‘Dîroka dewleta Tirk bi qirkirina gelan tije bûye’
Amara Baran/Qamişlo
Nivîskar Mihemed Bekir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, lê li çar parçeyên Kurdistanê êrişên qirkirinê didomîne û wiha got: “Dîroka dewleta Tirk bi êrişên #qirkirinê# yên li dijî gelê kurd tijî bûye. Ew li ser bingeha tunekirina gelan hatiye avakirin.”
Piştî rûxandina rêjîma Eseed, êrişên dewlet Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûye. Dagirkerî bi balafirên şer, balafirên bê mirov yên bi çek, tang, tob û tevahiya çekên giran êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û hewil dide tevahiya herêmê dagir bike. Li hemberî wê jî şervanên QSD, YPG, YPJ’ê û gelên herêmê bi çradeyeke mezin berxwedaniyeke dîrokî didin meşandin û êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê têk dibin. Derbarê mijarê nivîskar Mihemed Bekir ji rojnameya me re axivî.
‘Pêwîste dewlet li gor mafê azadiya gelan gav bavêje’
Mihemed Bekir di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Berê jî Rêber Apo û tevgera azadiya gelê kurd ev rewşa ku niha li Rojhilata Navîn tê qewimandin bi analîz û şîroveyên xwe dabûn bibîrxistin. Rêber Apo di gelek şîroveyên xwe de li ser mijara Netew- dewlet û sîstema sermayeder ku niha di Rojhilata Navîn de pêşketiye, sekinîbû, di heman demê de îşaret bi wan kirîzên ku derdikevin wek kirîzên şofînîzim û hişmendiya dîktatoriyê kiribû. Di heman demê de ev kirîza ku niha li Rojhilata Navîn diqewime bangawaziyên Rêber Apo JI BO Çareserkırına wê hebûn. Rêber Apo nirxandina yekem bi destpêkirina şerê cîhanê sêyem girt dest, ji bo ku pêşî li wî şerê bê girtin ji bo gelê kurd û gelê heremê gelek pêşniyaran kiribû da ku ew pirsgirêk bên çareserkirin. Rêber Apo dibêje ku pêwîste dewlet li gor mafê azadiya gelan gav bavêjin, lê belê tu gav nehat avêtin. Heman deme de sîstema xwe ya dagirker li ser gelan ferz kirin, ew jî bû sedem ku kerasetên mezin li heremê biqewimin. Suriye, Iraq, Îran û Tirkiye di nav rewşeke gelek xirab re derbas dibin.”
‘Suriyê ji aliye dewleta Tirk ve bûye qada nakokiyên siyasî’
Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Pêwîste em vê rastiyê baş fam bikin. bi hilweşandina Rejîma Esed gelên Sûriyê hê rizgar nebûye û ne gihaye mafê xwe. Ji ber piştî ketina Esed niha Sûriyê bûye qada nakokiyên siyasî û taybet ji aliyê dewleta Tirik ve. Destêwerdana dewleta Tirk di neha de di astekî wisa deye , heya nihe ne diyare ku ev destêwerdan wê siberoja Sûriyê ber bi ku û kîjan modela desthildariyê ve bibe. Ew hêzên ku neha di Sûriyê de desthildare, çiqas piropagandeya wê dike ku guhartin çêkiriya û guhertin di siyaseta xwede kiriya lê em dibînin ev destrhilata niha li Şamê de heye, li ser sîstemeke nijadperestî û terorî dimeşe û xwe ji vê rewşê xilas nekiriye. Her yek ji hêzên desthildar û hêzên ku destê xwe kirinE nav kar û barên Sûriyê de li gor berjewendaiyên xwe nêzî nexşeya Sûrî dibin. Di heman demê de şerekî gelek mezin ji bo berjwendiyên desthildariyê dimeşe.”
