#Şahmaran# , hebûneke efsaneyî û semboleke bilind a Kurdistanê
Pêşewa Rojhelat
Di cîhana fikir û nivîsînê de, ew gel xwedan gotin in ku dîrok û pêşîneya wan a fikirî û nivîsînê vedigere serdemên kevin, ji ber ku bi rêka wê dîrok û pêşînê re, mirov dikare hem curê mirovan nas bike û hem jî hemû cure peywendiyên civakî û siyasî û aborî û mirovî yên serdemên cuda, şirove bike
Kurdshop - Di cîhana fikir û nivîsînê de, ew gel xwedan gotin in ku dîrok û pêşîneya wan a fikirî û nivîsînê vedigere serdemên kevin, ji ber ku bi rêka wê dîrok û pêşînê re, mirov dikare hem curê mirovan nas bike û hem jî hemû cure peywendiyên civakî û siyasî û aborî û mirovî yên serdemên cuda, şirove bike.
Yek ji wan rêkên ku mirov dikare bi wê gelan baştir nas bike û fikir û hizra wan şirove bike, efsane û mîtolojiya wan e. Her wek em dizanin efsane û mîtolojî, şêwaza fikirkirina destpêkê ya xelkê wan welatan in û em bi wê rêkê re dikarin destpêka çêbûna fikra wan gelan bixwînin û her ji wê delîvê ve em dikarin bizanin bi dirêjahiya dîrokê, çi guhertinek di fikra wan de çêbûye. Netewa kurd wek yek ji netewên zindî, xwedan dîrok û nivîsîna taybet bi xwe bûye û di warê çîrokên efsaneyî û mîtolojîk de, neteweyekî dewlemend e. Bi dehan çavkaniyên bawerpêkirî hene ku beşek mezin ji wan efsane û mîtolojiyan di nav xwe de kom kirine.
Gelek vekoler û rojhilatnasên biyanî yên wek Oscarman hewlên gelek bi nirx dane bo komkirina çîrok û beytên “Navçeya Mukriyan” bi navê “Tuhfeya Muzeferiye”, “M.B. Rodînko” bi komkirina çîrokên kurdî bi nav nîşana “Efsaneyên Kurdan”, “Ordîşane Sîsîl” û “Sîsîle Sîsîl” bi komkirina çîrokên kurdên Ermenistanê bi navê “Efsaneyên Kurdan”, di vî warî de hewl dane û beşek ji çîrok û efsaneyên kurdî tomar kirine. Ji bilî wan, bi dehan çavkaniyên biyanî yên din jî hene. Berhemên nivîserên kurd jî wek “Kaniya Miradan” ku ji aliyê Selah Payaniyanî ve hatiye komkirin û “Gencî Serbemor” berhema Ehmed Behrî û gelek çavkaniyên din, vê rastiyê diselimînin ku kurd xwedan gencîneyek bi qîmet ê di warî de ne.
Yek ji wan çîrok û efsaneyên ku li seranserê Kurdistanê tê naskirin û bi dehan cureyan hatiye gotin û tomarkirin, çîroka navdar ya Şahmaran e. Ew çîrok li hemû parçeyên Kurdistanê tê vegotin û li her deverekî jî bi şêwazek cuda tê vegotin. Lê aliyê hevbeş di tevahiya versiyonên wê çîrokê de, cih û pêgeha bilind ya Şahmaran û pîrozbûna wê bûnewera nîv jin-nîv mar e.
Di berhem û nivîsên cuda de, hewl hatiye dayîn bin û binetarên cuda bo çîroka efsaneyî ya Şahmaran bên dîtin lê kesî nekariye binetara serekî ya wê efsanê înkar bike. Eger sembolek wek Şahmaranê li nav hinek gelên cîranên kurdan de hatibe dîtin jî, tenê bandora kultura kurd e li ser wan, wekî din mirov nikare şiroveyek din li ser bike. Her wek mîtolojîst behs dikin, bin û binetara wê efsanê, herêmên Bakûrê Kurdistanê û Anadol, Başûr û Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ne, wate Kurdistanên bin destê Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê. Ev çîrok bi rêka kurdan derbasî nav netewên cîran bûye, lê hem çîrok û hem felsefeya pişt wê, li Kurdistanê pişt bi piştî hatiye parastin û heta çend sal berê jî, te malek kurdan nedidît ku tê de wêneya Şahmaranê tê de nebe.
