedirxanî. Wê ew tekst, foto û belgeyên ku ji bal Celadet Alî Bedirxanî ve hatibûn civandin, yên ji devê dengbêjan hatibûn berhevkirin, kovarên ku di dehsalên sih û çilî de di bin serokatiya Celadet Alî Bedirxanî û Kamiran Alî Bedirxanî de hatibûn weşandin, gellek berhemên wan ên din ên çapbûyî û çapnebûyî dane wî. Qewl wiha bû ku wî yê ev berhem amade bikirana û biweşandana, xebatên wan çîlekêşên kurdan derxistina ronahiyê. Lê wî, ew berhem hemî anîn, li ser wan rûnişt, ji romanên xwe yên bi navê “Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê” û “Bîra Qederê” re kirin hevîr. Îro şahid û belge hene ku Rewşen Bedirxan Xanimê heta ku mir jî Mehmed Uzun efû nekir.
Dibe ku gava wî dest bi nivîskariyê kir, ne ferheng, ne jî romaneka kurdî li ber wî hebû. Lê ev ne delîl e ku kurd ji roman û ferhengan, ji zimanekî edebî bêpar bûn. Ev delîlê wê yekê ye ku Mehmed Uzunî hay ji roman û edebiyata kurdî nebû. Helbet ev rebeniyek e ku gava yek biryara romannivîsiyê dide hay ji edebiyata xwe nebe. Heke meriv trajediya kurdan li ber çav bigre, meriv belkî rebeniya wî fahm bike. Lê ji dêlva ku bêje “min hay ji kultur û edebiyata milletê xwe nebû” radibe li her derê belav dike ku kurd ji romanê, ji zimanekî edebî yê nivîskî û ji nivîskaran bêpar bûn. Ev yek nayê fahmkirin. Ji vê re dibêjin uzrê ji qebahetê mestir.
Di dema destpêka nivîskariya xwe de, wî hay ji berhemên kurdan nebû, lê îro tevî ku hay ji wan heye jî wan înkar dike. Di nivîsa xwe ya xwedêgiravî bersîva nivîsa min de jî daxwazê dike ku ka romanên berî romanên wî çi ne em binav bikin. Xwiya ye Mehmed Uzunî naveroka nivîsa xwe ya bi navê “Edebiyata Kurdî” ya li destpêka Antolojiya Edebiyata Kurdî jibîr kiriye, ez wê bi bîrê dixim. Di wir de ne pir tekûz û berfireh be jî wî nivîsiye ku romana kurdî kengî hatiye nivîsîn, kî danerê romana kurdî ye û heta bigihê wî çend romanên kurdî hatine nivîsîn. Ji wê jî girîngtir van demên dawiyê nivîseka hêja ya Dr. Nacî Kutlay a bi navê “Romana Kurdî” di Warê(Havîn-Payîz 1998) de weşiya. Ew dikare wê nivîsê bixwîne û pişt re berê xwe bide mirêkekê bê ka ruyê wî sor dibe yan na.
Destpêka romana kurdî
Ez li vê derê helbet ne di wê îdîayê de me ku edebiyateka xurt a kurdî heye, bi hezaran romanên kurdî çap bûne. Her kes jî dizane ku milletê kurd di vî warî de gellekî feqîr e. Lê ya ku ez li pê me, diviyayiya înkarnekirina mîrasê xwe yê heyî, wefadariya li hemberê xebatkarên çîlekêş ên kultur û edebiyata xwe ye.
Pişt re rastî çi ye divê meriv wê bibêje. Gava Mehmed Uzunî dest bi romanê kir romanên kurdî hebûn. Avakerê romana kurdî jî ne Mehmed Uzun lê nivîskarekî kurd ê din e. Ez ê li vê derê nivîsa Dr. Nacî Kutlay esas bigrim û ji bo xwendevanan çend nimûneyan bidim. Romana kurdî ya pêşîn di sala 1935-ê de(di çavkaniyekê de di 1930-î de. Binêre; Azadî Şêrîn, “Romana jiyana kurdewarî û berxwedanê ‘Dimdim”, Hêvî, Îstanbul,10-16 nîsan 1999) berî romana Uzunî bi 55 salan ji bal Erebê Şemo ve hatiye nivîsîn. Nevê wê Şivanê Kurd e. Danerê romana kurdî jî Ereb Şemo ye. Wî çar roman nivîsîne. Wekî me got, ya pêşîn Şivanê Kurd bû. Pişt re Jiyana Bextewer, di 1959-ê de, Dimdim di 1966-ê de û Hopo di 1969-ê de hatin weşandin. Şivanê Kurd di sala 1977-ê de li Kurdistana Tirkiyê ji bal Weşanên Özgürlük Yoluyê û Dimdim di 1983-ê de li Stockholmê, yanî salekê beriya romana pêşîn a Mehmed Uzunî li ber pozê wî hat weşandin.
