图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,265
图片 106,552
书籍 19,263
相关文件 97,060
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
NETEWEYIYA DU ALFABEYÎ
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
NETEWEYIYA DU ALFABEYÎ
Netkurd 24-11-2005
#Mûrad Ciwan#

Pirsgirêka yekneteweyiya bi pirlehceyî û du alfabeyî
(Axaftina ku li Silêmaniyê di 23/11/2005ê de di festîvala Edebî û Rewşenbîrî a Gelawêjê de hatiye kirin)
Beşdarên hêja, di axaftina xwe de ez ê li ser pirsgirêka yekneteweyî ya pirlehceyî ya bi du alfabeyî rawestim.
Di pirsa pirlehceyî de jî ez ê xwe mehdûd bikim bi lehceya kurdîya jorî (kurmancî, behdînanî, botî, mehmedî, şikakî) û lehceya kurdiya xwarû (soranî, babanî, mukriyanî hw.) Di pirsa alfabeyê de jî wekî hûn dizanin neteweyê kurd îro du alfabeyan bikartîne; alfabeya erebî û alfabeya latînî.
Ev festîvala ku em îro tê de beşdar bûne, festîvala edebî û rewşenbîrî ya Gelawêjê a 9ê ye. Yanî ev neh sal in ku vê festîvalê destpêkiriye û ev cara 9ê ye ku festîval pêk tê. Piştî neh salan em ronakbîrên kurd ên Kurdistana bakur ên kurmancîaxêv û zazakîaxêv beşdarê vê konferansê dibin.
Li ser Binkeyê Gelawêjê û Festîvalê cara pêşîn hevpeyivînek berî çend salan bi Erxewan Xan re hatibû kirin, ku me hin agahî jê girtibûn û cara duduyê jî îsal hevpeyivînek bi Samî Hadî Osman re hat kirin û ew di du saytên Kurdistana bakur de hat belavkirin. Di 9 salan de du hevpeyivîn, herdu hevpeyivîn jî ji bal eynî kesî ve ji bal Hozanê Bengî ve hatine kirin. Wekî din, ne me agahî derheq binke û festîvalê de girtiye, ne jî em beşdar bûne.
Gava ez vê dibêjim ne ku dixwazim gazina bikim, yan hin kesan rexne bikim. Na, dixwazim rastiyeka trajedîk bînim ber çavên we, ku em neteweyê kurd di nava perçebûneka çawa de ne. Li Kurdistana başûr dewleteka federe ya azad bi damûdezge, hukumet, parlamento, serokatî, pirpartîtiya azad, bi dezgeyên perwerdeya kurdî û her awe organîzasyonên civaka civîl û ne sivîl ava buye, lê me kurdên Kurdistana bakur heta kurmancîaxêvên Kurdistana îranê û ya Sûriyeyê zêde agahî ji van nîne.
Pêşangeha pirtûkan li kitêbxaneya giştî a Silêmaniyê vebûye, em çûn lê geriyan, bi hezaran pirtûk hatine çapkirin, teqrîben di her warî de berhem hene, lê kurdên Kurdistana bakur hay ji vê kultura dewlemend nîne. Radyoyên kurdî, Kurdsat 24 saetan li seranserê cîhanê weşanan dike, ji bilî yek du programên bi kurmanciya bakur pêşdetir kes guh nade radyo û televizyonan çimkî xelkê normal ê kurd ê ku Kurdistana başûr û kurdiya xwarû nediye û nebihîstiye ji van weşanan fahm nake.
Hûn dizanîn ku dijwartirîn asîmîlasyon li Kurdistana bakur ji bal dewleta tirk ve hat meşandin. Ev heştê sal in, asîmîlasyon bi her awe zordariyê tê kirin da em dev ji kurdiya xwe berdin, ji kurdbûna xwe şerm bikin, bibin tirk û tirkî biaxivin. Bi taybetî di van salên dawiyê de, bi hatina teknolojiya înformasyonê û hoyên globalîzebûnê, ragihandina tirkî çi ya dewletê çi jî ya sivîl a şexsî tesîreka mezin li kurdên bakur dike da ew kurdîniya xwe wenda bikin û xwe tirk hîs bikin. Ev encam pirtir bûye sebeb ku kurdên Kurdistana bakur ji weşanên kurdiya xwerê fahm nekin.
Ya girîngtir, li bakurê Kurdistanê hem alfabeya kurdî hem jî ya tirkî latînî ye û ev nêzîkî 80 salan e ku li Tirkiyeyê tenê alfabeya latînî tê bikaranîn, ji çend melayan û çend ronakbîrên dilsoz bêtir tu kes bi alfaba erebî nizane, tu kes nikare bi hezaran wan berhemên ku li vê derê derketine bixwîne, rojname û kovaran taqîb bike.
