Βιβλιοθήκη Βιβλιοθήκη
Αναζήτηση

Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!


Search Options





Σύνθετη Αναζήτηση      Πληκτρολόγιο


Αναζήτηση
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Αποστολή
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Εργαλεία
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Γλώσσες
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Ο λογαριασμός μου
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
Αναζήτηση Αποστολή Εργαλεία Γλώσσες Ο λογαριασμός μου
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Σχετικά με
 Τυχαία item!
 Όροι Χρήσης
 Kurdipedia Archivists
 Η γνώμη σας
 Συλλογές του χρήστη
 Χρονολόγιο των γεγονότων
 Δραστηριότητες - Kurdipedia
 Βοήθεια
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 518,514
Εικόνες 106,337
Βιβλία 19,226
Σχετικά αρχεία 96,793
Video 1,357
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανι...
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ...
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημ...
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
Sîstema navnetewî ya nuh û pirsa kurdî
Ομάδα: Άρθρα | Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
Sîstema navnetewî ya nuh û pirsa kurdî (Ev axaftinek e ku di 05-06-1999-ê li Norvecê li Stavangelê di konferansa li ser pirsa kurdî de hatiye kirin.)
#Mûrad Ciwan#
Mêvan û beşdarên hêja.
Ez sipasî berpirsiyarên Komeleya Demokratên Kurd a li Rogalandê dikim ku civîneka wiha amade kirine û ev firsend dane me da em li ser hin aliyên pirsa kurdî guftûgoyê bikin. Hêvîdar im ku civîn fêdeyekê bigihîne minaqeşeyên li ser pirsa kurdî.
Di vê demê de ku ji bo min hatiye veqetandin, ez ê li ser guhertinên nû yên ser ruyê erdê û tesîra wan a li ser pirsgirêka kurdî rawestim. Gelo prosesa globalîzebûnê û serdestbûna pergala nuh a dinyayê, çi tesîrê li ser pirsa kurdî dikin?
Ez dixwazim bi sê bûyeran têkevim nava pirsê.
Bûyera yekê:
Sala 1975-an. Li Kurdistana Iraqê, ji bo ku dîktatorên Iraqê peymana 11-ê Adarê a otonomiyê bicîh neanîne kurd careka din derketine serê çiyan. Vê carê belkî jî di tarîxê de cara yekê ye kurdan alîkarî ji hin dewletên mezin jî girtine. Îran û di riya wê re Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê alîkariyê didin kurdan. Kurd hê di şerekî germ de ne, buyerek diqewime ku her tiştî serûbin dike, qedera milletê kurd diguhere. Îran û Îraq li Cezayîrê li hev dikin. Şahê Îranê, zû bi zû ba Mistefa Barzanî dike, xeberê didiyê ku Îran û Amerîka îdî nema karin alîkariya kurdan bikin. Kurd îdî nema dikarin di şerê xwe de erda Îranê û îmkanên wê yên din bi kar bînin. Heke ew derhal şer rawestînin ew dikarin li Îranê wekî penaber xwe bisitrînin, lê ku biryara berdewamkirina şer bidin, li gora peymana Cezayirê divê ew derhal erda Îranê bicîh bihêlin. Şah bi qerar e. Barzanî bala xwe didiyê ku ji her awe alîkariyê bêpar mane: Îran nema li wan dibe war û sitar. Li hemberî wan Îraqeka xurt a bi pişgiriya hemû dewletên ereb, Yekîtiya Sovyetan di serî de tevayiya kampa sosyalîst û gellek welatên Awrûpayê heye. Li aliyê din Tirkiye û Sûriye, yanî ji çar alîyan ve dijminan dor li wan girtiye. Berzanî fahm dike ku tu war û sitar ji kurdan re nemaye. Di cî de biryara rawestandina şer digire, şerekî çekdarî yê milletekî di navbera çend hefteyan de dişikê, belav dibe. Mistefa Barzanî berê diçe li Îranê, paşê jî li Amerîkayê bicîh dibe. Gava li wê derê wefat dike belkî jî di dinyayê de tu dostekî wî jî nîne.
