Çîroka
zimanê Kurdîzimanê Kurdî ji xaniyên veşartî ber bi amadekirina meteryalên perwerdehiyê ve
HOGIR NECAR / NAVENDA NÛÇEYAN
Saziya Zimanê Kurdî li Rojava li ser têgeha eger gel zimanê xwe winda bike nasnameya xwe winda dike, karibû asta zimanê Kurdî li Rojava bilind bike û derbasî dibistanan bike. Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re piştî ku Kurd ji perwerdehiya bi zimanê Kurdî bê par mabûn ji ber qanûnên ku rêjîma Baasê li ser Kurdan ferz kiribûn, êdî meteryal bi zimanê Kurdî ji Kurdan re hatine amadekirin û li rex wan meteryalên bi herdu zimanên Erebî û Suryanî jî hatine amadekirin.
Tevî ku Kurdistan dergûşa şaristaniyên mirovahiyê bi hezar salan rastî siyastên tunekirin û înkarê yên cûda hatiye jî û zimanên wê bi siyasetên Tirkkirin, Erebkirin û Fariskirinê de hatine helandin, lê dîsa jî Kurdan karibû bi hemû rêbazên wêjeyî û ramyarî parastina zimanê xwe bikin û rêbaza zimanê devkî di nava siyasetên paşguhkirinê de dane meşandin. Her wiha derfet ji Kurdan re nehat dayîn ku tenê dibistanekê bi zimanê xwe vebikin û têde çanda xwe vejînin.
Her wiha sîstemên desthilatdar û dîktatoriyetên dagirkeriya parçeyên Kurdistanê dikirin zimanê Kurdî qedexe kirin û hewl dan tune bikin. Lê bi saya israra gelê Kurd a girêdana bi nasname û zimanê xwe ve û têkoşîna bi sedan mamosteyên zimanê Kurdî li seranserî Kurdistanê tevî hemû rewşên zehmet, dîsa jî karibû xwe biparêze.
Gelê Kurd zimanê xwe weke nasname û hebûna xwe dibîne û weke pêwîstiyeke jiyanî û doza hebûn û nebûnê dibîne. Her wiha weke çekeke herî bi bandor li dijî dijminên gelê Kurd tê binavkirin.
Li ser bingeha eger gelê Kurd zimanê xwe winda bike bê guman fektorên sereke yên hebûna xwe weke netewekê winda dike. Saziya Zimanê Kurdî û saziyên sivîl û desteyên fermî hewl dan bi riya bikaranîna zimanê Kurdî çanda kurdî vejînin.
Beriya şoreşa Rojava Kurd ji mafê xwe yê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê par mabûn, sîstemên desthilatdar jî hewldan hebûna nasnameya Kurdî tune bikin. Lê van sîsteman nikaribûn armanca xwe pêk bînin ji ber ku gelê Kurd di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de bi israr bûn da ku parastina nasnameya xwe ya netewî bikin. Welatiyên Kurd di destpêkê de bi awayekî veşartî perwerdeyên xwe li gundên Kurdan dûrî çavên desthilatdaran didan meşandin.
Bi şoreşa Rojava re zimanê Kurdî ji nû ve hate vejandin û bi awayekî akademîk û bi saya Tevgera Civaka Demokratîk Saziya Zimanê Kurdî konferansa xwe ya sêyemîn li bajarê Amûdê di sala 2012'an de li dar xist piştî ku herdu konferansa wê yên yekemîn di sala 2007'an de li bajarê Kobanê û yê duyemîn di sala 2009'an de li bajarê Helebê bi awayekî veşartî hatibûn lidarxistin. Di sala 2013'an de bi awayekî eşkere damezirandina Saziya Zimanê Kurdî li seranserî gund û bajarên Rojava hate ragihandin û gelek navendên perwerdeya bi zimanê Kurdî hatin vekirin.
Vê saziyê di salên şoreşa 19'ê Tîrmehê de bi hezaran mamoste amade kirin û sîstemeke perwerdehiyê li dibistanên Rojava da meşandin. Tê de perwerde bi zimanê Kurdî, Erebî û Suyanî hate dayîn. Her yek bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibîne û meteryalê bi hersê zimanan hatin amade kirin.
Saziya Zimanê Kurdî piştî wê gelek akademî û peymangeh vekirin û bi riya wan mamosteyên zimanê Kurdî amade kirin. Di 11'ê Tebaxa 2013'an de yekemîn akademiya ziman û wêjeya Kurdî bi navê Şehîd Ferzat Kemenger li Efrînê hate vekirin û têde bi zimanê Kurdî perwerde hate dayîn û perwerdekirin û mamoste hatin amadekirin. Saziya Zimanê Kurdî li Efrînê bi hevkariya Yekîtiya Mamoteyên Rojava di 28'ê Cotmeha heman salê de peymangeheke ziman û wêjeya Kurdî di bin navê Peymangeha Şehîd Viyan Amara vekirin û wê jî piştî du salan hejmareke mamosteyên zimanê Kurdî amade kirin.
Di 24'ê Cotmeha heman salê de Saziya Zimanê Kurdî vekirina Akademiya Celadet Bedirxan a ziman, dîrok û wêjeya Kurdî li bajarê Qamişlo vekir. Piştre peymangeha Şehîd Viyan Amara li kantona Kobanê hate vekirin. Di destpêka sala 2015'an de gelek peymangehên amadekirina mamosteyan li gorî têgeha netewa demokratîk hatin vekirin û yekemîn peymangeh li bajarê Dêrikê di meha adarê de û di meha Nîsanê de li bajarê Serêkaniyê û pişt re li seranserî bajarên herêma Cizîrê hatin vekirin.
