‘#Dewleta Tirk# dixwaze tevlîheviyê di nava pêkhateyan derxe’
Dîlan Mulhim/ Qamişlo
Rojnemevanên kurd diyar kirin dema ku artêşa HTŞ ê’ êrişî rêjîma bass kirin û tavhiya suriyê kirin bin kontirola xwe gelek guhertin li suriyê çêbûn. Herwiha dewleta Tirk ji vê rewşê sûd girt û dixwaze ku tevlîheviyê di nava pêkhateyê herêmê de derxin.
Piştî ketina Rêjîma Bass û kontrolkirina bajarên Sûriyê ji aliyê HTŞ’ ê ve gelek guhertin û veguhertin li Suriyê çêbûn. Herwiha dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji rewşê sûd girt û êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Di derbarê rewşa niha li herêmê diqewime rojnemevan Rênas Remo û Ela Hiso ji rojnameya me re axivîn.
‘Bi hatina hikumeta veguhêz gelek rê hene’
Rênas Remo di destpêka ” Bi giştî dewletên cîhanê rewşê kontorol dikin ku gelo hikumeta veguhêz wê suriyê bi çi rengî ve bibê. Herwiha li gorî wê kontirolê wê têkilî ên vekirin ku desthildarî li ku dêye. Dema ku gelê suriyê derket li dijî rêjîma bass ji bo Suriyeke dîmokratîk ji bo mafê her pêkhateyan lê hebê, ji ber vê yekê pêwîste biryar ku ji aliyê şamê were sitandin ji ber gelê ku azadî xwest. Dewleta Tirk ji despêka şoreşa suriyê ve derbasî axa Suriyê bû û di destpêkê de aliyê Itîlaf û Opzîsyonê re bû. Dewleta Tirk Itîlaf û Opzîsyon kişan bi aliyê xwe bi rengî reşkerî derbasî axa Suriyê bû, lawaziya ku hişt şoreşa suriyê dirêj bibe sedema wê dewleta Tirka a dagirker re.”
‘Armanca dewleta Tirk vegerandina dewleta Osmanî ye’
Rojnemevan Rênas Remo da zanîn ku dewleta Tirk ji ber şoreşa Suriyê sûd digire, dixwest ku dagirkeriya xwe di axa suriyê de zêde bike û axftina xwe wiha qedandin: ” Armanca dewleta Tirk ew ku riyekê veke xwe bigihîne dewleta Îraqê û dewleta xwe ya osmanî vekerîne. Herwiha piştî ketina Rêjîma bass û heta roja îro êrişên dewleta Tirk berdewam dikin û derbasî Minbicê bû. Gelek mirov kuştin û malên wan talan kirin, Di heman demê de dewleta Tirkê naxwaze ku Suriyeke dîmokrartîk ava bibê û dixwazê dewleta osmanî vegerên, ji ber ku axa Suriyê û Îraqê bixê bin destê xwe. Herwiha li Bakur û Rojhilatê Suriyê Rêveberiya Xweser hate avakirin û hemû pêkhate cihê xwe tê de cigirtin û bû nimûneyek ji bo Rojhilata Navîn bi giştî. Rêveberiyên bi vî bingehî weren avakirin û ji ber mafê van miletên ku bi sedê salan karkirine heye, lê mixabin ev rêvberiya ku hate avakirin gelek dewletên cîhanê li dijî derketin. Heta roja îro şerê wê dikin û bi taybet dewleta Tirk, pêşeroja Suriyê girêdayî Bakur û Rojhilatê Suriye. Ji ber vê yekê ji gelê Suriyê tê xwestin ku rêveberiya xwe re destek bin, di heman demê de pêwîste Rêvebeiya Xweser û hikumeta Şamê ya demkî li hev rûnin û çareseriyekê ji ber pêşeroj suriyê bibînin.”