Li br çavê me hinan Berzanî xayin e, hevkarê emperyalîzmê ye.
Bûyera duduyan:
Sala 1982-yê. Îsrîl hicûm dike Libnanê, di navbera çend rojan de başûrê welêt îşgal dike, tê, Beyrûdê dixe nava hesarê. Filistînî bi hezîmetekê vekişiyane, Yasar Arafat jî tê de, serokatî li Beyrûdê asê bûye nikare tev bilive. Lê ji 20-î zêdetir dewletên ereb, welatên sosyalîst, yên Awrûpî, dewletên misilman û nemisilman ên dostên ereban bi wan re ne. Her yek ji aliyekî de bi Îsraîlê re mihawele dike ku hesarê rake. Heta Amerîka bixwe jî, ji bo vê gellekî kar dike. Piştî çend rojan Îsraîl qayil dibe ku filistînî mal û buroyên xwe hildin û ji Beyrûdê derkevin. Tunusê cih daye ku merkezên xwe li wirê ava bikin. Hin dezgeh, kadro û muessesyên wan ên din jî wê biçin hin welatên ereb ên din. Deriyê lîmana Beyrûdê ji wan re vedibe, Arefat û maiyeta xwe, bi îşaretên zaverê dikevin gemiyan. Arafat pesnê xwe dide ku çawa bi rojan li hemberî sîyonîzmê li ber xwe dane. Em hemî wan qehreman îlan dikin. Diçin ji Tûnisê bi alîkariya 20 dewletên ereb, kampa sosyalîst, welatên Awrûpayê û gellekên din têkoşîna xwe berdewam dikin, îro waye dewleta xwe datînin.
Bûyera sisêyan:
Payiza 1998-ê. Tirkiye alarmê dide ordiya xwe, hin yekîneyên leşkerî bi tank û topan dikêşe ser hidûdê Sûriyê û ultîmatomekê didiyê ku derhal Öcalan teslîm bike û her awe piştgiriyê ji PKKê bibire. Dîktatorên Sûriyê dikevin nava panîkê, dawe li Öcalan dikin ku derhal ji Sûriyê derkeve. Abdullah Öcalan dixwaze xwe bigihîne Yunanîstanê, Yunan wî red dikin, bi dizî diçe Rûsyayê, lê Rûsya jî wî diqewirîne. Tê, îltîcayî Îtalyayê dike, Tirkiye bi alîkariya Amerîkayê, Îsraîlê û gellek dostên xwe yên Awrûpayî daxwaza teslîmkirina wî dike. Huqûqa îtalî, hiqûq û peymanên navnetewî, raya giştî yademokratîk a Awrûpayê rê nadin ku Îtalya Öcalanî teslîmî Tirkiyê bikin, lê pirr eşkere ye ku ew li Îtalyayê nayê xwestin. Hukumeta îtalî muhawele dike ku ew ji Îtalyayê derkeve. Çi dibe, çi diqewime em hîn zêde nizanin, lê Öcalan fahm dike ku hukumeta îtalî piştgiriya siyasî nadiyê, heke li Îtalyayê bimîne wê derkeve hemberî mahkemê. Ew, wê cesareta ku derkeve hemberê mahkemên îtalî di xwe de nabîne û rojekê xwedêgiravî bi daxwaza dilê xwe Îtalya bicîh dihêle. Bi rojan teyara wî li ser asîmanên welatên Awrûpayê difire, lê tu welat wî nahewîne. Gava serê wî li Kenyayê xwiya dibe ew êsîr e. Amerîka, Îsraîl, Kenya û Yunanîstan wekî gangsteran wî digrin didin nava lepên Tirkiyê. T irkiye wî dest û çavgirtî tîne dixe Îmraliyê. Wekî qatilê 30 hezar kesan tê sûcdarkirin û cezayê îdamê ji bo wî tê xwestin. Tiştek ji bo me jî, ji bo Öcalan jî gellek zelal e. Ew li Îmraliyê tenê ye, di dinyayê de tu dostekî wî nîn e. Mehkema li hemberî wî wekî şoveka siyasî ya tirkan dest pê kir. Ji ber ku hêvî û baweriya Öcalan bi kesî nemaye, wekî nêçîra xwe bavêje bextê nêçîrvan, ew jî hêviya dawîn ji qesabên tirk dike.