Li aliyê din, ne bi qasî berhemên kurdîya xwarû be jî bi kurdiya jorî û bi alfabeya latînî heta îro gelek berhemên hêja derketine. Ji dewra Mîr Celadet Bedirxan û heta îro bi hezaran pirtûkên kurmancî û zazakî ên bi alfabeya latînî hatine weşandin. Bi taybetî van 5-10 salên dawiyê piştî ku Tirkiyeyê çalakiyên xwe yên ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê zêdatir kir, û Yekîtiya Ewropayê hin şert di warên demokrasiyê de mafên mirovayî yên kulturî û zimanevanî de danîn ber tirkan, gelek guhertin û reform li Tirkiyeyê bûne, serbestiyek bo ziman û çapemeniya kurdî peyda bûye, bi sedan berhemên kurdî yên edebî û lêkolînên zanistî dertên.
Îro gava em hatine vê festîvalê, pêşangehê em dibînin ku kurdên Kurdistana azad agahî ji van berhemên bi alfabeya latînî nînin.
Ez pirsê dirêj nakim. Me rastiyeka trajîk heye, ne tenê hidûdên siyasî yên deweletan, pirlehcetî û bi taybetî jî du alfabeyî di warê ziman û kulturê de em ji êkûdu perçe kirine.
Gava em vê rastiyê bibînin û qebûl bikin, divê em xwedan vîzyoneka dûrûdirêj, û xwedan projeyeka zor nêzîk û berbiçav bin da çewa vê perçebûnê lawaz bikin, van dîwarên ku rê li ber peywendî û diyaloga zimanewarî û kulturî girtine ji holê rakin.
Giringiya xurtkirina peywendiyên navbera kurdên Kurdistana bakur tenê ji wê nîne ku em yeknetwe ne, ji ber hin sebebên siyasî, aborî û globalî yên stratejîk jî ne.
Wek hûn dizanin ku Tirkiye di middetekî 15-20 salan de ê bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Maneya wê ev e ku mezintirîn perçeyê Kurdistanê bi Tirkiyeyê re ê bibe endama Yekîtiya Ewropayê. Eger em 15-20 salên li pêş bînin ber çavên xwe, em ê bibînin ku Kurdistana Bakur kare bibe pirdeka mezin li navbera perçeyên Kurdistanê û Ewropayê, bi taybetî jî ew dikare Kurdistana azad bi Yekîtiya Ewropayê û dinyayê ve bibeste. Em di dewra globalîzebûyînê û dewra teknolojiya înformasyonê de, dewra civaka înformasyonê de ne, dewraneka nuh destpêbûye , ku milet têkilhev dibin, peywendî pirralî xurttir dibin û dinya piçûk dibe.
Di dinyayeka globalîzebûyî de eger peywendiyên navbera Kurdistana başûr û ya bakur xurt bibin, pirrlayen bi êkûdû ve bên bestin, Kurdistana bakur û li gel wê jî civata sivîl a global ê bibe hêzeka xurt ji bo kurdên Kurdistana başûr da ew di Îraqa Federal de bibin aktorên domînant.
Xurtbûna peywendiyên herdu aliyan, bê guman ji têgihîştina êkûdû destpê dike. Divê berî her tiştî em ji hev fahm bikin, diyaloga me berdewam be da em di warên din de peywendiyên xwe xurt bikin. Di fahmkirin û têgihîştinê de alfabe yek ji wan pirsên giringtirîn e, bi baweriya min divê em ji wê destpêbikin.
Kurdên Kurdistana Bakur, bindest in, îrada wan ne di destê wan de ye, ew bixwazin jî nikarin dest ji alfabeya latînî berdin. Ew dest jê jî berdin nikarin fêrî alfabeya erebî bibin, çimkî li Tirkiyeyê alfaba erebî rabuye û tu îmkanên fêrbûna vê alfabeyê nîne.
Ji alî din, li Kurdistana Başûr jî alfabeyek heye ku bi salan e neteweyê kurd bikar tîne, bi hezaran berhem bi vê alfabeyê hatine afirandin. Îro dewletek ava buye, ew dewlet bûye xwedan damûdezgeyên îdarî , siyasî û civakî. Zimanê resmî kurdî ye ku alfabeya erebî bikar dihêne. Ne tenê ev, kurdîya bi alfabeya erebî, li seranserê Îraqê zimanê resmî yê duduyê ye.
