Tirkiye, li dijî Kurd û Erebên li SûriyêSûriyê û Iraqê şerê avê dike
NAVENDA NÛÇEYAN-HOGIR NECAR
Ji salên 60’î ve, dewleta Tirk a dagirker li dijî cîranên xwe Sûriyê û Iraqê dest bi şerê avê kiriye. Îro jî ava sûriyan mîna çekekê li dijî wan bikar tîne. Bi vê tevahî peymanên navneteweyî, di gel bêdengiya NY’yê bin pê dike gefan li milyoneke şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.
Di dîrokê de, Osmaniyan her tim êrişî welatên Rojhilata Navîn kir. Herêm dorpêç dikir, av û xwarin qut dikir da ku şêniyên wê ji ber tîbûn û birçîbûnê xwe radest bikin. Dewleta Tirk a dagirker jî li ser şopa kalikê xwe Osmaniyan dimeşe. Ji destpêka salên 60’î ve li hember cîranên xwe Sûriye û Iraqê dest bi şerê avê kiriye. Dewleta Tirk a dagirker ava çemên Dicle û Firatê weke çekekî bikar tîne û ev siyaseta wî nayê pejirandin.
Çemê Firatê ji çiyayên Torosê derdikeve, di bajarê Cerablusê re dikeve xaka Sûriyê, di bajarê Qaim re dikeve Iraqê. Dirêjahiya wê nêzî 2 hezar û 940 kîlometre ye.
Dewleta Tirk van herdu çeman di zivistan û havînê de wek çekekê bi kar tîne. Di zivistanê de baran û berf dibare, dewleta Tirk zêdebûna rêjeya avê berdide Iraq û Sûriyê. Ev jî gefekê ji bendav û rûberên çandiniyê re çêdike. Di havînê de jî rêjeya avê kêm dike, bi wê re rûberên çandiniyê yên li derdora çemê Firatê ziwa dibin. Di encamê de zirareke mezin digihîne çandinî û dewlemendiya masiyan.
SEDEMÊN LÎSTOKA LI SER ÇEMÊN DÎCLE Û FIRATÊ
Li gorî dewleta Tirk hewza Dîcle û Firatê, tek hewzên avî ye û di sînoran re derbas dibin. Rubarên çemê Şeta El-Ereb in. Ji bo wê sînorên siyasî yên heyî yên dewletên li ser beravên her du çeman, tune ne. Li gorî wê ji ber ku her du çem ji Tirkiyê diherikin ew tenê dikare bikar bîne.
Dewleta Tirk difikire ku mafê wê ye ku bi avê ji dewletên cîran re diçe bilîze. Her wiha ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe di niha û pêşerojê de ava her du çeman bi kar tîne.
Dr. Suleyman Abdullah Îsmaîl di pirtûka xwe ya derbarê çemên li Tirkiyê de wiha dibêje: Ev têgeh tê wateya tirkkirina her du çeman.”
Nivîskarê Iraqê Fûad Qasim El-Emîr destnîşan kir ku Tirkiyê rêgeza parvekirin û belavkirina ava çemên Firat û Dîcle red dike û got: Siyaseta avê ya Tirkiyê xwe dispêre serdestiya mutleq a li ser berhameyên ava Hawizên Dicle û Firatê di xaka xwe de. Tirkiyê her tim îdia dike ku projeyên wê têre hewcedariya civakî û aborî ya niştecihan dike û di dibêje ku di radeya yekmeîn de av a Tirkan.
Nivîskarê iraqî Emîr got: “Dewleta Tirk li gorî peymanên dualî bi Iraq û Sûriyê re tev nagere. Ew hî bi hinceta ku qanûna navneteweyî wê neçar nake, vê tiştê dike. Her wiha bi rêgeza mafên bidestxistî itîraf nake û vê rêgezê derbasî tu xebatên civînên komîteyên dualî yan jî sêalî yên li ser avê nake.”
PARA SÛRIYÊ Û IRAQÊ
Sûriyê di Tîrmeha 1987’an de bi Tirkiyê re protokolek îmze kir. Tê de aliyê Tirkiyê soz da ku dê ji Çemê Firatê di çirkeyekî de 500 metrekapik bide Sûriyê. Ji bo ew jî di navbera Iraq û Sûriyê de belav bibe.