Ev her sê bûyer nîşan didin ku ji du sed salan vir de ye, cesaret û zîrekiya kurdan, ya serok, zana û ronakbîrên wan, ji yên milletên Rojhilata Navîn û yên Afrîkayê ne kêmtir bûye, kurdan jî bi qasî wan li ber xwe dane, lê rewşa navnetewî û sûstema heyî rê nedaye ku kurd bi qasî wan serkeftî bin û bigihên azadiya xwe.
Ev hersê bûyer her wiha eşkere dikin ku pirsa kurdî bi xusûsiyetên xwe ne wekî tu pirsên millî yên milletên din e. Ew, yek ji wan dijwartirîn pirsên ser ruyê erdê ye. Pirsa kurdî, konflîkteka navnetewî ye. Terefên konflîktê bi awayekî welê rêz bûne ku bi her awayî bend û astengên mezin derdixin pêşiya çareserkirina wê.
Aliyekî konflîktê kurd in, ku ji demên tarîxî de, welatê wan di navbera dewletên mezin de hatiye perçekirin, loma jî ew perçe bûne.Di sedsala 19-an de di navbera du dewletên mezin; Osmanî û Îraniyan de parve bûbûn. Carina her yerkê ji aliyê xwe de, carna jî bi hevre li kurdan dixist. Wê demê Brîtanîya, Fransa, Rûsya, Almanya û Amerîkayê jî li herêmê siyaset dikirin. Lê tu carê ne li pişta kurdan bûn, li hemberî kurdan ya alîkariya Îranî û Osmaniyan dikirin, yan jî ya milletên xeyrî muslum ên wekî ermenî, asûrî, suryanî, keldanî û rûman dikirin. Kurdan tu carê rê û firsend nedîtin ku karibin bigihîjin ronahî û azadiyê. Her ku livek li ser erda kurdan çêbû, ew wêran, bêtaqet û perîşan bûn.
Destpêka sedsala 20-ê, peymanên navnetewî yên piştî şerê cîhanê yê yekê guhertineka ber bi başiyê de bi ser rewşa kurdan de neanî. Bi eksê wê, welatê wan vê carê di navbera çar dewletan de perçe bû. Awrûpiyan, ermenî, suryanî asûrî û rum firotin, bi temamî xwe dan aliyê Tirkiyê, Îranê û dewletên ereb.
Ji şerê yekê û vir de, di pirsa kurdan de terefê kurd ji alî cografî û jeopolîtîkî bûne çar perçe. Terefê din ê rasterast ê konflîktê ne yek, lê çar dewlet in; Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye. Û ew ne tenê ne, Li pişta Tirkiyê NATO, tifaqa welatên rojava, dewletên tirknîjad ên Asya û Kafkasyayê û gellek welatên misilman û ne misilman ên din. Li pişta Sûriye û Îraqê 20 dewletên ereb, dost û mitefikên wan, li pişta Îranê gellek dewletên misilman û ne misilman û mitefikên wan hene. Berê Yekîtiya Sovyet, Çîn û hemû kampa sosyalîst ji ber Îraq û Sûriyê li hemberî doza kurdan bûn. Îro Rûsya, Çîn û dewletên bermayîyên kampa sosyalîst ji bo têkiliyên xwe yên li gel her çar dewletan û mittefik û dostên wan, li hemberî doza kurdî ne. Di dinyayê de tu dewlet nîne ku berjewendiyên xwe di piştgiriya pirsa kurdî de bibîne. Bi eksê wê, dewletên weka Kibris, Yunanîstan, Ermenîstan û Îsraîl jî tê de herkes menfeeta xwe di wê yekê de dibîne ku li dijî pirsa kurdî be, têkoşîna gelê kurd bifroşe, ji xwe re wekî kart bikar bîne. Di halê herî baş de, dewleta herî xêrxwaza kurdan ew e ku xwe ji pirsa kurdan dûr dixe, bêdeng dimîne. Em hemî jî dizanin ku mîzana (balansa) siyaseta dewletan bi teraziya berjewendiyan tê lidarxistin. Kîjan dewlet dibe bila bibe, gava bi teraziya xwe berjewendîyên rojhilata navîn diwezinîne ew kefeya kurd tê de ne her car sivik tê.