Piştî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava hate ragihandin, û sazî û desteyên vê rêveberiyê hatin rûnişkandin, girîngî dane sîstema perwerdeyê ya bi zimanê zikmakî. Her wiha bingehên ziman û perwerdehiya nifşan di dibistanan de li gorî sîstema perwerdehiyê ya nûjen û teknîkên zanyarî hate meşandin û kadroyekî perwerdehiyê yê niştimanî bi riya Desteya Perwerde û Hînkirinê yên pispor hatin peydakirin her wiha piştgirî û alîkariyeke mezin ji Saziya Zimanê Kurdî wergirtin û veguherî stûna sereke ya vejandina zimanê Kurdî li seranserî kantonên Rojava.
Bi destpêka sala xwendinê ya 2015-2016'an re li herêma Cizîrê hersê refên destpêkê yên dibistana seretayî bi meteryalên zimanê zikmakî hatin perwerdekirin û bi hersê zimanên li bakurê Sûriyeyê Kurdî, Erebî û Suryanî. Desteya Perwerdehiyê li Cizîrê di demsala havînê de jî meteryalên dibistanan amade kirin û piştî kedeke mezin û di bin çavdêriya pisporan de meteryalên hersê refên destpêkê yên dibistana seretayî serkeftî hatin amadekirin. Di heman demê de peymangehên Kurdî yên li seranserî Rojava bi sedan mamoste amade kirin.
Piştî salekê ji perwerdehiya bi zimanê Kurdî ango di sala 2016-2017'an de Saziya Zimanê Kurdî bi hevkariya Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Cizîrê bi riya mamosteyê pispor meteryalên zimanê Kurdî ji giştî dibistanên seretayî re amade kirin.
Bi destpêkirina sala xwendinê ya 2017-2018'an re Saziya Zimanê Kurdî û Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Cizîrê bi hevkariya Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk meteryalên nû yên herdu dibistanên seretayî û navîn amade kirin û li rex wan meteryalên bi zimanên Erebî û Suryanî jî amade kirin.
Li Kobanê û Efrînê jî rewş cûdayî herêma Cizîrê bû, ango meteryalên hersê dibistanên seretayî, navîn û amadeyî bi zimanê Kurdî hatibûn amadekirin. Her wiha zanîngeha Efrînê jî bi zimanê Kurdî dihat perwerdekirin.
Vekirina zanîngehan
Ji bo ku pêvajoyên xwendinê temam bibin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê vekirina yekem zanîngehê li Rojava-Bakurê Sûriyê ragihand. Zanîngeha Efrînê 14′ê Hezîrana sala 2015′an bi derfetên kêm hat vekirin. Li zanîngehê li ser mertiryalên ji aliyê KPC-Demokratîk ve hatine amadekirin, perwerde hat dîtin.
Piştî ku zanîngeha Efrînê gavên mezin avêtin û gelek serkeftin bi dest xistin, Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê 4′ê Tîrmeha sala 2016′an vekirina zanîngeha Rojava ragihand. Ji vekirina zanîngehê de xebat hatin kirin ku nifşekî pêşketî ku bikaribe civakê di hemû aliyan de pêş bixe were avakirin.
30′yê Îlona sala 2017′an de jî zanîngeha Kobanê hat vekirin. Vekirina zanîngehan temamkirina projeya perwerdeya bi zimanê dayîkê ye. metiryalên li zanîngehên Rojava-Bakurê Sûriyeyê têne xwendin, li ser esasê neteweya demokratîk bi zimanên Kurdî û Erebî hatine amadekirin.
Kar û xebatên Saziya Zimanê Kurdî ne tenê li bajarê Rojava bû lê belê li giştî gund û bajarên Bakurê Sûriyeyê belav bûn weke bajarên Tebqa û Minbicê piştî ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatin rizgarkirin û li vir akademiyên perwerdekirina bi zimanê Kurdî hatin vekirin û ji aliyê Kurdên van deveran hatin pêşwazîkirin.
Ev cara yekemîn e di dîroka Rojava de ye ku welatiyên Kurd dikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiya xwe bibînin. Bi saya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gelê Kurd û hemû pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê karibûn bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeha xwe bibînin.
Di salên destpêkê yên perwerdeya bi meteryalên nû ji aliyê Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk ve li dibistanên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi giştî, rêjîma Baasê hewl da dijberiya perwerdehiya bi zimanê Kurdî bike û hewldan dibistanan bigire, her wiha hin aliyên din jî li dijî perwerdehiya bi zimanê Kurdî derketin, û îdîa dikirin ku evan meteryalên dibistanan lawaz in û kadroya perwerdehiyê jî nikarin xwendekaran perwerde bikin.
Lê mamoste û hemû karmendên perwerdehiyê yên girêdayî Desteya Perwerde û Hînkirinê û Yekîtiya Mamoteyan îspat kirin ku bi xebat û keda xwe dikarin li hemberî hemû dêzanfermasyonên dijberan li ber xwe bidin û di demeke kurt de meteryalên bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî pêşketineke ber bi çav bi dest xwe ve anîn.
Saziya Zimanê Kurdî û akademiyên girêdayî wê hêjî xebatên xwe yên pêşxistin û vejandina zimanê zikmanî didin meşandin û meteryalên akademîk amade dikin. Xwendekar di gelek qonaxan re derbas dibe da ku bawernameya xwe werbigire û karibe perwerdeyê bi zimanê Kurdî di dibistan, akademî, peymangeh û zanîngehên rojava û Bakurê Sûriyeyê de bide.
[1]