Romanên Ereb Şemo, cara pêşîn bi kurmanciya kurdên Sovyetê hatin weşandin. Ew bi zimanê xwe, di standardê bilind ê edebiyata kurdên Sovyeta berê de ne, bi teknîk û hunera xwe jî li ser standardên romana realîstiya sosyal de ne û di ser romanên Mehmed Uzunî re ne. Loma jî bi her aliyên xwe nivîskarê wan layiq e ku danerê romana kurdî bê qebûlkirin û welê jî tê qebûlkirin. Eliyê Evdirrehman romana xwe ya bi navê Xatê Xanim di 1958-ê de, Gundê Mêrxasa di 1968-ê de û Şer Çiya da di 1989-ê de da weşandin. Romana Heciyê Cindî ya bi navê Hewarî di sala 1967-ê de hat weşandin. Romana Seîdê Îbo ya bi navê Kurdên Rêwî di 1981-ê de, ya Egîdê Xudo ya bi navê Dê û Damarî di 1986-ê de hatin weşandin. Îbrahîm Ahmed di 1956-ê de dest bi nivîsîna romana xwe ya bi navê Janî Gel kir, ew di 1972-yê de ket nava kutubxaneya edebiyata kurdî. Romana Rehîmê Qazî ya bi navê Pêşmerge di 1961-ê de hat nivîsîn(Antolojiya Edebiyata Kurdî). Kurdiya romana Bavê Nazê ya ku cara pêşîn li Sovyetê bi rûsî hat weşandin di 1989-ê de li Stockholmê çap bû. Romana wî ya duduyê ya bi navê Stockholmê Te Çi Dîtiye Bêje di 1987-ê de hat weşandin. Qasî ku Dr. Nacî Kutlay dinivîse Huseyîn Arif romana bi navê Şar û Mihemmed Mukrî ya bi navê Heres li Kurdistana Iraqê weşandin. Romana Mahmûd Baksî ya bi navê Hêlîn di 1984-ê de, ya bi navê Gundikê Dono di 1988-ê de li Stockholmê hatin weşandin. Zeviyê Soro ya Dr. Nacî Kutlayî di 1987-ê de li Stockholmê derçû. Ev hemî romanên kurdî ne ku beriya romanên Mehmed Uzun û di dema yên wî de xizmeta geşbûna zimanê edebî yê kurdî kirin. Destana Memê Alan a dewlemend di 1978-ê de li Tirkiyê hate weşandin ku weka romanekê bi hunerê xwe yê edebî bilind û dewlemend e. Li her çar perçên Kurdistanê ji bal kurdên Sovyeta kevn ve û li Awrûpayê bi taybetî jî li Swêdê, di van deman de bi sedan berhemên din ên edebî yên wekî kurteçîrok, helbest û wergerên curbecur hatin weşandin.
Rola Swêdê di edebiyata kurdî de
Gava min di nivîsa xwe ya hejmara berê ya Nûdemê de hin navên nivîskarên kurd dan ku li Swêdê dijîn û berî Mehmed Uzunî an di dema wî de dest bi xebata edebî kirine Wî, di nivîsa xwe ya bersîvê de, bi riyakariyeka mezin pesnê wan nivîskaran da û nivîsî ku qedr û qîmeteka mezin dide wan û xebat û berhemên wan. Lê ew di vê peyva xwe de ne samîmî bû, heke samîmî bûya di Milliyetê de nedigot ku ew li Swêdê bi tena serê xwe mihawele dike ku zimanê romana kurdî, yê edebiyata kurdî ava bike. Ew bi vê gotinê jî nemaye, ka bala xwe bidinê bê li ser rewşa kurdên Swêdê û nivîskaran çi cewheran dirêje: ”Ez tim li sirgûnê me. Ji ber zimanê ku ez pê dinivîsim ez li sirgûnê me. Ez li nav kurdan jî li sirgûnê me. Çimkî ez tenê me. Romannivîsên din nînin, nivîskar, rexnegir nînin. Tu dezge an kanal nîn in ku jiyaneka edebî ya zindî pêk bînin.”(14)
Gelo tu para rastiyê di van îdîayên Mehmed Uzunî de heye, gelo bi rastî jî li Swêdê her tişt miriye? Li gora lêkolînekê ku ji bal Mahmûd Lewendî ve hatiye kirin, di navbera 1980-1998-ê de, li Swêdê, li ser hev 820 kitêb, 138 kovar û rojname derketine, 24 weşanxaneyên resmî hatine danîn. Li ser navê van weşanxaneyan 585 kitêb derketine. Kitêbên kurdî(kurmancî, soranî, dimilî) 420 heb in. Di 1989-ê de Yekitiya Niviskarên Kurd bi endametiya 38 nivîskaran hat damezirandin. Pişt re gava Komeleya Niviskarên Kurd hat avakirin, nêziki 50 endamên wê hebûn ku nivîskarên kurd ên soranîaxêv ne di nava vê hejmarê de ne. Federasyoneka komeleyên kurdistanî her jekê li bajarekî ji 34 komeleyan pêk tê. Ji dervayî komeleyên federasyonê ji yên wê ne kêmtir komeleyên cur be cur ên kurdistanî hene. Li Stockholmê weqif, kutubxane û enstîtuya kurdan her yekê li gora xwe xebatekê dike. Swêd li ser ruyê erdê yek ji wan waran e ku xebata edebî, kulturî, dîrokî û zimannasî ya kurdî, bi taybetî piştî salên 80-yan lê gurr û geş bû. Beriya her derê li wê derê zarokên kurdan îmkan dîtin ku bi zimanê xwe hîn bibin. Li Unîversîteya Stockholme beşê kurdî yê mamosteyên kurdî(1984) hat avakirin, di wir de ji bo zarokên kurdan mamoste hatin gîhandin.
