Mafûr û xalîçeyên Colemêrgê malên Amerikayê di xemilînin
Şadî
#Xalîçe# yên ku ji aliyê jinên Colemêrgê ve hatine çêkirin malên Amerîkayê dixemilînin. Xalîçeyên ku bi nexşên balkêş yên di atolyeyên ÎŞGEM'ê yên ku ji aliyê Mamosteyên Perwerdehiya Gel a Colemêrgê ve hatine vekirin û perwerdekarên di bin banê parêzgariyê de ne, ji bo Amerîkayê tên hinarde kirin.
Kurdshop – Xalîçeyên ku ji aliyê jinên Colemêrgê ve hatine çêkirin malên Amerîkayê dixemilînin. Xalîçeyên ku bi nexşên balkêş yên di atolyeyên ÎŞGEM'ê yên ku ji aliyê Mamosteyên Perwerdehiya Gel a Colemêrgê ve hatine vekirin û perwerdekarên di bin banê parêzgariyê de ne, ji bo Amerîkayê tên hinarde kirin.
8 mamoste û 96 şagirtên ku di saziya Mamostayên Perwerdehiya Gel a Colemêrgê, tiştên ku hîn bûne li ser nexşeyên xalîçeyan bi kar anîn, di bin navê senteza çandî de qalibên xalîçeyên Hereke yên cihêreng û rengîn çêkirin; Motîvên wek pelg, kulîlk, xençer, gul, hûz, lal û qurnefîl di nav xalîçeyan de tên birîn.
Xalîçeyên jinên Colemêrgê yên ku bi nexşên kevneşop yên kevnar tên xemlandin, ji welatên cuda û bi taybetî, ji bo Amerîkayê tên hinardekirin. Xalîçeyên ku çêkirina wan zehmete û di heman demê de çêkirina wan jî dem dirêje,
Rêvebirê Perwerdeya parêzgeha Colemêrgê Bîlal Gur diyar kir, ev xalîçe ji aliyê jinên Colemêrgê ve bi rêbazên kevneşop û xwezayî hatine çêkirin û got: ‘’Parêzgerê Colemêrgê birêz Îdrîs Akbiyik berdewam piştevaniya me kiriye û yek ji serpereştê vê projeya me yê serekî bûye. Em sipasiya xwe pêşkêşî wî dikin ku ev derfete ji bo mamosteyên xuliqkar û şagirtan ava kir.’’
Bîlal Gur diyar kir, Xalîçeyên ku hêmaneke çanda me ya giringe, di asta navnetewî de ji bo danasînê jî xwedî rolekî giringe. Ev xalîçe û mafûr li tevahiya cîhanê tê naskirin, di heman demê de yek ji berhemên me yê herî girîng a hinardeyê ye. Karê tevin karekî zehmete. Di dezgahên me yên xalîçeyan de, jinên me bi keda destê xwe, xalîçeyên me bi hevrîşimên xwezayî û bi boyaxên xwezayî yên rih û rîşeyî ve berhem tînin.
Bîlal Gur herwaha diyar kir, li vir ji bo tevahiya Cîhanê hinarde kirin tê pêk anîn û li vir hemwelatiyên me hem dibin xwedan pîşe, hem jî aboriya me qezenc dike, herweha parêzgeha me jî qezenc dike.
[1]