Ev rewş nîşan dide ku kurd nikarin baweriya xwe bi tu dewletê bînin, çiqas perçebûyî bin jî tenê baweriyê dikarin bi xwe û bi wîjdan û raya giştî ya demokratîk a civakên sivîl ên ser ruyê erdê bînin. Di vir de para wîjdan û raya civakên sivîl ên tirk, faris û ereb jî hene, lê em dizanin ku ev welat çend ji demokrasiyê, ji raya giştî ya demokratîk bêpar in, xêra ku ji wan were çend piçûk e.
Di rewşeka wiha de, seranserî dîroka têkoşîna gelê kurd di navbera du stratejiyên alternatîf de biserneketî û bêçare maye.
Stratejî yek ew buye ku wekî piraniya milletên cîhanê, kurd ji wan welatên ku ew bindest kirine veqetin, dewleteka serbixwe deynin. Ji ber rewşa dinyayê ya ku me li jorê diyar kir, ev firsend tu carê li ber kurdan peyde nebuye û qasî ku dixuyê di demeka xwiyayî ya pêşiya me de wê peyde jî nebe. Milletekî ku ji çar alîyan ji bal dijminan ve hatiye muhasere kirin, di dinyayê de bi tena xwe ye, tu dewlet nîne ku destê xwe dirêjî wî bike û di ser re jî hemû dewlet li alî vî an wî dijminê wî ne, hema hema ne mumkun e ku ew millet di hedefa dewleteka serbixwe de bi ser keve.
Stratejiya dudyê jî ew e ku kurd, di çarçeweya wan dewletên ku ew bindest kirine mafekî federalî yan otonomîyê bi dest xin. Ev yek jî heta niha ji ber hin sedeman bi ser neketiye. Sedemê yekê ew e ku ev welat ji demokrasiyê, ji trdîsyonên dewlet û civakên modern ên demokratîk bêpar in. Mafên ku statuyeka federal an ya otonom didin milletekî, hişk bestî ne bi maf û azadiyên demokratîk ve, xusûsiyetinî demokrasiyê ne. Welatê ku demokrasî lê tunebe statuyên otonom an federal nikarin xwe biparêzin û geş bibin. Tim dibin sedemên konflîktên millî, pevçûn û bêîstîkrariyê, di encamê de hêzên dewleta serdest wan mafan binpê dikin. Tecrubeyên Kurdistana Îraqê yên heta niha vê rastiyê diyar dikin.
Sedemekî din jî ew rewş û balansa cîhanê ye ku li van welatan her çendîn demokrasî tunebe jî rê nade li gora qeweta millet û unsurên wê dewletê kurd jî li ser esasên parvekirina statuyên etnîkî, di beşdarbûna dewletê de bibin xwediyê parekê. Ji bo ku kurd tenê ne, tu carê ew quwet li pişt xwe nedîtine ku karibin pê ji bo parvekirina desthilata li ser dewletê xwe li ser tirk, faris an ereban ferz bikin. Ew hemî caran di konflîktên nava dewletê de zeîf û jartirîn teref mane, terefên din bi saya hemû alîkariya navnetewî ew pelixandine.