Li Uppsalayê li unîversîteyê kurdî tê xwendin. Xebata edebiyat û zimanê kurdî di dereceyeka wiha de pêş de diçe ku kurdnasên weka Joyce Blau û Martin van Bruinessen behsa ronesansa zimanê kurdî ya li ser bizava kurdên Swêdê kirin. De îcar Mehmed Uzun bi kîjan aqilî û çi însafê dibêje ku li Swêdê “romannivîsên din nînin, nivîskar, rexnegir nînin. Tu dezge an kanal nîn in ku jiyaneka edebî ya zindî pêk bînin”
Nexweşiya ku Mehmed Uzun di xebata ji bo ziman û edebiyata kurdî de yê pêşîn e û bi tenê ye hema hema li her derê bi wî re ye. Di sala 1995-ê de piştî ronahîdîtina Antolojiya Edebiyata Kurdî, di rojnameyeka swêdî ya bi navê Dagens Nyheter de hevpeyivînek bi Mehmed Uzunî re hat kirin, li wê derê jî wî îdîa dikir ku ew dîroknasê herî pêşîn ê edebiyata kurdî ye, wî edebiyata kurdî ji tarîtiyê xelas kiriye.(DN 3. 10. 1995) Di hevpeyivînê de ya girîng ji bo Mehmed Uzunî ne ew e ku edebiyata kurdî tune bide nasandin, ya girîng ew e ku bêje heta niha kesî dernexistiye meydanê, dokumante nekiriye, cara pêşîn wî daye naskirin, ew, dîroknasê edebiyata kurdî yê pêşîn e. Loma jî hevpayivîn li ser wî esasî daye avakirin. Pişt re Ferhad Şakelî her di wê rojnameyê de(DN 12. 10. 1995) rexne lê girt, di bersîva xwe de(DN 13. 10. 1995) Mehmed Uzunî çiv dan xwe û gunehkariya ku xwe wekî yekemîn dîroknasê edebiyata kurdî lanse dike xist hustiyê amadekerê hevpeyivîne yê swêdî.
Yên ku Antolojiya Edebiyata Kurdî dîtibin dizanin ku ew ji bilî Mehmed Uzunî bi beşdarbûna 32 nivîskar û lêkolerên kurd ên din amade buye. Lê di hejmara Nûdemê ya berê de xwedêgiravî gava ew behsa wê yekê dike ku çi qas di xizmeta nasandina nivîskarên kurd de ye, ew wê Antolojiyê dike tenê ya xwe, wan 32 nivîskarên wê antolojiyê bincil dike û wiha dinivîse:
“Di salên 1980-yan de, di rûpelên Kurdistan Press’ê de, min li ser van hevalan(qesda wî nivîskarên kurd e) xebat û berhemên wan gellek tişt nivîsîne, ew dane nasîn, bi dû re jî di kitaba “Antolojiya Edebiyata Kurdî” de, ku ji du cildan tê pê, ew, yek bi yek û bi firehî, tevî danasîn û berhemên wan, pêşkêşî xwendevanên kurdên Tirkiyê kirine.” Ev yek ne tenê di wê nivîsê de hatiye zimên, li her derê gava lîsteya berhemên Mehmed Uzunî dertê ev berhem tik û tenha bi navê wî re tê pêşkêşkirin. Ne ku navê wan nayê dayîn behsa wê yekê nayê kirin ku bi amadekariya wan jî hatiye afirandin.
Nivîskariya Uzunî ya swêdî
Di nivîsa xwe ya hejmara berê de, min bal kişandibû ser wê yekê ku heta niha her çendîn berhemeka Mehmed Uzunî jî bi swêdî nehatibe nivîsîn wî xwe nivîskarekî swêdî îlan kiriye. Ew vê yekê jî înkar û tahrîf dike:
“Ez di programê de dibêjim ‘jagg upplever mig som en svensk författare också…’ (bi swêdî)
Bi kurdî; ez xwe mîna nivîskarekî swêdîjî hîs dikim.”
Rast nanivîse. Ka bala xwe bidinê bê dibêje çi.
Pêşkêşkera programê jê dipirse: “Gelo hîç toneka swêdî di awayê te yê nivîsîna bi kurdî de heye?”
Uzun bersivê dide: “Ez xwe di dereceya mezintirîn de nivîskarekî swêdî hîs dikim. Tevî ku ez romanan bi swêdî nanivîsim, tevî ku min hê dest pê nekiriye tecrubeyên xwe yên li Swêdê nenivîsîne. Lê helbet ez nivîskarekî swêdî me. Û ez vê yekê li Tirkiyê jî dibêjim.”(15) Ka di vê îdîayê de “ez xwe mîna nivîskarekî swêdî jî hîs dikim” di ku de ye? Mehmed Uzun e, xwe çi hîs bike dike. Lê tenê bi hîskirinê meriv nabe nivîskarê milletekî. Ji bo meriv nivîskarê milletekî bê hesibandin divê kêmtirîn meriv bi zimanê wî milletî berhem dabin. Ma ew nafikire ku swêdî çima Theodor Khalifatidesê yunanî nivîskarekî swêdî dihesibînin û wî na?!
