‘Em ê asta têkoşîna li dijî tundiya li ser #jinan# bilintir bikin’
Birûc Resûl/ Qamişlo
Rêvebera Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan diyar kir ku ew ê asta têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan bilintir bikin, herwiha bang li rêxistinên jinan yên navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinan bêdeng nemînin.
Em di serdeme şerê pergalê de dijîn, di vê serdemê de li dijî jinê rewşeke şer heye ku nehatiye ragihandin. Bi sedê salan e ku tundiya baviksalarî derketiye meydanê. Her roj bi sedan jin ji hêla mêr ve têne kuştin. Her deqe tacîz û tecawîz li ser jinê dibe. Her kêlî tundî li ser bi hezaran jin dibe. Hişmendiya mêtinger, baviksalar heye ku jinê dike milk. Vê hişmendiyê xwe bi rengê pergala gerdûnî rêxistinî kiriye.
Li hemberî tevahiya cureyên şidet û tundiya li ser jinê, 25’ê Mijdarê weke Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê hat ragehandin. Her sal rêxistinên jinan yên cîhanê bi boneya vê rojê û ji bo bîranîna xwîşkên Mîrabalê, herwiha li dijî tundiya li ser jinê çalakiyên mezin li dar dixin.
Bi buneya 25`ê Mijdarê roja tekoşîne li dijî tundiya li ser jinê Rêveberiya Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê Arza Temo ji rojnemeya me re axivî.
Arzo Temo di destpêka axaftina de diyar kir ku 25`ê Mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye, li tevahiya cîhanê di vê rojê de jin li dijî tundiyê çalakiyên cur bi cur li dar dixin û got: “Em wek jinên bakur û rojhilatê Sûriyê, têkoşîna me ya li dijî tundiya li ser jinê di asteke bilind de tê meşandin. Wekî Rêxistina Sara her sal ji bo pêşwazîkirina vê rojê em hazirtiyan dikin, îsal jî bi boneya 25’ê Mijdarê me pêngavek da destpêkirin. Di 5’ê Mjidarê de me bi daxuyaniyekê pêngava xwe ragehand, pêngava me jî rêzeçalakî ne. Destpêkê em ê wekî panêlekê derbarê vê rojê li dar bixin, panêl jî wê di nabera Rêxistina Sara û Meclisa Jinên Olî de li ser du mijaran bê li dar xistin. Herwiha wê nerînên jinên civakê li ser vê rojê bên girtin.”
Çalakî
Arzo axaftina xwe wiha berdewam kir û got: “Wê semîner ji jinan re bên dayîn, tê de wê sedema tundiyê bê nîqaşkirin. Wê semîner bi zimanên kurdî û erebî bin. Herwiha wê meşek meşeleyan ji aliyê Rêxistina Sara û Rêxistinên Jinan bê li darxistin, ev meş jî bi armanca piştgiriya bi jinê re li dijî tundiyê ye. Di meşê de wê li ser nepoxan navên jinên şehîd bên nivîsandin. Herwiha biroşûr derbarê vê rojê de wê bên belavkirin û semîner jî bên dayîn. Derbarê vê rojê de wê li Kobanê, Sirîn, Heleb, Yên Îsa, Hesekê û hersî kampên Newroz, Waşokanî û Newroz wê filêks derbarê 25`ê Mijdarê de bên dalwqandin. Li her devrên bakur û rojhilatê Sûriyê bernameya me hevbeşe. Herwiha 25`ê Mjidarê em tevlî meşa giştî jî dibin.”
‘Pêwîste jin li dora zagonên Rêveberiya Xweser yên ji bo jinê bibin xelek’
Arzo Temo da zanîn ku di dema dawî de di sala 2023’an de bûyerên kuştina jinan zêde bûn, herwiha li hemû cîhanê tundî berdewam e û wiha domand: “Ev tundî di salên dawiyê de zêdetir bûne. Li dijî tundiyê divê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zagonên ku Rêveberiya Xweser li dijî tundiyê danîne, werin bicihkirin û pêkanîn. Niha li herêmên Rêveberiya Xweser bûyerên kuştina jinê û tundiya li dijî wê ji yên herêmên dagirkirî û yên di bin kontrola hikumeta Şamê kêmtirin. Sedema wê jî ji ber Rêveberiya Xweser li dijî tundiya li ser jinên zagon danîne û ev zagon tên pêkanîn. Lê niha tişta ku zêdetir tê xwstin ew e ku li dijî tundiyê û kuştina jinê civak bê pêşxistin û xwe zane bike. Ev jî bi semîneran û çalakiyên cûda pêkan e. Herwiha di nava malbatê de divê çanda wekheviya herdû cinsan bê çandin. Divê herkesê ku li dijî zarok û jinan sûcan bike, zagon li ser wan bên pêkanîn da ku bi van zagonan rê li ber tundiyê bê girtin. Divê zagonên Rêveberiya Xweser ji sedî sed bên pêkanîn, divê tevahiya jinên bakur û rojhilatê Sûriyê zagonên jinan yên ku hatine danîn, biparêzin û li dora van zagonan bibin xelek.”
‘Divê jinên cîhanê rastiya kiryarên dagirkeriya Tirk eşkere bikin’
Rêveberiya Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê Arza Temo wiha dawî da axaftina xwe û got: “Bangoziya me ji hemû jinên cîhanê yên di mjiara parastina mafê jinê de çalakin ku li hemberî kuştina jinan li herêmên dagirkirî yên di destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, bêdeng nemînin, divê rêxistinên jinan yên navneteweyî derbasî herêmên dagirkirî bibin û sûcên li dijî jinan tosîq bikin, herwiha divê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser sûcên ku li dijî jinan dikin bên darizandin. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi 100’an jin revandine, destdirêjî li wan kirine û kuştine, divê jinên cîhanê vê rastiyê ji raya giştî ya cîhanî re eşkere bikin.”[1]