Ev statuya kurdan a bindestîyê heta îro ji ber aweyê avabûna dewletên civaka îndustriyê hebûna xwe berdewam dike. Piştî civakên derebegî bi rûdana dewletên “millî” ên civaka îndustriyê, xusîsiyetên avabûna dewletên vê civakê ji bo milletên piçûk, bûn zîndanên gelan. Milletên xwedan desthilat, wekî zirxên tankan hudûd li dora erdên dewleta xwe kêşan, ordiyên mezin dan ber van hudûdan, ji bo çûn û hatina mal û sermiyan û seyehetê gumruk ava kirin, bac û xerac danîn. Dewlemendiyên welêt ên di destê biyaniyan de ji wan sitendin, hin xistin bin milkiyeta dewletê û hin dan hemwelatiyên xwe. Hetta hinên girîng ji hemwelatiyên xwe jî wergirtin û kirin malên dewletê. Tarîx nîşan dide ku li hemberê burjuwaziya ermenî, rûm an yahûdî dewleta tirk mil da burjuwaziya tirk, îmkan, mal, milk û sermiyanên wan ji wan stendin, dan burjuwaziya tirk. Sûriyê erd ji kurdan girt, kir malê dewletê yan da ereban. Piraniya petrola Îran û ya Îraqê ku hatiye mîllîkirin û mîrîkirin malê kurdan e ku Seddam hempayên xwe jê dixwin. Îran jî her wisa. Mesela millîkirin û mîrîkirina(devletleştirme) petrolê, av, çem, gol û daristanan, ya madenên bin erdê û hwd ku wekî gellek welatan li Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiyê pêk hatin petrol, maden, çem, daristan û axa kurdan ji wan stendin dan dewletê; yanî xistin bin milkiyet û îstîfadeya milletên serdest; ereb, faris û tirkan. Kurd di warê aborî de bêhêz ketin, millîkirin û mîrîkirana dewlemendiyan a di hundurê van dewletan de tu refah û serbestî ji bo kurdan neanî, bi eksê wê zincîra esaretê ya dora hustuyê wan stûrtir kir.
Awayê avakirina dewletên burokratîk ên merkezî yên unîter, bûn awayê piraniya van dewletan. Hukmê siyasî, carinan jî(wekî li Tirkiyê, Îraqê û Sûriywyê) yê siyasî-eskerî, hegemoniya xwe li ser muessesên dewletê û li ser civaka sivîl danî, paytext bi berpirsiyarî û fermanan hat çekdarkirin ku hukmên herêman qels bûn, îdare bi her awayî ji paytextan hatin meşandin. Di nava van dewletan de, gellek grûb an sub-grûbên etnîkî, yên millî, dînî, mezhebî an kulturî hatin înkarkirin an îhmalkirin. Di halê herî baş û niyetçak de ji bo ”yekîtî, hebûn û xwediyarkirina millî” an berjewendiyên millî, ev xusûsiyetên sub-grûbî hat xwestin ku bên rakirin. Mafên wan ji wan hatin stendin an înkarkirin, zor û neheqî li wan hat kirin. Ew li ber yekîtiya millî wekî bend hatin nîşandan. Vê yekê rê da ku bi navê hebûn û yekîtiya millî an suverînîteya dewleta millî, hin millet an eqaliyetên din hatin bindestkirin. Heke em rewşa kurdan a li her çar perçan bidin ber çavê xwe em ê bibîr bînin ku li ser navê yekîtiya milî, berjewendiyên milî li hemberî emperyalîzmê an komunîzmê ew çawa hatin înkarkirin û dîskrîmînekirin, bi çi çavekî neyarane li wan hat nihêrtin.
Ev taybetiyên sîstema civaka îndustriyê ya navnetewî û bi awayekî formgirtina wan di çarçewa têkiliyên navbera dewletan de, balansa ku li herêmê diçû dihat, bi tu awayî riyeka ronahiyê û kanaleka bîhnvedanê li ber kurdan venekir. Kurdan ne serbixwe yî ne jî otonomî bidest xistin. Di rewşa me ya îro de jî, hîn ev pergal (mîzan) li ser hukum e. Hê bêçaretiya kurdan berdewam e.
Lê sîstema ku nuh dest pê kiriye, ya ku cih ji civaka îndustriyê distîne û xwe li seranserî dinyayê bicîh dike, yanî civaka agahdariyê, qonaxa globalîzebûyî navnetewî, xusûsiyetên wê yên aborî û siyasî, ji bo kurdan bingehekî welê tîne ku bêyî ew daxwaza rizgarkirin û yekkirina çar perçeyan û dewleteka serbixwe bikin, dikarin li her perçeyî xelas bibin, hetta dikare ku ji hemû perçeyan yekîtiya milletê kurd pêk bê.