Zimandirêjiya li ser şexsê min
Her çendîn Mehmed Uzun xwe nivîskarê swêdî hîs dike jî, bi rabûn rûniştin û muameleya xwe, xwe dide dest ku ew gellekî ji cesareta medenî û durustuya entellektuelîya nivîskarên swêdî dûr e û pirtir nêzî exlaqê pirraniya siyasetmedarên tirkan e. Meşhûr e di kar û barên xwe de, siyasetmedarên tirk, gellek bi hêsanî xwe ji rastî û durustuyê dûr dixin, di pêşveçûna xwe de, ji bo rê li ber xwe vekin, karin mafên gellekan bixwin, keda gellekan înkar bikin û buhtana li gellekan bikin. Lê gava meriv behsa vê nelirêtiya wan bike, ji dêlva ku bersîva meriv bidin, bi cirecireka mezin radibin pêdarê, bi nutqên “weten, millet û Sakarya” sînga xwe dikutin ku goya ji bo welat, millet û xelkê xwe çi fedakariyê dikin. Di ciyê cih de meriv “xayin” îlan dikin. Mehmed Uzunî jî ji dêlva ku bersîva min bide buhtan li ser şexsê min kirine, xwestiye xebata ku ez dikim reş bike, heta mesele biriye bi êsîrgirtina Abdullah Öcalanî û yekîtiya millet ve girêdaye, tu nemaye îdîa bike ku di dewreka wiha de ku roj roja yekbûnê ye ez fitne û fesadiyê dixim nava milletî.
Herçî mesela reşkirina xebata min a li ser zimên, dîrok, edebiyat û pirsên civaka kurdan e ez hêjayî bersîvdanê nabînim. Ew xebatên ku ez dikim, berhemên ku ez didim li gora qenaeta xwe ya şexsî ez wan bikêr û hêja dibînim, loma jî pêşkêşî xwendevanan dikim. Xwendevanên kurd wan hêja dibînin, nabînin îdî ew, teqdîra wan e, yên ku bibînin wê bibînin, yên ku nebînin jî wê nebînin. Ji vê tebîîtir jî tu tişt tune. Lê ez baş dizanim ku hêjayiya xebatên min, bi her awayî di seriya hedd û hidûdên teqdîrkirina wî Mehmed Uzunî re ne, yê ku di lehzeyekê de dikare bi dehan rûmetên însanî û exlaqî binpê bike.
Di nivîsa wî de hin tehrîfat jî hene ku tenê bi şexsê min namînin, herçî bi nav nekiribe jî heqaretê dibin digihînin hin nivîskar û lêkolerên me yên rûmetbilind jî. Min divê ez bersîva wan tehrîfatên wî bidim.
Ew wiha dinivîse “Mirad Ciwan û girûba wî ne niha, ji panzdeh salan û vir ve ye ku li dijî min, bi xurtî, dinivîsin, dipeyivin, dixebitin.” Yek ji van îdîayên di vê cumleyê de jî ne rast in, xwe ji Xwedê û heqaniyetê dikin. Carekê ev heşt sal in, min dev ji xebata siyasî ya aktîf berdaye, ez ne di tu grûb û partiyên siyasî de kar dikim, ne jî grûba min heye. Min bixwe heta niha bes carekê li ser wî nivîsiye, ew jî di hejmara berê ya Nûdemê de ye. Dewreka ne kin min berpirsiyariya rojnameya Armancê kir. Di wê dewrê de nivîseka bi navê “Mehmed Uzun û çîroka diziya “Tu”, li ser romana Mehmed Uzunî ya pêşîn a bi navê TU derket ku wê romanê çawa paragraf bi paragraf ji Hawarê metin neqlê nava rûpelên xwe kirine. Ew îdîa jî rastiyek bû. Mehmed Uzun keda hinên din bi dizî anîbû xistibî nava keda xwe û wekî ya xwe nîşan dida, kî bûya diviya ev rastî eşkere bikiraya. Berê nexwest vê yekê qebûl bike, wekî niha, got ku “Armanc bela xwe di min dide”, pişt re bi awayekî nedurust di kitêba xwe de ya bi navê Hêz û Bedewiya Pênûsê ev şêlandin îtîraf kir. Derketina wê nivîsê di Armancê de, nayê maneya ku min 15 salan dijminatiya Mehmed Uzunî kiriye. Bi eksê wê, gellek tiştên din hebûne ku meriv li ser xebata wî binivîse lê me îhmal kirine. Pişt re Armanc qet ne dijminê wî bû, heta demekê quncikek ji wî re veqetand wî tê de nivîsî.
