图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,466
图片 106,574
书籍 19,266
相关文件 97,122
Video 1,391
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Zara kevirê bingehîn yê sînemaya Kurdî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zara kevirê bingehîn yê sînemaya Kurdî

Zara kevirê bingehîn yê sînemaya Kurdî
Zara kevirê bingehîn yê #sînemaya Kurdî#
Arêz Mistefayî

Nivîskar û derhêner: Hamo Beyk Nazariyan
Berhemhêner: Armên Kîno
Pêka gotarek ji: Abe Lazo
Ekter: Zara (Mariya Tatusiyan Tenazî), Seydo Şivan (Heraçiya Nirsîsiyan), Teymûr Beyk – kurê serokeşîre (Karakaş), Xido – birazayê Zare (A. Xaçaniyan Letîf Xanim- hevjîna Teymûr Beyk (O. Gulaziyan), Mesto- bavê Zare (M. Manoliyan), Çêxê gund (Milîk. Axa Malov), Defterdar ê Berpirsê Karûbarê Kurd (A. Emîrbekiyan).
Kamêra (Sînematogirafîk): Arkadê Yalovî
Heyama fîlmê: 72 xulek
Welat: (Êrîvan – Ermenistana Soviyetê)
Sala belavkirinê: 1927 (fîlma bêdeng)
Pêşgotin
Zara yekemîn kiryara çîrokî ye ku Kurdan nîşan dide û bi gotineke din kevirê bingehîn ê sînemaya Kurdî ye û di heman demê de yek ji berhemên destpêkî yên sînemaya Ermenistana Soviyetê ya di serdema sînemaya bêdeng de ye. Zara di heft xelekan de bi rêya çîrokeke evînî ve behsa çand, adet û rêûresmên Kurdên Êzidî dike. Fîlm xwedî wêneyên çandî û civakî yên xurt e.
Lê girîngiya fîlma Zara tenê ji ber wê yekê nîne berhemek dîrokî û arşîvî ye, belkî ew fîlme bersivek siyasî û rexneyî ye ji bo êş û azarên Kurdên di bin desthilata hikûmeta Tizar, axa, şêx û sîstema eşîrî de, herwisa dijayetîkirin digel şerê cîhanî yê yekem, li ser bingeha ciwanînasî ya “Dibistana Montaj” bi taybetî “Sêrgî Ayîzniştayin”. Fîlm di asteke dinê de rexne li nezanî û paremayiya hizrî ya xelkê hejar dike û di heman demê de piştgiriya Kurdan dike bo ruhê şopandin bo dadperwerî û serhildan li dijî sitemê.
Kurteyek
“Zara û Saydo” evîndarê hevdu ne û biryar e di demek nêzîk de bizewicin. Lê Teymûr Beg ê kurê serokeşîre tevî hebûna jineke din dixwaze dest bi ser Zerayê de bigire. Hatina karbidestên Tizar ji bo pêkanîna girûpeke xwebexş a Kurd bo eniya şerê cihanê yê yekê, derfetek bo Teymûr Beg afirandin ku pare bide bi berpirsan û Seydo bişîne şer. Lê di nîveya rê de Seydo direve û vedigere gund û li wir tê girtin û dişînine girtîgehê. Niha Teymûr ku ti astengiyan nabîne, Zara ji mala bavê wê didize û dem û roja dawetê radigihîne. Seydo ji girtîgehê direve û bîra tolhildanê û azadkirina Zarayê dike. Di roja dawetê de bi hevalên xwe re vedigere navçeyê û piştî kuştina pasevan û Teymûr, Zarayê azad dike.
Rohnkarî
Zara (romansiyet û xebat)
Zara û çiyayê Araratê dixwazin ji berdengê xwe re çi bibêjin? Nîşandana parçeyek ji jiyana eşîreyî li gundekî li quntara çiyayê Araratê yan jî tiştek wan a zêde heye bo gotinê? Fîlm bi dîmeneke dûr a Araratê dest pê dike û digihêje quntarên çiya û jiyana mirovên asayî yên herêmê û bi şêweyekî belgefîlm nîşan dide. Ararat nasnameya Ermenî û Kurdên nîştecih ên wî welatî ye. Ararat sembola berxwedan û rawestana mirovê bi emeg û xebatkar e ku li dijî zilm û talankirinê rawestan. Xelkek ku bi hezaran çîrok di dilê wan de ne. Çîrok û vegotina têkoşana xelkê bindest li tenişt Araratê. Yek ji van bûyerên dîrokî jî, serhildana Îhsan Nûrî Paşa û damezrandina Komara Araratê di sala 1927an de ye, di heman salê de fîlm tê çêkirin. Zara jî vegotina romansiyet û xebat e li dijî Teymeûr Beg û çewsandina xelkê di sala 1915an de li serdema şerê cîhanî yê yekem nîşan dide. Serdema têkçûna Rûsyaya Tizarî û feodalîzm, serhildana xelkê û vebûna dadperwerî.