‘Armanca Rêveberiya Xweser Suriyeke dîmokratîke’
Ela Hiso di destpêka axftina xwe de wiha got: ” Ji 27 ’ ê mijdarê ve êrişekî mezin li Suriyê bi tevahî pêkhat û di nava de hêza HTŞ’ ê ku ji xwe re rêjma bass ji xwe re kirin armanc. Di heman demê de artêşa heteşê tevahiya bajarên Suriyê kontirol kirin û heta gihiştin şamê û di heştê mihê de rêjîma bass a desthildar rûxandin. Piştî ketina sîstema rêjîma bass ê gelê suriyê bi tevahî ê ku desthildarî dîtibû û bi tevahî daketin qadan bi taybet gelê kurd, gelê kurd ji aliyê rêjîma bass ê ve gelek desthildarî dîtine. Rêjîma bass gelek desthildarî li gelê kurd kir û nimûne 12 ê Adarê ye. Herwiha rêjîma bass bi erkê xwe ne dirabû û parstina gelê sûriyê nedikir, dema niha rewşa Suriyê hatiye guhertin û sîstema rêveberiyeke nû tê avakirin. ji bo rewşa suriyê de diyar ku wê ber bi ku ve biçê û li gorî Rêvberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Suriyê ji bo ku di nava Suriya nû de gelê me cihê xwe bigirê banga aştiyê heye. Niha pêvejoya ku em tê re derbas dibin, pêvejoyeke pêwîstiya wê bi diyalokê heye û ji bo suriyeke nenavendî ji bo ku parstina hemû pêkhateyên gelê Suriyê. Rêveberiya Xweser ji bo diyalokê haziriyê xwe dikê û helwesta Hêza Suriya Dîmokratîk diyare ku ji bo parastina axa suriyê ameden ye. Li ser vî bingihê ku biriyara bilind kirina ala serxwebûnê li hemû saziyên xwe em dibînin ku Rêveberiya Xweser parçebûnê naxwazê û dixwazê Suriyeke dîmkratîk werê avakirin.”
‘Gelê me li ser doza şehîdê xwe berxwedaniyê dikin’
Ela Hiso axftina xwe wiha bi dawîkir: “Êrîşên ku di navbara rêjîma bass û HTŞ ê de çêbûn, dewleta Tirk ji rewşê sûd girt û çeteyê girêdayî wê êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê kirin. Armanca êrişên dewleta Tirk ku gelê herêmê bide koçber kirin û Rêveberiya Xweser lawaz bikin. Li ser vî bingehî heta roja îro gef û êrîşên dewleta Tirk berdewamin û dewleta Tirk dixwaze dosya Suriyê de xwe aktîf bikê û herêmên Bakur û Rojhilata Suriyê dagir bikê. Lê hemberî van êrîşan ji aliyê gel û şervan ve berxwedaniyeke têkirin bi taybet ji aliyê Minbic û Tirfihet û bi giştî berxwedaniyek pê hempa ji aliyê şervan û gel ve tê meşandin. Piştî ku Rêveberiya Xweser severberîk ragihand gelê me li qada ye û gelê me li ser soza şehîdê xwe ye û li ber xwe dide. Heta roja îro gelê me li hemberî êrişê dewleta Tirk gel û şervanên be berxwedaniyê dikin. Herwiha dewleta Tirk li hemberî berxwedaniya gelê me li bin ket û dema niha dewleta Tirk hewldanê dagirkerina herêmên nû yên Rêvberiya Xweser dikê û bi taybet herêmên sînorî. Di heman demê de şervanên me di severberiyê de ne û berxwedaniyê dikin. Dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên leşker pêktînin, şerekî ne norman dide meşan din dirya çapemeniyê. Dewleta Tirk roja ne dîmenên nerast belav dike û diriya van şerê xwe yê çetmeniyê dixwaze gelê kurd ji axa wan derxe. Dewleta Tirk şerê biskolojîk dide beşan din ji bo ku gelê herêmê koçber bikê û lê berovajî vê gelê me li ser axa xwe ye bi şervanê xwe re ye. Dema niha pêwîs ku gelê me berê xwe dibê çetmeniya azad li Bakur û Rojhilatê Suriyê ji bo ku agahiyên rast hilgirê. Ji bo ku ev şerê taybet baş xwe jê biparêzin. Heta niha gelê me bi vî şerî bandor nebû ji ber ku gelê me girêdayî fikir û felsefeya Rêber Apo ye[1]