Ev bi çi awayî mimkun e? Me got sîstema nû ya globalîzebûyî serî rakiriye pêşde diçe. Min divê ez piçekî bi vê pirsê de herin.
Di vê demê de ku em ji civaka îndustrîyê ber bi civaka agahdariyê ve diçin, taybetiyên ku rû didin; bizav û herikîna sermiyan, kar, mal, xizmet û kulturê di qada navnetewî de, rabûna mesafeya navbera cihan, darbeyekê li zirx û makîna burokratûk a dewleta civaka îndustriyê dixin. Ilim, zanebûn û teknîka pêşkeftî bingehekî welê ava kiriye ku jiyana civakê ji çarçeva yeko yeko dewletan derketiye; hebûn û jiyaneka transnasyonel ji bo pêwandiyên berhemhênanê û ji bo avayiyên civakê rû daye. Di sermiyan, kar û xizmetê de, di çûn û hatin û gerra însanên ser ruyê erdê de û di pêywendiyên pir alî yên rasterest û biwasite de, di jiyana kulturî û ya siyasî de transnasyonalîzebûn bûye xusûsiyeteka berbiçav. Di encama vê de wekî tê gotin ”dinya piçûk bûye”.
Helbet ez nabêjim ku dewletên millî ji holê radibin. Na, dewletên millî hene û wê hê hebin jî. Lê rewşa nuh welê lê kiriye ku dewletên millî wî zirxê xwe ji xwe dikin, makîna burokratîk a merkezî ji hev dikeve. Em bala xwe bidin avabûna welat û civakên Awrûpayê:Yekîtiya Awrûpayê ku gumrik ji navbera endamên xwe rakiriye, sermiyan, mal û xizmet bi serbestî çi li nava yekîtiyê, çi jî heta dereceyekê li hin welatên derveyî wê diçin tên, çûn û hatin û danûstendina civakên dinyayê bihev re, ew perspektîfên ku hemû dewletên dinyayê ji bo rojên pêş didin ber çavên xwe, nîşanên vê yekê ne. Li Yekîtiya Awrûpayê parlamento, komîsyon, wezaret û muesseseyên muşterek ê rêvebirinê ava bûne. Dadgehên navnetewî û yên Awrûpayî biryaran didin ku dewlet û hemwelatiyên dewletan mecbûr in guh bidin wan. Pereyekî muşterek dikeve tedawulê.
Rola Miletên Yekbûyî, ya NATO-yê û rêxistinên din ên navnetewî an herêmî, ji nuh ve tên minaqeşekirin û ew ji nuh ve tên avakirin. Tevgerên demokratîk, ên hawirdorparêz, azadîparêz, sendîkayên karkiran yên navnetewî dadimezirin, yên damezirandî geş û xurttir dibin. Medya, unîversîte û dezgehên zanistî kar û barekî li ser esasê qadeka navnetewî dimeşînin û hwd.
Ev rûdan hemû derban li sîstema wê fermanrewatiya burokratîk a merkezî ya dewletan dixin. Dewlet mecbûr dibin dev ji beşeka girîng a wê fermanrewatiya xwe ya merkezî ya burokratîk berdin. Wê avayiya hişk a merkezî qels bibe, desentralîzasyon di dewletan de rû dide, dewlet ji warê aborî, bazirganî û gelek aliyên jiyana civakî vedikişe û biçûk dibe. Civaka sivîl di jiyanê de bêtir dibe xwedanê însiyatîfê, dewlet bi rastî jî êdî dikeve bin xizmeta hemwelatiyan. Herêm, mafên hin warên fermanrewatiyê ji merkezê distînin. Herêmên cografî, millet û eqaliyetên(mînorîtet) millî, grûb û sub-grûbên millî, dînî, mezhebî û kulturî digihîjin mafên pirtir.
