‘Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk Şoreşa Rojava biparêzin’
Ayşa Silêman/Qamişlo
Şêniyên Qamişloyê bi dirûşmeya “Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk Şoreşa Rojava biparêzin” li dijî êrişên #dewleta Tirk# a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşeke girseyî li dar xistin.
Îro di demjimêr 12’an de, li bajarê Qamişlo li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk meşeke girseyî ji aliyê Şêneyên bajarê Qamişlo ve hat li darxistin. Meş ji pêş dermanxaneya Deham a li taxa Kornîş bi pêşngtiya jinan û bitevlîbûna hemû saziyên Rêveberiya Xwesriya Demokratîk dest pê kir.
Di meşê de wênyên Rêber Apo hatin hildan û silogana “Na ji bo dagirkeriya Tirkiyê re, Bimre îxanet” dihat qêrîn. Ev meş heta Çerxereya Felahîn bidawî bû û veguherî mîtîng.
Di destpêkê de hemû kes xuleyek bêdengî li ser giyanî Şehîdan rawestiyan û hevserokê Meclisa Cîbicîkar a Kantona Cizîrê Telet Yûnis di derbarê êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de axivî û diyar kir ku gelên Rojava gelên xwedî mîrasekî mezin ji berxwedaniyê ne, tu hêz nikarin vîna wan bişkînin, bi salan dijmin bi êrîşan û bi siyasetê dixwazin kurdan qirbikin û nasnmeya wan ji holê rakin, lê roj bi roj hêza me û berxwedaniya me xurtir dibe, xwedî derketina li Şoreşê isbat kiriye ku gelên Rojava bi hemû pêkhateyên xwe îro bûne xwedî pirojeya çareseriyê.
Herwiha piştire jî berdevka PYD’ê Sema Bekdaş ji bo heman mijarê anî ser ziman ku berxwedana gelan a li dijî zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker berdewam e. Rastiya van êrîşan ne nûye, ev sedê sala ye ku ev êrîş li ser gelê Kurd tê kirin, bingeha avakirin dewleta Tirk li ser qirkirina gelan bû û ev sed sale jî hîn di vê siyaseta xwe de berdewam e.
Di dawiyê de Endamê Desteya Rûsipiyan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhan Hesen têkildarî vê mijarê da diyar kirin ku ne dorpêckirin û ne jî êrîş dikarin gel ji bingeha wî dûr bixin ya ku wan ji Rêber Apo girtîn, her tim gelê Kurd wê bimîne gelê xwedî qedir û wekî bêkhateyê Ereb jî her tim destekê didin wan heya dawiya jiyana me. Em ji dewleta Tirk re dibêjin tu carî tu nikare vîn û dîroka me bin pê bike.[1]