Li gorî vê, lihevkirineke sûrî-iraqî di Nîsana 1988’an de pêk hat. Her du aliyan li ser para Iraqê ji ava Firatê ya ku di Sûriyê re derbas dibe ji sedî 58 erê kir, lê ya Sûriyê jî ji sedî 42 erê kir.
Piştre her du aliyên Iraq û Sûriyê ji Tirkiyê xwestin ku avê ji 500 meterekapik di çirkeyê de bike 700. Ji ber ku têra dabînkirina pêdiviyên wan nake. Lê aliyê Tirkiyê ev yek red kir. Di heman demê de serokwezîrê Tirkiyê Suleyman Demîrel got nirxa 500 metrekapîk di çirkeyê de bi xwe pir bilind e û ji pêdiviyên Sûriyê û Iraqê zêdetir e.
Dewleta Tirk di salên 70’î de siyaseta avê ya nixumandî ji projeyên avdanê yên mezin bi kar anî û li ser cîranên xwe ji bo stratejiya çandiniyê ya sûrî-iraqê tune bû, veşart. Ew yek jî ji nakokiyên siyasî yên di navbera Iraq – Sûriyê derfet girt da ku nirxeke mezin ji ava Firatê wergire. Carekê idîa dike ku sûrî lêkolînên bi iraqiyan re red dikin û careke din jî idîa dike ku Sûriye ava zêde li gel xwe digire.
Di Nîsana 2018’an de dewleta Tirk av berneda û dest bi şerê li dijî Bakurê Sûriyê kir. Rêjeya avê li bendavên Tişrîn û Tebqayê kêmtir bûn. Her wiha ava çemê Firatê ku bi hezaran şênî ji bo avdana çandiniyên xwe pişta xwe didin ava çemê Firatê ku dahatûya sereke ya debara şêniyan e, kêm kir.
Li gorî qanûnên navneteweyî divê dabeşkirineke wekhev û adil derbarê dahatûyên ava hevbeşê ya di navbera zêdetirî welatekî de pêk were. Tevî protokola 1987’an jî lê Tirkiye di çirkeyekî de tenê 200 metrekupik avê berdide, ev jî rêjeyeke pir kêm a li gorî 500 metrekap di çirkeyê de ye.
TÎKIRINA MILYONEK ŞÊNÎ SÛCEK LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, tevî peymanên di navbera Rûsya, Amerîka û Tirkiyê de, zêdetirî 8 caran av li ser Hesekê û gundewarên hat qutkirin. Ku ava wê ji stasyona Elokê ya li nêzî Serêkaniyê qut kiriye.
Qutkirina avê li gorî qanûnên navneteweyî sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dibe sedema karesata mirovî. Li gel belavbûna pandemiya Koronavîrusê li cîhanê û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, Tirkiye avê bernade. Her wiha tê zanîn ku pêdiviya xweparastina ji vê vîrusê bi avekî pir heye, ji ber av ji bo dezenfektekirin û paqijiya kesayetî tê xwestin.
Di havînê de av li ser zêdetirî milyonek şêniyên Hesekê û gundewarên hat qutkirin. Heman demê de 3 kampên koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene; Waşokani, Erîşa û Hol.
Berê jî çeteyan di aloziya Sûriyê de av wek çek bi kar anîn. Her wiha li dijî şêniyhên bajarên Şam û Helebê bi kar anîn. Îro jî li dijî şêniyên Hesekê û gundewarên wê bi kar tînin.
Çavdêr dibînin ku qutkirina ava stasyona Elokê, şantajkirina Rêveberiya Xweser û fişarkirina li wê ye, da ku civak li dijî rêveberiyê rabe û fîtneya etnîkî di navbera Ereb û Kurd de çêbe.
Ji aliyekî din ve jî, qutkirina avê ji bo rewakirina êrişên nû li ser herêm û dagirkirina wê bi temamî ye. Ew jî li gorî plana Tirkiyê ya dagirkirina tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Lê piştre di navbera QSD’ê û hikumeta Sûriyê de peymanek ji bo rêgirtina li pêş dagirkirinê çêbû. Bi wê re jî hikumeta Sûriyê pasdar li ser sînorê Sûriyê li seranserî sînor belav kirin û dewriyeyên rûsî-tirkî yên hevbeş derketin.