Li Awrûpayê di dewletan de desentralîzasyoneka berfirehtir rû dide, herêm zêdetir dibin hukumran, li cihên wekî Îspanyayê, Îngîltereyê, Fransayê herêm, millet û grûbên etnîkî mafên xweîdarekirinê distînin. Dewletên sosyalîst hilweşiyan, ji bin kavilên wan gellek dewletên mezin û piçûk ên din derketin. Ew bi xwe jî îro xwe mecbûr dibînin ku mafên zêdetir bidin herêm û grûbên nava xwe.
Îsraîl ku dewleteka piçûk e di nava bîst dewletên ereb de ye, ji bo ku li herêmê ji bo milletê xwe rewşê normalîze bike, da ev millet di bazar û bazirganiyeka serbest a berfireh a herêmê de cihê xwe bigre, pê qayil dibe ku mafê xweîdarekirinê bide filistîniyan, pirsgirêkên xwe bi ereban re çareser bike û bi wan re têkeve nava jiyaneka navnetewî ya serbest. Îsraîlî dibînin ku îdî meriv ne mecbûr e bi rê û dirbên berê têkiliyên xwe bi ereb û filistîniyan re bimeşîne, meriv dikare têkilînî din ên li ser esasê jiyana hemdem a nuh deyne.
Madem rewşa dinyayê ji wê sîstema berê ya ji bo kurdan bîhnçikên diçe û yeka nuh tê, divê kurd jî îdî mejiyê xwe, fikr, perspektîf û pêşniyariyên xwe biguherin, bi mejî û çavekî nuh, bi hişyarî û bîreka nuh li pirsa kurdî binêrin. Nabe ku kurd di wan metodên tradîsyonî de israr bikin, wan metodên kevn heta îro tu tişt nedane kurdan. Divê kurd têkoşîna xwe bi wasite, metod û perspektîfên civaka agahdarîyê, bixemillînin û hedefên nuh li ber xwe deynin ku bi civaka nuh a ser ruyê erdê re lihevhatî ne. Berê kurdan dixwest jî hedef û perspektîfên wan li sîstema civaka navnetewî ya îndustriyê nedihatin. Lê îro bi baweriya min cara pêşîn e di dîroka kurdan de hedefên kurdan dikarin bi her awayî li gel xusûsiyetên sîstema nuh li hev bên.
Min divê ez hedefên nuh ên li ber kurdan di sê beşan de destnîşan bikim.
Beşa yekê li ser programê roformekirina wan dewletan e ku kurd tê de bindest in. Ji ber sedemên ku min berê diyar kirin kurd mecbûr in dev ji daxwazên cudabûn û serbixweyiyê berdin, di çarçeva mayina di nava van dewletan de li riyeke çareseriyê bigerin. Gava rewş ev be, programên kurdan ên millî nabe ku tenê ji bo guhertinên herêma Kurdistanê be divê ew bibin xwediyê programên guhertin û reformekirina tevayiya dewletê. Çimkî heke dewlet û civak bi giştî neguhere, bes di Kurdistanê de guhertin nabe.
Divê kurd wekî siyaseteka millî, wekî perspektîfên serbestiya millî li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê xwedî li wan programan derkevin da ev welat reforman çêkin, xwe ber bi wan xusûsiyetên civaka nû ya navnetewî bibin. Petrol, maden, banke, fabrîke, bi kurtî hemû dezgeh û kar û barên ku di bin milkiyet an teserufa dewletê de ne ji destê dewletê derkevin bibin milkiyet û teşebbusên şexsî, dewlet piçûk bibe. Aboriya bazareka serbest ava bibe. Makîna burokratîk a merkezî, avayiya dewletê ya unîter rabe, dewlet û civak bê desentralîzekirin, burokrasî kêm bibe, hukum ji burokrasiya merkezî were girtin, li civakên sivîl û li herêman were belavkirin, maf û azadiyên demokratîk di her warê jiyanê de bên bicîhkirin. Qanûna esasî, piretnîkî û pirkulturiya civakê qebûl bike.
Beşa duduyan jî ew e ku li ser vî bingehê reforman, divê kurd bi taybetî jî programekî ji bo statuya beşdarbûnha xwe ya di dewletê de tesbît bikin, da di vê çerçevê de mefên millî ên siyasî û demokratîk ên kurdan bê dayin.