Wan kesên ku li ser Mehmed Uzunî nivîsîne; min û hinên ji wan me di demên berê de hevaltiya siyasî kiriye. Îro, ne ew, ne jî ez, em aktîf ne di siyasetan de, ne jî di grûban de ne. Lê em hîn jî hevalên hev ên şexsî ne û hevaltiya bi wan re ji bo min serbilindiyek e. Ne ku ev 15 sal in dijminatiya Mehmed Uzunî dikin , lê carekê du caran li ser şaşî û xerabiyên wî nivîsîne. Ez li vê derê bang li Mehmed Uzunî dikim, ew tiştên ku wan nivîsîne heke ew îsbat bike ku yek ji wan jî xîlafî heqîqetê ne ez ê herim uzrê xwe jê bixwazim. Mehmed Uzun him gazinan dike ku li Swêdê nivîskar û rexnegirên kurd nînin, him jî gava di heqê wî de tiştek tê nivîsîn har û hêç dibe. Heke tiştên tên nivîsîn giran bin, nexwe wî xerabînî giran kirine. Li ku hatiye dîtin ku yek xerabiyan bike ne şerm be, lê ji yê rabe bibêje te ev xerabî kiriye re şerm be. Islûbên wiha, pirtir li Tirkiyê gellekî di rewacê de ne.
Mehmed Uzunî xwestiye rutbeyeka pir layiqê navê xwe bi şexsê min ve biperçimîne: “generalê bênefer”. Ez heta beriya heşt salan aktîf di xebata siyasî ya kurdewariyê de bûm û di dereca yekem de jî berpirsiyarê partiyeka siyasî bûm. Lê ji ber ku ez tucarê ne li pey îxtîrasa rutbe, kariyer û nîşanên siyasî bûm, gava ew uslûba siyasî ya li rewacê ya li Kurdistanê bi min ne xweş hat, min bi xwe dev ji berpirsiyariya partiyê jî û dev ji xebata aktîf a siyasî jî berda. Min siyaset tu car ji bo bilindkirina xwe ya bi rutban wekî pêpelûk nedît û di siyasetê de min tucarî tenezullî entrîka û komployan nekir. Ji bo ez herim jorê, ne di hundurê partiyê de ne jî li dervayî wê, min pê li pişta kesekî nekir. Min siyaset wekî mîsyon dît, ne wekî kariyer û rutbe û şan şuhret. Loma jî di jiyana xwe ya siyasî de tu carî ez ji ber xwe ve nebûm telebkarê tu rutbe û meqaman, lê gava hevalên min, însanên ku baweriya xwe bi min dianîn wazîfeyek dan ser milê min jî ez jê venekişiyam, bêyî ku ez pê mexrûr bibim min qebûl kir. Gava ez heşt sal berê ji siyasetê vekişiyam, erê, partiya ku ez berpirsiyarê wê bûm, di bin darbeya 12- Îlonê, teror û şiddeta li Kurdistanê de wekî partiyên Kurdistana Tirkiyê yên din gellek ji hêza xwe wenda kiribû, lê partiyek bû ku li her çar perçeyên Kurdistanê xwedan cih û roleka taybetî ya xwedan alternatîfê xwe dihat naskirin, bi partiyên her çar perçeyên Kurdistanê re têkiliyên wê yên xurt ên dostane û biratî hebûn. Aktîf dixebitî da li Kurdistana Tirkiyê yekîtiya siyasî û cebheyeka netewî ava bibe û bi pêş keve, li her çar perçeyên Kurdistanê kongreyeka netewî bê danîn. Heke Mehmed Uzun berê xwe bide tarîxa siyasî ya Kurdistanê, wê bibîne ku partiya siyasî ya cara pêşîn dawa kongreyeka millî ya seranserê Kurdistanê kiriye û ji bo wê bername pêşkêş kiriye ew partî ye ku ez berpirsiyarê wê bûm. Gava ez ji siyasetê vekişiyam jî, heta partî neçû kongrê, heta min hemû hesabê xwe neda partiyê û ew têkiliyên hêja yên Kurdistanî dewrî partiyê nekir, ez venekişiyam.
Di siyasetê de, têkiliyên min ên bi hevalên min ên siyasî re jî pirtir li ser esasê întellektueliyê bûn, çi di hundurê partiyê de çi jî li dervayî wê be her ku wesîle û firsend bi destê min ket min têkiliyên întellektuelî pirtir dan pêş.
Lê gelo jiyana siyasî ya Mehmed Uzunî ji ku hat ku derê? Berî salên 80-yan ew li welêt berpirsiyarekî Rizgariyê bû. Hê di nava wan de, ji bo ku lê dihat gerandin, ji wan xwest ku îzna wî bidin ew here li derveyê welêt temsîla wan bike. Bêyî haya wan jî xwe nêzî Necmeddîn Büyükkaya û hevalên wî yên wê demê kir da wî derêxin derveyî welêt. Wan ew derxistin, Mehmed Uzun piştî demekê hat li Swêdê bi cîh bû. Vê carê grûbek bi navê Rizgariya Kurdistan ava kir ku li dora kovareka her bi wî navî kom bûbû. Li wir, pirtir bû mixalifê siyaseta xwe ya kevn a ku xwedêgiravî derketibû dervayê welêt da temsîla wan bike. Ji qewlî wî ve bû generalê wê grûbê heta hemû hevalên wî dev jê bernedan û ew bi tena serê xwe nema wî dev jê berneda.