‘Li Rojava îradeyek mezin heye’
Mihemed destnîşan kir ku ya herî girîng di vê demê de pergala Neteweya Demokratîk ku gelê Kurd pêşengiya wê dike û wiha domand: “Ev pergal li ser hişmendiyeke cuda ji hişmendiya hêzên desthilatar hatiye avakirin. Ji ber ku Modela li Rojava berjenwedniya pêkvejiyan û mafê azadiya gelên Sûriyê esas digire. Rijma Esed bi dawî bûye lê heye niha tu guahertin di aqiliyeta desthildariyê de pêk nehatiya . Tenê guhartinên hene li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye. Çawa di destpêkê de Rêber Apo şîrove li ser van buyerên xeter kiriye, di heman demê de li hember van xeteriya jî tedbîrên pêwîst digirtin. Gelê Kurd taybet li Rojava ji bo van geşedanên nehe diqewimin xwe amade kirine, bi perwerde û pêşniyarên xwe karibûn di çaroveya hêza xwe ya fikirî û siyaseta xwe de, xwe birêxistin bikin. Niha li Rojava îrdayek mezin heye, berhemê vê kedê jî Rêber Apo ye.”
‘Dîroka dewleta Tirk bi komkujiyên li dijî gelan tije bûye’
Mihemed Bekir bi bîr xist ku ne tenê li Rojava, dewleta Tirik li çar parçeyên Kurdistanê li dijî mafê azadiya gelê Kurd siyaseta tunekirinêdimeşîne û wiha got: ” Dewleta tirk ya dagîrker li ser esasê tinekirina gelan hatiya avakirin. Ev siyaset û êrîşên nihe têne kirin bi armacên tinekirina gelê Kurd e. Ev yek beriya nehe li Bakûr jî dikir. Dewleta tirk bi xwe jî vê yekê venaşêre û dide diyakirin ku li ku derê Kurd bibin xwedî destkeftî ew ê hewil bidin ku van destkeftiyan ji holê rakin. Nehe jî dema faşizma AKP û MHP’ dibîne ku sitemeke demokrat û azad bi pêşengiya gelê Kurd hatiya vakirin, ew pir tengav dibe û bi hemû awayan êriş dike. Ew bi van êrişan hewil dide ku dawiyê li vê modela netewa demokratîk a gelê Rojava bîne. Li ser vî esasî nihe ew bi hemû hêza xwe êriş dike. Niha gelê me yê Rojava di nava berxwedaniyeke mezin de ye û di çarçoveya berxwedaniya gelê me yê Rojava de hemû pilanên dagîrkeriyê têk çûne.”
‘Dewleta Tirk êrişên xwe li ser heremê zêde dike’
Mihemed wiha li axaftina xwe zêde kir: “Em di qonexekî gelekê hesas de ne ku Kurdistan û Rojhilata Navîn bi giştî di nava guhertinan de ne û ev guhartin teqez wê pêk werin. Ji ber ku êdî modela sîstema desthildariyê ber bi dawiyê ve diçe. Hêzên testhildar jî destêwerdanên xwe liser herêmê zêde dike. Şerên ku derdikevin, bi çarenûsa gelê kurd ve jî girêdayî ye. Her kesek dixwaze pêşeroja xwe mîsoger bike. em hemû dibînin hêzên dagîrker û taybet dewleta tirik dixwaze hinek tiştan bi dest bixe. Ji bo vê jî dewleta Tirik li herçar parçeyên Kurdistanê gelê me dike hedef û dixwaze îrade gel tune bike.”
‘ENKS’ê destek dide dewleta tirk’
Nivîskar Mihemed Bekir axaftina xwe wiha qedand: “Di heremên dagirkirî de ENKS’ê piştgiriyê dide çeteyên dewleta Tirk. Di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ENKS’ê jî destek didin faşîzma Erdogan. Lazime li herçar parçeyên Kurdistanê û Ewropa gelê Kurd û dostên wan ji bo piştgîriya berxwedaniya gelê Rojava bibin xwedî helwîst û rê liber dagîrkeriya Eredogan bigirin. Mala barzanî li ser xeta îxanetê xwe avakirine û li Başûrê Kudistanê jî êrîş bi pêşengiya çekdarên Berzanî jî dewam dike. Şoreşa ku bi pêşengiya tevgera azadiyê li her derê û taybet li Rojava pêş ketiya û pêşengiyê ji bo sîstemek nû dike, pêwîstiya wê bi yekrêziya gelê Kurd heye. Hêza gelê Başûr pêwîste li hev were komkirin, bibe hêzekî mezin him ji bo Şereşa Rojava.”[1]