Xala sereke ya fîlma Zara xelkê çînên bindest e, bi watayek dinê, ew fîlme bi karê rojane yê xelkê dest pê dike û bi serkeftina wan diqede. Her ji ber vê sedemê jî fîlm bi dîmenên rastîn (ajaldarî, şîrdoşîn, bermal çêkirin, çêkirina xwarinê û xwedîkirina zarokan) dest pê dike da ku jiyan û çanda rasterast a Kurdên êzîdî nîşan bide. Ji bo bidestxistina vê armancê, “Hamobêk Nazariyan”, şêwaza edîtoriyê bi kar tîne. (Montaj ew şêwaze ye ku sînemaya Avangard a Soviyetê bo afirandina wate û têgeh bi sedema pêwendîkirina navbera wênegerên cuda bi kar dibirin). Ew bi vê keresteyê rexneya micid ji rejîma Tizar a Rûsiyayê û sîstema koledarî li Kurdistanê dike. Ji bo nîşandana rewşeke wiha, Nazariyan ji bo vegotina çîrokeke kilasîk çîrokek evîndarî vedibêje.
Weke ku berê jî hate gotin, Nazariyan alîgirê xelk û çîna bindest e, lê ev alîgiriye bê rexne nîne û ew rexne li nezanî û xurafetiya wan dike (piştgirî û agehdarkirin bi rêya kamêrayê bo xelkê armanca wî ye). Lê rexneya sereke ya derhêner li hember desthilatdariya Tizar û mekanîzma eşîrî û axatî ye. Du pêkhate di rewşên ciyawaz de ku hevûdu xurt bikin. Derhêner bi hûrî diziya pareyê berpisrsan di bin wêneya “Tizar Nîkolasê Duyem” û jina wî de nîşan dike. Bi heman awayî serokeşîre, şêx û pasevan di dema dizînê de, parewergirtin û binpêkirina mafê xelkê, bi girtina wêneyên nêzîk nîşan dide. Nazariyan ji xeynî xelkê hejar û asayî, desthilatdar û kesên ku zilmê dikin, bertîl distînin û ji xelkê diziyê dikin, bi giştî wek rûyek naşîrîn nîşan dide.
Berpirs û defterdar bi alîkariya serokeşîr û şêxan, xelkê hejar dişînin bo qada şer û ji kesên ku hinek pere û pez hene, bertîl werdigirin. Wek wê yekê ye ku hemû kes yekdeng dibin ku bi gotina defterdar: “Kurd jî wek pezê xwe nezan in” û dikarin bêne xapandin. Ji aliyekê ve serdest bi hev re hevkariyê dikin, bindest jî netenê bi hev re nînin, belkî bi fêlbazî û xapandinên wan re hevnerîn didin.
Xala hêvîbexş ew e ku Seydo ji ber evîna xwe li hember hikûmet û Teymûr Beg radiweste. Ew neçûye qada şer (şerê cîhanê yê yekem), şerekî bêsûd ku ji bo çînên bindest tenê mirin û belengazî bû û ji berpirsê Karûbarê Kurd û Defterdarî re dibêje, “tenê hejaran dibin (bo xizmeta serbazî), di demekê de dewlemendan nabin. Dengê wî dengê dijberiya li hember desthilatdariyê ye. Ji ber vê dijminatiya bi desthilatdaran re dikeve girtîgehê. Revîn ji girtîgehê û paşê berdana Zara û hildana tolê ji xan armanca dawî ya Seydo ye. Bi van kiryaran li dijî hikûmet, axa û şêxan derdikeve. Her çende sedema vê dijberiyê evîndarî ye û ne hişyariyek siyasî ya diyarîkirî, ev yeka bes e ku Nazariyan bi vê hincetê sîstemeke gendel rexne bike. Ew tenê bi rexnekirina desthilatdarên wê serdemê dikare çînên kûr ên civaka wê serdemê nîşan bide. Nazariyan ji bo sibeyek baştir di bin siya Araratê de ji bo xelkê, bi redkirina hemû tarîtiyê digihe pakiyê û ya ku dimîne xelk û Ararat e.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览17
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 06-05-2024
挂钩项目: 32
图书馆
文章
日期与活动
词和词组
小组: 文章
Publication date: 10-03-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 艺术
书: 方案
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 06-05-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-05-2024
此产品最近更新( سارا ک ):06-05-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览17
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,466
图片 106,574
书籍 19,266
相关文件 97,122
Video 1,391
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!