Li ser Mehmed Uzun gellek tişt dikarin bên gotin. Li ser berhemên wî jî, ji alî ziman û teknîka edebî û estetîkê, tiştên ku meriv bibêje gellek in. Lê xerabî û şaşîtiyên ku ew tê de ne qîmetê jê re nahêlin ku meriv were ser van waran. Bifikirin ku romanek li ser dizîyê, li ser şelandina keda hinên din ava bûbe, ew roman zeîf be çi ye, klasîkeka cîhanê be çi ye? Ji alî edebî de kêmasî û şaşiyên Mehmed Uzun û qencî û xizmetên wî jî hene. Lê ev xeyrêşer’îya ku lê bûye kurm, rê nade ku lêkoler û rexnegirên ciddî muhasebeyeka edebî û zimanewarî li ser berhemên wî çêkin. Heke kêmasiyek di van waran de hebe, cardin yê gunehkar ew e.
Ez dixwazim nivîsa xwe bi tesbîteka Mehmed Uzunî xelas bikim. Ew min wekî xwendevanekî xwe dihesibîne, lê îtîraf dike ku ez ne xwendevanekî wî yê dilsoz û sadiq im. Îtîrafa wî di cîh de ye. Ji ber berpirsiyarîya xwe ya li hemberî kultur û edebiyata kurdî ez mihawele dikim da bibim xwendevanê her nivîskarekî kurd. Lê rast e ku ez ne xwendevanekî wî yê dilsoz û sadiq im. Ez dixwazim, lê nabe. Çawa meriv dikare dilsoz û sadiqê şêlandin, kedxwirî û buhtanan be. Nabe.
JÊRENOTÊN NIVÎSÊ
(1)Li vê derê pêşkêşker “berättar språk” derdixe pêşberî “sång”(stran) û poesi”(şiîr)yê. Bi tirkî meriv dikare bibêje “anlatım dili”, ya rasttır “yazılı anlatım dili” bi kurdî jî meriv dikare bibêje “zimanê pexşanê” yan jî “zimanê nesrê”
(2) Det allra märkligaste är att det har inte skrivits romaner på kurdiska tidigare. Kurderna har berättat förstås, sedan urminnes tider. Men i sånger och poesier, inte i romanform. Mehmed Uzun har skapat ett berättar språk på kurdiska, här, ifrån Sverige. Mehmed du har uppfunnit ett sätt att berätta.
(3)Då frågade folk mig om det fanns då någon modern kurdisk literatur, om det fanns då någon modern kurdisk roman. Och det saknades faktiskt.
(4)Ett ord som återkommer i ditt essäsamling är ‘dengbêj’, de vandrade sångarna, berättarna. De som på något sätt är minnet för kurderna. På vilken sätt inspireras du ut av dessa?
(5)Jag är född och uppvuxen i en kurdisk miljö. Och i med att språket var förbjudet då var den muntliga traditionen som var bärande för den kulturella arvet. Och jag är då född och uppvuxen i det. Så har jag väldigt starka minnen av det. Men sedan när jag skulle skapa, bygga upp då ett roman språk för detta förbjudna språk, då behövde jag källor för att skapa ett språk. Och de här dengbêjerna var kanske den största källor för mig. Jag hade inte ens ett lexikon framför mig, jag hade inte ens en roman framför mig när jag började skriva. Jag var tvungen att skapa ett språk, ett modernt litterär språk. Men då var det dengbêjerna som hjäpte mig.
(6)Olle Hessler, du är författare, kritiker och översättare. När du hör den här berättelsen om Mehmed Uzuns kamp med språket, skapandet av ett språk, hur reflekterar du över ditt eget språk då?
(7)När hade jag förmånen och sitta med Mehmed på flyget hit, vi pratade lite grand då bl annat om att skappa ett språk från ett hotade språk. En sådant samtal är oerhört avgörande.
(8)Kürt dili 70 yıldır kurulu düzen tarafından inkar edilmekte ve degişik dillerin bir sonucu olarak lanse edilmektedir. Ancak güneşin gerçekliği nasıl ortadaysa, Mehmet Uzun da yine olan bir dilin yeniden yaratıcısı olarak, yeniden oluşturucusu olarak bizlere çok şey veriyor, yeni bir dil yaratıyor. Kendi söylemlerinde, romanlarında da konuşulan bir dili, yazıya geçmemiş bir dili, roman gibi zor bir alanda dünya çapında yeniden oluşturmaya çalışıyor.
(9)Ben yıllarca Suriye’deki Kürt köylerini gezerek bu dengbêjleri dinliyordum, bir yazılı edebiyat dili kurmama gerekli olabilecek her şeyi çıkarıyordum.
(10)…
Ardından da Isveç’e göç. Stockholm Üniversites’inde dilbilim, Sorbone’da Fransız dili ve edebiyatı eğitimi; Isveç Yazarlar Birliği yönetim kurulu üyeliği; tıpkı Kader Kuyusu’nun kahramanı(Yani Celadet Alî Bedirxan M.C.) gibi sürgünde edebiyata ve dile adannış bir yaşam.
(11)Ama bütün bunları milliyetçi bir bakışla yapmadığını söylüyor Mehmed Uzun. Hatta Kürtçe kendi ifadesiyle bu kadar büyük bir tehdid altında olmasa, Isveç’te oturup Kürtçe roman ve edebiyat dili kurmak gibi bir ‘çılgınlığa’ belki de kalkışmayacağını söylüyor.
(12) Bugün, ”Tek başıma modern Kürt roman dilini, edebiyat dilini kurmaya çalışıyorum” dediği çabasında bu sözlü kültürün, destan ve efsanelerin kaynak olarak büyük rolü var.