CIVAKA NAVNETEWÎ BÊDENG E
Komîteya navneteweyî ya Xaça Sor piştî qutkirina avê ji stasyona Elokê li ser gundewarên bakur û rojavayê bajêr, metirsiya xwe diyar kir.
Rêxistina NY’yê ya UNICEF’ê piştrast kir ku qutkirina avê ji stasyona Elokê ku dikeve nava herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, 460 hezar şênî dixe xeteriyê. Her wiha da zanîn ku bikaranîna avê ji bo pêkanîna destkeftiyên siyasî û leşkerî red dike.
UNICEF’ê daxuyand ku divê tu zarok heta rojekê jî bê av nemîne. Ava paqij û şûştina destan mirovan rizgar dike. Her wiha bikaranîna avê ji bo pêkanîna destkeftiyên leşkerî û siyasî nayê qebûlkirin, di radeya yekemîn de zarok zirarê dibînin.
Tevî ku qutkirina avê, li gorî qanûnên NY’yê, li ser sivîlan sûcekî li dijî mirovahiyê ye, lê saziyên navneteweyî behsa ava ku Tirkiyê qut kiriye nakin. Bi vê bêdengiyê piştgiriya sûcên Tirkiyê yên li dijî gelên Sûriyê dike.
LI GORÎ QANÛNAN DIVÊ DEWLETA TIRK WERE CEZAKIRIN
Ji ber av dewlemendiya civakî ye û mafên her şêniyekî ye, divê di tu şeran de neyê bikaranîn. Lê peymana Cinêvê li mijara qutkirina avê dinêre ku sûcekî şer û sûcekî qirkirina komî ye û divê sûcdar bên lêpirsînkirin.
Li gorî pergala Roma ya dadgeha cînayeta navneteweyî, sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk anîne divê bên lêpirsînkirin.
GELO DÊ ERDOGAN ÇAWA DARIZÎNIN?
Dr. Azad Doskê yê qanûnên navneteweyî yê ji Başûrê Kurdistanê, dibêje ku li gorî qanûna navneteweyî û peymanên NY’yê ya li San Francisco ya 1945’an hatiye îmzekirin, tevahî dewlet divê li gorî van qaûnan tev bigerin. Her wiha herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî dewleta Sûriyê ye ku ew jî girêdayî van qanûnan e.
Doskî diyar kir ku dewleta Tirk bi qutkirina avê û guhartina herikîna çemên Firat û Dicleyê qanûnên navneteweyî bin pê dike. Divê hikumeta Sûriyê bang li meclisê bike ku civîneke awarte der barê van rûdanan de li dar bixe, ji ber ku ew heta niha nûnerê fermî yê NY’yê ye.
Doskî wiha domand: Ji aliyekî din ve jî Rêveberiya Xweser a ku Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêve dibe, rêxistinên navneteweyî der barê sûcên ku Tirkiyê li dijî gelên herêmê dike de haydar bike. Divê ev rêxistin jî peyamê bigihînin Konseya Ewlehiyê, her wiha gelek belge derbarê qutkirina avê yan jî kêmkirina wê de hene. Ev yek jî siyaseta dijberî Rojava ye.
Doskî da zanîn ku hedefa dewleta Tirk a dagirker ji qutkirina avê koçberkirina gel e, bi wê re jî dê karesateke mirovî pêk bê.
Doskî got: “Gelek belgeyên sûcên Tirkiyê lêpirsîn dikin. Ew jî li gorî madeyên 6 û 7 ji peymana Konseya Ewlehiyê ne. Bi wê re dikarin dewleta Tirk li gorî van sûcan û qanûnê darizînin. Gelek belgeyên ku sûcên Tirkiyê eşkere dikin hene. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk mafên mirovan û peymanên NY’yê bin pê dike.
Dr. qanûna navneteweyî Azad Doskî diyar kir ku hikumeta Sûriyê jî dikare gilînameyekî li ser serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan rake Dadgeha Cînayeta Navneteweyî ya Laheyê. Dema sûc hatin sepandin, divê bê lêpirsînkirin.
[1]