Neslê nuh ê Kurdistana azad bi vê alfabeyê perwerde bûye û hemû karûbarên resmî û ne resmî bi vê alfabeya erebî tên meşandin. Loma ne realîst û maqûl e ku em îro pêşniyar bikin da kurd dest ji alfabeya erebî berdin û alfabeya latînî bikar bînin. Ev gelek gelek zor e.
Di rewşa îro de maqûltirîn rê ew e ku li Kurdistana azad di sîstema perwerdeyî de zarok û gêncên kurd, çawa fêrî zimanekî biyanî yê wek îngilîzî dibin, di hefteyekê de çend ders hebin ku ew fêrî alfabeya latînî û kurmanciya jorû bibin.
Li Ewropayê em dizanin ku li hemû welatan ji bilî zimanê zikmakî ewropî hînî du an sê zimanên din jî dibin. Loma derseka wiha li ser zarokan nabe barekî giran.
Wekî em dizanin, li Kurdistana azad, li vê derê kurd ji xwe ji bo ku hînî îngilîzî bibin hînî alfabeya latînî dibin. Eger ez ne şaş bim dersên zimanê îngilîzî ji 3 an 4ê seretayî destpê dikin û her berdewam dibin. Di dewra îro ya civaka înformasyonê de rola îngilîzî û alfabeya latînî li Kurdistanê jî ê zêdetir bibe.
Gava meriv alfaba îngilîzî fêrbû, fêrbûna alfaba latînî ya kurdî jî gelek asantir dibe çimkî tenê çar-pênc tîpên ji alfaba îngilîzî cuda di alfaba kurdî ya latînî de hene. Ev yek.
Ya duyê kurdiya jorî di esasê xwe de gelek nêzîkî kurdiya xwarû ye, ne ku wek du zimanên biyanî ji hev dûr in. Zarok û gênc ê di demeka geleka kurt de fêrî alfabeya latînî û kurdîya jorî bibin.
Ya siyê îro îmkana fêrkirinê bi maliyeteka hindik û kadirên hindik peyda bûye. Belkî hûn bifikirin ka em ê mamosteyên kurdiya jorî û latînî ji ku bînin, ka em ê kitêbên dersê ew qas ji ku bînin. Riya vê jî îro bi saya teknolojiya înformasyonê û torra înternetê peyda buye.
Îro bi navê e-learning, yan jî li ser esasê online distance education, bi avakirina tenê sentereka perwerdeya elektronîkî, tenê xwendegeheka IT û 30-40 kadroyên merkezî em dikarin kurdiya jorê û alfabeya latînî ne tenê fêrî zarokên Kurdistana azad, lê fêrî zarokên her çar perçeyên Kurdistanê, an kurdên ser rûyê hemû cîhanê bikin. Her kes dikare ji mala xwe ji xwendegeha xwe, ji dersxaneya xwe bi riya internetê dest bi perwerdeya zimanê kurdî bike.
Gava li Kurdistana azad, hukumetên me xwedî li perwerdeyeka bi vî cureyî derkevin û sîstemeka wiha ava bikin, hûn bawer bikin ku di navbewra 10-15 salan de, ji alî alfabeyê û ziman, em her çar perçe ê gelek gelek bi asanî û bi berfirehî ji hev fahm bikin.
Gava alfabeya latînî bê fêrkirin, gelek berhem dikarin bi alfabeya latînî lê bi kurdiya xwarû (soranï, babanî) bên weşandin da di nav kurdên kurmancîaxêv ên latînîxwên de bên belavkirin, rojname û kovarên bi vî awayî ê bere bere bên xwendin.
Gava sîstema fêrbûn online bê danîn û bi alfabeya latînî dersên kurdîya xwarû bên amade kirin, li kurdistana bakur û li derveyê welat kurd dikarin hînî vê lehceyê bibin, bixwînin, biaxivin.
Belê rewşa me dijwar e, em noke perçe ne, me zêde agahî ji hev nîne. Lê em ne bêçare ne, me çare hene. Bes tiştek lazim e, dive me îradeyek hebe bi taybetî jî îradeyeka siyasî ku, biryara lêgerîna çareyan bide û îmkanan peyda bike ku em li çareyan bigerin.
Sipas ji bo ku we ez guhdarî kirim.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览79
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/- 03-04-2024
挂钩项目: 18
小组: 文章
Publication date: 24-11-2005 (19 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-04-2024
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on04-04-2024
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):04-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览79
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,265
图片 106,552
书籍 19,263
相关文件 97,060
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!