הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,482
תמונות 106,554
ספרים 19,263
קבצים הקשורים 97,081
Video 1,384
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
TALANKIRINA KOŞKA AHMED XANÊ HELO XANÊ ERDELANÎ
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
TALANKIRINA KOŞKA AHMED XANÊ HELO XANÊ ERDELANÎ
#Mûrad Ciwan#

Yek ji wan mîrekiyên Kurdistanê ên ku erdên wan li ser serhedên navbera Osmanî û Îranîyan parçe bûn, bi qirnan bûn meydanên şeran û ji herdu aliyan rastî êrîşan hatin, Mîrekiya Erdelanê ye.
Erdên tarîxî yên Mîrekiya Erdelanê nuha li Başûrê Kurdistanê devera Şarezorê, Xaneqînê û Qeredaxê li Rojhilatê Kurdistanê li Îranê, ustana Kurdistanê; Sinneyê (Sinne-duzê, Senendejê) digirt nav xwe. Ew welatê eşîretên kurdên goran bû.
Mîrên Erdelanê li gor Şeref Xanî, bi eslê xwe ji nesla sultanên Merwaniyên kurd ên Diyarbekirê, malmezinên eşîreta Erdelanê ne. Mezinê wan ê pêşîn ê naskirî, Baba (Bawa) Erdelan e ku hat şandin Şarezorê da li wê derê fermanrewatiya eşîrên goran bike. Paytexta wî Şarezor bû.
Mîrekiya Erdelanê piştî vekişiyana Moxolan ji deverê, serbixwe derket pêş, heta dewra Şah Îsmaîlê Safewî. Şah Îsmaîl bi serkeftinên xwe re ew dever jî hemî xistin bin destên xwe û Erdelan bû mîrekiyeka ser bi safewiyan ve. Piştî Şerê Çaldiranê, bi taybetî piştî ku Qanunî yê sultanê Osmanî Bexda fetih kir (1534), axa Erdelanê ket nav serhedên herdu dewletan. Hin kele û bajarên Erdelanê li alî Osmaniyan, hin jî li alî Safewiyan man, dever ji alî îdarî ve di nav mîr û mîrzadeyên Erdelanî de hat dabeş kirin, her yekê ji wan paytextek ava kir; piştî Şarezorê, Hesenawa (Hesenabad), di dûv re jî Sinne (bi avakirina keleyekê re navê wê bû Sinne-duz, Senendez/j).
Koşka ku ê li vê derê behsa wê bê kirin, di dewra Xan Ahmed Xanê kurê Helo Xanê Erdelanî de li Hesenawaya paytexta mîrekiyê bû.
Ahmed Xan, di piçûkiya xwe de ji bal bavê xwe Helo Xan ve hatibû şandin qesra Şah Abbasê I, li wê derê mezin û perwerde dibû. Ew bi xwişka Şah Abbas re zewicî, heta hat gotin ku bû şîî jî.
Di 1615-ê de Şah Abbas bi nîşana (pileya) xan (mîrêmîran) ew teltîf kir û şand da ji dêlva bavê xwe ve Mîrekiya Erdelanê birêve bibe. Kurdên Erdelanî sunne bûn, meyla pirraniya mîrên wan ser bi Osmaniyan ve bûn, lê wan bi hostatî pêwendî li gel Safewiyan jî dimaşandin û carina ji mecbûrî, bêtir dibûn meyildarên wan jî.
Di destpêka sedsala 17-ê de Şah Abbas, di encama îstîfadekirina ji krîzên siyasî yên paytexta Osmanî, Baxdat li gel dorûbereka fireh ji osmaniyan zeft kir. Li serhedan erda Erdelan heta Şarezorê û rojhilatê Mûsilê jî ya ket bin fermanrewatîya Safewiyan yan jî siya siyaseta wan. Heta peymana Qesra Şêrîn (1639) Osmaniyan gelek sefer şandin ser Bexdayê, lê her têkçûn. Herî dawîn Muradê IV. bi xwe sefer bir û Bexda ji nuh ve fetih kir.
Sefereka wiha di 1629/30’ê de ji bal orduyeka mezin a bi serokatiya Xusrew (Husrev) Paşayê wezîrê-ezemê û serdarê Osmanî ve çû ser Bexdayê. Her çendî ew têk çû, lê di çûn û vegerê de orduya Osmanî gelek êrîş birin ser kele û bajarên kurdan ên ser serhedan, bi taybetî yên li alî Safewiyan. Xan Ahmed Xan jî wê demê ji Hesenawa Erdelan îdare dikir. Meyla wî bi alî Safewiyan ve bû. Birayê wî Mu’min Xan jî meyildarê Osmaniyan bû.
Di Tarîxa Naîma de behsa sefera orduya Xusrew Paşa a ser Hesenawaya paytexta Ahmed Xan û teswîrên koşka wî, zeftkirin û talankirina wê tê kirin. Ew, agahiyên balkêş in, îro hêjayî behskirinê ne:
‘’[Orduya Osmanî ji newala Şêx Eyyar] rabû, di çar qonaxan de li Hesenawayê danî ku koşka Ahmed Xanê kurê Helo Xanê Erdelanî lê ye. Hesenawa herdu aliyên wê palên bi ser deşteka berfireh a letîf wek a Kaxitxaneyê (Îstanbulê) ye, di nîveka wê re robareka wek zulalê(reng berfîn, sipî) diherike. Koşkeka bi navê Baxê Buhuştê wek qûleyê çar goşe hatiye avakirin. Pêşiya wê baxçeyên mezin, hewzeka mezin a bi sipîndar û darên sêberder ên din xemilandî, av ji aliyekî ve dikevê di alîyê din re dertê.
Aliyekî vê koşkê vekirî ye. Qatiyayên (tawanên) koşkê bi ava zêr û bi kevirên biqîmet ên ji rengên tarî yên lacîwert û sîmên zirav nexişandî, li nîveka qatê jêrîn şîşxaneyek (avîze), li her ode û quncikên wê kaşaneka çargoşe, li qatê banî gelek ode ku pencereyên wan li derdorê û li bexçê dinêrin. Li ser hev sê qat ode, dîwarên wan ji sewaxeka awayekî mermerên kafûrî yên sipî û alçî û hêkan çêkirî weka kaxetên letîf ên berraq ên abadî (ên Çînê û Hindê) dişibin mirêkên şefaf.
Dîwarên hinan wek serpûşan (kofiyan) nexşkirî û resimandî ji nexş û rengên zirav, di hinan de teswîrên herb û cengan, di hinan de meclisên cuda yên fuhûş û zînayê hatine teswîrkirin. Her dîwarê wê bi heykel û resimên rengareng ên ku Erjeng (mînyaturên Manî) dexs dikin, xemilandî bûn ku hemtayên wan nehatibûn dîtin. Xwediyê wê Ahmed Xanê binavkirî bû ku xwe ji serdar veşartibû.
Eskerên talanker ku gihîştin koşkê, ketin serê, nexş û xemlên wê xera kirin, taswîrên meclisên gotî mehû kirin, ew derî û rewzenên ku jibernedibûn hemî rakirin, xerab-yebab kirin. Tenê dîwarên kargîr û sitûn man.’’
Li ser riya vê seferê orduyê gelek talanên wiha kiribûn.
Ji heftenameya BAS’ê hej. 17
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 73
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/- 28-03-2024
פריטים המקושרים: 24
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 01-05-2017 (7 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 28-03-2024
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 28-03-2024
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 28-03-2024
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 73
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,482
תמונות 106,554
ספרים 19,263
קבצים הקשורים 97,081
Video 1,384
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.344 2!