(13)Mehmed’in edebiyatının Kürt diline çok büyük hizmeti oldu. Altı roman yazdı şimdiye kadar. Hepsini de Kürtçe yazdı. Mehmed Uzun ilk Kürt modern romanını yazan insandır. Ve bizim çağımızda da, günümüzde de en iyi romanları yazanlardan birisidir. Yani üstün düzeydedir modern romanları Mehmed Uzun’un ve Kürtçe yazılmış romanlardır. Türk kültürüne en büyük hizmet olarak sayıyorum ben bunu. Türkiye’de hem Kürtçe’de hem de Türkçe’de yayınladı romanlarını ve Türk halkı olsun, Kürt halkı olsun bu romanları sevdi. Satış rekorları kırdı diyemesem bile, çok büyük okuyucu kitlesine kavuştu Mehmed Uzun’un romanları. Kürtçe çok zengin bir dildir, türkçenin de oldugu gibi. Kürtçe’nin modern romanlari şimdiye kadar yazılamadı. Dünyada da, yani Irak’ta, Iran’da, Suriye’de ve Sovyetler Birligi’nde modern roman yazılmadı. Bir iki tane roman taslağı var Mehmed’den önce bu dilde. Roman değildir bunlar.
(14)Ben hep sürgündeyim. Yazdığım dil gereği sürgündeyim. Kürtlerin arasında da da sürgündeyim. Çünkü yalnızım. Başka romancılar yok, yazarlar ve eleştirmenler yok. Canlı bir edebi yaşamın varolmasını sağlayacak hiçbir kurum yok, kanal yok.
(15)Jag upplever mig i allra högsta grad som en svensk författare. Trots att jag inte skriver romaner på svenska, trots att jag inte har då börjat skriva mina erfarenhetter i Sverige. Men jag är ju en svensk författare. Och jag säger det här i Turkiet också.
[1]
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî - Kurdîy Serû)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 52 مرة
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/ - 15-03-2024
السجلات المرتبطة: 5
لغة السجل: Kurmancî - Kurdîy Serû
تأريخ الأصدار: 30-10-2013 (11 سنة)
الدولة - الأقلیم: کوردستان
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
تصنيف المحتوى: مقالات ومقابلات
تصنيف المحتوى: ادبي
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 15-03-2024
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( زریان سەرچناری ) في 16-03-2024
تم تعديل هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 15-03-2024
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 52 مرة
کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
المکتبة
جهود التنويع الاقتصادي لمجلس التعاون الخليجي والدروس المستفادة لبغداد وأربيل
السيرة الذاتية
شكري شيخاني
المکتبة
دور احداث شنكال في تطوير القضية الكردية
صور وتعریف
عائلة ايزيدية من مدينة غازي عنتاب
المواقع الأثریة
ناعورة الرشيدية في الشدادي حضارة عريقة وتاريخ يشهد
السيرة الذاتية
فرست زبیر محمد روژبیانی
المکتبة
السياسات الإيرانية التركية تجاه إقليم كردستان العراق بعد 2003 م
السيرة الذاتية
منى بكر محمود
بحوث قصیرة
الدبلوماسية السياسية وأثرها في تثبيت النفوذ العثماني في شمال العراق ( أدريس البدليسي أنموذجاً )
المواقع الأثریة
قلعة خانزاد في أقليم سوران 1825م
صور وتعریف
صورة من مراسم توديع العلّامة الكردي الراحل موسى عنتر
السيرة الذاتية
جوهر فتاح
بحوث قصیرة
القضية الكردية وتداعياتها على الأمن القومي في تركية
بحوث قصیرة
إهتمام قيادة ثورة أيلول بالتربيّة والتعليم (1961-1975) دراسة فكريّة في منظور الإسلام
صور وتعریف
البطاقة جلادت بدرخان
بحوث قصیرة
مجازر “سيفو”.. كي لا تستمر الجريمة
المکتبة
أوضاع الأكراد الاقتصادية والاجتماعية في ولاية الموصل في عهد السلطان عبد الحميد الثاني (1876-1909م)
المواقع الأثریة
قصر حسين قنجو في محافظة ماردين، 1705م
السيرة الذاتية
جوردي تيجيل
المکتبة
شهدائنا في حرب ضد الدولة الاسلامية - داعش، الطبعة 2
السيرة الذاتية
أسما هوريك
السيرة الذاتية
حليمة شنگالي
المکتبة
مكانة إقليم كردستان في سياسة الصين الخارجية بالنسبة إلى العراق
السيرة الذاتية
حسين الجاف
السيرة الذاتية
هيفين عفرين
المواقع الأثریة
قلعة جوامير آغا في مدينة قصر شرين
بحوث قصیرة
مشكلة الأكراد و اثرها على العلاقات العراقية التركية
السيرة الذاتية
فؤاد الشيخ عبدالقادر بن الشيخ محمد شريف الصديقي القادري الأربيلي
صور وتعریف
زركة محمد علي سوركلي
المکتبة
كوردستان في سیاسة القوی العظمی 1941-1947
صور وتعریف