Wêneya Şahmaranê, li Kurdistanê ji bilî wê yekê ku bi şêwazê nîgarkêşî hebû, bi şêwazê guldirûn û mafûr û perde û tiştên wisa li seranserê Kurdistanê dihat dîtin û çêkirin. Ew efsane li ba kurdan, sembol û nîşana zayîn, bereket û zanayî ye. Di efsanê de dema şahê maran tê kuştin, yekser li nav laşê wê de keçek li ser reng û şêwazê wê ji dayîk dibe û jiyana xwe dîsa dest pê dike. Wate mirin û jiyana wê bûnewera nîv jin-nîv mar, yek roj e. Wê roja ku dimire, dîsa ji dayîk dibe û ev rewş bi vî rengî berdewam dibe.
Ev beşa çîrokê, çîroka mirin û jidayîkbûna Dîyonosûs tîne bîra mirov. Dîyonosûs di mîtolojiya Yûnanî de, Xwedayê mestî û şerab û jiyanê ye. Dema ji dayîk dibe, ji ber ku ji reçeleka xwedayan e, ji aliyê “Tîtanan” ve, ku ne ji reçelekê xwedayan e, tê dizîn û parçe parçekirin. Paşê Xweda-Jinek ango xwedavendek, parçeyên wî kom dike û li ser ranê xwe diçîne û piştî salekî zarokek ji wan parçe û pirtane ji dayîk dibe û navê wî jî datînin Dîyonosûs. Salvegera mirin û jidayîkbûna Dîyonosûs dibe yek û li ba Yûnaniyan ev helkeft, pîroz bûye. Ji ber wê jî di vî warî de efsaneya Şahmaran û Dîyonosûs dişibin hev. Balkêş e ku her du jî sembola jiyan û vejîn û dubare jidayîkbûnê ne.
Di çîrokê de Şahmaran di bin erd de dijî û rojekî kesekî bi navê Camîsab, ku bo dîtina gingivîn dikeve nav çalekê, wê dibîne û aşiqê wê dibe û pê re dizewice. Dema dixwaze veger ser rûyê erdê, Şahmaran dibêje wî, vegera wê bo dinyaya mirovan, ji ber ku mirov bê ehd û bê peyman in, metirsîdar e. Camîsab soz dide wê ku eger vegeriya ser rûyê erdê, sirra wê eşkere neke lê dema vedigere, soza xwe binpê dike û sirra wê eşkere dike, ev jî dibe sedema kuştin û jinavçûna Şahmaranê.
Her çend Camîsab soza xwe şikand, lê piştî mirinê jî Şahmaran sê rêyan nîşan dide ku yek ji wan dibe sedema bextewerî û leşsaxiya mirovan, ji ber ku ew rê, şîfa û başbûna nexweşan fêrî Camîsab dike. Çîroka şaha maran hem li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê xelkê ve girîngiyek mezin pê hatiye dayîn û zêdebûna wêneyên Şahmaran wê rastiyê nîşan dide, hem li Bakûrê Kurdistanê xwedan cih û pêgeyek bilind e. Xelkê bajarê Mêrdînê di wê baweriyê de ne Şahmaran li kelhekê di serdema sedsalên navîn de li dûrahiya 15 km li bajarê Tertûs jiyaye. Ew kelhe heta niha jî bermahiyên wê mane û li taxa Mîsîs ya bajarê Tertûsê ye. Niha li yek ji meydanên wî bajarî peykerek Şahmaranê hatiye danîn û li wê taxê hemamek heye ku dîwarên wê xalên sor wek pûlekên mar pê ve ye û xelk di wê baweriyê de ye, ew hemam heman ew hemam e ku şah maran tê de hatiye kuştin û ew pûlek jî pûlekên çermê wê ne û pê ve mane.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî li navçeya Mukriyan, xelk Şahmaran û nîşanên wê nas dikin. Li her maleke kurdan, wêne û nîgarên Şahmaran hene û li Kirmaşanê jî her sal xwarina xêrê bo wê bûnewera pîroz tê çêkirin û belavkirin. Xelk di wê baweriyê de ne şahê maran, fermandarê hemû mar û dûpişkan e û ew bo parastina xwe, xêrê dikin û navê wê xwarinê jî “Danûyê Şahmaran” e.[1]