=KTML_Bold=Kobanê di qirika dewleta Tirk de kelemek e=KTML_End=
Kobanê neket destê #DAIŞ# `ê ku dewleta Tirk a dagirker xwe spartibû wê û gelek salan piştgiriya wê dikir. Hêviyên dewleta Tirk ên ketina bajêr, şikestin û #Kobanî# ji bo plana Osmanî ku dewleta Tirk dixwaze bi dagirkirina bajêr re bi dest bixe, bû kelem.
Kobanê di qirika dewleta Tirk de kelemek e
Bi ketina rejîma Baasê ya 8`ê Kanûna 2024`an re jî şer li Sûriyeyê ranewestiya. Rêveberiya Xweser beriya çend rojan li hember êriş û gefên li dijî projeya xwe, seferberî ragihand.
Di encama êrişan de komên çeteyan ên dewleta Tirk a dagirker 7`ê Kanûnê bajarê Minbicê dagir kir. Çete gihaştin başûrê bajarê Kobanê û bi 30 kîlometreyan nêzî pira Qereqozaqê bûn ku di navbera rojhilat û rojavayê Firatê de ye. Her wiha tenê bi 70 kîlometreyan ji bendava Tişrînê dûr in. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hember wan êrişan li ber xwe dide û nahêle çete bigihêjin her du cihan.
Dewleta Tirk a dagirker beriya çend hefteyan hêzên xwe li nêzî bajarê Kobanê kom kirin. Kurdistanî, sûriyeyî û rayedarên rojavayî bi xetereya hewldanên dewleta Tirk ên li dijî bajarê ku ji bo gelê Kurd û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sembol e, hesiyan û piştgiriya Kobanê kir.
Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gundewarên Kobanê bi piştgiriya balafirên şer, plana sereke ya dewleta Tirk a li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û projeya Rêveberiya Xweser tîne bîra me ku Kobanê li hember wê planê, kelem e.
Dewleta Tirk aşkera dibêje ku ew li gorî Mîsaqî Millî dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê dagir bike û tev li axa Tirkiyeyê bike. Mîsaqî Millî, biryarnameyek e ku nexşeya Tirkiyeyê sala 1920`an tê de bi serkêşiya Kemal Ataturk hatiye xêzkirin.
Sala 2014`an dema DAIŞ`ê rûberên berfireh ên Sûriye û Iraqê kontrol kirin, dewleta Tirk berê DAIŞ`ê da Kobanê da ku dagir bike.
Dewleta Tirk ji bo ku vê armancê bi dest bixe, çek û desteka lojistîk ji DAIŞ`ê re pêşkêş kirin û sînorên xwe li pêşiya 40 hezar DAIŞ`iyan vekirin ku ketin Sûriye û Iraqê. Bajarên li başûr ên li ser sînorên Sûriyeyê, kirin navendên DAIŞ`ê û malbatên wan.
Şer çend hefteyan domiya lê DAIŞ’ê nekarî Kobanê dagir bike. Wê demê Koalîsyona Navneteweyî bi serkêşiya DYA`yê dest bi êrişên hewayî yên li dijî DAIŞ`ê kir, komeke pêşmerge û şervan ji herêmên cuda yên Kurdistanê derbasî Kobanê bûn.
RAGIHANDINA ROJA PIŞTGIRIYA BERXWEDANA KOBANÊ
Gelên cîhanê zanîn dê DAIŞ li ser her kesî xetere be, dema bajarê Kobanê dagir bike. Lewma li seranserî cîhanê li 93 dewletan mîna Arjantîn, Japonya, Efganistan, Misir, Fas, Tirkiye û piraniya dewletên ewropî, bi milyonan kes derketin xwepêşandanê. Hikumetan li gel berxwedana bi dehan şervanan di kolana herî dawîn a Kobanê de, banga destwerdana demildest kir.
1`ê Mijdarê wek Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin. Xwepêşandan li kolanên sereke yên bajarên mezin ên cîhanê û balafirxaneyan û balyozxaneyên Tirkiyeyê yên li dijî piştgiriya dewleta Tirk a ji DAIŞ`ê re, derketin.