Mafên millî yên kurdan bi çi awayî bên dayin; federasyon an otonomî, helbet li vê derê wext rê nade ku dûr û dirêj behsa wê bibe. Lê wekî sîstem, kurd qasî tirkan bibin xwediyê mafên millî, însanî ên demokratîk û hemwelatîtî û programekî taybetî yê pêşdexistina Kurdistanê ji alî aborî û civakî ve bê meşandin û statuya mafên millî dînamîk be, karibe xwe nuh bike. Bi baweriya min divê em wan formên otonomî an federasyonên tradîsyonî yên nava dewletên sosyalîst, yan ên teqlîdkarên wan berdin. Çimkî ew statîk bûn, dûr û dirêj bikêr nedihatin.
Jiyana civakî ne statîk e, diguhere û pêş ve diçe. Gava kurd di çarçeva van dewletan de, dawa maf û statuyekê dikin divê ji bîr nekin ku ew ne statuyeka statîk lê yeka dînamîk be, piştî bîst salan, gava guhertin di dinyayê de di van welatan de çêbû, ew welê di cihê xwe de nemîne, karibe geş bibe, xwe nuh bike. Nebe wekî makîneyeka kevnare ya ku kar nake. Statuyên statîk di nava dewletan de tim dibin sedemên konflîkt û bêîstîkrariyan, civak ji ber wan bi hev dikevin.
Beşa sisiyan jî ew e ku; cardin wekî siyaseta millî, kurd doza rakirina gumruk, qeyd û bendan a ji nava hudûdên van her çar dewletan û bi wan re dewletên herêmê bikin; mal, sermiyan, ked û kar, kirrîn û frotin û gerr û kultur di navbera van welatan de serbest bibin. Peyman û pêwendiyên bi vî awayî di nava wan de bên hûnandin ku di warê aborî, siyasî, kulturî û hîndekarî de platformên mişterek bên avakirin, ji bo midetekî dûr û dirêj perspektîfeke wekî ya yekîtiya Awrûpayê di nava van welatan de bê danîn. Heke ev hedef di herêmê de bên biserxistin, maneya wê ew e ku bi yekîtiya nêzîkî wekî ya yekîtiya awrûpayê a van welatan re, yekîtiya kurdan jî pêk tê. Di sîstemeka wiha de, zêde ne girîng e ku resmî her perçeyekî Kurdistanê bi ser welatekî din ve ye, di rastiya jiyanê de kurd wê karibin di nava her çar perçeyan de biçin û bên, bazareka wan a muşterek ava bibe, bixwazin li kîjan perçeyî rûnên an kar bikin ji wan re serbest be, bidin bistînin, ticaretê bikin, bibin şirîk û merivên hev. Zehmetiya wan qasî wê yekê be wekî ku ji bajarekî biçin bajarekî tir.
Hilkirina daxwazên wiha, wekî perspektîfên millî yên kurdan, bi ya min realîst e, heta belkî jî tek alternatîf e, lê ne di demeka kurt de dikare pêk bê, ne jî wiha hêsan e. Helbet gellek asteng û bend li pêşiyê ne. Gava ez behsa van perspektîfên dûr û dirêj dikim, ez seranseriya sedsala bîst û yekê li ber çavan digirim.
Sipas ji bo ku we guhê xwe da min.
Mûrad Ciwan
[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 69
HashTag
πηγές
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/ - 05-04-2024
Συνδέεται στοιχεία: 8
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 05-06-1999 (25 Έτος)
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: No specified T4 333
Βιβλίο: No specified T4 263
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: Kurdistan
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئاراس حسۆ ) στο 05-04-2024
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( سارا ک ) στο 07-04-2024
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( سارا ک ) για: 07-04-2024
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 69
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν

Actual
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
13-08-2018
زریان سەرچناری
Αζάντ με λένε
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 518,514
Εικόνες 106,337
Βιβλία 19,226
Σχετικά αρχεία 96,793
Video 1,357
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Επικοινωνία | CSS3 | HTML5

| Σελίδα χρόνος γενεάς: 0.594 δευτερόλεπτο (s)!