مقهى كارمن أوهانيان في كوباني في نهاية الخمسينات من القرن المنصرم
المواقع الأثریة
قلعة كركوك

فعلي
السيرة الذاتية
هيسيار أوزسوي
03-04-2022
هژار کاملا
هيسيار أوزسوي
بحوث قصیرة
د. فابريس بلانش رئيس المجموعة البحثية الفرنسية حول الشرق الأوسط: بإمكان أقليم كوردستان أن يكون نموذجا في الشرق الأوسط
08-07-2022
هژار کاملا
د. فابريس بلانش رئيس المجموعة البحثية الفرنسية حول الشرق الأوسط: بإمكان أقليم كوردستان أن يكون نموذجا في الشرق الأوسط
الأماکن
عمرانلي
30-12-2022
اراس حسو
عمرانلي
السيرة الذاتية
حافظ عبدالرحمن
22-01-2023
أفين طيفور
حافظ عبدالرحمن
بحوث قصیرة
من تراث وفلكلور السليمانية .... المطبخ الكوردي ... الجزء الثاني
19-02-2023
هژار کاملا
من تراث وفلكلور السليمانية .... المطبخ الكوردي ... الجزء الثاني
موضوعات جديدة
المکتبة
أوضاع الأكراد الاقتصادية والاجتماعية في ولاية الموصل في عهد السلطان عبد الحميد الثاني (1876-1909م)
17-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
جهود التنويع الاقتصادي لمجلس التعاون الخليجي والدروس المستفادة لبغداد وأربيل
15-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
مكانة إقليم كردستان في سياسة الصين الخارجية بالنسبة إلى العراق
15-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
السياسات الإيرانية التركية تجاه إقليم كردستان العراق بعد 2003 م
15-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
كوردستان في سیاسة القوی العظمی 1941-1947
14-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
نهج قائم على العدالة الانتقالية حيال ظاهرة المقاتلين الأجانب
14-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
العلاقات الكردية الإسرائيلية من 1900-2008
14-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
مداخل المسألة الكردية ومخارجها في ظل محاولات تغيير التركيبة الديمغرافية لمنطقة الجزيرة السوريّة
14-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
الحركات السياسية والمدنية الكُردية في سوريا وإشكالية التمثيل
13-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
القضية الكردية وشعوب الشرق العظيم
13-05-2024
هژار کاملا
أحصاء
السجلات 519,515
الصور 106,562
الکتب PDF 19,265
الملفات ذات الصلة 97,092
فيديو 1,385
کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
المکتبة
جهود التنويع الاقتصادي لمجلس التعاون الخليجي والدروس المستفادة لبغداد وأربيل
السيرة الذاتية
شكري شيخاني
المکتبة
دور احداث شنكال في تطوير القضية الكردية
صور وتعریف
عائلة ايزيدية من مدينة غازي عنتاب
المواقع الأثریة
ناعورة الرشيدية في الشدادي حضارة عريقة وتاريخ يشهد
السيرة الذاتية
فرست زبیر محمد روژبیانی
المکتبة
السياسات الإيرانية التركية تجاه إقليم كردستان العراق بعد 2003 م
السيرة الذاتية
منى بكر محمود
بحوث قصیرة
الدبلوماسية السياسية وأثرها في تثبيت النفوذ العثماني في شمال العراق ( أدريس البدليسي أنموذجاً )
المواقع الأثریة
قلعة خانزاد في أقليم سوران 1825م
صور وتعریف
صورة من مراسم توديع العلّامة الكردي الراحل موسى عنتر
السيرة الذاتية
جوهر فتاح
بحوث قصیرة
القضية الكردية وتداعياتها على الأمن القومي في تركية
بحوث قصیرة
إهتمام قيادة ثورة أيلول بالتربيّة والتعليم (1961-1975) دراسة فكريّة في منظور الإسلام
صور وتعریف
البطاقة جلادت بدرخان
بحوث قصیرة
مجازر “سيفو”.. كي لا تستمر الجريمة
المکتبة
أوضاع الأكراد الاقتصادية والاجتماعية في ولاية الموصل في عهد السلطان عبد الحميد الثاني (1876-1909م)
المواقع الأثریة
قصر حسين قنجو في محافظة ماردين، 1705م
السيرة الذاتية
جوردي تيجيل
المکتبة
شهدائنا في حرب ضد الدولة الاسلامية - داعش، الطبعة 2
السيرة الذاتية
أسما هوريك
السيرة الذاتية
حليمة شنگالي
المکتبة
مكانة إقليم كردستان في سياسة الصين الخارجية بالنسبة إلى العراق
السيرة الذاتية
حسين الجاف
السيرة الذاتية
هيفين عفرين
المواقع الأثریة
قلعة جوامير آغا في مدينة قصر شرين
بحوث قصیرة
مشكلة الأكراد و اثرها على العلاقات العراقية التركية
السيرة الذاتية
فؤاد الشيخ عبدالقادر بن الشيخ محمد شريف الصديقي القادري الأربيلي
صور وتعریف
زركة محمد علي سوركلي
المکتبة
كوردستان في سیاسة القوی العظمی 1941-1947
صور وتعریف
مقهى كارمن أوهانيان في كوباني في نهاية الخمسينات من القرن المنصرم
المواقع الأثریة
قلعة كركوك

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.375 ثانية