Rêber Abdullah Ocalan ji bo Kobanê seferberî ragihand. Bang li civata Kurdistanê kir ku Kobanê biparêze. Ev bangewazî û seferberî, di şer de çarenûsî bû.
Bi dehan ciwan ji herêmên cuda yên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û şervanên enternasyonalîst ji dewletên cuda yên cîhanê, çûn hawara Kobanê.
Çalakiyên gel li Bakurê Kurdistanê yê ku li ser sînorên bajêr mertal çêkirin, roleke girîng di bidawîkirina dorpêça li ser şervanên li eniyên bakurê bajêr li ber xwe didin de, lîst.
26`ê Çileya 2015`an, Yekîneyên Parastina Gel-Jin (YPG-YPJ) bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî bajarê Kobanê ji DAIŞ`ê rizgar kir û piştî berxwedana 134 rojan serkeftin ragihand.
PIŞTÎ BINKEFTINA DAIŞ`Ê DEWLETA TIRK DERBASÎ SÛRIYEYÊ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker beriya ku DAIŞ bi destê ciwanên herêmê têk biçe, êrişên li dijî kantona Efrînê Çileya 2018`an zêde kirin. Piştî ku QSD`ê bajarê Reqayê 9`ê Cotmehê rizgar kir bi çend mehan, dewleta Tirk êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kir û ew her du herêm dagir kirin. Bi çeteyên xwe re bi sed hezaran Kurd, Ereb û Suryanên li wan herêman koçber kirin.
Piştgiriya cîhanî bi sûriyeyiyên li hember hovîtiya dewleta Tirk li ber xwe didin, kêm bû. Rast e êrişên dewleta Tirk li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên herî hovane û xwîndar bûn, lê hêzên navneteweyî li hember koçberî û guhertina demografîk a herî mezin bê deng man.
Dema Tirkiye navenda bi hezaran çeteyên ku berê xwe didan Sûriyeyê, Iraq, Azarbeycan, Efganistan û Bakurê Afrîkayê bû, daîreya xetereyê li ser dewletên cîhanê firehtir dibû. Tirkiye di êrişên li dijî Girê Spî de, bi dehan çeteyên herî xeternak ji kampa Eyn Îsayê revandin.
ÊRIŞÊN LI DORA KOBANÊ Û BERXWEDANA LI DIJÎ TIMAYÊN DEWLETA TIRK
Dewleta Tirk beşên mezin ên bakurê Sûriyeyê bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dagir kirin û bi vê hincetê hewl dide bakurê Sûriyeyê bi giştî dagir bike, herêma Serêkaniyê bi Cerablusê ve girê bide. Lê Kobanê li pêşiya vê planê kelem e. Lewma Kobanê ji 3 aliyan ve dorpêç kiriye.
Şerê li dijî Kobanê ji 13 salan ve nesekîniye û niha bi hedefgirtina pira Qereqozaqê û dora bendava Tişrînê berdewam e û armanc jî, kontrolkirina her du cihan û bigihêje rojhilatê Firatê ye.
QSD`ê ji zêdetirî mehek û nîv ve, li dora bendava Tişrînê li ber xwe dide û nahêle çete pêş bikeve û bajarê Kobanê ji başûr ve dorpêç bike.
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo rawestandina êrişan nobetê li bendava Tişrînê digirin. Lê dîsa jî ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedefgirtin ku di encamê de heta niha 21 sivîl şehîd bûn. Ruxmî wê jî şênî di parastina bendavê de bi israr in.
Kobanê ku çirûska 19`ê Tîrmehê ye, hîna jêdera moralê ya projeya demokratîk e. Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê, çirûska yekitiya neteweyan ji bo parastina şoreşa demokratîk e.
Dewleta Tirk heke êrişî Kobanê bike, dê deriyên dojehê li herêmê bi giştî veke. Nemaze ku Kurd, Kobanê wek eniya pêşîn a parastina hebûna xwe dibînin û dev jê bernadin.[1]